31 december 2014

Sala we ya nuh ya 2015a pîroz be!


Gelî dost û hevalên ezîz, piştî çend saetên din em saleke pir bi êş, bi xwîn û mişt liberxwedan li pey xwe dihêlin û derbasî saleke nuh, sala 2015a dibin.
Ez hêvî dikim di sala 2015a da êşa me kêm û tifaqa me xurt bibe, em ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Ez sala we ya nuh û ya hemû pêşmerge û gerîlayên ji bo parastina welatê xwe xwîna xwe diherikînin ji dil û can pîroz dikim.
Bira sala 2015a ji bo we hemû dost û hevalan û miletê kurd li herçar perçên Kurdistanê bibe sala serketin û dilşadiyê…

XXX
Di sala 2014a da giregirên dinyayê fêm kirin heta ku kurd li herçar perçên Kurdistanê azad nebin û nebin xwedî dewlet aşîtî nayê herêmê.
Di sala 2014a da serok û siyasetmedarên kurdan û heta miletê kurd jî fêm kirin ku heta ew nebin xwedî dewlet dawî li kuştina wan nayê.
Di sala 2014a da kurdan fêm kirin ku kilîta azadiya wan di yekîtiyê da ye, heta ew yekîtiya xwe ya siyasî çênekin kes destê alîkariyê dirêjî wan nake. Tifaq hebe alîkariya derve jî çêdibe.
Di sala 2014 da jinên kurd navê kurdan li dinyayê bi başî û bi qehremanî belav kirin, kurd kirin îdolên dinyayê.
Di sala 2014 da kurdan bi liberxwedana Kobanê fêm kirin ku liberxwedan tim ferca xêrê ye, serbilindî û gava pêşî ya serketinê ye...

XXX
Îşev ez ji we ra qala hunerekî xwe yê din bikim. Bîstik berê min zend û bendên xwe vemaltin û bi xanimê ra mil bi mil pel pêçan.
Xanim haziriya sibe dike, gava min li mitbaxê bêndera pelan li ber wê dît, dilê min pê şewitî û di cî da min xwe bera erdê da û wek şêran ez çûm hawara wê.
Piştî ku me karê xwe qedand, min bala xwe da pelên ku min pêça ne û yên wê pêça ne, bawer bikin ji alî xweşikiyê da di orta yên min û yên wê da çiya hebûn.
Pelên min pêça bûn hemû wek bi makînê hatibin pêçan, hemû lihevhatî û xweşik bûn û yên wî jî xiloxwrî û sistomisto bûn.
Lê li gel vê rastiya berbiçav jî min bi ser nexist, tim pesnê pelên xwe da.
Ê dinya wiha ye, kes nabêje dewê min tirş e…

XXX


Gotina rast ji xwediyê xwe ra dostan jî û dijminan jî çê dike. Yên ji rastiyê hez dikin dibin dost û yên ji rastiyê hez nakin jî dibin dijmin. Yanî carnan kar zirarê dernaxe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE