06 oktober 2014

Koban kela şêr û şepalên kurdan !

Şefîq Pêşeng di nivîsa xwe ya ser mêranî û lehengiya keç û xortên kurd ên ku ev sê hefte ne li Kobanê nîşanî dost û neyarên xwe dan gotiye,

"Encama şerê Kobanê çi dibe bila bibe, ev şer, berxwedana keç û lawên Kobanê, bû parçeyeke zêrîn ji şerê miletê kurd, di paxila dîrokê de di dereceyeke herî bilind de cîhê xwe girt û wê bi salan, bi dehsalan neyê jîbirkirin.”

Pir rast e, kêfa min gelkî ji van gotinên heval Şefîq ra hat.
Dîrok ewê di şer û liberxwedana Kobanê da bêbextiya dinyayê û qeleşî û pûştiya hukûmeta AKPê û dewleta tirk jî û her wisa qehremanî û mêraniya çend sed keç û xortên kurd jî binivîse…

Miletê kurd heta û heta ewê bi vê berxwedana zarokên xwe ya li Kobanê li hemberî artêşa zebaniyan û çete û qatilên dewleta tirk nîşan dan serbilind be…

Koban kela şêr û şepalên kurdan, dîrokê viya wiha binivîsîne...



XXX
Li ser rewşa Kobanê hin xeberên bi xof dibihîzim, dilê min tê ber devê min!
A di vê bîstikê da ez xwe ji her demê bêtir bêkes û bêçare his dikim. Ji ber ku nikanim ji şervanên Kobanê ra bibim şûr û mertal, nikanim Kobanê ji qatilên Tirkiyê û îslamê rizgar bikim şerm dikim..
Kurd bi şeref in, qehreman in lê bêkes in.

Hemû dinya xwedî hêz bênamûs e, pûlperest e !
Dibê hemû kurdên bi şeref, ne dewleta tirk û hukûmeta AKPê tenê, kurdên hevalbendên wan jî tu carî efû nekin...

Li pêş kurdan tenê riyek heye, ew jî liberxwdan e. Hukûmeta AKPê dixwaze bi destê çeteyên Daîşê destkeftiyên kurdên Kurdistana rojava tasfiye bike, kurdan teslîm bigre. Rewşa Kobanê ya nazik, bêçaretiya kurdan ji xwe ra wek fersendekê dibînin.

Lê baş dît û fêm kirin ku Daîş Tirkiye, li ser hesabê Tirkiyê êrîşê dibe ser kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE