01 november 2014

Kîjan partî bixwaze rayên xwe zêde bike dest bi neyartî û kuştina kurdan dike



Sibe roja Kobanê ya Cîhanî ye. Li ser banga Desmond Tutu, Prof Noam CHOMSKY û gelek şexsiyetên din yên bi nav û deng li gelek welatên cîhanê ewê terora Daîşê were protestokirin.
Li gelek welatî ewê kesên edîb, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û întellektuel sibe beşdarî vê çalakiya piştgiriya Kobanê bibin û terora çeteyên Daîşê protesto bikin.
Kurd dixwazin li Tirkiyê û Kurdistanê jî bi çalakiyên cûr be cûr piştgriya xwe nîşanî gelê Kobanê bidin û terora Daîşê protesto bikin.
Lê hukûmeta AKPê dibêje na em qebûl nakin hûn li dijî Daîşê meş û protestoyan bikin. Heger hûn bikin emê midaxele bikin…
Kurd çiqas dibêjin, wek welatên din, em jî dixwazin bi riyeke demokratîk hin çalakiyan bikin, terora Daîşê protesto bikin. Piştgiriya xwe nîşanî gelê Kobanê bidin. Ev yek mafê me ye jî.
Lê hukûmet qebûl nake. Dibêje na, hûnê di meş û axaftinan d adijminatiya Tirkiyê û hukûmeta me bikin, hûnê tevliheviyê derxin, loma jî em nahêlin hûn meşên piştgiriya Kobanê çêkin.
Yanî mêrikan carê biryara xwe dane, ewê dîsa çend kurdan bikujin, dîsa li her derê zulmê li gel bikin, terorê bimeşînin û bi sedan kesî bigrin.
Ji ber ku çavê wan me dibire, ji ber ku dewleta wan heye, pûlis, leşker, tank û top û tomayên wan hene. Loma jî dixazin li hemberî me bi kar bînin.Loma jî dixwazin zulmê li me bikin.
Dema zulmê li kurdan dikin, dema çend kurdan dikujin, dema bi sedan kurdî davêjin zindanan rehet dikin, kêfa wan tê, gelê wan pê aş dibe. Kêfa gel ji wan ra zêde dibe. Gel dibêje eferim, weleh ev hukûmeteke pir baş e, nahêle kurd çavên xwe vekin.
Kîjan hukûmet çiqasî zêde zulmê li kurdan bike, çiqasî zêde kurdan bikuje milet hewqasî jê hez dike, di dema hilbijartinan da bêtir rayên xwe didê.
Loma jî her hukûmeta dema dixwaze rayên xwe zêde bike dest bi zulmê, girtinê û kuştina kurdan dike.
Hilbijartinên 2015a nêz dibe. AKP dixwaze rayên xwe zêde bike û careke din jî were ser hukim. Loma jî dibê ji nuha da dest bi girtin û kuştina kurdan bike. Sibe çiqas zêde kurdan bikujin ewê rayên xwe jî hewqasî zêde bike….
2014-10-31

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE