13 oktober 2014

Li dijî şîara ”bijî Obama” ye lê ew bi xwe dibêje ”bijî Erdogan”!



Parlamenterê AKPê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu, di kanala CNN Tirk da got, di dema bombekirina çeteyên Daîşê  da kurd qîrîyan û gotin ”Bijî Obama!”
Ensarîoglu ev şîara kurdan, "bijî Obama!" rexne kir û got,  ”gava balafirên Emerîka li Daîşê dida li Surûcê li ser sînor gelek kurd, heta hin parlamenterên DHP û Aysel Tugluk jî di nav da qîriyan û gotin ”Bijî Obama!”
Û berdevka HDPê Meral Daniş Beştaş xanim jî negot, ”ma dibê kurdan bigotana bijî Erdogan û bimre Obama!”?
Mixabin wiha negot, got na, ”kes nabêje bijî Obama!”
Yanî Beştaş xanim jî ji bo bombebarankirina çeteyên Daîşê şîara ”bijî Obama” neparast, rast nedît, got em nabêjin ”bijî Obama”!
Kurd çiqas qehremaniyê bikin jî, zora Daîşê bibin jî bi van siyasetmedaran em tu xweliyê li serê xwe nakin. Heyfa xwîna van keç û xortan. Ne layiqî berpirsiyarî û serokatiya vê tevgerê ne…
Min tehamul nekir zêde li Ensarîoglu û li programê guhdarî bikim.
Ez şaş dimînim kurd çawa hîn bi van hevkarên Erdogan ra rûdinin û heqî û neheqiya Erdogan û hukûmetê bi wan ra minaqeşe dikin…
Diyar e li gorî Ensarîoglu beg, dibê di dema  bomberdûmankirina çeteyên Daîşê da kurdan negotana ”bijî Obama ”, bigotana ”Bimre Obama”,  bimre Emerîka ” !
Û dibê kurd li dijî bombebarankirina çete û qatilên Daîşê derketana, bigotana alîkariya me nekin, bira qatil û çeteyên Daîşê me bikujin, serê me jêkin û tecawizî namûsa me bikin!
Ensarîoglu wek kurdekî di telewîzyonan da hîn jî Erdogan diparêze fedî nake, li ber xwe nakeve, lê bê fedî û heya kurdên gotine ”Bijî Obama” rexne dike.
Ew dibêje ”bijî Erdogan” fedî nake, çewtiyekê têda nabîne, lê gotina ”bijî Obama” ji bo kurdan şerm dibîne.
Hevkariya dijmin, xulamtiyê hiş ji serî biriye, loma jî bîr nabe di rewşeke wer da bêyî ”bijî Obama!”, kurd dikanin çi bibêjin?
Kurro ez nuha jî dibêjim ”bijî Obama û bijî Emerîka!”
Îro kî, kîjan dewlet li hemberî van qatilan alîkariya kurdan bike ezê ji wan ra bibêjim ”Bijî…”
Gotina ”Bijî Obama!” qet jî ne şerm e, em tiştekî wenda nakin. Lê yên îro di studyonên  telewîzyonan da rûdinin û despotekî wek Erdogan diparêzin dibê şerm bikin.
Kesên îro hîn jî hevalbendên Erdogan in û wî diparêzin li hemberî gel û dîrokê ewê serê wan tim xwar be, ewê tim û tim bi navê hevkarên dijminê xwe(îşbîrlîkçî) werin bibîranîn.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE