24 oktober 2014

Rih dibe bihost dewleta tirk nabe dost !

Ez bawer dikim ne hewceye ez bibêjim dewleta herî bêtir ji yekîtiya kurdan ya Duhokê nerehet e Tirkiye ye.
Heger Tirkiyê bikanîbûya ewê nehîşta civîn çê bibe û kurd yekîtiya xwe îlan bikin.
Ji ber ku îcar Emerîka ne li pişta Tirkiyê bû, loma jî Tirkiyê nikanîbû zêde mudaxele bikira.
Heta nuha Emerîkayê tim guh daye ”hesasiyetên” Tirkiyê, tim bi ya Tirkiyê û hukûmeta AKPê kiriye.
Belkî ev cara pêşî ye Emerîka guh neda Tirkiyê, Obama ji Erdogan ra dibêje, ”de wê da biteqize, here li ciyê xwe bikeve!”
Erê Îraq, Sûriye û Îran jî dijminên me ne, naxwazin em bibin xwedî dewlet.
Lê baş bizanibin ku dijminê herî xedar û herî koremar Tirkiye ye, tirk in. Ew wek dewlet 24 saetan wer li pey me ne, wer li xerabiya me digerin.
Ewê rojekê derkeve, Daîşê li ser daxwaza Erdogan êrîşî Şenglê û Kobanê kir. MIT û generalên tirk Daîşê sewq û îdare dikin.
Erdogan dixwaze Daîş hemû kurdên Kobanê û başûr bikuje, dixwaze li Sûriyê kurdek nemîne. Yanî hewqasî netyarê miletê kurd e. Lê ne ew tenê, ji Dogu Perîçekê çep jî eynî tiştî dixwaze, bi kêmanî ji sedî nodûnehê tirkan eynî tiştî dixwazin. Û ji xwe eşkere dibêjin jî.
Berxwedana kurdan ya li Kobanê kîmya wan guhert, dinya wan mehü kir, xeyalên wan hilweşand.
Lê li alî din berxwedana Kobanê em kurd kirin yek, bû çîmentoya yekîtiya me.
Baweriya me ya bi serxwebûnê û dewleteke serbixwe xurt kir, dinyayê ji nuh ve miletekî mezlûm, ji alî çar dewletan ve perçebûyî, lê tê ra xwe qehreman û azadîxwaz keşif kir.
Êdî em li herêma xwe hêza herî xurt û herî cidî ne, miletê herî medern û pêbawer in.
Ne dûr e, roj ewê li me jî hilê…



XXX
Do di medya tirk da xebera ewê OSO(Artêşa Azad ya Sûriyê)here li here li Kobanê li dijî Daîşê şer bike belav bû.
Salih Muslim gotiye, binaka vê xeberê tuneye, xeber vireke tirka ye. OSO beyaneke wiha nedaye û ji xwe hin grûbên girêdayî OSO bi me ra li hemberî Daîşê di şer da ne.
Muslim gotiye, armanca wan serê milet tevlihev kin. Xebereke ji bin da derew e. Dewleta tirk xeberên wiha ji bo serê milet tevlihev bike belav dike.
Dewleta tirk, medya tirk, hukûmeta Tirkiyê wek kûreya derewan dixebitin. Gava mijar dibe tu derew û bêxlaqiya nekin tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE