26 december 2014

Hestên piştî gerekê/seyranekê

Li Stockholma xopan bi derengî be jî sar û sermayê dest pê kir, derve çar derece di binê sifirê da sar e, berfeke zêde tuneye lê belekiyên berfê erd spî kiriye.
Ez û xanim ji gerra îro nuh hatin, em li der û dora golê zêdeyî saetekê geriyan. Zêde kes li derve tunebû. Xwarin û vexwarinên Julê (Noelê)milet ji pertav da xistiye.
Xanimê xwe baş pêça bû, qapûtê wê bi kum bû û lepikê wê jî bi astar. Loma jî sermayê zêde li hukim nedikir.
Yê bêtedbîr ez bûm, min ne sar bû lê guhên min baş qerisîn. Lepikê min jî ne tu lipik bû. Jin li gorî mêran tim bi tedbîtir in, bi kêmanî ya min wiha ye.
Neyse, me xwe gîhand mal, hundurê germ. Dema meriv ji derve, ji sermayê dikve hundur, germiyan bêhed xweş dibe.
Xanim qahwê û ez jî çayê vedixwim, dibê em hinekî hundurê xwe germ bikin.
Di dema gerrê da li kurdên li serê çiyan, kurdên di çadirên êretî da fikirîm, min halê wan, perîşaniya wan û zarokên xwasî û bi qerpalên rizyayî anî ber çevê xwe û min di dilê xwe da şermek, mahcûbiyetek his kir.
Min pêşmerge û gerîlayên nuha bi hovên ereb û bi terorîstên Daîşê ra di şer da ne anîn ber çavên xwe.
Bi van fikar û hestan ra li hemberî van qehremanên miletê kurd di dilê min da hezkirin û hurmeteke mezin ya bêsînor serî hilda, bilind bû.
Ez nikanim alîkariyekê bigihînim wan, nikanim pariyek nan û çayeke germ bidim destê wan, nikanim bedena wan germ bikim, nikanim nobeta wan dewr bigrim. Lê bi fikrên xwe, bi hestên xwe û bi vî dilê xwe yê mahcûb bi wan ra me û gav û saetê ew di bîra min da ne…

XXX
Ez baş bawer dikim gelek kurd, heta piraniya kurdan di dilê xwe da dibêjin:
Xwezî ev zimanê kurdî tunebûya
û zimanê me jî tirkî bûya
wê demê jiyan ewê çiqasî rehet
û xweş bûya…

XXX

Bi bext û merhemetê me tim zirar kiriye. Zalim û bêbext tim bi ser ketine. Lê em hîn jî bi vê rastiyê hay nebûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE