22 november 2014

Çira derewçînan zû vemirî

Mamoste Qedrî Yildirim hat berdan. Wek her kurdekî welatparêz ez jî bi vê xeberê kêfxweş bûm.
Di van çar rojên girtîtiya mamoste Qedrî da diyar bû ku mamoste çiqasî ji alî aqademîsyen û telebeyên xwe tê hezkirin. Di van çar rojan da bi hezaran kurd ji bo azadiya mamoste Qedrî bi şev û roj xebtîn.
Piştî berdana mamoste derket ortê ku îdîa gendeliyê ji binde derew e, tu têkiliyeke mamoste Qedrî bi vê îdîayê tuneye.
Armanc di şexsê Qedrî Yildrim da reşkirin û bêîtîbarkirina beşê kurdî ye. Bi qasî xuya ye hukûmet ji xebatên Qedrî xoce û ji ya beşên kurdî ne razî ye. Loma jî hukûmet dixwaze Qedrî xoce û beşê kurdî yê zanîngeha Mêrdînê ji îtîbar da bixîne. Belkî jî planeke hukûmetê ya guhertina mamosteyên vî beşî jî hebe. Di rojên pêş da ev yek ewê diyar bibe.
Netîce ez bi azadbûna mamoste Qedrî û hevalên wî pir kêfxweş bûm.

XXX
Li Kitêbxaneya Kurdî li ser sirûdê ”Ey reqîb” saet di 13.00 da semînerek heye. Semîner ji alî hunermend û akademîsyenê kurd Esed Qeredaxî ve ewê were dayin.
Ezê herim lê guhdarî bikim. Ev demeke hin kes û hêzên îslamî li dijî hin gotinên sirûda ”Ey reqîb derdikevin” û dixwazin biguherînin. Yanî li Kurdistana başûr di nava kurdan li ser gotinên ”Ey reqîb” minaqeşeke gurr heye.
Bi vê ziyaretê ra ezê du kitêbên xwe jî bidim kitêbxanê, heta nuha fersend çênebûbû ez bidimê.

XXX
Welatê ku jin lê bi qasî mêran ne azad bin meriv nikane li wî welatî qala hebûna demokrasiyê bike. Ji bo ku demokrasî li welatekî hebe dibê jin jî di her warî da bi qasî mêran azad bin.
Sebebê ku li welatên îslam demokrasî tuneye bindestiya jinê ye, qebûlnekirina wekheviya jin û mêr e.
Û heta ku îslam ev îslam be ne mimkûn e ku li tu welatekî îslam demokrasiyeke temam hebe.
Îslam wekheviya jin û mêr qebûl nake. Û heta qebûl neke jî li welatên îslam demokrasî jî xeyal e. Tirkiye jî yek ji van welatan e.

XXX
Min kitêba Memê Mala Hine ”Hê-şîn” qedand. Piştî vê lezetê berê ezê herim derve û cixareyek bi îman bikşînim û dû ra jî herim serê xwe deynim, wek zarokekî piştî guhdarîkirina xemîşokek xweş li ser çonga dayika xwe di xew ra here.
Bi xêr sibe ezê dest bi bîranînên ”Serpêhatiyên jiyana min” ya Dr. Îsmet Şerîf Wanlî bikim.


2014-11-19

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE