01 november 2014

Meriv çi biçîne merivê wiya biçine

Ez nuh ji meşa piştgiriya Kobanê hatim. Li gel baranê û sermê jî gelek kes hatibûn.
Dema ez gihîştim qada mitîngê, meşê dest pê kir. Wek hertim dîsa rismên Ocalan pir bûn. Lê îcar bi qasî alên PKKê, KCKê û PYDê alên kurd jî pir bûn. Ev jî pêşketineke nuh û baş e.
Min çavên xwe li dereke alên kurd lê pir gerand.
Di qismekî meşê, di destên grûbekê da alên kurdî pir bûn, hinekan al li xwe pêça bûn, hinekan dabûn destê xwe. Hinekan li ba dikir.
Welhasil min got weleh ev der tam li gorî min, ez çûm ketim nava wê grûbê. Ji ber ku baran bû şemsî di destê gelekan da hebû, loma jî meriv hevûdu baş nedidît.
Min hew dît wî ji min ra got merheba apo, yê din got merheba apo. Gelekan ez nas kirim.
Min bala xwe dayê hemû zarokên hevalên me ne. Kêfa min hat. Diyar e meriv çi biçîne merivê wiya biçine. Zarokên me jî wek dê û bavên xwe ala kurd û Kurdistanê di ser hemû alan ra girtibûn. Kêfa min hat. Ji xwe çîmentoya yekîtiya me jî ew al e…

XXX
Saet di 14.00 da li Stockholmê meşa ji bo Kobanê heye. Ezê herim meşê. Hewa jî qet ne xweş e, baran û sar e. Dibê ez rabim xwe hazir bikim.
Xanim çû festa rojbûna 4 saliya neviya xwe. Loma ezê bi tenê herim

XXX


Mahkimeya Cezayê Giran ya Mêrdînê birîndarekî PYDê yê bi navê İsmail Sadık ji ber ku ew endamê PYDê ye terorîst îlan kiriye û di celseya pêşî da 7 sal û 6 meh ceza dayê.
Baş e ku îdam nedanê. Ev jî alîkarî û tedawiya tirka ye…
Tirkiye ji dewleteke demokratîk pir dûr ketiye, êdî li Tirkiyê tu muesese, tu dezgeh ne azad e, hemû bi şexsê Erdogan ve hatine girêdan, hertişt di bin emrê Erdogan da ye. Bêyî destûr û emrê wî kes newêre eşada xwe jî bîne…
Mahkime êdî formalîte û fasafîso ne, hakim mecbûr e emrê MITê û hukûmetê bi cî bîne.
Çendroj berê Erdogan PYD ”terorîst” îlan kir, mahkime jî mecbûr in biryaran li gorî vê beyana Erdogan bidin. Hakimê li gorî beyana Erdogan biryara nede û nebêje PYD partiyeke ”terorîst” e weleh ewê daran têvekin.
Erdogan neyartiya kurdan ji xwe ra kiriye karê esasî, heta ew li serokkomar û îktîdar be ewê bela xwe ji kurdan veneke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE