26 oktober 2014

Qet xweş nekin tirk naçin Kobanê alîkariya kurdan

Malpera ANFê bi puntoyên mezin nivîsîye, ” MLKPyiyên li Kobanê şer dikin: werin şoreşê bibînin!”
MLKP, rêxistineke çep ya tirk e. Çend roj berê jî du xortên ji vê rêxistinê li Kobaê şehîd ketin.
Yekî nizanibe ewê bibêje weleh wa ye du tirk çûne li Kobanê bi kurdan ra li hemberî hovên îslamîst şer dikin.
Lê ev ne rast e, ew ne tirk in, kurdên elewî ne.
Bi texmîna min, him herdu xortên şehîd ketin û him jî ev herdu xortên din ne tirk in, kurd in, tu têkiliya wan bi tirkan ra tuneye. Ji ber ku kurd in, dilê wan bi gelê wan şewitîye û çûne hawara gelê xwe.
Tirk naçin, ne çepên wan û ne jî dîndarên wan naçin alîkariya kurdan.
Çep û rastên tirk di refên Daîşê da ne û li dijî kurdan şer dikin. Em beyanên partiya komunîst, ya karkir(Dogu Perînçek) û civînên dîndarên tirkan dibînin, hemû jî bi dil û can piştgiriyê didin Daîşê.
Bi hezaran çepên tirk hene, de bira herin piştgiriya kurdan.
Dibê em xwe nexapînin tirk naçin alîkariya kurdan. Yek du hebê çûne jî ne tirk in, kurdên dixwazin tirkan û Tirkiyê xelas bikin. Kurdên ne ji xwe ra, ji tirkan ra, li ser navê tirkan dixebitin.

XXX


Erdogan gotiye, ”Kobanê ne bajarê kurda ye, bajarê ereba ye…”
Bi vê gotinê diyar dibe ku Erdogan dixwaze kurd li Kobanê nemînin, Koban têkeve destê Daîşê.
Li gorî Erdogan ne Koban tenê, Surûc jî ne bajarê kurda ye, bajarê tirka ye.
Li gorî Erdogan Efrîn, Qamîşlo, Heseke, Serêkaniyê û Amûd jî ne bajarên kurdan in, hemû jî bajarên ereban in.
Ji xwe li gorî Erdogan li Tirkiyê, li Sûriyê, li Îraqê û Îranê yek bajarekî kurdan jî tuneye.
Dîsa li gorî Erdogan ne bajar tenê, Kurdistan jî tuneye, kurd jî tunene.
Ji ber ku dema bajarên kurdan tunebin, kurd jî tunene û dema kurd tunebin Kurdistan jî tuneye.
Erdogan bi rastî merivekî pir kirêt e, çamûr e, gava ez sûretê wî dibînim, dengê wî yê sexte dibihîzim madê min li hev dike…
Xwedê tehamulê bide kurdên her roj li Erdogan guhdarî dikin…
Û heta nuha hîn yek kurdî jî ji AKPê îstîfa nekiriye.
Qey însan carê bêxîret bibe eyarî wî jî pê ra fireh dibe, ji tu heqaretê nerehet nabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE