19 november 2014

Kurdan dan ser riyeke bêveger


Kurdan îcar bi şiklekî cidî dan ser riya Kurdistana serbixwe, riyeke bêveger. Hela ka em binêrin heta ku dikanin herin.
Heta îşxala Sengalê û Kobanê kurdan newêrîbûn bidin ser vê riyê. Bi rêketinê da hinekî dudil bûn, him ne li ser hev û bêtifaq bûn û him jî şertên der û hundur zêde ne di lehê wan da bûn. Loma jî her beşekî dabû ser xaçeriyekê. Hêvî û hesab ew bû ku li dawiya rê ewê bigihîjin hev.
Lê piştî êrîşên Daîşê ser Şengalê û Kobanê li der û li hundur rews guherî, rewşeke nuh peyda bû, li gorî 4 mehên berî nuha rewşeke hîn baştir peyda bû. Di nabêna wan da ji nişkave dostiyek, yekîtiyeke fiîlî çêbû.
Vê yekê baweriya wan ya bi ketina rê xurt kir, ji ber ku ya ewê bi rêketana ya jî ewê teslîm bibûna û hustuyê xwe dirêjî ber kêra qesêb bikirana.
Wan riya duyem, riya desthilanîn û berxwedanê hilbijart û vê yekê jî him tifaqa wan xurt kir û him jî dostên wan zêde kirin.
Di vê riya bêveger da li gorî carên berê, îcar karwanê kurdan giran e. Û li gorî 4 meh berê serok û xweşmêr û egîdên wan li hev in.
Bi qasî xuya dike ewê riya xwe dom bikin, dibe ku di hin derên rê da bi xaçeriyan ji hev biqetin, lê ev miweqet e.
Bi saya Şengalê û Kobanê hemû kurdan, hemû partiyan fêm kirin ku karwanê bi êlê ra baştir, rasttir û ewletir e.
Kurd îcar bi hev ra, li kêlek hev ewê riya xwe bidomînin. Hela ka em binêrin hetani ku dikanin bi hev ra herin…
Rêber û pêşnengên miletê kurd, oxira we ya xêrê be, Xwedê we ji qeza û belan bisitirîne. Bi hêviya hûn zû bigihîjin hedefa xwe, Kurdistana azad…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE