27 oktober 2014

Tirk û ereb ne bes bûn, çeçenan jî xwe da ser


Zekî Ozmen dibêje, 
”Cîrana me ya çeçen nû ji Çeçenîstanê vegeriya. Dibêje: "Dema kurd li Ewropayê xwepêşandanan dikin, çeçen dibêjin ew li dijî me dimeşin." Li gor îfadeya wê, dijberiyeke kurdan bi awayekî ew jî nizane çawa û çima li wir(li Çeçenîstanê) afirî ye.”
Law qey heçuyê me kurdan carê qelişû ye! Tirk û ereb ne bes bûn, çeçenan jî xwe da ser.
Ez fêm nakim ew çi me dixwazin?
Me Çeçenîstan îşxal nekiriye. Me tu zulm û neheqî li çeçenan nekirye. Çima bi tirkan ra ew jî bela xwe di me didin, ew jî dijminatiya me dikin min fêm nekir!
Helbet ez dizanim tiliya tirkan û çeçenên Tirkiyê di vê neyartiyê daheye, lê dîsa jî dibê miletek hewqasî rehet û bêsebeb nebe neyarê miletekî din.
XXX

Wek hemû kurd û rêxistinên welatparêz PKKê, KCKê jî peymana Duhokê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kir û pesnê wê da.
Lê di rojnameya Ozgur Gundemê da nivîsên li dijî vê peymanê tên dîsa jî weşandin û gotinên gelek giran ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra tên gotin, Barzanî hîn jî wek dijminê PKKê û PYDê tê nîşandan.
Ji van nivîsan yek jî ev nivîsa Dogan Durgun e. Risim şaş derdikeve, ne yê Dogan Durgun e, yê  Dengir Mir Fırat e.
Dogan Durgun, bi gotineke herî sivik çepekî, tirkekî neyarê miletê kurd û yekîtiya kurda ye.
Mêrik guh nade PKKê û KCKê jî, PKK, KCK pesnê peymanê didin, dibêjin ji bo kurdan peymaneke dîrokî ye lê Durgun qet guh nadê, peyamê dike binê erdê.
Yekî hewqasî neyarê miletê kurd, çawa dikane di rojnmeya Ozgur Gundemê da heqaretên wiha li serokên kurdan bike, di nava kurdan da fêsadiyên wiha ji serê xwe mezintir bike, meriv matmayî dimîne.
Berpirsiyarên KCKê û PKKê çawa dihêlin di demeke wiha nazik da hin sûtalên wiha, hin çepên tirk yên xêrnexwazên kurdan  fêsadiyên wiha bikin, meriv fêm nake!
Dibê ne ez tenê, hemû PKKyî li hemberî weşandina nivîsên wiha îsyan bikin!

Risim şaş e, ne yê xwediyê nivîsê ye ! Risim yê Dengir Mir Fırat e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE