15 oktober 2014

Philip Hammond: Emê kurdan tenê nehêlin

Wezîrê karûbarê derve yê Îngilîstanê Philip Hammond, bi serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî ra do civîneke çapemeniyê li dar xist û got, ”Li vir ez dixwazim careke din diyar bikim. Emê kurdan di micadela wan ya li hemberî terorê da bi tenê nehêlin. Emê alîkariyên xwe yên însanî û leşkerî emê bidomînin…”

Ji bo miletê kurd ev beyana Hammond gelkî giranbuhaye, soz û peymana hevalbendiya kurdan û Îngilistanê ya pêşerojê ye.

Ew Îngilistana ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekm, bi peymana bi dizî ya Sykes-Picotê wê û Faransayê Kurdistan di nava xwe da perçe kirin û û dû ra jî kurd xistin bin destê ereb û tirkan.

Îngilistanê û Fransayê çawa ku Kurdistan perçe kirin û kurd kirin bindestê sê dewletan, dibê ew îcar jî Kurdistanê û kurdan rizgar bikin, ji bindestiyê xelas bikin.

Dibê di şerê kurdan yê netewî da piştgiriyê bidin kurdan, wan tu carî bi tenê nehêlin. Ev piştgirî wezîfe û wacibekî wan yê moral û exlaqî ye.

Wan welatê me perçe û em jî bindest kirin. Nuha jî dor hatiye dibê sûcê xwe yê dîrokî telafî bikin.
Şêla Emerîka û Fransayê jî baş e, esas piraniya welatên Ewrûpa hêdî hêdî dîtinën xwe yê derabarê Tirkiyê kurdan da di lehê kurdan da diguherin. Bi taybetî jî piştî şerê Kobanê û hevkariya Tirkiyê ya bi hêzên Îslamî û bi Daîşê ra baweriya Emerîka û gelek welatên Ewrûpayê bi Tirkiy<ë pir zeîf bû, zêde nema.

Heger em kurd bi hev nekevin û kanibin cepheyeke netewî ava bikin rewşa me li derve pir baş e, li gorî berê dostên me zêde û yên tirkan jî kêm bûne. Piştî hevkariya hukûmeta AKPê bi El Nusra û Daîşê ra Tirkiye li dinyayê toj bi roj îzole dibe. Danîmarkayê ji ber berdana çeteyekî Daîşê Nota daye Tirkiyê û gelek siyasetmedarên danmarkî dixwazin Tirkiye ji NATO-yê were avêtin û hevdîtinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê jî werin birrîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE