29 november 2014

Gunehê dijmin bi meriv nayê


Îbrahîm Guçlu, di nivîsa xwe ya dawî da ji şiklê dûrxistina xwe ya ji TRT6ê, ji programa ”Rojeva Herêmê” gazinan dike, dibêje bêyî ku em werin agahdarkirin, bêyî ku sebebê dûrxistina me ji me ra were gotin dawî dan karê me û bi hin kesên din ra dest bi programeke nuh kirin.
Guçlu, vê şêla TRT6ê ”medenî, vekirî û şefaf” nabîne, jê gazina dike û dixwaze kesên nuh destpêkirine jî sebebê vê serpêhatiya wî fêr bibin û dersê jê bigrin.
Kenê meriv tê, tu dibêjî belkî TRT6ê cara pêşî tiştekî wiha kiriye.
Baş e wa ye Guçlu serpêhatiya xwe gotiye, yên berî wî ji fediya ew jî negotin.
Tiştê TRT6ê anî serê Guçlu, anî serê gelek siyasetmedar û lîderên din jî.
Ji roja TRT6 ava bûye û heta îro dewletê gelek siyasetmedarên bi nav û deng, lîder û serokên kurdan eynî wek Îbrahîm Guçlu bi çend programan bi kar anî dû ra jî rê nîşanî wan da. Bêyî ku ji wan ra jî bibêjin çima, wek Guçlu ew jî li ortê hîştin û hin lîderên din ceribandin.
Ji ber ku dewletê dît ku bihevguhertina hin siyasetmedarên kurd zêde ne zahmet e.
Berî TRT6ê dewletê qet bawer nedikir ev îş hewqasî basît e, bi pereyekî hewqasî hindik ewê bikanibe van lîder û siyasetmedaran ji bo karekî wiha îqna bike.
Wek kurdekî ez bi vê yekê diêşim. Min dixwest lîder, serok û siyasetmedarên berê xwediyên îdîayên mezin, Kurdistaneke serbixwe bûn, bêyî ku di karekterê dewletê da tiştek biguhere, bêyê ku dewlet tiştekî bide wan, karekî dewletê yê wiha qebûl bikin.
Siyasetmedarên, lîderên heta nuha çûne TRT6ê ne kesên pisporên wî karî, mutexesis û alimên civaknas bûn ya jî kesên pir karîzmatîk bûn loma TRT6ê ew kar da wan. Yanî hemû ehlê wî karî bûn loma dewletê ewkar dan wan.
Îbrahîm Guçlu û kesên din gava TRT6ê ban wan kir dibê pirseke wiha ji xwe bikirana:
Dewlet li dijî fikrê me ye, li dijî hedefa me ye lê çima vî karî teklîfî me dike, çima dixwaze em herin TRT6ê?
Gelo dewleta tirk pir demokrat, pir azadîxwaz e loma dixwaze em di TRT6ê da bi rengekî azad fikrên xwe bibêjin ya jî armanceke dewletê ya din heye?
Yanî bi kurtî her siyasetmedarê, her lîder û serokê diçe TRT6ê dibê ji xwe birse:
-Ev dewleta îşxalkar, ne demokrat û li dijî hemû fikir û baweriyên min, çima ban min dike?
Çima me tim me bi hev diguhere?
Bi 40 programên Îbrahîm Guçlu TRT6 û dewletê tiştek wenda nekir, lê Guçlu gelek tişt wenda kir.
Meriv qedrê xwe nianibe wih aye. Gunehê dijmin bi meriv nayê, piştî karê xwe bi meriv diqedîne meriv datîne ber derî û nabêje çima jî?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE