06 december 2014

Micadeleya azadiyê bê rîsk nabe

Hûn dizanin kûsî tenê çaxa serê xwe ji qêlik derdixe û tahlûkê digre çavê xwe dikane bi pêşda here.
Rewşa me kurdan jî teqrîben dişibe ya kûsî. Ancax dema em diwêrin rîskê bigrin, yanî tahlûkê bigrin çavê xwe dikanin bi pêşda herin, hin mafan bidest xin û di rojên pêşda bibin xwedî welat û dewlet. Yanî bêyî rîsk, bêyî bedel ne em azad dibin û ne jî Kurdistan. Jiyan bi xwe bi rîsk e.
Xwezî ne wiha bûya, lê wiha ye...

XXX
Di evînê xwe da, di hevaltiyê xwe da û di baweriya xwe da min tu carî sistî, dudilî û qelpî nekir, min tim bi hemû hêza xwe û bi dilekî temam xwe dayê. Evîna min jî, hevaltiya min jî û baweriya min jî tim sedîsed e.

XXX
Baweriya bi çêbûna Kurdistanê, propagandeya ji bo avabûna Kurdistanê bi qasî şerê ji bo Kurdistanê mûhîm e.
Ji bo şer berê dibê di serî da fikrê Kurdistaneke serbixwe hebe.

XXX
Gelek kurd bawer nakin emê kanibin zora Tirkiyê bibin û rojekê ewê li Tirkiyê Kurdistan çê bibe.
Bawer nakin ji ber ku baweriya wan zeîf e, newêrin bawer bikin.

XXX


Ji fîlozofekî meşhûr ra gotine:
-Li gel ku serwet di bin nigê te da ye, lê tu çima hewqasî feqîr î?
Fîlozof gotiye:
-Ji bo ku meriv bigihîjê serwetê dibê meriv xwe xwar bike loma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE