29 december 2014

Bela sebeb negotine kurmê şîrî heta pîrî

Ajansa ANF dev ji pîşikê xwe yê hertim, ji propagandeya komunîstên tirk bernade. Yanî kurmê şîrî heta pîrî. 
ANFê îro dîsa hevpeyvînek xwedêgiravî li Şengalê bi şervanekî MLKPê (yanî Partiya Maksîst Lenînîst) yê bi navê Yilmaz Ozgur ra kiriye.
Ozgur gotiye heta Şengal rizgar bibe ewê di refên pêşî da şer bikin û ewê ”tu hêzên paşverû nikanibin wan ji wr dûr bixin.”

Yanî Yilmaz Ozgurê rûpêçayî ji PDKê ra, ji kurdên ne hevalên PKkê ra dibêje paşverû û wan wek hasimên xwe dibîne.
Lê her çi hîkmetî îlahî ye Yilmaz Ozgurê tirk û komunîst ruyê xwe baş pêça ye, meriv nas nake, nizane kî ye, tenê çavên wî xuya dikin.

Heta nuha min qet nedîtiye gerîlayek ruyê bipêçe. Ji xwe kesê ruyê xwe veşêre ne mimkûn e ku navê wî jî rast be. Loma bi îhtîmaleke mezin navê Yilmaz Ozgur jî vir e. Heger nav rast be ewê çima ruyê xwe bigre?

Gava însanek ruyê xwe veşêre heger ne merivekî tarî be, bi îhtîmaleke herî sivik aliyekî wî yê tarî yê veşartî heye, naxwaze ev yek ji alî civatê ve were zanîn.

Hemû gerîlayên kurd, çi keç çi law, ruyên xwe û nasnameyên xwe venaşêrin. Lê ev camêr vedişêre.

Û li gel vê jî ev çend car in ANF xeberên li vê tevgerê û li ser vî merivê rûpêçayî diweşîne û propogandeya mêraniya vê hêza tarî(MLKP)dike.  

Yekî nizanibe ewê bibêje bi hezaran şervanên MLKPê li Şengalê û li Kobanê şer dikin. Ez bi xwe bawer nakim, heger rast e, bira nasname û ruyê xwe veneşîrin.

Du sê heb telebeyên bi navê çepên tirk hatibin nav kurdan jî ne tirk in, ew bi xwe kurd in, xortên elewî ne.

Lê ANF vê yekê wek ku bi hezaran tirk hatibin bi kurdan ra li hemberî Daîşê şer dikin nîşan dide, ev vir e, propagandeyeke bêbinake ye.
Sempatî û xweşbîniya ANF li hemberî ”şervanekî” MLKPê nîşan dide li hemberî pêşmergeyan nîşan nade, bi wê heyraniyê qala mêranî û şerê wan nake.

Wan ji xwe wek raqîb dibîne. Ev şêleke ne rast e û zirarê dide hevkarî û yekîtiya kurdan, dibê em baweriyê bidin hev hev.

Esas ne ev xeber tenê, ev çend roj in di medya PKKê û PDKê da dîsa xeberên metirsîdar belav dibin.

Herdu alî, lê bi taybetî jî aliyê KCKê  û medya wê hin sinyalên meriv ditirsîne didin. Ez hêvî dikim ev berberî  û reqabet zêde pêşda neçe û xelkê û neyaran bi me nekenînin.

 Bihevketin û şerekî  li ser Şengalê malwêraniya me hemû kurda ye. Ji teşxeleyeke wiha tu kesê li karê derkeve tuneye, yên li karê derkevin ereb, tirk û faris in.
Û dibê neyê jibîrkrin li rojavayê Kurdistanê jî serketina kurdan girêdayî hevkarî  û yekîtiya PKKê û PDKê ye.

Dema ev yekîtî xera bibe Emerîka û koalîsyona navdewletî jî ewê alîkariyên xwe qut bikin.

Heger îro Emerîka û hêzên mitefik li Şengalê û li Kobanê li terorîstên Daîşê didin xêra piştgiriya hukûmeta Kurdistanê û tifaqa PKKê û PDKê ye.
Dema ev tifaq xera  bibe ya jî derbê bixwe him piştgiriya derve ewê kêm bibe, belkî jî dom neke, himjî miletê kurd ewê zirareke mezin bibîne.
Loma jî dibê serok û berpirsiyarên herdu aliyan jî dev ji beyanên bi zirar, yên dilsariyê dixin nabêna wan  berdin û meseleyên xwe, gelşên nabêna xwe bi riya diyalogê çareser bikin. Çare ev e.

1 kommentar:

  1. Mamhoste

    Wer xuya ye PDK (hemu kurden din ji) chi bike/in ji li ba PKK pere nake, tali ya tali we bela xwe bi Kurdistana Azad bidin.
    Ve yeke PDK ji zane.
    http://rudaw.net/kurmanci/opinion/28122014

    SvaraRadera

PARVE BIKE