20 oktober 2014

Huda-Par li hemberî kurdan beşek ji Plana B ya Erdogan e



Heta nuha min digot di nava Huda-Parê da hin ajan û merivên dewletê, hin hizbullahên neyarên gelê xwe hebin jî, lê Huda-Par dikane ne partiyeke dewletê be, ji alî MITê ve nehatibe avakirin.
Lê piştî temaşekirina vîdeoya civîna HUDA-PARê, BBPê, DAIŞê, IBDA-C, MHPê, AKPê û hin merivên dewletê û MITê ya di 7ê mehê da li Stenbolê li qerergeha IBDA-Cê, êdî min baş bawir kir ku Huda-Par di çarçeweya Plana B da ji alî hukûmeta AKPê li dijî kurdan û ji bo prowaksyonan hatiye avakirin.
Di nava van du salên bêşer û aramiyê da hukûmetê li dijî PKKê û kurdan Planên B, C, D amade kirin.
Çêkirina qereqol û qaleqolan, kirîna hin çekên nuh û çêkirina Huda-Parê jî beşek ji Plana B ya Erdogan e.
Helbet hemû endam û alîgirên Huda-Parê ne Daîş, ne faşîst û merivên MITê ne, di nava endaman da gelek kesên saf û nezan jî hene.
Lê kesên berpirsiyar, kesên di qedema jor da sedîsed ne paqij in, ajan-provaktor û neyarên gelê xwe ne.
Heger meriv bikanibe kesên saf û nezan ji vê tevgerê dûr bixe pir baş e.
Di rojên pêşda hukûmet wek di dema protestoyên Kobanê da li Diyarbekrê kir, ewê gelek carên din jî Huda-Parê li hemberî kurdan û tevgera kurd ya netewî bi kar bîne. Dibê kurd vê plana hukûmetê bi rengekî sîstematîk îfşa bikin.

XXX


Telewîzyona Rus Russian Today, ji Kobanê dîmenên ku çeteyên Daîşê li Kobanê bombeya fosforê bi kar anîye weşandiye.
Telewîzyonê, ji birînên xelkê siwîl nîşan daye ku çeteyên Daîşê bi rastî jî li Kobanê li hemberî li gerîlla û xelkê swîl bombeya fosforê bi kar aniye.
Berê jî ev yek hat gotin, lê aliyê kurdan zêde neçû ser. Bi dîtina min ev tiştekî pir cidî ye. Dibê PYD û hemû partî û saziyên kurdan vê yekê sivik negirin.
Bi baweriya min çeteyên Daîşê vê yekê bêyî destûra Tirkiyê bikar naynin, miheqeq haya Tirkiyê ji vê yekê heye.
Ji xwe li Sûriyê jî dîsa bi emir û destûraTirkiyê gaza sarîn bi kar anîn.
Loma jî dibê kurd ji Tirkiyê daxwaz bikin ku çeteyên wan cardin sûcekî wiha nekin. Heger bikin berpirsiyar Davutoglu û hukûmeta AKPê ye.
Dibê PYD û aliyê kurd vê yekê ragihînn Emerîka û hêzên koalîsyonê jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE