17 november 2014

Tirk heta nuha elimîbûn devê BDPê û HDPê

Tirk heta nuha elimîbûn devê BDPê û HDPê, efendim em serxwebûnê, veqetandinê û dewletê naxwazin.
Nuha gava tirk dibînin ku PAK(Partiya Azadiya Kürdistanê /Kurdistan Özgürlük Partisi)Kurdistanê jî û dewletê jî dixwaze matmayî dimînin û dibêjin lawo ev ji ku derket?
Ez bawer dikim tirk ewê hîn gelkî şaşomaşo bibin. Ji ber ku heta nuha tiştên dihat xwestin ne li gorî realîteya kurdan û Kurdistanê bû.
Lê helbet herkes ne mecbûr e wek PAKê ji bo kurdan serxwebûnê û mafê dewletbûnê bixwze, hinekê federasyonê û hinekê jî otonomiyê bixwazin.
Û hinek jî hene bûne zilamên dewletê û AKPê û tew tiştekî jî naxwazin. Tiştê dixwazin kursiyeke qirêt û berdewamiya bindestiya miletê kurd e.
Hêdî hêdî ji gel ra alternatîf zêde dibin, ev jî tiştekî baş e.
Ez ji nuha da PAKê ra serketinê dixwazim.

XXX


Krîstof Kolombo û heneka Erdogan
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye, ”Parzemîna(qit’e)Emerîkayê berî Krîstof Kolombo misilmanan kişif kiriye.”
Îspanyolî, bi vê beyana Erdogan gelkî aciz bûne û Erdogan dawetî îspatê kirine, gotine fermo vê îdîeya xwe îspat bike.
Ewrûpiyan hîn Erdogan nas nekirine, digotin belkî meriekî cidî ye. Lê hêdî hêdî nas dikin.
Erdogan siyastmedarekî rojhilatî ye, wek rojavayiyan ne cidî ye. Loma jî tiştê bêbingeh pir rehet dikane bibêje.
Erdogan dinyayê Tirkiye dizane, loma jî carnan di civînên navnetewî da wek ku li Tirkiyê be û yên li wî guhdarî dikin jî tirk in wek ”mêrxasekî kasimpaşayî” xwe berdide, çi tê devê wî dibêje.
Lê ji ber ku yên lê guhdarî dikin ne tirk in matmayî dibînin, nikanin fêm bikin bê serokkomarek çawa dikane tiştên hewqasî bê bingeh û berradayî bibêje.
Li Tirkiyê îdîayên vala, bêbingeh, fort, derew normal e, ne her kes be jî piraniya însanan dikin.
Ji ber ku herkes bi rehetî fortên wiha didin xwe loma jî kes bi fortên wiha matmayî namîne, herkes dibêje ”de Erdogan , dîsa fortek daye xwe, dîsa ba ji ber guhê xwe berdaye û gotineke ji xwe ra kiriye. Ne hewce ye meriv bigre cidîyetê û li ser bisekine.
Lê ewrûpî fêrî ”henekên” wiha nebûne, loma jî gerlkî cidî digrin…
Halbûkî Erdogan e û wek gelek caran dîsa bayek ji ber guhê xwe berdaye. Loma jî dibê meriv cidî negre û zêde guh nedê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE