18 december 2014

Neheq zû dereng bela xwe dibîne


Ez dixwazim îşev jî bi çîrokeke Harûn Reşîd dest bi nivîsa xwe bikim. Çîrokên Harûn Reşîd him pi xweş in û him jî mişt mane û ders in.
Dibêjin Xelîfe Harûn Reşîd ji guleke baxçeyê xwe gelkî hez dikir. Baş temî li baxçevanê xwe kiribû ku ew wek roniya çavên xwe li wê gulê miqate be.
Lê ji bêşansiya baxçevan ra rojekê çûkek li ser wê gulê venîşt û gul da ber nikalan, tiştek di gulê nehîşt.
Baxçevan bi hustuxarî derket huzûra Harûn Reşîd û jê ra mesele got. Xelîfe Harûn Reşîd ji baxçevan ra peyvek tenê got:
”Neheq bela xwe dibîne.”
Piştî demekê bi rastî jî wê çûkê bela xwe dît, ew ji alî marekî ve hat xwarin.
Baxçewan ji xwe ra got, ”Ey Xwedayê erş û asîman, tu çi mezin î” û bi lez çû bûyer ji Harûn Reşîd ra got.
Harûn Reşîd, dîsa peyvek tenê kir:
 ”Neheq bela xwe dibîne.”
Çendak di ser ra derbas bû, bexçevan tirsiya ku rojekê mar bi wî vede, loma jî çû serê mar pelixand û dû ra jî çû bûyer ji Harûn Reşîd ra got.
Harûn Reşîd, dîsa bi gotinekê tenê  bersîv da bexçevan:
”Neheq bela xwe dibîne.”
Meh û sal buhurîn. Rojekê ji ber şaşiyeke baxçevan, ji ber îhmaleke wî hemû gulên Baxçe bi êşekê ketin, hemû çilmisîn.
Bi bihîstina mirina gulan Harûn Reşîd pir hêrs bû, bêyî ku îfadeya baxçevan bigre, bêyî ku li wî guhdarî bike ew avêt zindanê.
Baxçevan di zîndanê da tim kir qîrîn û hawar û ji nobetdarên zindanê ra got:
 ”Dibê ez Xelîfe bibînim, gerek ez Xelîfe Harûn Reşîd bibînim…”
Axirê dawiya dawî, rojekê nobetdaran rabûn ew derxistin huzûra Harûn Reşîd. Bexçevan ji  Harûn Reşîd ra got:
”Erê min şaşî kir, lê cezayekî hewqas mezin jî  min heq nekiriye. Nuha li gorî peyva ”Neheq bela xwe dibîne”, ez ditirsim tiştek were serê we jî…
Yanî heqê kesî ji ser kesî  ra namîne., neheq zû dereng bela xwe dibîne, bi ser bela xwe ve dibe...
Qet meraq nekinin Erdogan jî zû dereng ewê wek wê çûkê û wî marî ewê bela xwe bibîne; heq ewê tecelî bike; ji ber ku neheq e, zalim û zulimkar e. Loma jî ewê bela xwe bibîne, miheqeq bi ser bela xwe ve bibe.
Ew tiştên Erdogan û merivên wî li ser Gulen û Cimata wî dibêjin hemû jî rast in, heta ji deve guh in, sûcên gelkî mezintir jî kirine.
Lê ne bi tenê, ne bê haya hukûmetê, MITê û Erdogan. Cimata Gulen çi kiriye bi emir, daxwaz û destûra hukûmeta AKPê û bi taybetî jî bi ya Erdogn kiriye. Û hedefa herduyan jî kurd bûn, armanca wan ew bû ku tevgera kurd tasfiye bikin. Ji xwe tifaqa wan jî li ser vî esasî bû, li ser dijminatiya kurdan bû.
Ji ber ku Erdogan ji kemalîstan û brokratên bêreng zêdetir bawerî bi Cimatê û merivên wê dianî. Loma jî di nava dewletê da ew anîn hemû nuxteyên muhîm. Û dû ra jî gelek sûc, qetil û nelirêtî bi wan dan kirin. Çimkî baweriya wan bi hev temam bû.
Di vê nabênê da pir mimkûn e ku merivên Cimatê hin tişt bêhaya hukûmetê jî kirin, ev mimkûn e.
Lê ji ber ku hevalên hev bûn Erdogan zêde guh nedida tiştên wiha.
Lê dû ra li ser pereyên reş, li ser pereyên pir mezin bi hev ketin, merivên Cimatê jî para xwe jê dixwest.
Ya bê haya wan hin tişt kiribûn, ya para wan nedan, ya jî kêm dan.
Loma wan jî bi hev ketin, loma jî merivên Cimatê ew girtin û deşîfre kirin.
Vê yekê Erdogan dîn kir û bû sebebê şerekî pir mezin. Çimkî ew bi xwe di nava vê şebekê da bû, para mezin ya wî bû. Loma jî dest bi tasfiyeya merivên Cimatê kirin.
Lê baş bû ku bi hev ketin. Di rojên pêş da ewê hîn gelek tiştên din jî, hîn gelek sûcên hîn mezintir jî derkevin ortê.
Ji xwe heta nuha Cimat napeyive, tiştên bi hev ra kirine deşîfre nake, nabêje yaho me ev  îş bi hev ra kir, me li ser daxwaza Erdogan kir.
Viya nabêje, ji ber ku dema bibêjin, dema îtîraf bikin herdu serî jî ewê herin. Bi hev ra gelek sûcên mezin kirine, gelek kurd kuştine, gelek cînayet kirine û dane kirin.
Loma jî merivên Cimatê li gel hewqas heqaretên Erdogan jî devên xwe venakin û napeyivin.
Lê heta û heta wiha dom nake, di rojên pêşda ji wan hinek ewê bipeyivin. Yê nepeyive tenê Gulen e, Erdogan jê ra çi bibêje, çi heqaretê lê bike jî ewê zanînên  xwe îfşa neke. Ji ber ku mêrik miliyetçiyekî tirk e û naxwaze zirarê bide dewleta xwe.











Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE