22 december 2014

Erdogan piştî 12 salan bi diziya hevalên xwe hesiya

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya Zanîngeha Gebze ya Teknîkê da hin bêqanûnî, sextekarî û diziyên Cimata Gulen fena ku nuh pê hesiyabe, fena ku nuh zanibe deşîfre kiriye û gotiye:
”Bi perê milet xwendin, bi pereyên di bin navê hîmmetê(alîkariyê) da top kirin xwendin, bi diziya pirsan ketin hin muesese û dezgehên dewletê…”
Fena ku Erdogan piştî 12 salan bi diziya hevalên xwe hesiyabe dipeyive. Diyar e Erdogan xelkê zarok dihesibîne...
Ev camêr merivekî pir bêrû û pir bêheya ye. Tu dibêjî qey ev dizî û sextekarî di dema serokwezîrtiya wî û îktîdara partiya wî da nebûye, tu dibêjî yên pirs û bersîvên îmtîhanên zanîngehan dane Cimata Gulen ne ew e û ne îktîdara wî ye!
Tu dibêjî belkî ev dizî, ev sûcê mezin di dema îktîdara wî da nebûye, hinekên din ev sûc kirine.
Di 12 sal îktîdara AKPê û serokwezîrtiya Erdogan da dizî, sextekarî û bêqanûniyên pir mezin bûn. Sûc û talanên di îktîdara AKPê û serokwezîrtiya Erdogan da bûn di seranserê dîroka komara Tirkiyê da nebûn. Erdogan di van 12 salên îktîdara xwe da bi sedhezaran merivên Gulen girt zanîngehên herî muhîm û dü ra jî di dezgehên dewletê da bicî kirin. Û nuha jï wek haya wî ji vê yekê tunebe Cimata Gulen bi diziyê sûcdar dike. Halbû hertişt bi hev ra kirine û bi taybetî jî bi destûra Erdogan bûye.
Ev tiştê Erdogan îro dibêje esas ji devê ne guh e jî, Erdogan û şebeka Gulen bi hev ra kasa dewletê talan kirin, bi hev ra sûc û diziyên pir mezin kirin, bi sedhezeran merivên xwe di nava dezgehên dewletê yên herî muhîm da bicî kirin. Û ev hemû tişt jî bi destûr, alîkarî û tolerenasa Erdogan û hukûmeta wî bû.
Erdogan ev tişt kir ji ber ku merivên Gulen merivên xwe dizanîbû, qet bawer nedikir rojekê ewê bi ya wî nekin û bixwazin zirarê bidin wî û malbata wî. Wî xwe wek serok û ”xelîfeyê” Cimatê dihesiband. Loma jî hemû îmkanên dewletê kir xizmeta şebeke û çeteyên Gulen. Nuha gava çete û şebeka Gulen bi ya wî nake dike qareqar û dibêje, ”vana bi dizaya pirsan hin meqam girtin destên xwe.”!
Roj baş!
Yaho bi destûr û emrê te kanîbûn wan pirsan bidizin. Heger te destûr neda tiştekî wiha ne mimkûn bû biqewime. Heta giliyên di vî warî da bûn jî we got hemû derew in
Ma tu nuh bi vê diziya wan hesiya?
Ev 12 sal in bi alîkariya şexsê te û îktîdara te hersal ev dizî hat kirin û nahîştin zarokên xelkê têkevin zanîngehan.
Heger li Tirkyê dozgerekî mêr û bi namûs hebe dibê vê beyana serokkomar Erdogan wek sûc qebûl bike û di di vî warî da dest bi lêpirsînê û lêkolînê bike. Ji serokkomar agahiyên bi tefsîlat û berfirehtir bixwaze. Ji ber ku tiştê gotiye sûc e û dibê dozger dest bi lêpirsînê bike. Erdogan dizane ev pirs û bersîvên îmtîhanên zanîngehan kê û çawa dizîn! Kesën ev sûc kirine dibê bê ceza nemînin.
Lê ez ji we ra bibêjim, diziya ”pirsên zanîngehan” nîna ye, tirnîna hîn li dû ye. Lê wiya jî nabêjin. Ji ber ku gelek sûcên mezin kirine. Heger aliyê Gulen jî bipeyive ewê gelek tiştên din jî îfşa bibin, lê bêbavan napeyivin, dizanin ewê li zirarê derkevin loma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE