30 januari 2014

Li ser vegera welêt sohbetek bi dil ra


Sîh(30)salên jiyana min li Kurdistanê, li Wêranşarê û sîhûçar(34)salên wê jî li Swêd derbas bûn.
Yanî ji nîvê jiyana min bêtir li Swêd derbas bûye, lê ez hîn jî Swêd wek welatê xwe û Stockholmê jî wek bajarê xwe nabînim. Tu carî hisekî wiha bi min ra çênebû.

Min li Swêd tim xwe biyanî û mîvan dît. Mîvanekî mîvantiya wî dirêj ajotibe jî lê dizane ku rojekê miheqeq ewê vegere welatê xwe, mala xwe, cî û warê xwe yê zaroktiyê…

Dilê min tu carî li Swêd bi cî û war nebû, tu carî xwe malê Swêd nehesiband û tu carî dev ji xewn û xeyala vegerê berneda. Dema veger ne mimkûn bû jî ev daxwaz û his tu carî bi min ra jar nebû.

Dema ez wiha dibêjim ne ji ber Swêd xerabî bi min kiriye, ya jî zirar gihîndiye min. Ya jî Swêd ne welatekî meriv lê bijî.

Na, belovacî wê, Swêd welatekî pir xweş e. Swêd pir tişt da min, di her warî da jiyana min rehet, xweş û dewlemend kir. Gelek tiştên baş fêrî min kir. Heger ne Swêd bûya belkî îro ez ne ev Zinarê Xamo bûma, belkî min nikanîbû ev rêzan bi kurdî binivîsanda.

Loma jî ez sipasdarê Swêd im. Çêya Swêd û demokrasiya Swêd ezê tu carî ji bîr nekim. Ezê çêyiya Swêd tim û tim binitirînim.

Dîaspora kurd li Swêd tesîreke pir mezin li tevgera kurd ya netewî kir û ev tesîr jî bi xêra îmkanên demokrasiya Swêd bû. Ev rastiyeke dîrokî ye û dibê lêkolînên ilmî li ser were kirin.

Lê belê dîsa jî têrê nake ku ez xwe malê Swêd his bikim û bixwazim heta dawiya jiyana xwe li vir bijîm û li vir bimrim…

Wek min got, li gel ku ev 34 sal in ez li vir dijîm, mala min, xanima min û çar zarokên min li vir in, lê ez dîsa jî xwe wek karkirekî biyanî his dikim, ji bo demekê hatime xebatê û ezê vegerim.

Fena mala min ne li Stockholmê, li Wêranşarê ye, çavên zarokên min li rê ne û loma jî dibê ez vegerim ba wan.

Sîûçar salên jiyana min çima nikanin zora 30 salên jiyana min a pêşî bibin ez fêm nakim. Girêdana min a bi Kurdistanê û Wêranşarê ra bi kindir û zincîran e, pir saxlem e, dikim nakim naqete, lê ya bi Swêd û Stockholmê ra bi benekî xav e, ez carê xwe kil bikim ewê biqete…

Mesela xanima min zêde naxwaze vegere, dibêje em herin û werin. Bira maleke me li vir jî hebe, lê ez dibêjim na, dibê em xatir ji Stockholmê bixwazin…

Ez dikim û nakim, nikanim hestên xwe, dilê xwe ji bo mayina li Swêd îqna bikim. Bi kêmanî heta nuha jî ez wiha his dikim, dilê min tim ji bo vegera bi temamî lêdide.

Ji ber ku sal derbas dibin û teqawitî nêz dibe, loma jî fikir û xeyalên wegerê gav û saetê di serê min da li bin guhên ev dikevin. Dil û mejî gav û saetê bi hev ra di xirecirê da ne….

Hela ka ez binêrim heta du salên din halê me, rewşa me çawa dibe û dilê jî wek nuha dîsa tim bibêje vegere, vegere, vegere…

XXX
Dostî jî, dijminatî jî eşkere be xweş e, qenekê meriv zane kî dost e, kî dijmin e.
Yê min bi xwe heta ji min tê ez vê yekê nîşan didim, qet venaşêrim, nahêlim însan di heqê dostî û ”dijminatiya” min da, di heqê hezkirin û nefreta min da têkevin dudilê ye…
Lê hin kes wek rûviyan e, meriv ne zane dost e, ne zane dijmin e. Ji ber ku dostî û dijminatiya rûvî tu carî ne eşkere ye.

XXX
-Gul, lale, hemû çîçek diçilmisin, pola û hesin dişkê, lê belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…
/// Nietzsche

XXX
-Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e...


29 januari 2014

Erdogan wek rûvî dîsa dest bi dekan kir...


Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, piştî hevdîtina xwe ya bi cîgirê serokkomarê Îranê yê yekem Îshaq Cîhangîr ra gotiye, ”Em xwe li mala xwe ya duyemîn his dikin. Ji bo mîvanperweriya cergî em hatine bi taybetî ez sipas dikim…”

Erdogan merivekî oportunîst e, wek bukalemûn e, tavilê reng diguhere, zû dikeve her, rengî û her kerasî. Li ku derê kîjan maske hewce be wî maskeyî dide ber ruyê xwe. Devguhertin, çerxkirin, jê ra qet ne gelş e, wek kewê teqleban, dikane deh teqleyan li ser hev bavêje…

Efendî ji ber ku nuha li hundur ketiye tengasiyê, dixwaze nabêna xwe bi Yekîtiya Ewrûpayê û bi Îranê ra ji nuh ve xwes bike. Loma jî ji îraniyan ra şalûziyê(şelafiyê) dike, dibêje Îran mala me ya duyem e.

Erdogan siyasetmedarekî wek rûvî ye, li ku derê bivikê bibîne ya jî kara wî tê da hebe derhal ji yê hember ra dest bi nangenimiyê û şalûziyê dike.

Ji bo ku karê xwe bimeşîne, ji bo ku xwe ji vê krîzê xelas bike hewcedariya wî bi dostiya îranê , bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê heye. Loma jî heta hilbijartinên Adarê ji gelek dewlet û hêzan ra ewê hîn gelek şalûziyên wiha bike. Ewê dîsa li têla demokarsiyê xe, dîsa qala çareserkirina ”mesela kurd” bike, dîsa qala heq, huqûq azadiyê û reforman bike….

Çar pênc sal berê jî Erdogan eynî tişt kir, bû hewariyê demokrasiyê û serokwezîrê dixwaze şer rawestîne û mafê kurdan bidê.
Lê mirêk piştî ku leşker anîn rê, pûlis û MIT kir bin emrê xwe, rest ji Yekîtiya Ewrûpayê ra xwend, got ”li Tirkiyê mesekla kurd tuneye, mesela terorê heye” û dest bi şer û pevçûnên bi hemû cîranên xwe ra kir.

Yanî piştî ku mirêk karê xwe serrast kir û kursiya xwe saxlem kir, kes nas nekir, pişta xwe bi her kesî da kir.
Lê nuha dîsa ketiye tengasiyê, loma wek rûvî dîsa dest bi şalûziyan, dek û dolaban kiriye. A sebebê şalûziya ji îraniyan ra ev e, dîsa muhtacî alîkariyê ye….

XXX
Hin kes hene ne hors in, ne çakûç in, ne def in, ne qolik in, dibşibin leglegê, şev û roj karê wan leqleq e…
Ne dibin gul xelk wan bîhn bike û ne jî dibin stirî û dikevin destê kesî…

28 januari 2014

Siyasetmedarên tirk derew ji xwe ra kirine kar


Di her kulturê da, di her dînî û îdeolojiyê da derew tiştekî xerab e û bêexlaqî ye. Li gorî dînê Îslamê yê virek dijminê Xwedê ye.
Lê li Tirkiyê derew bûye karê piraniya siyasetmedarên tirk. Hal û karê wan derew e.

Bi xêra şerê nabêna Gulen û Erdogan derket ortê ku serokwezîr Erdogan merivekî pir derewçîn e û ji bo ku diziya xwe û hevalên xwe yên bertîlxur veşêre pir derewan dike, rastiyê vedişêre.

Helbet Gulen jî ji wî kêmtir derewan nake, ew jî merivekî pir tarî û pir tahlûke ye. Ew jî pir derewan dike û her roj tiyatroyê dilîze.

Gulen, neyarê kurda ye û merivekî panturkîst e. Lê ji bo vê yekê veşêre derewan dike, demagojiyê dike.
Milet nuha dibîne ku herdu serî jî ji bo berjewendiyên xwe derewan dikin…

XXX
Dogu Ergil gotiye, ”Sûriye ewê Rojhilata Navîn biguhere…”
Ne Sûriye, kurd ewê Rojhilat Nêz û navîn biguherin, ev hêz û potansiyel tenê li ba kurdan heye.

XXX
Hin kes hene ne hors in, ne çakûç in, ne def in, ne qolik in, dibşibin leglegê, şev û roj karê wan leqleq e…
Ne dibin gul xelk wan bîhn bike û ne jî dibin stirî û dikevin destê kesî…

27 januari 2014

Tirkên li Tirkiyê ji bo kurdan çi difikirin yên li Ewrûpayê jî eynî tiştî difikirin


Bahar Başar jineke akademîsyen e, li ser tirk û kurdên dîasporayê li Almanyayê û li Swêdê lêkolînek balkêş kiriye û kitêbeke bi navê ”Li Dîasporayê mesela Tirk-Kurd/ Diasporada Türk-Kürt Sorunu”nivîsîye.

Başar dibêje, ” Tirkekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji kurdekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji ber kuew nabêje ”Xwezî bi dilê wî kesî ku dibêje ez tirk im” pir diqehere.

Çawa ku tirk li Tirkiyê kurdan serkut dikin, dixwazin kurd tim di bin emrê wan da bin, tirkên li Ewrûpayê hatine dinyayê jî dixwazin eynî têkilî bidome; wek li Tirkiyê ew serdest û zarokên me jî bindestiyê wan bin…

Yanî mêrikan ji me ra dibêjin, çawa hûn kurd li Tirkiyê bindestiyê me ne, dibê li Ewrûpayê jî ev têkilî xera nebe…

Çi heyf ku gelek kurdên me ji vê têkiliyê aciz nabin, bi wan wek şîr û şekir tê.
Lê zarokên me yên li Ewrûpayê hatine dinê, wek bavên xwe vê dostî û hevaltiya ”serdest û bindestan” qebûl nakin û loma jî nabin havalên tirkan.

Tirk jî nabin hevalên kurdan, ji ber ku nikanin mezinayiya xwe bi kurdan bidin qebûl kirin.

Lê li Tirkiyê rewş belovacî vê ye, her kurdek bi sedan hevalên wî yên tirk hene û bi rengekî ne wek hev, ne azad hevaltiya xwe didomîne.

XXX
Dibêjin di Tewratê da li ser dizan gotineke wiha heye:
”Diz, gava fersenda diziyê nebîne wisa bawer dike ku ew merivekî pir bi namûs e…”
Îslamîstên tirk di dema desthilatiya kemalîstan da nikanîbûn bidiziyana, ji ber ku ne li ser hukim bûn; loma jî ew îmkan û fersenda wan tunebû.

Lê bi îktîdara AKP-ê û Erdogan ra ev 13 sal in li ser hukim in û êdî fersend û îmkana diziyê ketiye destê wan.

Û loma jî baş didizin, wisa didizink ku qûşê lê diqetînin…
Ji 17-ê qanûnê û virda ye em dibînin ku hêzên Îslamî jî bi qasî kemalîstan diz û keleş bûne. Heta ji kemalîstan jî diztir bûne. Deve bi hawid ve daqultandine û zikê wan jî nawerimîye…

Diziya Îslamîstan ne hin kurtêl û pariyên biçûk in, loqên pir mezin in, ji milyon dolaran dest pê dike, meblaxên dizîne hewqasî mezin in ku nikanin bi destan bijmêrin, makîneyên jimartinê bikar tînin.

Lê dawiya diziyê tuneye, tu dizî ne ebedîye, rojek tê derdikeve û milet li dizan tê xezebê.
Nuha li Tirkiyê milet bi dizan hesiyaye, herkes baş dizanin ku ew jî bi qasî Kemalîstan diz, virek, sextekar û zalim û dictator in.

Çawa ku rojek hat kemalîst û artêşa wan bi serhev ve çûn, qet meraq nekin, Erdogan û dizên hevalên wî jî ewê av û av herin. Wext hîn baş nekemilîye, lê hêdî hêdî dikemile. Roja ku alternatîf çêbû ewê ji gel sîleyeke baş bixwin.
Wê demê ciyê Erdogan û gelekan wek generalan ewê zindan be…

26 januari 2014

Bejan Matur ji kurdbûna xwe nerehet e



Birêz Alî Gurdilî di malpera ”felsefevan” da bi Bejan Matura şair hevpeyvînek kiriye. Maturê di vê hevpeyvîna xwe da jî dîsa kurdên jê ra dibêjin bi kurdî binivîse bi ”mîlîyetçîtiyê” îtham kiriye û gotiye, ”Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku dixwazim xizmeta zimanekî bikim.”

Tiştê Bejan Matûr xanim dike demagojiye, reva ji kurdayetiyê, ji alîkariya miletekî bindest e, qutnebûna ji hevalbendiya miletê serdest e. Erê ew kurd e, lê naxwaze wek kurdekê were naskirin û wek kurdekê bijî.

Ji ber ku Matur nikane koka xwe û cografya lê hatiye dinê înkar bike pir xemgîn e. Ji ber vê aşîkariya koka wê û welatê wî mecbûr dimîne bibêje ”ez kurd im”, nikane vê rastiyê veşêre, ji xwe dûr bixe.

Loma jî dema însan koka wê û navê welatê wê bi bîra wê dixin, dîn dibe, dibêje ev neteweperestî ye. Dixwaze her kurd wek wê nasnameya xwe veşêre, li zimanê xwe xwedî dernekeve.

Li gorî Maturê kurd pir bûne ”neteweperest” yanî milîyetçî. Û loma jî bi van rexneyên xwe, ew li dijî ”milîyetçîtiya” kurdan wezîfeya xwe tîne cî…

Kurd ji Bejan Matur xanimê ra nabêjin dijminatiya tirkan bike, nabêjin tirkan biçûk û kurdan jî mezin bibîne. Kurd dibêjin madem tu kurdî û bi kurdî dizanî, wê demê bi kurdî binivîse.

Lê Matur xanim vê daxwaza kurdan wek mîlîyetçîtiyê” dibîne û rexne dike, dibêje ev tiştekî pri xerab e.

Ez fêm nakim daxwazeke wiha çima ewê bibe ”neteweperstiyeke” wek nîjadperstiya tirk!

Kurd nabêjin bira zimanê tirkî yasax be, bira dewleta tirk ji ortê rabe, bira tirk têkevin bindestê me.

Kurd tiştekî wiha nabêjin, tenê wekheviyê dixwazin, dibêjin bir hertiştê me jî wek tirkan hebe.

Neteweperestiya tirk nîjadperest e, ji ber ku bindestiya kurdan diparêze, lê neteweperestiya kurdan ne wiha ye, ew azadiyê û wekheviyê dixwaze.

Bi baweriya min ji bo aîdetiyê xwîn, ewladbûna dê û bavekî kurd tenê têr nake, hiskirin jî lazim e, dibê meriv bi hestên xwe jî xwe kurd his bike.

Kurdê xwe kurd nebîne, xwe kurd his neke ne kurd e. Ev ji bo her kesî wiha ye.
Li ba Bejan Matûr xanimê ev hest, yanî hestên xwe kurd hiskirinê pir zeîf xuya ye. Erê ew keça dê û bavekî kurd e, lê bi hestên xwe, xwe aidî kurdan, kultur û zimanê kurdî nabîne. Meriv di bersîvên wê da vê rastiyê dibîne.

Herçiqas ew dixwaze bi etîketa(yafta)”neteweperestiyê” vê rastiyê veşêre jî ev rastî nayê veşartin.

Bejan Matûr, ji rexneyên tirk û kurdan, çima ew bi kurdî nanivîsîne gazinan dike û dibêje ”mîlîyetçîtî ” ye.
Matur wiha dibêje:

“Tiştekî misoger e ku, tiştên ez dinivîsînim xîtabê dinyaya polîtîk ya herdu aliyan jî nake. Ez ne ji wan nivîskara me ku, nasnameya xwe ya etnîkî derxim pêş û hemû qariyera xwe, li ser vê yekê damezrînim. Ez bi tenê, hewl didim da ku helbestên hêja binivîsînim. Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku ez dixwazim xizmeta zimanekî bikim.”

Ev bersîv, bersîva miroveka di hundurê xwe da ne rehet e, bi problem e, xwediya psîkolijî û hestên tevlihev e.

Matur, di nabêna dêrê û mizgeftê da bênemaz maye, feqîrê ne dikane bibe kurd û ne jî dihêlin bibe tirk. Loma jî ji herdu aliyan jî gazinan dike. Ji ber ku wê rehet nahêlin, ji ber ku nasnameya wê, zimanê wê îfşa dikin. Çimkî ew naxwaze nasnameya wê were zanîn, zanîna vê rastiyê wê nerehet dike.

Çimkî ew kurdbûnê ji xwe ra wek bar û problem dibîne. Lê nikane jê xelas jî bibe.

Ji ber ku Matur, kurdbûnê û nivîsîna bi kurdî li hemberî qarîyer û şaîriya xwe wek astengekê dibîne. Li gorî wê, dema ew bibêje ez kurd im û bi kurdî binivîse ewê nikanibe ”helbestên hêja binivîse”! Loma jî gotiye, ”Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku ez dixwazim xizmeta zimanekî bikim…”

Rojên AKP jî li Kurdistanê têkeve rewşa CHP-ê ne dûr in


Hukûmeta AKP-ê bi hesabê ewê PKK-ê belav bikin, şerê çekdarî biqedînin bi Ocalan ra dest bi hevdîtinên ”aştiyê, çareseriyê”, siyaseta xapandinê kirin.

Lê dîsa jî piştî salekê meriv dibîne ku dewlet li zirarê û kurd li karê ne.

Bi rawestandina şer PKK-ê, tevgera kurd ya netewî û kurdan zirar nekiriye, belovacî wê di warê xebata legal û demokratîk da gelkî xurttir bûne. Û wiha dom bike ewê hîn jî xurttir bibin. Yanî hesabê AKP-ê yê mal û yê bajêr li hev derneket.

PKK-ê çawa bi çend kesan dest bi şer kir û di 30 salî da bû hêzeke çekdar ya mezin, bi milyonan însan tevî vî şerî bûn û piştgirî danê, di xebata legal da jî ewê eynî tişt bibe. Di rojên pêş da kurd ewê AKP-ê jî li Kurdistanê daxin rewşa MHP-ê û CHP-ê û bi demê ra ji Kurdistanê biqewitînin.

Yanî tiştê kurdan bi şerê çekdarî kirin û bi dest xistin îcar jî ewê di siyaseta legal û demokratîk bikin. Kurd bi heq in û bi biryar in. Yanî biryara xwe ya azadbûnê dane, heta azad nebin dev ji micadela xe bernadin.

Heger BDP siyaseteke li gorî rewş û rastiya kurdan ya civakî û siyasî bimeşîne, hilbijartinên 30 adarê li Kurdistanê ewê bibe destpêka qedandina AKP-ê jî…

XXX
Dibêjin, ”Di jiyanê da tiştê herî buha tecrûbe ye. Çimkî ji bo qezençkirinê wendakirin lazim e…”
Heta îro kurdan tim wenda kiriye, dibê êdî dor hatibe qezenckirinê. Heger îcar jî qezenc nekin, mana xwe bêhiş in, tecrûbe jî alîkariya wan nake…

25 januari 2014

Xwezî me kurdan jî kanîbûya piyesek wiha çêkira


Min û xanimê do êvarî ji felekê rojek xweş dizî . Em çûn tiyatroyê. Me li Kungliga Dramaten(sahneya qiraliyetê) li piyesa “The Mental States of Sweden” temaşe kir.

Ji ber ku lîstikê saet di 19.00-a da dest pê dikir. Loma jî wexta me pir bû.
Min got xanim, weleh ji mera hertim wiha lê nayê, emê îşev baş kêf bikin.

Xanim hinekî “tima” ye ya jî li gorî min baştir bi qîmeta perê xwe dizane, loma jî hinekî bi tirs got, “te dîsa xêr e”, em nerin aşxaneyên buha.

Min got na na, emê herin ciyekî erzan. Lê li nêzî tiyatroyê em çûn ciyekî herî buha, aşxaneyeke Lubnanî. Ji xwe li wê herêmê aşxaneyên erzan tuneye. Xwarinên lubnaniyan sar û germ tevlihev in, yanî beşek meze ye û beşek jî girîl(manqel, goştê biraştî ye) e.

Li ser hev 18 babet xwarin anîn danîn ser masa me, me bawer nedikir em kanibin biqedînin, lê di nava du saetan da me qedand.

Dema garsan hesab anî xanimê xwest li hesêb binêre, lê min newêrîbû nîşanî wê bide, min got ne pir e. Ez zanim heger hesêb bibîne ewê di cî da bibeagir û têkeve bedena min. Ez nuha newêrim jê ra bibêjim bira demek derbas be ezê bibêjim…

Piyes ya dramatîkerekî bi navê Mattîas Andersson e. Piyes ji çîrokên rastîn in, ji hevpeyvînên rû bi rû yên bi însanên kuçê ra hatine kirin pêk tê.

Min îro hinekî bala xwe da nivîsên di çapemeniya rojane da li ser piyesê hatine nivîsîn. Hemû jî lîstikê û şiklê xebata Mattîas Andersson teqdîr dikin, dibêjin lîstik bûye dokumantasyoneke rewşa Swê ya îro.

Li kuçe û kolanan çend pirs ji însanan tên kirin û însan jî bersîvên pirsan didin.
Pirsa pêşî û sereke ev e:

”Gelo di jiyana te da bûyereke taybet heye ku tu bixwazî di sahneya Swêd ya Netewî da şikil bigre(portrayed/gestaltad), yanî wek lîstik were lîstin?
”Çi tê bîra te dema ez dibêjim tiyatro?”
”Çi tê bîra te gava tu gotina sahneya netewî dibihîzî?”

Ev pirs û hin pirsên din li seranserê Swêd ji însanan hatine pirsîn. Û bersîvên însanan dane pirsan jî bi rengekî pir xweş û bi bandor li ser sahnê pêşkêşî temaşevanan dibe. Û hemû jî ji çîrok û serpêhatiyên rastî pêk tên yanî ne çîrokên fîktîv in.

Rastiyên bi xeyalê ra tevlihev bûne bi hostayiyeke pir mezin ji alî lîstikvanên bêqusûr ve hestên meriv radike pêdarê.

Di piyesê da em jineka lawê wê seqet, jineka gundî ya ji giraveke Swêd û mêrê wê, zabitekî ji bajarê Linkopingê, karkireka paqijiyê, bêmalekî kuçan ji bajarê Malmo, karkirekî fabrîqeyê, penaberekî(mahcirekî)afganî, hemşîreyekê, xwendevanekî biyanî, mudûrekî şîreketekê, dramatîkerekî bi nav û geng, qereçiyekî parsekê ji Romanyayê û gelek kesên din nas dikin û li serpêhatî û çîroka jiyana wan ya herî girîng guhdarî dikin.

Û him jî bi şiklê axaftina wan, bi devoka wan, bi jesd û mîmikên wan ve, em li wan guhdarî dikin û wan nas dikin. Jinika gundî û hevalê xwe ji me ra qala jiyana xwe û rewşa mangeyên xwe yên şîr dikin, zabit qala jiyana xwe û têkiliyên xwe yên bi tiyatroyê ra, xortê biyanî qala gelşa xwe ya bi pûlisan ra dike, penaberê afganî qala negirtina musaedeya xwe û dema îfadegirtina xwe û kûçikê di himêza jinika pûlis da dike.

Dema lîstikvan li sahnê van çîrokên însanên cihê cihê pêşkêşî me dikin, lîstik ji lîstiktiyê derdikve û dibe wek fîlmekî dokumenter. Min tu carî piyeseke wiha nêzî rastiyê nedîtiye.

Şiklê xebatê belgeyî ye, ji ”fiktionê” bêtir nêzî xebateke rojnamevaniyê ye. Li gelek bajarên Swêd, li kuçe û kolanan bi xelkê ra hevpeyvîn hatine kirin û ev hevpeyvîn li ser sahnê bi hosteyiyeke pir mezin tê ber çavê temaşevanan. Dema meriv li lîstikê temaşe dike, meriv dibêje belkî meriv ne li sahnê, li kuçê ji devê însanên rastîn li çîroka wan gudarî dike…

Piştî lîstik qediya min ji xwe ra got, xwezî me kurdan jî bikanîbûya piyeseke wiha çêkira, dramatîkerekî me jî li kuçe û kolanên Kurdistanê hin pirsên wiha, hin pirsên li ser bindestiyê û bêdewletbûnê ji kurdan bikira…

23 januari 2014

Gelî Rihayiyan roj roja xîretê ye...


Navê Rihayê bi îsotê meşhûr e. Loma jî ji rihayiyan ra dibêjin ”îsotçî”... Lê helbet Riha ne bajarê îsotê û fistiqan tenê ye.

Riha, ji roja ji alî Selahadînê Eyûbî yê kurd ve hatiye girtin û virda ye ew bûye bajarekî kurdan yê dîrokî û kela gelek mêr û egîdên kurd jî. Gelek kurdperwer û egîdên ku canê xwe kirine qurbana wê axê jî ji vî bajarê ”îsotçiyan” derketine.

Riha, ji ber warê xwe yê coxrafîk bajarekî pir muhîm e û di seranserê dîroka xwe da jî tim wiha bûye.
Li ser Rihayê gelek şer û cengên mezin hatine kirin, gelek medeniyetên cihê cihê hatine û çûne.

Riha, herçiqas demakê ji zalimekî wek Nemrûd ra bûbe cî û war jî, lê her wisa ew bajarekî serhildêran, bajarekî îsyankaran, egîdan, ewliya, enbiya û pêxemberaan e jî.
Zaliman tu carî heta û heta li Rihayê hukim nekiriye û îro jî ewê nikanibin bikin.

Rihayî di hilbijartina adarê da ewê text û taca zaliman tarûmar bikin û kurdekî paqij, kurdekî dilsozê welatê xwe, Osman Baydemir bikin serokê belediya xwe.

Hêviya min ewe ku di hilbijartinên adarê da rihayî ewê heyfa Seîdê Kurdî û hemû kurdên ji bo azadiya Rihayê canê xwe dane ji zaliman û hevalbendênwan bigrin.

Ewliya Çelebî di sala 1646-a da dema Rihayê ziyaret dike li hemberî xweşikiya Rihayê matmayî dimîne û gelkî pesnê Rihayê dide. Dibêje:

”Riyahî mirovên pir cesûr, mêrxas û egîd in. Ji ber ku li bajêr Tekeya ÎbrahÎm Xelîl heye, loma jî hukimdariya birêvebirên zalim û zulimkar tu carî dirêj najo, birêvebirê zalim miheqeq bela xwe dibîne….”

Ez hêvî dikim ku di hilbijartinên 3o-ê adarê da gelê rihayê, bi kurd û erebên xwe ve vê gotina Ewliya Çelebi rast derxin û belediya Rihayê ji destê zalim û zulimkaran derxin û teslîmî ewladekî xwe yê ne bertîlxur, ewladekî xwe yê saxlem bikin…

22 januari 2014

Ferqa nabêna mêr û jinê


Ez tim ji xanimê ra dibêjim, wê roja ku peyayên(zilamên) kurd jî wek jinan xêra hev bixwazin, ji hev hez bikin kurd ewê bi ser kevin.

Dijminatiya di nabêna partî û hêzan da heye, di esasê xwe da dijminatî û şerê nabêna peyan e. Di nabêna jinên ji fikrên cihê, bawriyên cihê wek ya peyan dijminatî û berberî tuneye.

jin fikrê wan çi be jî, ji kîjan partiyê bin jî li hemberî hev nerm in, wek peya neyartiya hev nakin, serê hev naşikînin.

Ez dibêjim heger nuha ji dêlî zilaman di nava hemû partî û hêzan da jin serdest û xwedî hukim bûna tifaqa netewî ji zûda çêbûbû, ev dijminatî û neyartiya îro di nabêna partiyan da heye ewê tunebûya. Ewê rehettir li hev bikirana.

Yên rê li ber tifaqê û yekîtiyê digrin zilam in, îdeolojiya peya ye. Yên nikanin hevûdu qebûl bikin peya ne, ne jin in. Jinên hemû partiyan bi piranî ji hev hez dikin û dikanin bi hev ra herin kêf û seyranê.

Çimkî jin bi piranî nerm in, bi tolerans in, bi ûjdan, dilbirahm, bînfireh û xêrxwaz in…

Jin wek peya ne şerûd û şerkar in, di tebîet û xisletê wan da kuştina hev û îşkence tuneye.

Hemû qatil, hemû îşkencecî, hemû celad zilam in…
Peya neyarên hev in, ev yek di tebîeta wan da heye.

Xanima min gava dibîne jinek, ji kîjan fikrê û partiyê dibe bira bibe, tiştekî baş dike, bi pêş dikeve kêfa wê tê, fena ku wê kiribe dilşa dibe.

Lê peya ne wiha ne, endamê partiyekê tu carî bi serketina partiyeke din kêfxweş nabe, belovacî wê, dixwaze têk biçe…

Loma jî ez tim dibêjim, xwezî rehm û xêrxwaziya di dilê jinê da heye, di dilê peyê(mêr, zilam) da jî hebûya, xwezî peya jî wek jinan ne hesûd û avakar bûna, bi tolerans bûna, hewqasî ne bi girr û ne şerûd bûna…

Bi hêviya hemû tebîet û wesfên jinan yên baş, yên dayikiyê û yên avakar rojekê bibin nesîbê me peyan jî…

Komara Kurd ya Mahabadê


Îro roja avabûna Komara Kurd e. Komara Kurd(Kurdistanê) 68 sal berê di 22-ê çileyê paşîn a sala 1946-a da li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira ji alî Qadî Mihemed ve hat îlankirin. Qadî Mihemed bû serokê Komara Kurd ya Mahabadê.

Loma jî di dîroka kurdan da îro rojeke dîrokî ye. Dibê kurd vê rûpela dîroka xwe ya miş t ders, tecrûbe û trajedî baş fêr bibin û jê dersan werbigirin.

Mixabin neyarên miletê kurd nehîş tin ev dewleta kurd zêde bijî. Piş tî ku Sovyetê hêzên xwe ji Kurdistanê û Azerbeycanê paş da vekiş and û alîkariya xwe ji ser kurdan qut kir, artêş a Îranê êrîş bir ser kurdan û Mahabadê û dû ra jî Qadî Mihemed, Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî di 30 adara 1947-a da li eynî meydanê bi darda kirin.

Dil dixwest îrô li Kurdistanê û li Ewrûpayê gelek civîn û konferens li ser Komara Kurd ya Mahabadê bihata çêkirin…

Piştî ku dadgehê biryara dardekirina Qadî Mihemed da, wî ev wesiyetnameya li jêr ji bo gelê xwe nivîsî. Qazî, di wesiyetnameya xwe da gelek tiş têgirîng dibêje, lê bi taybetî jî car şîretên pir muhîm li kurdan dike:

1- Miheqeq yekîtiya xwe çêkin.
2- Tu carî bi neyarên xwe bawer nekin
3-Tu carî xwe nefroş in
4-Îxanetê bi hev ra nekin

Komara Kurd ya Mahabadê serbilindiya miletê kurd e, ew û serokê wê Qadî Mihemed û hemû kesên di riya wê da şehîd ketin nemirin, ewê heta û heta di dilê miletê kurd da bijîn.

Wesîyeta Qazî Mihemed ji bo gelê kurd --

”Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan;

Gelê minê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiştê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê yekîtiya ên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dujminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin, birayên min îdî bi dujmina neyên xapandin, dujminên Kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dujmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dujminên gelê Kurd, dujminê Ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, temaşa kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pişt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuştin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên dane Kurdanpêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û ti carî pişta hev ber medin, piştrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, bi sond û sozên direwên eceman mexapin, ku ger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixe û soz bide we, bi tenê niyaza wî xapandina weye, ji bo hîlekê li we bike.

Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedê yê mazin ez we şîret dikim ku a ji destê min hat bi ser can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi eceman mexapin û ji sond û dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê ûpêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin, soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dujminên dilreş de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirand, ên ku eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.

Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.

Piştrast im piştî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.

Piştrast im pir kesên ku wê piştî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.

Wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel kir, alîkarê we gel be, piştrast im Xwedê yê mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de dibêjim, bi Xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.

Xweştiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye, her wek di malê de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê ti kesî ti ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bêşe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsiyariyên mazin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin, ên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xwea şirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me û wa ezê demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di sitoyê min de nebûna, ez jî wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de di xewa şirîn de bûma, ku ez niha ji bo piştî çûyîna xwe jî we şîret dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitoyê min de ye, piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitoyê xwe, niha ewê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya, ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di sitoyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya çakiyê de, min ev şîret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin, bi hêviya Xwedê yê mezin we bi ser dujminên we de serbixe.

1. Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

2. Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

3. Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

4. Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.

5. Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe mefiroşin dujminan, ji ber dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6. Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.

7. Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

8. Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexoşxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.

9. Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.

10. Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Tanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber Xwedê pir zû zalim ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil tîne.

Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

(Miramê me şîret bûn û me kir,

me hun spartin Xwedê û em çûn)"

******************

Xizmetkarê gel û welat

Qazi Mihemmed

21 januari 2014

Tiştê Tirkiyê aniye serê kurdan ji ya rejîma Sûriyê ne kêmtir e...


Hemû kanalên telewîzyonên tirk hin rismên îşkencê û wehşetê belav dikin. Li gorî îdîeya hukûmeta AKP-ê û medya tirk ev îşkence û wahşet ji alî rejîma Sûriyê ve hatiye kirin û zabitekî sûrî ew risim girtine. Dikane rast be, ji wan ne dûr e, lê dikane yên hevalbendên Erdogan(El Nus, El Qaîde)bin jî. Ji ber ku hevalên Erdogan jî ji rejîma Esed ne kêmtir in.
Nuha belavkirina risman piçekî manîdar e. Ev risim çima heta nuha nehatin belavkirin?

Edogan bi van risman dixwaze qezenceke siyasî bidest xe, dixwaze bi van risman xîtabî dil û ûjdanê bîr û raya giştî bike. Yanî di di belavkirina risman da hesabekî siyasî heye. Ev vekirî ye.

Lê em dizanin li Tirkiyê tîmên taybet û artêşa tirk jî gelek wahşetên wiha li hemberî kurdan kirin, serî, poz û guhên gerîlayên kurd jêkirin, li ber cendekên perçebûyî yên gerîlayên kurd rismêm xatirayê kişandin. Cendekên gerîlayên kurd wek peza qurbanê, di pişta wan da xencer avêtin ber heykelê Ataturk, yanî jê ra kirin qurban…

Lê Erdogan carekê jî qala wê wahşeta leşkerên xwe nekir, negot ev sûcekî li dijî mirovayê ye…
Medya tirk jî bi vê heyecanê û berfirehiyê ew wahşet belaw nekir. Çimkî ew kurd bûn. Çimkî yên ew wahşet kiribûn artêşa tirk bû, loma bincil kirin, loma nexwestin dinya bibîne…
Dibê em kurd viya jî bizanibin…

XXX
Weleh ez îşev dîsa bûm kebanî. Xanimê do êvarî qala masiyan kir, got ”tu zanî me zûda ye masî nexwarîye…”
Min mesele fêm kir, dilê wê masî dixwaze…

Îro ez çûm ser masîfiroş û min du masiyên sorik kirîn. Hoste ji min ra xweşik fîle kir.
Ez ji masiyê sorik hez dikim. Bîna wî tuneye, bêhestî ye û çêkirina wî jî rehet e, hema meriv sor dike.
Min zeleteyekî firingiyan û pel û pincêr jî da ber. Sos ji xwe min kiribû. Min patatên xwe jî kelandin. Êdî tu kêmasiya me tunebû.
Bawer bikin tu nemabû min tiliya xwe pê rabixwara, ji ber ku hewqasî lezîz bûbû…

Masî jî, zelete jî te digot qey ji destê aşpêjekî meşhûr ê xelatgirtî derketiye...
Lê xanimê dîsa jî qusûrek lê dît, got weleh te hinekî din jî sor bikira ewê xweştir biba.
Adeta xanimê ye, ez çiqasî xweş çêkim jî tu carî wek xwarina wê xweş nabe, ez tim ya şor dikim, ya bêxwê dikim û ya jî wek îşev ”baş sor nakim…”

Yanî ez çi bikim jî tim kêmasiyeke min heye, tim qusûrekê lê dibîne…
Lê tim jî ji min bêtir dixwe, ew jî muamayeke din e…

Û dema ez vê yekê dibêjim jî, dibêje, ”ma ez çi bikim, ez birçî me, ji mecbûrî dixwim…”
Weleh ez dibêjim belkî ne rast e, lê îspata wê zor e…

20 januari 2014

Heta em kurd em kurd bin emê hîn gelek "Lozan"an bibînin....



Dibêjin tarîx tekerur nake, lê dike, bi kêmanî ji bo me kurdan dike. Wa ye kurdan wek aliyekî dawetî Konferansa Cenewre-2 nakin. Yanî ”Lozana Duyem” jî di rê da ye.
Me hemûyan kevir û kuçik li pêşiyên xwe dibarandin ji bo ku di Şerê Cîhnê Yekem da nebûn yek û beşdarî Lozan bêyî wab çêbû.
Heger siyasetmedarên wê demê jîr bûna û yekîtiya xwe avakiribûna Lozan bêyî wan çênedibû û kurd nedibûn çar perçe.
Lê va ye îro jî eynî tişt dubare dib. Li gorî tê gotin
îro jî kurd nikanin wek terefê kurd beşdarî konferansa Cenewre-2-em bibin.
Û li gorî 90 sal berê kurd îro hezar carî xurttir in, li gorî wê demê bêtir xwedî îmkan, kadir û tecrûbene.
Lê dîsa jî nikanin bibin hêz, dîsa jî tiştek ji wan sadir nabe…
Ji ber kuurd hevûdu qebûl nakin, neyarên hev in û loma jî nikanin yekîtiya xwe çêkin. Û dema yekîtî tunebe û daxwaza meriv jî ne zelal be helbet kes guh nade meriv.
Çawa ku 90 sal berê şerê axa, mîr, beg û serokeşîran nehîşt kurd wek milet xwe li ser xelkê ferz bikin, îro jî şerê PDK-ê, PKK-ê û PYD-ê û hin partiyên qurşan û fêsadiyê nahêlin kurd tifaqa xwe çêkin û xwe li ser cîhanê û dijminê xwe ferz bikin.
Bi baweriya min sebebê venexwendina kurdan ya konferansa Cenewreyê kurd bi xwe ne, ew hevûdu qebûl nakin, ew nig li ber hev dixin û gorra hev dikolin.
Û netîceya wê jî berdewamiiya bindestiya me ye….

XXX
Heta ku li Tirkiyê kurd azad nebin û li Kurdistanê nebin xwedî desthilat, ne kemalîzm diqede, ne şertên darbeyên leşkerî ji ortê radibe û ne jî demokrasî tê Tirkiyê.
Yanî meriv dikane bibêje demokrasiya Tirkiyê girêdayî azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê ye.
Ev yek çima wihe ye?
Ji ber ku hêzên kemalîst û artêş hertim sê tiştan; micadela kurdan, komunîzimê û îrtîcayê yanî hêzên îslamî kirine sebên darbeyên leşkerî bicînebûna demokraiyê.
Li Tirkiyê komunîzm nema, hêzên îslamî hatin ser hukum, ma mesela kurd û Kurdisatnê. Nuha sebebê darbeyan û komployên siyasî tenê micadela kurda ye. Yanî di destê wan da tenê hinceta kurd maye û heta ku ev mesele çareser nebe û kurd negihîjin azadiya xwe îstîkrar ewê tu carî neyê Tirkiyê.
Loma jî tirk û kurdên dixwazin demokrasî were Tirkiyê dibê berî hertiştî çêbûna Kurdistanê biparêzin. Çimkî heta Kurdistan çênebe ne bingeha bêîstîkrariyê ji ortê radibe û ne jî bahaneya darbeyan.
Loma jî bi dîtina min sîgorta demokrasiya Tirkiyê û sîstemeke medenî çêbûna Kurdistanê ye…
2014-01-19

19 januari 2014

Nivîs û baweriya bi hafizayê


Wê rojê dema min dûzaneke da derûdora xwe û kitêbên xwe hinekî ji hev girtin, ez rastî sê(3) defteran hatim. Min wê rojê jî qala vê yekê kir. Lê dû ra min defterek din jî dît.

Ji wan defteran yek rojaneyên sala 1985-a ye (24/4-85-16/12-85). Nuha min jê hinek xwend.
Bûyer û minaqeşeyên me yên wan rojan, min ji kê ra çi gotiye, kê ji min ra çi gotiye, piştî minaqeşeyên civînan min çi his kiriye, min zarok birine ku, kî bûne mîvanên me, em çûna mîvaniya kê, li ser pêşniyara min, me çawa biryara alîkariya malbatên hevalên Wêranşarî yên girtî daye û gelek tiştên din yeko yeko min not kirine.

Sala 1985-a salek pir întensîv e, gelek bûyerên nexweş li Ewrûpayê û li Swêd bûne. Lê li alî din xebatên yekîtiyê û liberxwedanê jî hene.
Lê tiştê balkêş çend bûyer ne tê , ji van notan zereyê yekê jî di bîra min da nemabû, min hemû bûyer, gotin û teşxeleyên nabêna me ji bîr kiribûn. Bi xêra van notan haviza min xwe nuh kir.

Min digot belkî hafizaya/bîra min pir xurt e û ez tiştekî ji bîr nakim...
Lê ne wiha ye, nuha min dît ku hin bûyer di hafizeyê da wek nivîseke ser kevirekî giranît xera nebûne, mane, lê hin bûyer jî wek nivîsa li ser berfê heliyane û ji kok da wenda bûne.

Loma jî dibê meriv bêbelge zêde baweriya xwe bi hafiezayê(bîrê) neyne, ew li gorî xwe bûyeran li bêjingê dixe, hinan diparêze, arşîv dike û hinan jî naparêze.

Heger meriv dixwaze jiyan û xebata xwe tomar bike û hin tiştan li ser bibêje, dibê meriv rojaneyan binivîse.
Bi saya van rojaneyan meriv dikane bi dilekî hîn rehettir di heq heval, însan û bûyeran da tiştên rasttir bibêje. Ya na hafize dikane meriv bi başî û xerabî bixapîne.

Ez pir kêfxweş bûm min ev rojane girtine. Lê çi heyf min dom nekiriye, îstîkrar nîşan nedaye, preçe perçe girtine.
Hinek jî di kompîtora min da hene. Ew jî ez bawer dikim nabêna salên 1989-2000-î ye. Heger rojekê li ser jiyana xwe tiştekî binivîsim ewê gelkî bi kêrî min werin.

Dil dîsa hat zimên...


Ez û Hêvî xanim nuh ji ger û seyranê hatin. Em li dora saet û nîvekê di vê berf û pûkê da geriyan.
Xweza sipîboz xemilî bû, bêdengiyeke bêemsal girtibû ser xwezayê. Kuliyên berfê li hewa ketibûn govendeke bêdeng û bi nazenînî xwe bera erdê û ser bedena me didan.

Çend kal û pîr rastî me hatin, ew jî derketibûn gerê. Ji hev ra hin tişt digotin, min di dilê xwe da got, belkî ji hev ra qala rojên borî dikrin.

Kela dilê min jî rabû, hawîrdora bêdeng, xwezaya sipîboz, kuliyên berfê yên li asîman diliîstin û kartekurta nigên me, kela dilê min rakir û xwest vegere rojên berî. Lê min guh nedayê û bi dizî aş kir, min got, ”mîrê min heliz borî…”
Li ser gir û kaşan çend dê û bavan bi zarokên xwe ra dilîstin, bi taxûkan(kaşkaşokan) xwe dişemitandin, zarok tot dikirin, şûş dikirin…

Kêf kêfa zarokan bû, diketin, diqîriyan, bi ketina dê û bavên xwe dikeniyan...
Ez bîstekê sekinîm û min li wan temaşe kir. Ez çûm salên xortaniya xwe, wextekê wek van bavan min jî bi zarokên xwe ra wiha dilîst, wextekê ez jî wek van bavan diketim û zarokên min jî bi min dekeniyan, ew jî bi ketina min dilşa dibûn…
Ez ketim xem û xeyalan, koveneke giran xwe bera ser dilê min da. Min got:

Xwezî ne mahcir bûma,
ne li vê xerîbiyê,
li welatê xwe bûma
xwedî al û dewlet bûma
wek van dê û bavan
ez jî dilşa û bêxem bûma
ji bo pêşeroja zarokên xwe
dilrehet,
ne bi kul û derd bûma

2014-01-18

XXX
-Lolo kuro min ji te ra negot
şara serê min zeriyê pir giran e
rîşiyên şarê hûr badane
destê xwe deyne ser sê min
wê ji min ra bibe îlac û derman e

-Xezala min sekiniye li ber kaniyê
şara nîşaniyê li ber eniyê
dinya jî xera bibe
tu tim hezkiriya min î
weleh bileh
terka te nakim heta mirinê

18 januari 2014

Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs,


Kurd dibêjin ewê rê nedin Lozana duyem. Lê bi siloganan rê li ber çêbûna Lozana duyem nayê girtin.
Heger bi rastî jî em dixwazin Lozana duyem jî çênebe, dibê em hevûdu qebûl bikin, hêzên xwe bikin yek û bi tifaqeke netewî herin Cenewreyê.
Ji ber ku kurd bêtifaq bûn loma Lozana yekem çêbû, heger em naxwazin Lozana duym jî çê bibe dibê em tifaqa xwe bikin yek.
Di vî warî da hemû partî û serok mesûl in, kes nikane sûc têxwe hustuyê partiyeke din û serokekî din. Çawa be jî dibê em riya lihevkirinê û tifaqê bibînin.

XXX
Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs,
Heta nuha kurdan dewleta tirk di çavên xwe da pir mezin kiribûn, dewleta tirk wek dewleteke tebitî û cidî didîtin.
Lê bi operasyona 17-ê kanûnê xuya bû ku ev dewlet ji dewleteke tebitî û cidî bêtir, organîzasyoneke, dewleteke çeteyan e û ji bin da riziyayî ye. Ji dewleta mûzan jî xerabtir e.
Erê navê wê dewlet e, lê tu têkiliya wê bi deleteke modern, hemdem û demokratîk tuneye.
Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs, çend dewletên di nava hev da ne; yek di hundurë ya din da ye. Berê dewlet tenê a kemalîstan bû, nuha dest guhertiye, îcar bûye dewleta tirk-îslamîstan.
Her gurûbekê, çeteyekî beşekî dewletê kiriye bin destê xwe û karê xwe dimeşîne, pê kartonên solan tije dolar dike.
Ji 17-ê kanûnê virda du çeteyên herî mezin û herî xurt li ser berateya dewletê hatine hemberî hev, li ser hukim û parê li hev nakin. Herdu gurûb jî dirinde ne, ewê hevûdu hîn gelkî birîn bikin…

2014-01-17

XXX
De bira ser xêrê be, wa ye kasêta dengê serokwezîr Erdogan jî derket. Ji xwe derneketa kêmasiyeke mezin bû. Dawet bêyî Qemeber nabe…
Di kasetê da delemendekî bi navê Latîf Topbaş, di telefonê da bi Erdogan ra birr û bazariya hin erdên(eraziyên) daristanê dike...
Tirkiye tu carî nebû dewleteke cidî, ji roja roj da wek dewleteke çeteyan ava bû û îro jî hîn wiha ye.
Loma li serokwezîr jî tê guhdarîkirin. Li Tirkiyê merivê lê nayê guhdarîkirin tuneye, meqamê wî çi dibe bira bibe ferq nake, li herkesî guhdarî dikin
Ji ber ku yên dewletê îdare dikin çete ne û loma jî li gorî qanûn û kultura mafyayê û çeteyan hereket dikin. Ji bo ku xwe biparêzin dibê bizanibin çeteyên din çi dikin…
Serokwezîr hevalê xwe, hevalê wî jî serokwezîr dide guhdarîkirin. Û nuha jî kasetên hev belav dikin.
Esas ev hîn hindik e, kasêtên ji vanên hatine belavkirin pir û pir muhîmtir, xerabtir hene. Di rojên pêş da belkî em wan jî bibînin…
Bi hêviya zû belev bikin…
16/1-14

15 januari 2014

Narsîzim û tezahurên wê


Însan jî wek masiyan e, babet bat, reng reng in. Hin kes hene pir heyranê xwe ne, pir ji xwe hez dikin, xwe pir mezin dibînin.

Bêguman dibê meriv ji xwe hez bike, lê ev yek zêde pêş da neçe. Gava jixwehezkirin û heyraniya şexsê xwe zêde bi pêş da here diqulibe nexweşiya narsîzimê.

Di psîkiyatriyê da narsîzim nexwesiyeke xwemezindîtinê ye. Kesên narsîst xwe ji însanên din biaqiltir, mezintir û însanên din jî ji xwe biçûktir û kêmaqiltir dibînin. Ew wisa bawer dikin ku ew mirovên pir taybt in, pir muhîm in.

Kesên narsîst pir bi mezinayiya xwe bawer in, wisa bawer dikin ku ew bi hertiştî dizanin û ji herkesî biaqiltir û bi hunertir in.

Li ba kesên narsîst empatî tuneye, tu carî xwe naxin dewsa kesên din, kirin û gotinên wan çi tesîrê li yê hember dike ji bo wan qet ne muhîm e…

Kesên narsîst ne tenê heyranê xwe ne, ji pesin û çepikan jî pir hez dikin, dixwazin herkes ji wan ra tim li cepikan xe, herkes tim heyranê wan be, herkes tim qala wan bike.

Lê li alî din ji rexnebûnê jî qet hez nakin. Li hemberî rexneyê pir bêtehamul in û êrîşkar in, sîrek naçe eyarê wan.

Kesên narsîst heta ku kara wan di meriv da hebe pir nazik, kibar û hurmetkar xuya dikin, lê saeta karê wan bi meriv biqede bavê xwe jî nas nakin, pir bêedeb dibin.

Qîmeta hevaltî û dostiyê li ba kesên narsîst zêde tuneye, pir bêwefa ne. Gava tu li defa wan nexî ya jî tu gotinekê li gorî dilê wan nebêjî çû ji te da, tu dibî dijmin.

Kesên narsîst merivên pir nankor û egocentrîsk in. Dema meriv li gorî dilê wan hereket neke tavilê buhî meriv dikin, ji qalibekî derdikevin dikevin qalibekî din.

Kesên narsîst ji ber ku pir heyranê xwe ne, loma jî wek zarokan tim eleqeyê, qedir û halê dixwazin.

Lê dema însan zêde qîmetê didin wan jî vê qîmetê îstîsmar dikin û di netîceyê da gelkî qure û aşûnî dibin.

Kesên narsîst bi piranî ji bo ku xelk qala wan bike, ji bo ku navê wan were gotin dixwazin bibin xwedî huner û sinetekî û di nava civatê da derkevin pêş.

Çimkî ew dizanin ancax bi saya karên xwe ew dikanin werin hezkirin û di civatê da bibn xwedî statu.

Merivên narsîst merivên bi problem in. Lê li gel vê jî dibê meriv quretî, pozbilindî û aşûnîtiyên wan xweş nebîne û îdare neke. Gava meriv zirzopiyên wan xweş bibîne ewê bêtir aşûnî û gewî bibin û tu carî bi nexweşiya xwe nehesin.

Wiha here ewê kurmancî hîn pir rezîl bibe


Weleh bi xêra van kanalên kurdî carnan em ji xwe ra dikenin. Nuha di kanala Denge TV da pêşkêşvan sipasî denbêj kir û got, ”devê we ax be”!!!
Hela hela, kê bîra xwe û ”devê we sax be” kurro!
Weleh bi saya van telewîzyonan ewê kurmancî bikin gêrmiya gavanan.
Serê te sax be min zanîbû, lê min nizanîbû meriv dikane bibêje ”devê te sax be” !
Bi tirkî gotineke çêkirî heye, ji kîjan zimanî girtine nizanim, lê dibêjin ”agziniza saglik..”
Tirkmancên me jî ev gotina tirkî kirine kurmancî û dibêjin ”devê te sax be”!
Piraniya moderator û pêşkeşvanên kanalên kurdî yên nuh, TRT6 jî di nav da kesên kurdînezan in, kurdiya wan çend gotinên tercimeya ji tirkî ye. Loma jî meiv bi tirkî nizanibe meriv ji wan zêde tiştekî fêm anke, ji bo mku meriv fêm bike çi dibêjin dibê meriv bi tirkî bizanibe. Û ya xerab ya belav dibe û dikevedevê xelkê jî kurdiya wan e.

XXX
Rojek piştî qetilkirina hersê jinên kurd li Parîsê min di nivîsa xwe da got ev pîşikê dewleta tirk e, qatil kî be jî miheqeq tiliya Tirkiyê tê heye, qetlîam miheqeq bi emrê dewleta tirk hatin kirin.

Du roj berê qeyda dengê Omer Guneyê qatil û endamên MIT-ê hat belavkirin. Di kasetê da hin endamên MIT-ê wezîfê didin Omer Guney û bi hev ra plana kuştina Sakîne Cansizê dikin.

Îro Belgeyek nivîskî ya din hat belavkirin. Di belegyyê da nav û îmzeyên serokê daîreya MÎT-ê Ugur Kaan Ayik û sê kesên din hene.
Di belgeyê da emrê kuştina Sakîne Cansizê didin Omer Guney.

Piştî eşkerebûna qetlîamê, Erdogan û Çîçek gotin ev cînayet dikane netîceya şerekî navxwe be.
Min di wê nivîsa xwe da gotibû ev jî nîşan dide ku tiliya Tirkiyê di qetlîamê da heye. Ji xwe tiliya dewletê tê tunebe tu kes naçe li Parîsê sê jinên kurd nakuje.

Lê nuha bi xêra şerê Gulen û hukûmetê wa ye bi belge û delîl derket ku MIT li pişt vê qetlîamê ye. Û dema MIT be wê demê bi îhtîmaleke pir mezin haya Erdogan bi xwe jî jê heye.

XXX
-Hewqasî jî gewî nebe delala min, çavkaniya îlhama tiştê min nivîsîne tu be jî, şairê şiîrên xwe ez im...

14 januari 2014

PYD tunebûya kesî hesabê kurdan nedikir


Do bi şev di kanaleke telewîzyonê da min bîstekê li çend kurdan guhdarî kir.Li ser Kurdistana Sûriyê(Rojava) dipeyivîn. Ji xwe pir bawer digotin li Kurdistana Rojava kurd pir xurt in, ”herkes muhtacî kurda ye”, bêyî kurdan aştî cênabe û filan û bîvan.

Çi heyf ku moderatora programê nepirsî, bê qesta wan bi ”kurdan” kî ye û çi ye? Kîjan hêz e, kîjan partî ye?

Ji ber ku milet bi xwe, bê partî û rêxistin ne tiştike, nikane tiştekî bike. Ji bo ku milet bikanibe bibe qeweteke madî, dibê organîze be, xwedî partî, program û hedef be. Di şertên Sûriyê yên ïro da dibê xwedî çek be…

Û tiştê ez dizanim li Kurdistana Rojava bêyî PYD-ê û PKK-ê tu hêz û partiyeke xelk jê hesaban bike, jê bitirse û ”mecbûrî” wê bebe tuneye.



Tiştê xelkê, dewletan mecbûrî rûniştina bi kurdan ra dike ne bi heqbûna kurdan, hêza kurdan ya çekdar û gelêrî ye. Beşekî kurdan organîze û çekdar in û dikanin gelşê derxin.

Yanî ”herkes” hesabê vê hêza çekdar û organîze dike, ne ya miletê kurd.
Lê beşdaran xwediyên hêzê bi nav nedikirin, nedigotin kurd çawa xurt in, bi çiyê xwe xurt in? Tenê digotin , ”kurd xurt in, herkes mecbûrî wan e.”

Yanî ji dêlî ku bibêjin PYD xurt e, xwedî hêz e, PKK her wisa, digotin ”kurd” xurt in û herkes mecbûrî wan e. Yanî gotinên girover bikar dianîn.

Nedixwestin PYD-ê û PKK-ê bi nav bikin, lê bi hêza wan, bi xurtiya wan fort didan xwe, digotin efendim ”kurd xurt in û herkes mecbûrî wan e…”

Ev ne do tenê, hertim dibe, gelek kes hêza PYD-ê û PKK-ê bi gotinên girover dike ”hêza kurdan”, hêzeke bêxwedî…

Weleh berê jî min gotibû, li gel hemû sekterî û şaşiyên xwe jî xwedê kir kir îro li Sûriyê PYD heye. Heger PYD û hêza wê ya çekdar tunebûya kes ne mecbûrî kurdan dibû û ne jî hesabê wan dikir. Di şerê Cîhanê yê Yekem da çawa ku gunehê kesî bi kurdan nehat, îro jî nayê û him jî li gorî berê zêdetir pê nayê.

Hemû dewletên cîran dixwazin kurdan ji ortê rakin, bi kêmanî bindest bihêlin û bi demê ra bihelînin bikin ereb, faris û tirk. Ev stratejiya wan ya mişterek e; dibê kurd nebin xwedî dewlet, nebin xwedî desthilat.

Yên li Tirkiyê û Sûriyê kurdan dike hêz û nahêle ev plana dijmin bi ser keve PKK û PYD ye.
Helbet hêz û gurûb û şexsên din jî hene, ew jî li gorî îmkan û hêzên xwe li ber xwe didin, lê hebûn û muxalefeta wan têra rawestandina vê plana dijmin nake, têra ”mecbûrkirina herkesî nake…”

Yanî heger efendiyên dinyayê ji mecbûrî kurdan jî dawetî Cenewre-2-ê bikin ev ne ji ber humanîzma wan e, ya jî ne ji ber hebûna û mazlûmiya kurda ye; ji tirsa çekên PYD-ê û PKK-ê ye, ji tirsa gelê li pişt PYD-ê û PKK-ê ye…

Heger PYD û PKK li gorî vê hêzê siyasetkeke rast û netewî jî bimeşînin bi rastî jî ”herkes” ewe mecbûrî kurdan bibe…

13 januari 2014

Li ser kovara Wêje û Rexne"



Dema min di facebookê da xeber û nivîsên li ser derketina kovara ”Wêje û Rexne”yê dîtin gelkî kêfa min hat. Sebebê vê kêfa min yek jê, derketina kovareke di vî warî da û ya din jî ji ber ku kovar ne li bajarekî Tirkiyê, li Kurdistanê, li Amedê hatibû weşandin.

Yê min bi xwe kêfa min ji hemû berhem, weşan û xebatên bi kurdî ra tê û heger ne fiîlî be jî, bi kêmanî di warê manewî da piştgiriyê didimê û pesnê xebatên wiha didim. Ji ber ku tiştê ji destê min tê eve; teşwîq û teqdîr e.

Li gorî agahdariyên min xwendin, kovara ”Wêje û Rexne”, bi hevkariya Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê û Koma Xwendinê ya Qoserê hatiye weşandin.

Ev ”kulûb” û ”Kom” çi ne, çi karî dikin, kînaga çê bûne bi rastî ez nizanim. Lê bi qasî meriv ji navên wan fêm dike, du komên xwendinê ne. Qey hin kitêban dixwînin û dû ra dicivin û li ser wan sohbet dikin û fikrên xwe ji hev ra dibêjin.

Ev karekî pir baş e, çend sal berê li Stockholmê jî xebateke wiha çêbû û li ser hin kitêban sohbetên baş hatin kirin. Ez ji vê tecrûbeya xwe dizanim karekî rast û berhemdar e.

Min kovar nedîtiye û nexwendiye. Lê ez dizanim ku hewceyîya ziman û edebiyata kurdî bi weşanên wiha heye. Weşanên wiha çiqasî qels bin jî ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmetekê dikin, şop û tesîrekê li dû xwe dihêlin. Pir hindik ji edebiyata kurdî ra xwendevanan çê dikin, bazarekê peyda dikin.

Li Kurdistana bakur herçiqas berhemên edebî, çîrok û romana hîn di dema zaroktiyê da be jî lê dîsa jî hene û êdî meriv dikane qala hebûna çîrok û romana kurmancî bike.

Li Tirkiyê û Kurdistanê hersal bi kêmanî çend roman û çîrokên(novelên) bi kurmancî tên weşandin.
Lê bi vê pêşketinê ra, li gorîvê vê pêşketinê nirxandin û rexneya edebî bi pêş neketiye. Bi dîtina min ji bo ebiyata kurdî ev jî qelsî û kêmasiyeke pir mezin e.

Rexne(krîtîk) û nirxandin(recension)dikane ji xwendevan ra bibe alîkar, edebiyata kurdî, şiîrê, novelê, romanê, dramayê bi xwendevan bide hezkirin û şîrînkirin.

Ji xwe wezîfeya nirxandin û rexneyê jî ev e, aliyê berhema edebî yê zeîf û yê xurt, aliyê baş û delal bibîne, derxe pêş û raxe ber çavê xwendevan.

Rexne rê li ber pêşketina edebiyatê xweş dike, vedike, xaçeriyan, riyên asê û kevirî paqij û asfalt dike. Di xwendina esereke edebî da ji xwendevan ra dibe alîkar, dibe rêber, xwendevan li xwendinê sor û girgîn dike, berhemê pê şîrîn dike.
Loma jî ji bo ku xwendin di civata kurd da bi pêşkeve, dibê nirxandin û rexnegirî jî ji îro xurttir bibe.

Rexne dikane ji bo xwendina berhemên edebî, pêşketina xendinê rola reqlamê bilîze. Em dizanin ku reqlam ji malê bazarê ra mişteriyan peyda dike û tiştan bi wan şîrîn dike û dide kirîn.

Li alî din, rexne û nirxandin dikane feydeyeke pir mezin bigihîne nivîskar bi xwe jî, bala wî/wê jî bikşîne ser hin kêmasî û zeîfiyên wî yên hunerî û zimên. Îro hewcedariya nivîskarên kurd bi viya jî heye. Ji ber k nivîskar vê nirxandinê nabîne, jê feydeyê nagre.

Yanî bi kinî dema li welatekî tradîsyona nirxandin û rexnegiriyê hebe, bi pêş keve, ev yek bi xwe ra him xwendinê zêde dike û him jî qelîteya berhemên edebî bilind dike.

Çawa ku şair, novelîst û romannivîsên me bi destopelkê fêrî nivîsandina şirê, novelê, romanê, dramayê bûn, navika xwe bi destê xwe birîn, rexnegirên me jî ewê bi vî hawî, di praktîkê da, bi nivîsînî fêrî nirxandin û rexneya bilind û bi qalîte bibin.

Yanî tiştê ez dixwazim bibêjim ev e, dibê meriv ji derekê dest pê bike, dibê meriv li xelkê nenêre û netirse, nebêje hîn zû ye, em pir paşda ne, ziman û termînolojiya rexneyê hîn di kurmancî da bicî nebûye û gelek tiştên wiha….

Dibê meriv qet wiha nefikire, li gorî zanîn û îmkanên xwe binivîse û binirxîne, hêdî hêdî meriv fêr dibe.
Berê min jî nizanîbû binivîsanda, min nikanîbû nameyek bi kurmancî binivîsanda, lê nuha wa ye dikanim her derdê xwe bi hêsanî bînim zimên. Û li ser edebiyatê û rexneyê vê nivîsê jî binivîsim. Yanî ez jî di praktîkê da fêr bûm.

Ji xwe rewşa me kurdan îro ev e, wek miletên din îmkana me ya perwerdeya di zanîngehan da tuneye, dibê em xwe bi xwe her hunerê fêr bibin, bê zanîngeh, bê derz û tahlîm…

Berê li Kurdistana bakur tu hêzeke kurd nikanîbû rojnameyeke rojane, koverakeke xwerû kurdî ya mahene derxin. Lê îro dikanin, îro di nava kurdan da bi sedan nivîskar û rojnamevanên çêbûne.

Loma jî ez gelkî qîmetê didim xebatên pêşî, xebatên destpêkê. Dixwazim dest pê bikin û dom bikin. Dema di xebatê da berdewamî çêbû ewê pêşketin û berfirehbûnê jî bi xwe ra bîne.

Ji bo ku nivîsên nirxandinê û rexneyê werin xwendin ziman helbet pir û pir muhîm e, dibê ziman pir sade û basît be.
Bi dîtina min dibê meriv xwe ji ”nasyonalîzma”, nexweşiya ”zimanekî paqij”, ”xwerû kurdî” biparêze û ehemiyetê bide têgihştin ez nabêjim bira kurmanciya me gêrmiya gavanan be. Tenê dibêjim dibê meriv zêde zorê nedê zimên, ji ber ku karê kovarê ne paqijkirina kurdî, rexne û nirxandina berhemên edebî ye.

Nivîsa giran, nivîsa neyê fêmkirin, nivîsa mişt gotinên çêkirî nayê xwendi jî. Û dema nivîs neyê xwendin meriv nikane bi pêşkeve û dom bike.

Loma jî ez ji tercûba xwe ya Armancê û ji tercûba nivîsên xwe dizanim zimanê sade û sivik di dilê xwendevan da zû cî digre. Û zimanê çêkirî jî tu carî dost û havalan, xwendevanan nabîne…

Tu kes berhemekê, nivîsekê bi ferhengan naxwîne, dibê meriv viya baş bizanibe.
Ya din em civateke nexwenda ne, însanên me hîn newêrin kitêbeke kurdî, nivîseke kurdî bigrin destê xwe. Loma jî dibê nivîskar û berpirsiyarên ”Wêje û Rexne”yê hinekî li gorî civata xwe binivîsin û rastiya însanên xwe tim bigrin ber çavan.

Mesela ez bûma minê ji dêlî navê ”Wêje”yê edebiyat bikar bianiya û gotina ”wêje” di tekstan da bixebitanda. Ez bi xwe nizanim ”wêje” ji ku hatiye, koka wê çi ye?

Yanî dixwazim bibêjim dibê meriv guh bide zimanekî hêsa sivik, zimanekî ku însan bikanibe jê fêm bike.
Ez zêde dirêj nekim, tiştê ez nuha bibêjim ev in. Ez hemû kesên beşdarî vê xebata hêja bûne û kovara ”Wêje û Rexne” diyarî nivîskar û edebiyathezên kurd kirine ji dil û can pîroz dikim û dibêjim mala we emûyan ava be…
2014-01-12

12 januari 2014

Dibê em hinekî din jî zorê bidin siyasetmedarên kurdînezan


Kişanak xanimê, gazin û rexneyên çima ew bi kurdî nizane rast û di cî da dîtiye û gotiye:
”Pir rast e û rexneyeke bi heq e, kêmasiyek e. Ez ji partiya me ra dibêjim, bir adu mehan îznê bidin min, ez erim li gundekî bimînim. Ezê meselê hel bikim û werim. Partiyê tu carî ev şansa neda min.”

Di van gotinên Kişanak xanimê da soza fêrbûnê tuneye, tenê sûc dixe hustiyê hinekên din, dibêje "partî nahêle." Ev jî ne elameta xêrê ye, nîşana tunebûna daxwaza fêrbûnê ye.

Lê li gel vê jî nezaniya kurdî wek kêmasiyekê qebûlkirin jî pêşketineke û serketina kurdîparêzan e. Dibê em bêtir zorê bidin siyasetmedarên kurdînezan.

Berê kesî nizanîbûna kurdî wek kêmasiyekê jî qebûl nedikir, rexneyên di vî warî da wek demagojî û ”gevezetiyê” didîtin. Lê bi kêmanî wa ye nuha dibêjin rast e, nizanîna kurdî kêmasiye. Hêvî dikim gava din xebata rakirina vê kêmasiyê be.

Îdîa ”partî nahêle ez herim du mehan li gundekî bimînin û kurdî fêr bibim” pir nakeve serê min. Meriv bixwaze partî jî qebûl dike. Meriv du mehan xwe nexweş dixe û weselam.

Ji ber ku ew jî xebateke û him jî xebateke pir muhîm e, dibê partî nebêje kurdî fêr nebe, nehewce ye.

Ji bo ku her siyasetmedar kurdî bizanibe dibê em gazin û rexneyên xwe kêm nekin…

XXX
Çavê hemû edîb û edebiyathizan ronî be, kovara “Wêje/Edebiyat û Rexne” yê li Amedê derket.
Him ji bo ku kovareke wiha li cîhna edebîyata kurdî zêde bû û him jî ji bo ku ew ne li Stenbolê, li Amedê derxistine ez pir kêfxweş bûm...
Ez nuha mizgîniya derketina wê didim we, êvarî heger em ji şîna diya Nîmet Aydin zû vegerin, ezê li ser rol û girîngiya nirxandinê, rexneyê çend gotinên din jî bibêjim.
Ez hemû kesên beşdarî vê xebatê bûne û ev kovar diyarî kurdan kirine pîroz dikim û dibêjim mala we ava be…

11 januari 2014

Wext û zeman normên însanan diguhere


Meriv dikane kulturê bike du beş; beşê madî û beşê manewî. Cil û berg, xanî, avahî û hemû aletên hilberînê elemnetên kulturê yên madî ne.

Bawerî, urf û adet, normên civakî, exlaq û tiştên dikevin vê katagoriyê jî elementên kulturê yên manewî ne.

Bi wextê ra ev herdu aliyên kultura civakan jî diguhere, însan, civat dev ji hin unsûr û normên berê berdidin û hin unsûr û normên nuh li kultura xwe zêde dikin.

Wek miletan, kultura miletan jî cihê ye, tiştê li ba miletekî ne normal e, şerm e, dikane li ba miletekî din normal û ne şerm be….

Ya jî tiştê do li ba miletekî ne normal bû, şerm bû, însanan qebûl nedikir, bi demê ra dibe normal û êdî însan wan qebûl dikin û şikil didin tevger û rabûn û rûniştina însanan.

Mesla berê li Kurdistanê însanan, civatê sef guhertinên fikrî û îdeolojîk, devberdana ji partiya xwe, ji fikrên xwe eyb didîtin, ji însên ra dikirin serhevde. Însanan kar û siyaseta bi dewltê ra, hevalbendiya bi merivên dewletê ra xweş nedidîtin. Lê îro civat kar û siyaseta bi dewletê ra xweş dibîne, ya jî qet guh nadê.

Însan dikanin dost û hevalên herdu aliyan(him yên kurdan û him yên dewletê) jî bin. Him bi kurdan ra bixebitin û him jî bi dewletê ra…

Êdî kes zêde guh nade felankes do çi bû û çi digot û îro çi ye û çi dibêje…
Piraniya însanan do ji bîr kirine û îro jî kî çi dike ji bo wan pir ne muhîm e.

Bi kurtî di kultura civata kurdên Kurdistana bakur da guhertineke pir mezin heye, hin pîvan û normên însanan deform bûne, tiştê do eyb bû, însên qebûl nedikir, rexne dikir, îro normal e…

Li gorî berê durûtî, derew, pûlperestî, siyaseta ji bo menfeetê di civatê da bi pêş ketiye, însanên vî karî dikin zêde bûne. Û civat jî qebûl dike, normal dibîne…

Belê, wext û zeman ne dar û beran tenê, kultur, norm û exlaqê civatan jî diguherîne…

XXX
Wey mala Xwedê ava, dawiya dawî îro berfa pêşî li Stockholma xopan ket. Vêsê dema ez ji xew rabûm û min perda pacê kişand, min bala xwe dayê ku dara me ya giryazê, sêncên dora hewşê û hewşa me kerasekî sipîboz bera ser bejna xwe dane. Deng ji beytikan nedihat, derve bêdeng bû.

Ez tavilê vegeriyam oda raketinê û min mizgîniya berfê da xanimê, min got xanim çavê te ronî, rabe berfa ez li bende bûm bariye…
Min bi kêfxweşiyek mezin dest bi hazirkirina xurîniyê kir.

Ji xwe hazirkirina xurîniyê tim karê min e, ez sifrê hazir dikim û dû ra xanimê keremî ser sifrê dikim. Îro jî min wer kir.
Berf bariye, telewîzyona min çêbûye, di qanala 10 da li muzîka kurdên Semsûrê guhdarî dikim.
Yanî îro kêf bûye para min…

Heta em bindest bin tepa xelkê ewê tim li ser serê me be


Par bi munasebeta wefata Ahmet Kaya, min du helbestên wî wergerandin kurmancî , lê nehat weşandin. Ez van herdu wergerên xwe û çend gotinên li ser Kaya nuha bi we ra par dikim…

Heger kurd li Tirkiyê ne bindest bûna dewletê û civata tirk ew zulm û neheqî li Ahmet Kaya nedikirin, nikanîbûn bikirana û Kaya ji ber terora dewletê û civata tirk nedireviya, mecbûrî surgûnê nedibû.

Tiştê anîn serê Ahmet Kaya ji ber kurdîtiya wî bû. Ji ber ku got ez kurd im û ezê bi kurdî bistirêm, loma dewlet û civata tirk li wî hatin xezebê û xwestin wî lînc bikin.

Loma jî meriv dikane bibêje ku qatilên Ahmet, dewleta tirk û civta tirk e. Dewletê û civata tirk ji muzîka wî bêtir, tehamulî kurdayetiya Ahmet nekirin, êrîşî nasnameya wî kirin.

Wan tehamul nekir Ahmet Kaya bibêje ez kurd im û ezê klîbeke kurdî çêkim. Sûcê çima ew kurd hatibû dinê û çima ev yek înkar nedikir?

Wan dixwest Ahmet Kaya xwe înkar bike û bi kurdî nestirê û li kurdbûna xwe xwedî dernekeve.

Lê Kaya, ev daxwaza dewletê û ya civata tirk ya nîjadperest bi mêranî red kir û ev yek jî bû sebebê canê wî.

Loma jî heta ku li Tirkiyê miletê kurd negihîje azadiya xwe trajediyên wek yên Ahmet ewê tim dubare bibin.

Heger em wek kurd dixwazin Ahmet Kaya yên din jî li surgûnê ji qahra û ji hesreta welatê xwe neteqin, dibê em ji bin vê bindestiyê xelas bibin, wek her miletî dibê em jî bigihîjin azadiya xwe û bibin xwedî dewlet.

XXX
Tu mezin bû pitika min

Hişê te naçe ser mahpûsiyê
Ser ronahiya zer ya bexçe
sêzde dilop hêsir nuqutîn
Ser balîfa ranza min
Tu jî mezin bû pitika min
Hesret li ba te, hezkirin li ba te
Êvar dadigerin şevan
şev avisin ji rojan re,
li wir li min negere
li tarîtiyê nenêre, raneweste
Ez di nava rojê da me
Di berbagan da li min bigere
Rojekê ezê jî werim
Hezkirinê mezin bike di destê xwe da
Êvar dageriyan şevan
Şev avisin ji rojan re

XXX
Rojbûn
Ez nikanim ruyê însanan bibînim
gewriya min girêk-girêk, nikanim verşînim
Tu bixwazi jî nikanim werim ba te
Vê tarîtiyê bigrim
bigrim û biçirînim
Ax, destê min neşewitiya, min bi destê te bigirta
Tu bêdeng nebûya, bipeyiviya, min dengê te bibihîsta
Min ew ruyê te yê narîn bigirta û bida ser dilê xwe
Rojbûna min îro ye
Rojbûna min gula min
Tu dibêjî rojbûna min
Rojbûna te pîroz be
Bi salan bextewar be
Min ji te ra ji morîkan çûkek çêkir
Wê li paceya te venije
Qereqol min digrin, mahkime dikin bi şevan
Qet nepê belkî neyêm, belkî nikanim werim bi salan

10 januari 2014

Dewlet dewleta diza ye


Diz ketibûn mala jinebiyekê, mala feqîrê req û rût kiribûn, jê ra cilek jî nehîştibûn. Jinikê li vir û li gilî kir, mesele bir heta ba paşê. Paşê ji jinikê ra got:
-Malneketê, ev çi xeweke giran bû, dizan mala te req û rût kirin tu bi xwe nehesiya?
Jinikê got:
-Paşayê min, min digot belkî dewlet şiyar e, loma ez ketim xeweke bêbinî. Min bizanîbûya dewlet raketiye, ezê neketime xeweke hewqasî kûr…
Li Tirkiyê ne ku dewlet raketiye, dewlet diz e, diz bi xwe ye. Loma jî ne kes dikane dizan bigre û ne jî rê li ber diziyê û bertîlan bigre….

XXX
Ev demek bû bêyî kanala Kurdistan TV, hemû kanalên min yên kurdî(bi wan ra gelekên tirkî jî) wenda bûbûn. Ji ber ku di mala me da hemû kanalên TV-yên kurdî tunebûn min û xanimê di jiyana xwe da valayiyek, kêmasiyek mezin, kêmasiyek netewî his dikir, em kurd in û li kanalên kurdî temaşe nakin.
Me bîstek berê ev kêmasiya xwe ya netewî ji ortê rakir, hosteyek hat ji me ra hemû kanalên kurdî û bi wan ra gelekên tirkî jî bicî kir.
Hosteyê ji me ra li hev ragirt kalekî 73 salî ji kurdên Konyayê bû. Heger negota ew 73 salî ye min bawer nedir, camêr wek xortekî zanîngeha teknîkê qedandibe, di nava du saetan da telewîzyona me çêkir û bi vê jî dilê me gelkî şa kir…
Îşev ezê bi lez bala xwe bidim hemû kanalên kurdî, loma ev nivîsa min ya dawî ye…
Dibê ez li vir sipasî Keya Îzol jî bikim, heger wî telefona hoste neda min, ezê demek din jî bê kanalên kurdî bimama…

XXX
Mêrik li hember jinikê gelkî pesnê xwe da, got ez û ez, min viya kir û wiya kir…
Jinek aciz bû, got:
-De bes van fortan bide xwe, weleh tiştek jî ji te nayê….
Mêrik got jinê, çawa tişt ji min nayê, ma ev hersê zarok kê çêkir?
Jinik keniya û got:
-Bi serê min û te, ez li hêviya te bimama ew jî çênedibûn…

09 januari 2014

Qenekê kesê nebêje merivekî kuş derket...


Ji mûriyê(gêre) pirsîne, gotine:
- Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Ez diçim hecê…
Gotine:
-Bi vê meşê tu nikanî bigihîjî hecê, Hec pir dûr e…
Mûriyê gotiye:
-Ê ez negihîjimê jî bi kêmanî ezê di riya wê da bimrim.
Ez jî ji hemû kesên teslîmiyetçî û Tirkiyeparêz ra dibêjim, dîtina Kurdistana serbixwe nebe nesîbê min jî, bi kêmanê ezê di riya wê da bimrim. Ev jî ji bo min û zarokên min şerefek mezin e. Qenekê kesê nebêje merivekî kuş derket, di nîvê rê da teqle avêt…

XXX
Li Tirkiyê heqareta li kurdan serbest e, sûc û tahlûkeyeke wê tuneye, kilibikê(êsîr û pepûkê bin destê jina xwe û xelkê)yê herî pintî jî dikane di medyayê da li kurdan heqaretê bike.

Di medya tirk da her roj bi sedan heqaretên mezin li miletê kurd tê kirin, gotinên pir giran ji wan ra tên gotin, huqûq û edaleta Tirkiyê çavê xwe ji van heqaretên nîjadperest ra digre.

Heqareta herî dawî jî li ser qetlîama Roboskî tê kirin, heyfa xwe ne bi zarokên hatin qetilkirin, bi qantirên hatin kuştin tînin, dibêjin hayfa qantiran.

Di nava benderuhan da însan tebayekî(mexlûqekî)him herî baş û him jî herî pîs û mirdar e. Dema pîsiyê, bêşerefiyê, bênamûsiyê dike karê xwe, êdî tu kes nikane bi wî ra derkeve serî, ji çamûriyê derdikve, heşa ji we dibe rêx û ji wê jî dibe gû… Dema însan bû gû, dibê meriv nigê xwe tê negerîne…
Li Tirkiyê bi hezaran însanên wiha ne, kurd naxwazin nigê xwe di vê pîsiyê bigerînin…

XXX
Mêrik û lawê xwe kerê wan li ber wan ji bajêr vedigeriyan gund. Yên ew dîtin gotin:
-Hela bala xwe bidin van kêmaqilan, ker li ber wan e herdu jî peyatî dimeşin.
Mêrik rabû li kerê siwar hat û lawê wî jî bi kêlek wî ket. Yên ew dîtin îcar gotin:
-Hela bala xwe bidinê, peyayê mest û mezin li kerê siwar hatiye û tifalê biçûk jî dimeşe.
Mêrik ji kerê daket, rabû lawê xwe lê kir û riya xwe domandin. Hinekî çûn, yên ew dîtin îcar gotin:
-Bavê wî yê kal dimeşe ew li kerê siwar hatiye. Dinya xera bûye, exlaq nemaye.
Mêrik jî rabû li kerê siwar hat û lawê xwe jî avêt ji paş xwe da. Kesên dîtin ku herdu jî li kerê siwar hatine, gotin:
- Hela hûn bala xwe bidin van zaliman, însan çi bêûjdan e yaho, du peyayên mest û mezin li vî heywanê kerr û lal siwar hatine….
Dibê meriv zêde guh nede gotinên xelkê…

08 januari 2014

Çîroka mangê, ker û bergîrê


Ez îşev dixwazim ji we ra xemîşokeke(çîrokeke)zarokan ”Çîrroka mangê, ker û bergîrê” bibêjim.
Xemîşokên wiha ji zarokan ra tên gotin, lê dersên mezin jê bigrin jî hene. Ji xwe destpêkê jî li ser mezinan û ji bo mezin hatine gotin. Lê ji bo ku mezin jî lê guhdarî bikin ji zarokan ra hatine gotin.
Bixwînin û heger wexta we hebe ji zarokên xwe ra jî bibêjin. Ji zarokên xwe ra bibêjin, ji bo ku ew ji mezinan ibretê bigrin.

Çîroka mangê, ker û bergîrê
Dibêjin rojekê kerek, mangeyek û bergîrek hatin ba hav û gotin hela ka em carê herin li dinyayê bigerin, em bala xwe bidinê însan çi dikin, çi nakin?
Gotin emê cihê cihê sê salan li dinyayê di nava însên da bigerin, însên nas bikin, bala xwe bidin halê wan û piştî sê salan li vir dîsa werin ba hev, kê cci dît ewê ji hev ra qal bike…

Bi vî hawî li hev kirin û dû ra jî heryekî berê xwe bi alîkî da kir û çû.
Pisstî sê salan berê mange û dû ra jî bergîr hatin ciyê hevdîtinê.

Herdu jî di halekî pir perîşan da bûn, hestî û çerm mabûn. Diranê wan weşiya bûn, pişta herduyan jî kurmî bûbû.

Bergîrê bi meraq ji mangê pirsî:

-Xweha(Xwişka) mange, ev çi halê te ye? Tu çima ketiye vî halê xerab? Mangê keserek û kûr kişand û got:

-Qet nepirse, heka bergîr. Însan pir bê merhamet in. Zulmek mezin li min kirin. Yekî ez firotim yekî din. Yê ez kirîm ez dotim. Ev ne bes bû, mangeyek din dan kêleka min û bi me cot kirin. Rindikî êm nedan me. Em tî hîştin, birçî hîştin û tim dotin. Min bi zor xwe ji nava lepên wan xelas kir.

Dû ra îcar mangê ji bergîrê pirsî, got:

-Hekê bala min lêye halê te jî ne tu hal e, tu jî wa ye wek min ketiye ber destan. Tu ccima hewqasî zeîf bûyî ?
Bergîrê bi derd serê xwe hejand û wê jî wek mangê keserek kûr kişand û got:

-Tew qal neke…Tiştê hat serê min ji yê te ne kêmtir e. Hesenik kririn devê min, min ne kanîbû devê xwe vekira, ne jî kanîbû tisstek bixwara. Bi ssev û roj li min siwar hatin, min nikanîbû dengê xwe bikira. Yek dadiket, yekî din li min siwar dibû. Û yê li min siwar dibû jî bi siwarbûnê tenê nedihat serî, di ser da jî bi qamçî û hezîranan li min dixist. Min cci bikira jî cco ji ser serê min kêm nedibû. Û dema ez ji hêz da ketim û êdî nedibû li min siwar bin, rabûn erebeyek li dû min girê dan. Îcar min him ew li dû xwe kişandin û him jî barê wan. Yê ez diajotim wer li min dixist ji bo ku ez hîn zûtir herim. Tu nemabû ez di kar da bimrim. Axirê min fersendek dît û ruhê xwe xelas kir…

Hîn mangê û bergîrê derdên xwe wiha ji hev ra digotin, bala xwe danê wa ye ker bi lotik ji hember da tê, dide lotikan, dizere, xwe bi vî alî û wî alî da çind dike, welhasil pir kêfxwess xuya ye…

Û di ser da jî qelkî qelaw bûye. Pûrta wî dibriqe, devê wî ji ken nayê hev. Qatek kincê qebardîn bera ser bejna xwa daye, tun dibêjî belkî ne ker e, beg û passa ye…

Mangê û bergîrê bi rengekî matmayî gotin:

-Birakêr ker, ev çi halê te ye, hala ka bibêje te çi dît, çi nedît? Tu çima wiha kêfxweş î?

Ker awirekî cidî da xwe û bi ruyekî gess got:

-Piştî ku ez ji we veqetiyam ez çûm welatekî dûr. Min dît wa yek deketiye ser dîyarekî bilind û diqîre û dike birre birr… Her ku diqîre însanên li dorê bêtir jê ra li çepikan dixin. Ew dike birre birr û însan lo dorî kom dibin û jê ra li ccepiakn dixin.
Ez jî derketim ser diyarekî bilind û min jî wek wî dest bi qîrînê kir. Heta ji min hat ez qîriyam û min ji wî bêtir kir birre birr…
Hûn dizanin qîrîna min çawa ye, min erd û ezman hejand. Dengê min ji yê wî bilindtir bû. Kê dengê min bihst bazda, hat ba min. Herkesî xeber da hev, di demek kin da dora min tije însan bûn. Her ku însan hatin û qelebalix zêde bû, min jî dengê xwe bilintir kir. Ew hatin û min dengê xwe bilidtir kir. Ew hatin û ez qîriyam…
Min qala heq, huqûq, wekheviyê û edaletê kir. Min got dibê însan ji gel ra xizmetê bike, tim di emrê gel da be, paqij be, rastgo be, derewan neke, bertîlê nexwe. Welhasil heta ji min hat, min tişt miştên wiha li dû hev rêz kirin….

Devê mangê û bergîrê ji hev çû, xwe ranegirtin, gotin:

-Ê dawî, dawî çawa bû?

Ker got:

Ma dawî ewê çawa be, milet tavilê ez kirim serokê xwe!
Mange û bergîr hinekî din jî matmayî man û gotin:

- Tu rast dibêjî? Yanî nuha tu kirin serok, tu bû serokê însên?

Ker got:

- Erê, ez bûm serok…Ne hewce bû min tiştekî din bikira, birr birr û qîrîna min têrê kir. Her ku ez diqîriyam, wan jî ji min ra li çepikan dixistin û digotin:
”Her bijî! Em bi te serbilind in! Ev milet bi te îftîxar dike!...”
Min jî xwar, vexwar û kir qêrîn! Xwar, vexwar û kir qêrîn!

Begîr û mange:

-Ma fêm nekirin tu ker î?

Ker:
-Weleh nîvî fêm kir, nîvî fêm nekir. Yên fêm kirin nikanîbûn bi yên fêm nekiribûn bidin fêmkrin. Loma min jî heta dawiyê kêfa xwe kir…!

Dewlet ji tirk, ereb û farisan ra heq e, ji kurdan ra qebhet e...


Demir Kuçukaydin, di rojnameya Yenî Ulke da Îsmaîl Beşîkçî bi kemalîstiyê îthaîm kiriye, gotiye ew jî wek kemalîstan ziman û dewleteke netewî diparêze, loma jî kemalîst e.

Li gorî Kuçukaydin, dibê Beşîkçî û kurd resmîbûna zimanê kurdî û dewleteke netewî nexwazin, neparêzin. Ji dêlî wê ve li Tirkiyê ”komara demekratîk” û demokrasiyê biparêzin.

Kuçikaydin, ev ne cara pêşîye Beşîkçî rexne dike, çend sal berê jî dîsa bi van argumentan Beşîkçî rexne kiribû.
Xwedê kir ku tirkçiyekî wek Demir Kuçikaydin , Beşîkçî neparastiye, gava kesên wek Kuçikaydin meriv rexne bike tê wê maneyê ku meriv li ser riya rast e.

Dewleta tirk kurdan bi darê zorê dihelîne, dike tirk, Kuçikaydin jî dixwaze bi riya îdeolojîk û demagojiya çepîtiyê alîkariya dewleta xwe bike. Mesele ev e, dewlet bi çek, Kuçikaydin jî bi gotin û propagandayê dixwazin kurd bihelin, bibin tirk û Kurdistan çênebe…
Yanî li gorî Kuçukaydin jî dewlet ji tirk, ereb û farisan ra heq e, lê ji kurdan ra qebhet e...

XXX
Bersîva Siyabend Sam:
Birayê Siyabend, sebbê ku Beşîkçî xwe nêzî PKK-ê kir û Ocalan parast Kurdistan bû, Beşîkçî wisa bawer dikir ku ancax Ocalan û PKK dikanin Kurdistanê ava bikin. Şerê PKK-ê yê çekdarî praktîka teoriya Beşîkçî bû, şerê gerîla hêviyeke mezin da Beşîkçî.

Loma jî wî piştgirî da PKK-ê û heta Ocalan hat girtin pesnê wî da. Lê piştî Ocalan hat girtin û di mahkimê da parastinek baş ya li gorî Beşîkçî jê hêvî dikir, nekir, Beşîkçî Ocalan rexne kir û ber bere ji PKK-ê dûr ket.

Yanî di vê nuxtê da di dîinên Beşîkçî da tu guhertin û dubendî tuneye, guhertin di dîtin û siyaseta Ocalan û PKK-ê da ye.
Heta ku Ocalan Kurdistana serbixwe parast Beşîkçî piştgirî dayê û dema dev ji vê daxwazê berda Beşîkçî ew rexne kir.
Em werin ser muxalifên PKK-ê yên li dora Beşîkçî.

Li Kurdistanê hin kes hene PKK û Ocalan çi bike jî ferq nake, ew her li dijî Ocalan û PKK-ê ne. Dema Beşîkçî pêştgirî dida PKK-ê û Ocalan ev kesên tu qala wan dikî yanî ”muxalifên” PKK-ê yên ebedî ji ber vê piştgiriya Beşîkçî li dijî wî bûn. Ew li dij bûn Beşîkçî piştgiriyê bide PKK-ê ya jî bibe dostê wan.

Lê nuha, ji ber ku Beşîkçî rexne li Ocalan û PKK-ê digre kêfa van hêz û kesan tê, ev rexneyên Beşîkçî li gorî dilê wan e. Û hinek jî hene di ber siya Beşîkçî da Ocalan û PKK-ê rehettit rexne dikin. Yanî Beşîkçî ji bo wan dibe pişt.

Lê di vir da jî yê hatiye guhertin ne Beşîkçî ye, muxalifên PKK-ê ne, ew do li dijî Beşîkçî bûn û îro jî xwe nêzî wîdikin û di talda wî da PKK-ê rehettir rexne dikin.

Lê îdîa te, ”kesên li dora Beşîkçî tenê muhalifên PKK-ê, dijminê PKK-ê û dostên dewletê tenê ne” ne rast e. Helbet kesên wiha jî hene, lê piraniya kesên li dora Beşîkçî li dijî PKK-ê bin jî ne hevalên dewletê ne, ev îdîayeke ne rast û pir neheq e.
Bir

06 januari 2014

Edebiyat bi çi dibe edebiyrata miletekî?


Hamîdê Omerî, di nivîsa xwe ya malpera Îlke Haberê da li ser mijareke balkêş disekine. Li gorî agahdariya Omerî, Hesenê Dewrêş û Ferzan Şêr, ji bo Words Without Bordersa ku li ser înternetê weşanê dike ji bo amadekirina Dosya Edebiyata Kurdî xebatek kirine. Û ji bo vê yekê jî nav amade kirine û ji wan navan dest bi wergerê kirine.

Lê berpirsiyar û edîtorê xabatê, ji dêlî navên Ferzan Şêr û Hesenê Dewrêş hilbijartine, kesên wek Murathan Mungan, Yavuz Ekîncî û Mûrad Ozyaşar girtine dosyayê. Yanî ev hersê kes jî wek nivîskarên kurd qebûlkirine.

Li gorî agahdariya Omerî, Yavuz Ekincî û Mûrad Ozyaşar kurd in, lê di heqêeslê Mûngan da ew ne xwedî zanîn e.

Bi qasî ez dizanim Murathan Mungan ne kurd e û tu carî jî negotiye ew bi eslê xwe kurd e. Erê ji Mêrdînê ye, lê ev nayê wê maneyê kurd e. Û tiştê min ji devê wî xwendiye ew xwe wek mirovekî bi eslê xwe tevlihev, ne tam ereb, ne tam tirk û ne jî kurd dibîne.

Lê min nedîtiye gotibe ez kurd im. Lê bibêje ez kurd im jî netîceyê naguhere, ew dîsa nabe nivîskarekî kurd û berhemên wî jî bi riya wergerê ji edebiyata tirkî nayên stendin û nabe edebiyata kurdî.

Omerî, di nivîsa xwe da vê hilbijartinê rast nabîne û dibêje, ”Wergerandina berhemên Mungan, Ekîncî û Ozyaşar ya kurdî wan nake nûnerên edebiyata kurdî.”

Bi dîtina min jî ev tespîtek rast e. Nivîskar ne bi nîjada xwe, bi zimanê pê dinivîsîne dibe nivîskarê vî ya jî wî miletî, vê ya jî wê edebiyatê…

Nivîskar bi kîjan zimanî nivîsîbe berhema wî malê edebiyata wî zimanî û wî miletî ye.
Werger, nasnameya nivîskar ya netewî jê nastîne, lê berhema wî jî ji wî zimanî nastîne û nake milkê ziman û edebiyateke din.

Ji ber ku di edebiyatê ne nîjad, esil û koka nivîskar, zimanê wî esas e û diyar dike bê berhem ya kîjan zimanî û kîjan miletî ye...

Edebiyat hinekî jî dişibe futbolê, lîstikvanên taximekî ji gelek nîjad û welatên cihê ne, lê serkeftin ya taxim e, di sicîla taxim da tê nivîsîn.

Dema Barcelona bi golên Messî qezenc dike û dibe şampiyon, ev serketin dibe ya Barcelona û Îspanyayê, kes viya nake serketina Arjantînê.

Ji ber ku Messî di taximekî îspanî da dilîze, loma jî hemû gol û serkeftinên wî wek yên futbola îspanya tê hesêb.

Ev yek ji bo Zlatan jî wiha ye, Zlatan jî ji Bosnayê ye. Lê di kîjan taximî da dilîze golên wî ji bo wî taximî tê hesêb, kes ne dike serketinên Bosnayê û ne jî dike malê Swêd.

Yanî lîstikvan bi eslê xwe ji kîjan miletî be jî ferq nake, di kîjan taximî da bilîze serkeftina wî ya futbola wî taximî û wî welatî ye.
Ev yek di muzîkê da jî wiha ye.

Ma kî dikane bibêje muzîka Aramê Dîkran û Gerabêtê Xaço, ji ber ku ew ne kurd in, êrmenî ne, muzîka wan jî ne kurdî, êrmenî ye…

Edebiyata devikî jî wiha ye. Meriv bi kîjan zimanî bibêje, dibe malê folklor û edebiyata wî miletî.

Ji ber ku çîrokbêj ne kurd e ew tişt ji zargotin û edebiyata kurdî dernakeve û nabe malê edebiyata miletekî din.

Edebiyata nivîskî jî wiha ye. Tiştê berhemeke edebî dike malê vî miletî ya jî miletekî din, ne aîdiyeta nîjadî, ne eslê dê û bavê nivîskar, zimanê wî ye; zimanê berhem pê hatiye nivîsîn. Ya esas ev e. Berhem bi kîjan zimanî hatibe nivîsîn ew aidî wî zimanî ye.

Li Swêd gelek nivîskarên bi eslê xwe xerîb, ereb, faris, tirk û kurd hene. Lê bi swêdî dinivîsin, loma jî ne nivîskarên ereb, faris, tirk û kurd in. Ew nivîskarên swêdî û berhemên wan jî edebiyata swêdî ye.

Yanî ji ber ku ew bi eslê xwe ne swêdî ne berhemên wan jî ji ziman û edebiyata swêdî dûr nakeve. Çimkî edebiyat li gorî zimên ji hev digere, ne li gorî nîjad û pasaporta nivîskar.

Heta ji Yaşar Kemal tê bira bibêje ez kurd im, lê ev yek berhemên wî nake malê edebiyata kurdî.

Mustafa Can kurd e, lê bi swêdî dinivîse, loma jî berhemên wî ne malê edebiyata kurdî, ya edebiyata swêdî ye.

Di edebiyata erebî, farisî û tirkî da jî gelek kurdên bi nav û deng hene, lê herçiqas ew bi eslê xwe kurd bin jî berhemên wan ne malê edebiyata kurdî ye.

Li cîhanê jî nimûneyên wiha ne kêm in. Hin nivîskar hene bi eslê xwe ji miletekî ne lê bi zimanekî din nivîsîne. Û berhemên wan jî malê wî zimanî hatiye qebûl kirin.

Ma nuha yekî tirk bi kurdî romanan, şiîrîn binivîsîne qey emê bibêjin ew edebiyata tirkî ye?

Belkî li Tikriyê û Kurdistanê hin kesên bi eslê xwe tirk, azerî, tirkmen ya jî ereb in, lê bi kurdî dinivîsin hene jî. Ev kes derkevin û bibêjin ew tirk û ereb in jî berhemên wan nabe malê edebiyata tirkî û erebî, ewê tim û tim wek malê edebiyata kurdî bimîne…

XXX
Dîrok, drama û edebiyat ne wek hev in. Tirkek dikane bi zimanê tirkî dîroka kurdan binivîse, lê tirkek nikane bi tirkî romaneke kurdî binivîe. Lêkolînerkî biyanî dikane lêkolînekê li ser kurdan bike, lê nikane bi zimanekî biyanî piyeseke kurdî binivîse.
Her milet piyesên Shakespeare werdigerîne û dilîze, lê Shakespeare nivîskarekî îngilîz e û berhemên wî jî malê edebiyata îngilîzî ye. Ev yek ne ji ber eslê wî ye, ji ber zimanê wî ye. Lê werger jî dibe beşekî edebiyata miletekî
Bi dîtina min ziman esas e, heger ziman ne esas be wê demê ev şerê me yê bi tirkan ra ne hewce ye. Em dikanin zimanê tirkî qebûl bikin û bibêjin em kurd in. Tirkê pir kêfxweş bibin.
Tirk qebûl dikin em bibêjin em kurd in, lê qebûl nakin em bi zimnê xwe perwerde bibin.

XXX
Birayê Sedat, li Tirkiyê û Kurdistanê yekî xerîb bêyî ku bi kurdî bizane dikane di partiyek kurd da siyasetê bike, ev, di praktîkê da mimkûn e. Lê nikane bibe dengbêjekî kurd, ji bo ku bibe dengbêjekî kurd dibê bi kurdî bizanibe, edebiyat jî wiha ye. Edebiyat ziman e…
Ez naxwazim navan bidim, lê şairê bi kurdî nenivîse, romanciyê bi kurdî nenivîse ne nivîskarê kurd e. Nivîskarê bi eslê xwe kurd e lê bi zimanekî din dinivîse.
Em bikanibin berhemên wan bikin kurdî pir baş e.

Konferansa Cenewre-2 û hilbijartinên herêmî yên adarê


Îsal di rojeva kurdan da du tiştên pir muhîm hene. Yek jê, li Tirkiyê û Kurdistanê hilbijartinên herêmî yên meha adarê û ya din jî Konferansa Cenewre-2 ye. Di van herduyan da jî dibê kurd mitleq bi tifaq bin û biserkevin.

Konferansa Cenevre-2 du hefteyên din ewê dest pê bike. Kurdan çendakî berê li Hewlêrê civînek çêkirin û biryar dan ku kurd ne di nava cepheya Sûriyê da, wek aliyekî kurd beşdarî civînê bibin. Ev, biryareke pir rast e û dibê wiha be.

Yanî dibê kurd miheqeq wek aliyê miletê kurd, bi daxwazên xwe yên milî beşdarî Konferansa Cenewre-2 bibin. Ji bo kurdên Sûriyê ev îmkan û fersenda navnetewî dîrokî ye û careke din jî peyda nabe.

Herçiqas kurdan li Hewlêrê li hev kirin ewê bi hev ra û wek nûnerên miltê kurd beşdarî konferansê bibin, lê dîsa jî tê gotin ku hin partiyên kurdên Sûriyê, (hin partiyên di nava ENKS-ê da)dixwazin ne wek aliyê kurd, di nava Konseya Netewî ya Sûriyê da beşdarî konferansê bibin.

Ev, tiştekî pri xerab e. Dibê kurd ne bi ereban ra, bi serê xwe, wek aliyê kurd beşdar bibin.
Kurd mecbûr in yekîtiya xwe çêkin û miheqeq wek aliyê kurd beşdarî konferansê bibin.
Di serî da Tirkiye, hin dewlet û hêzên din naxwzin kurd wek aliyekî beşdarî vê konferansa navnetewî bibin û mesela Kurdistanê di konferansê de were rojevê.

Ji ber ku ew dizanin biryarên di vê konferansê da werin girtin dibin peymaneke navnetewî û herkesî girê dide. Tirkiye û hemû hêzên neyarên kurdan dixwazin rê li ber vê yekê bigrin.

Loma jî dibê siyasetmedarên kurd vê fersendê ji destê xwe nerevînin.
Kî li dijî beşdariya kurdan ya netwî derkeve û bixwaze bi ereban ra beşdar bibe, ew şaşiyeke pir mezin dike û dikeve bin gunehekî pri mezin, dîrok ewê tu carî wan efû neke.

Bûyera din ya muhîm, wek min li jor got, li Tirkiyê û Kurdistanê hilbijartên herêmî yên meha adarê ne.
Di van hilbijartina da jî dibê kurd li Kurdistanê rayên AKP-ê mitleq kêm û rayên xwe zêde bikin.
Bi sîstema hilbijarrtinan ya nû hukûmetê ev yek ji bo kurdan hinekî zor kiriye, lê dibê bi xebtateke baş û bi namzedên bi îsabet meriv vê dezawantajê jî ji ortê rake.

Heger di van herdu bûyeran da kurd bi serkevin, him li Kurdistana Rojava û him jî li Kurdistana Bakur azadiya me ewê pir nêziktir bibe.

XXX
Mêrik û Xoce Nesredîn li qahwexanê rûniştibûn û sohbet dikirin. Bêhemdî ba bi ber mêrik ket. Fedî kir, ji bo ku şopê li ser ”tira” xwe wenda bike, xwe li ser kursiyê bir û anî, kursiyê kire qirçîn û zîrqîn…
Xoce mizicî û got:
-Deng lê hat, le tu yê bînê çi bikî?
Erdogan jî ji bo ku dizaya merivên xwe bincil bike dibêje ”tiliya derve, tiliya Gulen” tê heye, di nava dewletê da dewletek paralel heye.
Lê efendî dike nake, nikane ser kutiyên tije dolar, makîna pera û 7 qaseyên tije xişir û pere bigre.

XXX
Tirk û Tirkiye, bela serê herêma me ne, çavkaniya fêsadî û gelaciya herêmê ne, heta kurd li Tirkiyê azad nebin ne gelên herêm rehet dikin û ne jî tirk dev ji fêsadî, gelacî û nerindiya xwe berdidin.

Ji ber ku tirk li dinyayê hebûna kurdan wek tehdîda tunekirina xwe dibîbin, loma jî ji bo ku kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî dewlewt li herêmê tim fêsadiyê û nerindiyê dikin. Fêsadî, nerindî, xerabî êdî jo bo wan bûye wek însîyaqê(instinct, îcgudu)
Şerê li Sûriyê Tirkiyê derxist, hêzên îslamî wan anîn wir. Ew bûn sebebê kuştina bi sedhezaran însanî. Hemû ji bo ku kurd nebin xwedî desthilat.

05 januari 2014

Li hemberî Beşîkçî êrîşeke pir neheq


Çawa ku mamoste Îsmaîl Beşîkçî fikrê xwe li ser hin tiştan dibêje, hin kesan, fikran û kirinan rexne dike, bêguman mafê kesên din jî heye wî rexne bike. Mesela ez jî ne bi hin dîtinên wî ra me. Û min ev gotiye jî. Ev normal e.

Lê belê rexneya Ferda Çetîn, ji rexneyê wêdetir êrîş û heqaret e. Beşîkçî bi tu hawî ev heqaret heq nekiriye. Beşîkçî ji çi bawer bike wiya dibêje, pir mimkûn e ku ev dîtinên wî carnan ne rast û şaş bin.

Beşîkçî heqaret li kesî nekiriye, tenê gotiye di rojnameya Aydinlikê da 9 rojan li ser navê Ocalan weşanek hat kirin, di van nivîsan da Ocalan gelek tiştên xerab dibêje. Heta nuha ne KCK-ê, ne PKK-ê û ne jî BDP-ê li ser vê nivîsê beyanek neda, nivîs tekzîb nekir.

Nuha heger tiştên di Aydinlikê da hatin gotin derew e wê demê ji dêlî qehra ji Beşîkçî, dibê Aydinlik were tekzîpkirin.

Ya din Aydinlik derewa li miriyan nake, Ocalan sax e, hevalên wî sax in, dibê beyanekê bidin û bibêjin tiştên Aydinlikê nivîsî vir in.

Helbet Aydinlik dikane derewan bike, lê yê vê derewa Aydinlikê derxe ne Beşîkçî ye, Ocalan e, PKK û BDP ye. Dibê ew tiştekî ji Aydinlikê ra bibêjin.

Ya din jî Beşîkçî gotiye wek her miletî, dibê hûn kurd jî dewleteke serbixwe û welatekî azad bixwazin, bi kêmanî li dijî vê dernekevin. Ji ber ku dewleta we tuneye hûn di vî halî da ne.
Û ev jî rast e.

Beşîkçî heta bi girtina Ocalan, bi çavê pêxemberekî, bi çavê serokekî pir mezin li Ocalan dinêrî û her roj pesnê mezinahiya wî dide. Ji bo xatirê Ocalan bi gelek dost û havalên xwe yên salan ra ket minaqeşeyên pir mezin û rexneyên pir cidî li wan girt. Ji bo xatirê Ocalan,hevaltiya xwe bi gelek hevalên xwe yên berê ra qut kir.

Dema Beşîkçî ev dikir, Beşîkçî baş û rastgo bû, lê nuha bû xerab û ji alî “şebekeyan ve tê îdarekirin.”
Kurd tu carî van heqaretên Ferda Çetîn layiqî şexsekî wek Beşîkçî nabînin.

Ev nivîsa Ferda Çetîn, ne tenê êrîş û heqareteke li hemberî şexsê Beşîkçî ye, her wisa bêwefayiyke mezin e jî.
Ferda Çetîn bi vê nivîsa xwe zirarek mezin da PKK-ê jî, rojên pêş ewê vê yekê nîşan bide.

Kî çi heqaretê dike bira bike, heta ku Beşîkçî ev Beşîkçî be, kurd ewê tim qedrê wî bigrin û di dilê kurdan da ewê tim û tim ciyekî wî yê taybet hebe.

04 januari 2014

Bi navê Kurdistanê partiya legal ya pêşî


Hin KUK-ciyên berê partiyek bi navê ”Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T)”, ava kirine. Daxwaznameya avakirina partiyê dane dewletê, lê dewletê ewê bi vî navî qebûl bike ya na hîn ne diyar e.

Bi baweriya min ev pir ne muhîm e, dewlet qebûl neke jî dibê kurd micadeleya qebûlkirina wê bidin.Dibê kurd êdî partiyên xwe yên netewî û Kurdistanî ava bikin.

Loma jî ya muhîm daxwaza kurda ye, miracaeta bi vînavî ye. Dibê kurd ji nuha û pêva bi navê xwe û bi navê welatê xwe siyaseta legal bikin.

Di rojên pêşda kurdên kemalîst, kurdên evîndarênTirkiyê û tirkan, kurdên ku destên wan ji bajar û peravên Tirkiyê nabin û kurdên Kurdistanî ewê ji hev bigerin, ji hev biqetin.

Li Kurdistanê ewê veqetandineke mezin çêbibe. Loma jî pêşeroj ya kurdên Kurdistanî ye, kî bêtir kurd be û doza Kurdistanê bike ewê xurt bibe û biser keve.

Ez hemû avakarên PDK-T ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim

XXX
Mebûsê BDP-ê yê Ruhayê Îbrahîm Ayhan, piştî azadiya xwe li Swêregê ji alî kîtleyek pir qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
Ayhan, belkî 15-20 deqîqeyan bi tirkî xîtabî gel kir, ne bi zazakî û ne jî bi kurmancî yek gotin jî negot.
Tenê di dawiya axaftina xwe da got, serkeftin".

Di mahkimeyan da daxwaza parastina kurdî dikin, lê di rojeke wihna muhîm da li bajarekî wek Swêregê gotinek jî bi kurmancî, bi zazakî negot.

Ez pir pê êşiyam. Ez nizanim çi bibêjim...
Di di rojek wiha da ne bi tirkî, dibê bi kurdî bipeyiviya, min ev jê hêvî dikir....

5 mebûsên ev 4 sal in di destê hukûmeta AKP-ê da rehîn bû hatin berdan


Ji pênc mebûsên BDP-ê dudu, Guler Yildirim û Îbrahîm Ayhan do hatin berdan. Sê mebûsên din hîn di destê hukûmeta AKP-ê da rehîn in.

5-emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê daxwaza berdana parêzeran îro nirxand û bi yek dengî biryara berdana mebûsêsn BDP-ê Guler Yildirim û Îbrahîm Ayhan da.

Esas dadgeh madgeh hemû fasafîso ne, li Tirkiyê îro ne heqûq heye û ne jî edalet. Her tişt ketiye bin emiruk û destê Erdogan, ew çi bibêje ew dibe.

Loma jî ez wek şexs pênc perê xwe jî di navê dadgehê û di biryara wê nadim.
Erdogan girtina wan xwest, hatin girtin û nuha jî berdana wan dixwaze, hatin berdan. Hedîse ev e, mahkime, biryar, dereweke mezin e, qomedîyeke basît û bêqalîte ye…

Lê li gel vê jî, ji bo ku du kurd, Yildirim û Ayhan texliye bûn ez pir kêfxweş im û ji malbat, zarok û xizmên wan ra dibêjim çavên we ronî be û bi hêviya berdana sê mebûsên mayî û 10 hezar girtiyên zindankirî jî.

Ev çar sal in pênc mebûsên BDP-ê û li dora 10 hezar siyasetmedar û bi sedan abûqat û rojnamevanên kurd li ser emir û daxwaza Erdogan di zindanan da dirizin, di destê AKP-ê da rehîn in.

Tu sûcekî Yildirim, Ayhan û bi hezaran siyasetmedarên kurd tuneye, ne kues kuştine, ne ji çeteyan bi milyonan bertîl girtine û ne jî male dewletê talan kirine, sirf ji ber ku kurd in, doza maf û azadiya kurdan dikin li ser daxwaza Erdogan ev hewqas sal in bi hezaran kurd di zindanan da ne. Esas ez hebûna dadgehên Tirkiyê li Kurdistanê nemeşrû dibînim, tu heqê waan tuneye kurdan bigrin û ceza bikin.

Ev zalmeke pir mezin e, çavbirîn e, ji ber ku dewleta tirk kanibe bi kurdan, loma vê zulmê li wan dike.

Loma jî bi azadbûna Yildirim û Ayhan ez li alîkî kêfxweş bûm lê li aliyê din ji ber ku bi hezaran girtiyên din yên serê salan e di destê dewleta tirk da êsîr in û em nikanin wan jî azad bikin ez pir xengîn bûm…

02 januari 2014

Ji bo dîroka kurdan belgeyeke hêja


Bîstik berê bi xêra ”Kherzi Kherzan”, rastî malpera ”silivan.com”ê hatim. Çend sal berê jî carê haya min jê çê bû û min tim lê dinêrî, belkî min ji birayê Rojen Barnas ya jî malperê carê ra pîroz jî kir. Lê dû ra, bi demê ra min çend caran kompîtor guhert û hêdî hêdî min malper jî wenda kir, ji bîr kir.

Îro, xêra nivîsa ”Kherzi Kherzan ya li ser SEFERNAMEYA NASIRÊ XUSREW, ji nuh ve haya min ji malperê çêbû û ev bîsteke ez bi kêfek mezin lê temaşe dikim.

Beşik ji ”SEFERNAMEYA NASIRÊ XUSREW” Rojen Barnas ji farisî wergerandiye kurmancî û ”Kherzi Kherzan jî ev wergera Rojen Barnas parve kiriye. Xwedê kir ez lê rast hatim.

Nasirê Xusrew, helbestvan, nivîskar û gerokekî faris yê bi nav û deng e. Di edebiyata farisî da ciyekî wî yê pir taybet heye. Nasirê Xusrew, di nabê salên 1003 û 1089-an da jiya ye. Û di vê beşê Sefernameya xwe da gava diçe Hîcazê qala gera xwe ya hin bajarên Kurdistanê (Wanê, Xelatê, Bedlîsê, Weysilqaranî, Xerzan, Farqînê, Amedê, Heranê û Sirûcê) dike. Ji bo dîroka kurdî ev beşê Sefernameya bêguman pir muhîm e.

Piştî min bala xwe da malperê, min ji xwe ra got, xwezî min jî li ser Wêranşarê û herkesî jî li ser gund û bajarê xwe kanîbûya malpereke wiha çêkira.

XXX
TIR-a tije çek û cebilxane dişandin Sûriyê û li ser rêya Qirixan-Reyhaniyê ji alî cendermeyan ve li bajarê Hatayê hate girtin ji bo hukûmetê bû gelşek mezin. Bi vê yekê hukûmet careke din di ser cûc da hat girtin.

Li gorî zebta dozger, kesên ku dinava wesayitê da bûn xwe wek personalên MÎT-ê dane naskirin û çek û cebilxaneya dinava TIR-ê da jî wek ”sirê dewletê” dan diyarkirine.

Lê diyar bû ku barê TIR –ê ne alîkariya însanî ye, çek û cebilxaneye ye û hukûmet ji bo şerê li hemberî kurdan dişîne ji çeteyên El Qaîde û El Nusrayê ra.

Li gorî kaxetên di destê şofêr da di TIR-ê da alîkariya însanî hebû û dibir ji gelê Sûriyê ra. Lê ji dêlî ”alîkariya însanî”, TIR tije çek û cebilxane bûye.

Çendakî berê jî dîsa li Edenê TIR-ek jî bi vî hawî hat girtin û di wê da jî bi sedan serikên rokêt û tiştên din hatibûn. Serê wê jî girtin.

Li ser pirsa rojnamevanekîderbarê barê TIR-êda, wezîrê nuh yê karûbarên hundur Efkan Ala, xwe pir aciz kiriye û gotiye, ”Li wir tirkmen hene, em ji wan ra alîkariya dişînin. Dibê herkes karê xwe bizanibe.”

Qet şika wê tuneye şerê îro li Sûriyê heye şerê Tirkiyê ye û Tirkiye vî şerî di her warî da fînanse dike.

Û vê yekê jî ji bo kurdan dike, armanca Tirkiyê ew e ku kurd li Sûriyê wek kurdên Îraqê nebin xwedî maf û desthilat.

Bêguman herkes dizane ku Tirkiye li pişt şerê Sûriyê ye, Tirkiye çeteyên îslamîst perwerde û çekdar dike. Lê Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê tim vê rastiyê înkar dikin, bi bûyerên wiha derewên wan eşkere dibin...

XXX
Li Tirkiyê krîzeke siyasî ya mezin heye û li Îraqê û Sûriye jî şerekî navxwe heye.

Di krîzên wiha mezin da meriv him dikane qezenc bike û him jî wenda bike.
Heger kurd jîr û li ser hev bin, ji vê rewşê ewê feydeyê bibînin û li karê derkevin.

Lê heger saf bin, nezan bin û ji alî neyar ve dîsa werin xapandin û di nava xwe da jî bêtifaq bin ewê ji krîzê feydê nebînin û wenda bikin.

Kurd, dikanîbûn di Şereê Cîhanê yê Yekm da bibûna xwedî dewleteke serbixwe, lê ji ber ku bêtifaq û ne organîze bûn, saf û nezan bûn hatin xapandin û careke din jî perçe bûn û ketin bin destê çar dewletan…

Dewleta parelel ya Erdogan sed qatî ji ya Gulen mezintir û kûrtir e




Ji operasyona 17-ê qanûnê û virda ye Erdogan qala ”dewleta paralel” dike, dibêje merivên Gulen di nava dewletê da dewletek ava kirine.

Parlamenterê AKP-ê Burhan Kuzu jî do got, ”îstîxbaratê di heqê merivên cimata Gulen da rapora 2 hezar kesî pêşkêşî Erdogan kiriye. Di raporê da, emniyetçî, burokrat, hakim, sawcî, rojnamevan û tucar hene.”

Yanî îstîxbaratê di nava dewletê da 2 hezar kesên merivên Gulen in tespîtkirine û navên wan daye serokwezîr Erdogan.

Helbet di nava mamûr û burokaratên dewletê da hin merivên Gulen jî hene, ev ne tiştekî ecêb e û ne ku nayê zanîn.

Lê ev yek nayê wê maneyê ku vî karî tenê Gulen dike. Na, herkes, her partiyê wiha kiriye û wiha dike. Avahiya dewleta tirk li ser vî esasî ava bûye. Dema meriv hat ser hukum, fersend dît, meriv merivê xwe di nava deweletê da bicîh dike.

Roja partiyek tê ser hukim, ji hemû bajarên Tirkiyê û Kurdistanê merivên wê partiyê bi lîsteyên mamûrên ne ji wan in, mamûrên dibê tayina wan rabe ya jî were sirûnkirin diherin Anqerê û pêsskêssî parlamenter û hukûmetê dikin.

Û hukûmet jî peyder pey, hêdî, ji waliyan bigre heta bi qeymeqam, hakim, sawcî, amîrê emniyetê, pûlis û heta bigihîje katibên edliyeyan jî li gorî van lîsteyan ya tayina wan derdixe, ya jî sirgûnî dereke din dikin û merivên xwe tînin dewsa wan.

Erdogan jî dema hat ser hukum eynî tişt kir û dike. Kîjan mamûr ne li gorî dilê wan û fikrê wan be diguherînin û merivên xwe tînin dewsê.

Ma piştî operasyona 17-ê qanûnê ji kargirtina 800 polîsî ne avakirina dewleteke paralel e?
Ji 17-ê qanûnê û virda ye bi emrê Erdogan bi sedan amîr, polîs û burokrat ji karên wan hatine girtin û merivên AKP-ê di dewsa wan da hatine bicîkirin. Evy ek bi serê xwe nîssan dide ku Erdogan di nava dewletê da xwedî dewleteke paralel e.

Êdî ciyê mamûr û burokartên ji fikir, îdeolojî û baweriyên cihê di nava deletê da tuneye, herkes dibê merivê AKP-ê be û li gorî dilê wan tevbigere.

Li hemû bajarên Kurdistanê walî, qeymeqam û mudûrê emniyetê û rektorên zanîngehan nêzî AKP-ê ne. Ne merivên hukûmetê bin nikanin li wir bimînin.

Yanî li Tirkiyê AKP-ê dewlet ji dewletiya civatê derxistiye, kiriye dewleta Erdogan û AKP-ê.
Loma jî meriv dikane bibêje heta nuha di dîroka Tirkiyê da tu hukûmeteke din bi qasî Erdogan dewlet nexistiye bin destê xwe û di nava dewletê da ”dewleteke paralel” ava nekiriye.

Ji roja AKP hatiye ser hukim û virda ye Erdogan, gav bi gav di qedeme û nuxteyên dewletê yên herî girîng da merivên xwe bicî dike.

Loma jî meriv dikane bibêje, ”dewleta parelel” ya Erdogan, sed qatî ji ya Gulen mezintir û kûrtir e.

Ev 34 sal in li Swêd im, min ne dîtiye û ne jî bihîstiye bi guherandina hukûmetan ra panîk têkeve nava burokrat û mamûrên dewletê.

Li Swêd kîjan partî tê ser hukum bira were, burokratên dewletê, polîs û amîrên emniyetê û mamûrên din yên mezin naguherîne û merivên nêzî xwe nayne dewsa wan. Tisstekî wiha nayê bîra kesî.

Kîjan hukûmet û partî were ser hukim jî ji bo polîs û burokrasiya dewletê ferq nake. Amîra Emniyeta Stockholmê Carin Gotblad, ev 10 sal in li ser karê xwe ye, piştî teqawîtiya xwe dev jê berdide.

Li Tirkiyê ne wiha ye, kîjan partî tê ser hukim, karê wan yê herî pêşî dest bi guhertina burokasiyê, polîs, walî û qeymeqaman dikin.

Ev, di nava dewletê da avakirina ”dewleta paralel” e û heta nuha tu hukûmetê bi qasî AKP-ê ev yek bi pêşda nebiriye.

Yanî heger merivê qala ”dewleta paralel” ya Gulen bike, wê demê navê ya Erdogan çi ye?