27 december 2014

Him mîtoman e û him jî megaloman e

Erdogan Dîsa ji xayib, ji pesn peyivîye, gotiye:
”Binêrin, ez ji vir ji hemû dinyayê ra pir vekirî dibêjim, li tu dereke dinyayê medya bi qasî li Tirkiyê ne azad e. Gava ez viya dibêjim ez ji xwe bawer im…”
Yaho tuxtorên qesra serokkomariyê li ku ne, ma radikvin!
Camêr nexweş e haya kesî jê tuneye…
Bi Xwedê mitomanê dinyayê yê herî mezin jî li hemberî efendî nikane devê xwe veke.
Qehremanê megalomaniyê yê herî herî meşhûr Raskolnikov jî ji gorra xwe rabe ewê bibêje Dostoyevskî şaşî kiriye, dibê ne ez, birêz Recep Tayip Erdogan bikira qehremanê Sûc û Ceza yê…

XXX
Ez vê wergerê diyarî xweh û birayên xwe yên êzdî û hemû şehîdên Şengalê dikim.
Yaşar Kemal, di romana xwe ya bi navê ”Ava Ferêt xwîn diherike lê binêre”, qala êzdiyan, baweriya wan û zulma heta nuha li wan hatiye kirin dike. Mixabin min roman nexwendiye. Lê di internetê da ji romanê hin perçeyên li ser êzdiyan hene. Min nuha ew beş xwend û jê ev perçe wergerand kurmancî. Ez wê diyarî xweh û birayên xwe yên êzdî û hemû şehîdên Şengalê dikim.

”Ev sedansal in ev însan hatin kuştin, hewqasî hatin surgûnkirin, hewqasî îşkence dîtin, hewqasî hatin biçûkdîtin, dîsa jî çavtirsiyayî nebûn, neqediyan. Bi vî benîademî ra hêzeke wiha heye ku dawî lê nayê, narize, namire, wek axê, wek ronahiyê, wek avê.

Ez ne êzdî me, lêbelê ji hêza wan ya liberxwedanê, ji însaniyeta wan, ji dostiya wan hez dikim, hurmeta min ji liberxwedana wan ra heye.
Êzdî însanan nakujin. Yên însanan bikujin ji êzdîtiyê tên derxistin.

Ew herbê wek qirkirineke kîtlewî dihesibînin. Ji bo ku tevî herbê nebin li ber xwe didin. 
Ev sedansal in birîndar in, di nava xwînê da vedigevizin, bênabên, bênabên xwîna wan wek lehiyê herikîye. 
Bêyî gîhayê tiştekî bixwin nedîtine, lê belê dilê wan reş nebûye, dilşadiya xwe wenda nekirine, şert û merc çi bin jî di şikeftên çiyayên bilind da wek qertelan jiyan e.”
Yaşar Kemal, Ava Ferêt xwîn diherike lê binêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE