Gelê me îro li Nisêbînê têlmêlên dewletên îşxalkar, yên derî
îradeya gelê me hatibûn danîn qetqetî kirin û avêtin ser zibil û bi vî hawî
sînorên sûnî yên nabêna xwe rakirin. Bi hezaran însan derbasî Qamîşloyê, ba
merivên xwe bûn.
Ev rojeke dîrokî ye û dibê dîroknasên kurd vê rojê bi herfên
zêrîn binivîsin.
Ji xwe ev çend roj in li Surûc û Kobanê jî gelê me eynî tişt çend caran kir.
Ji xwe ev çend roj in li Surûc û Kobanê jî gelê me eynî tişt çend caran kir.
Nuha di praktîkê da gel sînorên nabêna bakur û rojavayê
Kurdistanê rakir û Kurdistan kir yek.
Dibê ji nuha û pêda êdî em tu sînoran nas nekin, paşdedanîna
wan qebûl nekin. Hedefa me huqûqîkirin û resmîkirina van sînorên nuh be.
Miletê kurd sînorê sûnî rakiriye û yekîtiya xwe çêkiriye. Di
rojên pêş da Kurdistana başûr jî ewê sînorên xwe yên sûnî rake û ewê jî vegere
nav Kurdistana mezin.
Nuha dor hatiye parastin û resmîkirina vê rewşa nuh. Di vê
vir da ji me ra tiştê lazim, lîder, serok û siyasetmedarên kanibin pêşengiya vê
dema dîrokî bikin.
Bi qasî ku xuya dike siyasetmedar û serokên mewcûd ne di wê
kapasîteyê da ne ku kanibin vê rewşa nuh ya zêrîn bibînin û pêşengiya vî gelî û
vê merheleyê bikin.
Ji dêlî ku serîhildanê û daxwazên gel yên azadiyê geştir û
berfirehtir bikin, dixwazin li gorî daxwaza dewleta tirk tevgerê bitemirînin û
milet aş bikin. Û rewş û fersenda ji bo me çê bûye ji ortê rakin, heder bikin.
Bi hêviya di vê dema dîrokî û krîtîk da hin siyasetmedar û
serokên cesûr û xwedî feraset derkevin û vê fersenda dîrokî ji dest xwe
nerevînin, gelê xwe bigihînin azadiyê…
XXX
Heger em jîr bin azadiya me zêz e
Erdogan merivekî nîjadperest û dîktator e, zorê nebîne,
mecbûr nebe gavê paşda navêje û neheqiya xwe qebûl nake. Û nuha jî ew tenê
Tikriyê îdare dike, loma jî gotina dawî tim ya wî ye.
Bi bergerê, bi heyran û qurbanê, bi tawîzan, Erdogan hukûmeta AKPê tu mafî nade kurdan. Berî her tiştî dibê ev were zanîn.
Loma jî ya emê jîr bin, siyaseteke cesûr û netewî bimeşînin û qezenc bikin û bighîjin azadiya xwe ya jî emê dîsa werin xapandin û dîsa wenda bikin.
Heger em jîr bin û siyaseteke biaqil meşînin îro em ji dewletê pir xurttir in.
Tiştê di destê dewletê da tenê teror û kuştine. Lê ev jî ewê berxwedanê berfirehtir bike û şerekî ”navxwe, hundur” bi xwe ra bîne.
Wê demê jî mesele ewê bibe meseleyeke navnetwî, ya Neteweyên Yekbûyî.
Û heta dikane wek Kurdistana Başûr ji bo parastina kurdan herêmeke ji balafirên tirk ra qedexe jî were çêkirin.
Yanî nuha ji me ra lîderên jîr, biaqil û cesûr lazim in, yê kêm ev e, wekî din hertişt di lehê me da ye.

2014-10-09
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar