20 november 2014

Bi xêr emê Kurdistana serbixwe bibînin

Şêwirmendê wezarata karûbarê derve yê Emerîkayê David Phillips di konferansekê da gotiye, ”Kurdistana Îraqê, ji nuha û pêda li dinyayê ewê bibe dewleta pêşî ya serxwebûna xwe îlan dike.”
David Phillip, ji ber ku li Îraqê destekê nade Kurdistaneke serbixwe Obama jî rexne kiriye û gotiye dibê Emerîka piştgiriyê bide kurdan.
David Phillips gotiye, ”Ji bo ku bêedaletiya di dîrokê da li kurdan bûye were telafîkirin em hatine vîrajeke krîtîk.”
Ji alî yekî wek David Phillips ve ku di siyaseta Emerîka ya derve da xwedî giraniye qalkirina vê neheqiya dîrokî gelkî muhîm e. Û êdî ne David Phillips tenê, gelek kesên wek wî jî heman tiştî dibêjin û pêwîstiya piştgiriya kurdan dikin, pêwîstiya avabüna Kurdistaneke serbixwe dikin.
Dîtin û texmîna min jî ew e ku li Îraqê kurd ewê serxwebûna xwe îlan bikin. Wan xwe ji bo vê yekê amade kirine, li bende biryar û piştgiriya Emerîka ne. Roja Emerîka bibêje ”temam”, kurd ewê serxwebûna xwe îlan bikin û dû ra jî hêdî hêdî bi Kurdistana rojava(Sûriyê) ra bibin yek.
Xerbiyan heta nuha tu carî bi vê zelaliyê piştgiriya Kurdistaneke serbixwe nekirine. Tim li herêmê li dijî guhertina sînoran bûn.
Lê ev demeke rews guherî ye. Hin siyasetmedar, brokrat û intellektuelên emerîkî û ewrûpî nuha qala piştgiriya dewleteke kurd, Kurdistaneke serbixwe dikin, dibêjin di dîrokê da li kurdan neheqî hatiye kirin û loma jî dibê nuha ev neheqî were telafîkirin.
Ger bi rastî bixwazin, çawa ku Kurdistan perçe kirin, wisa jî dikanin rizgar bikin, ji bo rizgarkirinê bi kurdan ra bibin alîkar.
Beyana David Phillip nîşan dide ku dibê hedefa kurdan êdî Kurdistaneke serbixwe be û stratejiya xwe jî li gorî vê hedefê çêkin.
Ji bo Kurdistana serbixwe şertên derve di lehê kurdan da kemilîne, kêmasî ya kurda ye, yekîtî û hedefa wan e. Dibê partiyên kurd yên herçar perçên Kurdistanê bi lez yekîtiya xwe çêkin û bi daxwaza Kurdistana serbixwe derkevin pêşberî cïhanê, vê daxwaza xwe îdê bînin zimên.
Îro ji bo vê daxwaza kurdan şertên derve gelkî musaîd in, lê wek hertiştî ev şert jî ne ebedî ne, sibe dikane di lehê kurdan da biguhere.
Loma jî dibê PDK, PKK, PYD û YNK û hêzên din bi rengekî koordîne haziriya xwe ya Kurdistana serbixwe bikin, ji bo vê hedefë xwedî stratejî û taktîkek mişterek bin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE