20 november 2014

Dengîr Mîr Mehmet Firat zêde pêşda diçe


Nabêna cîgirê serokê AKPê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat û AKPê her ku diçe xerabtir dibe.
Ev demeke Firat hinekî zêde pêşda diçe, bi zimanekî ezopwarî be jî Erdogan û taximê wî rexne dike. Ev ne bes e, di ser da jî qala mafê kurdan jî dike.
Yanî bi tiştên pir tahlûke mijûl dibe, tiliya xwe di qulika mozan ra dike.
Li Tirkiyê bêyî serokomar Erdogan her kes dikane were rexnekirin.
Kî dibe bira bibe, eşkere ya jî sergirtî, kî Erdogan rexne bike, navê wî bi nebaşî îma jî bike çû ji wî da, bela xwe dît.
Û tew ew kes kurd be hîn xerabtir e, wê demê malik lê viritî, wî perîşan dikin, jiyanê lê dikin zindan
Ez bawer dikim di demek kin da ewê ”çêyiyekê” ji Dengîr Mîr Mehmet Firat ra jî bifikirin, pûlisê merhabeyakê bidin wî jî. Wek her kurdî dosya wî jî li ba MITê, dewletê heye. Dema hewce be ewê vekin û îşê wî bibînin.
Ev yek ji bo her kurdî, heta ji bo kurdê herî xayin, harî antî kurd jî wiha ye. Dîroka me ya nêz tije numûneyên wiha ne.
Ji ber ku serê rexneyên wî êdî digihîje serokê dewletê, Erdogan jî. Û ev jî gelkî tahlûke ye. Lîstika bi êgir e.
Serokê Firat yê kevn ewê nuha qulpek ji wî ra jî bibîne û nîşanî wî bide bê ev dewlet ya kê ye!
Ez hêvî dikim ez şaş bim û Erdogan bela xwe di Firat nede...

XXX
Bi rastî halê min ne tu hal e. Min got xanim ji ber telewîzyonê rabe ji me ra qahweyekê çêke. Xwe xeyidand, got:
“Weleh him ez pir westiya me û him jî ev programa min e, heta neqede ez ji ber ranabim.
Ji mecbûrî min rabû çû qahwe da ser û dîsa hatim li ber kompîtora xwe rûniştim. Min bala xwe dayê naçe qahwê nayne, min got xanim qahwe sar bû. Çi bibêje baş e?
-Weleh tu zanî ez ranabim, te qahweyek çêkiriye here xêra xwe bîne…
Û bawer bikin, min çû qahwa wê ya bi şîr anî danî ber…
A mêr li vî welatî ketine vî halî…
Bi roj ji swêdiyan ra, bi şev ji xanimê ra, ji kar pişta xwe rast nakim...



XXX
Min kitêba Memê Mala Hine ”Hê-şîn” qedand. Piştî vê lezetê berê ezê herim derve û cixareyek bi îman bikşînim û dû ra jî herim serê xwe deynim, wek zarokekî piştî guhdarîkirina xemîşokek xweş li ser çonga dayika xwe di xew ra here.
Bi xêr sibe ezê dest bi bîranînên ”Serpêhatiyên jiyana min” ya Dr. Îsmet Şerîf Wanlî bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE