09 oktober 2014

Li ser kurdên hevalên qatilên gelê xwe


Piştî neyartî û zulmeke hewqasî mezin dewlet li Kobanê li kurdan dike hîn jî parlamenterekî, wezîrekî, hetta kurdekî jî hîn ji AKPê îstîfa nekiriye.
Ev jî nîşan dide ku dirhema ûjdên, xîretê, însaniyetê û kurdayetiyê bi van kesên hevkarên dewletê ra, bi van hevalbendên Davutoglu û Erdogan ra nemaye. Ew jî wek wan bûne dijminên gelên xwe.
Ne pir, hema 20-30 parlamenter û wezîrî ji AKPê îstîfa bikira, bigota weleh em vê zulma li gelê xwe hew qebûl dikin, bawer bikin Erdogan û Davutoglu ewê tavilê çerx bikirana û rê bidana alîkariya Kobanê.
Erdogan û Davutoglu, ewê tavilê emir bidana çeteyên xwe û êrîşa ser Kobanê rawestandina.
Lê îstîfa nakin, li dijî siyaseta Davutoglu dernakevin, newêrin mêraniyeke wisa nîşan bidin. Ji ber ku êdî zereya ûjdan, fedî û exlaq bi wan ra nemaye.
Ê dema bi însên ra ûjdan, fedî û exlaq nemîne ji însaniyetê derdikeve, dibe sadîst, trajediya gelî wî ya herî mezin jî tesîrê lê nake…

XXX
Heta nuha kurdan bi piranî ne di şer da, di siyasetê da wenda kirine. Bi îhtîmaleke mezin bi destê rêber, serok û siyasetmedarên bêçap, sil, tirsonek û ne netewî ev serîhildana miletê kurd jî ewê hederkirin, ewê jî badilhewa here û dewleta tirk ewê dîsa tu zirarê nebîne.
Lê ev cara pêşî ye gel, şervan û qehremanên kolanan, yên ku ev sê çar roj in li hemberî pûlis û leşkerên dewleta tirk serî hildane li dijî vê siyaseta teslîmkar û rebenok dengê xwe bilind dikin. Dibêjin em vê siyaseta bê naverok û rebenok hew qebûl dikin.
Ev fenomeneke nuh e û îşareta xêrê ye. Gel êdî xapandinê, demagojiyên vala qebûl nake û li dij derdikeve.
Ez hêvî dikim ku ev tevger, ev serîhildan siyasetmedarên nuh, yên layiqî vê micadla canfîda, yên ku bi rastî kurd, yên ku kanibin di vê merhelê da pêşengiya miletê kurd bikin bi xwe ra bîne…

XXX
Dewleta tirk bi dehan tankên xwe li ser sînorê li hemberî Kobanê rêz kirine û bi zewq li mij û dûmana ji şewata Kobanê bilind dibe temaşe dikin.
Hukûmeta AKPê ev çend roj in li bende Ketina Kobanê û qirbûna xelkê Kobanê ye.
Ev jî nîşan dide ku hukûmeta AKPê, ”birayên” me yên tirk çiqasî dilşewat û xêrxwazên me ne.

XXX
Dewlet teroreke mezin li Kurdistanê dide meşandin, ji pêr da ye cenazeyên kurdan li pey hev radibn, lê belê Selahattin Demirtaş efendî ketiye ber heyfa heykelên Ataturk û ala tirk, gotiye şikandina heykelên Ataturk û şewitandina ala tirk provakasyon e û hin gotinên din yên ne xweş ji bo xortan kiriye.
Demirtas meriv şaş dihilêle. Ev demeke dev guhertiye û êdî li têleke din dixe.
Îro ne roja xwesilkirinê û zeytkirina Erdogan û Davutoglu ye, dibê beyanên bi cesaret werin dayin. Daxwazên miletê kurd yên netewî eşkere werin zimên.
Bi van rêberan reben, sil, bi vê siyaseta vala kurd çi fedekariyê bikin jî nikanin tiştekî bi dest xin.
Heyfa fedekarî û xwîna zarokên me…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE