29 mars 2014

Namzet kî dibe bira bibe dibê kurd rayên xwe nedin namzetên AKPê !



Li gorî hin kesan, dibê kurd li Kurdistanê rayan nedin partiyên faşîst û kemalîst yên wek ”MHPê, BBPê, CHPê, IPê.” Lê navê AKPê nabêjin.

Ev jî tê maneya xwediyên vê dîtinê ne li dijî AKPê ne û ne li dij in ku gel jî rayên xwe bidin namzetên AKPê.

Ev, bi rengekî sergirtî banga piştgiriya Erdogan û AKPê ye.
Dîtineke din jî, dibêjin,”dibê meriv rayên xwe bidin kesên kurdperwer û welatparêz…”

Yanî partî ne muhîm e, ya muhîm şexs e. Heger yekî ”kurdperwer” namzetê AKPê be jî ne şaş e ku kurd rayên xwe bidinê.

Ez bi xwe ne bi vê dîtinê ra me, bi baweriya min ya muhîm partî ye, ne şexs e. Dibê kurd li Kurdistanê raya nedin tu partiyeke tirk, AKP jî di nav da.

Pîvana min ”em” û ”ew” in, kurd û tirk in. Dibê em rayên xwe bidin kurdan û partiyên kurd. Lê nedin partiyên tirk, dixwaze bira namzetê wê merivekî pir ”baş” be jî.

Di vê hilbijartinê da ez BDPê û HAK-PARê wek du partiyên kurdan dibînim. Heger li derekê namzetê BDPê ne bi dilê meriv be, ya jî namzetê HAK-PARê ji yê BDPê baştir be, dibê meriv raya xwe bide yê baş.

Lê nede namzetê AKPê. Piştgiriya namzetekî AKPê ji binda şaş e, piştgiriya Erdogan e.

Ya muhîm partî ye. Heger namzet li dijî siyaseta Erdogan ya ”yek milet” bûya nedibû endam û namzetê AKPê.

Û ji xwe heta nuha jî di siyaseta Erdogan da tu giraniyeke ”kurdperwer û welatparêzan” çênebûye.

Erdogan, Arinç û Davutoglu pênc perê xwe jî di wan nedaye û nade. Ew tim û tim mecbûr mane ji Erdogan û Davutoglu ra li çepikan xin û piştgiriya siyaseta wan bikin.

Erdogan û Davutoglu Sûriye û Kurdistana rojava kirin gola xwînê, ka van "kurdperwerên" çi kirin û li dijî kîjan siyaseta Erdogan derketin?

Li Kurrdistanê ji xwe hêza partiyên faşîst û kemalîst pir kêm e, partiya li her derê heye û xurt e AKP ye. Loma jî mesele esas AKP ye.

Namzetê AKPê ”kurdperwer û welatparêzekî” herî baş be jî dibê meriv raya xwe nedê.

Çimkî ray di netîceyê da ne ji wî ra, ji AKPê û Erdogan ra ye. Gava AKP li Diyarbekrê ya jî li Mêrdînê qezenc bike, AKPê û Erdogan qezenc dike, li Kurdistanê piştgiriya siyaseta Erdogan e.

Û dinya jî ewê vê netîceyê wiha qebûl bike. Kesê nebêje efendim weleh ev ray ne yên AKPê ne, ji ber ku ev kes ”kurdperwer” bû loma kurdan rayên xwe dane wî. Tiştekî wiha tuneye. Ev, xapandina kurdan û piştgiriya AKPê û Erdogan e.

AKP hukûmet e û welatê me jî di bin îşxala dewleta vê hukûmetê da ye. Kesê bibêje ez kurd im û li dijî îşxalê me dibê raya xwe nede AKPê.

Li gorî neviya Îsmet Înonu Bîllgehanê bi qetlîamê kurdên dêrsimî medenî bûn


Neviya Îsmet Înonu û parlamentera CHPê ya Anqerê Gulsun Bilgehan, gotiye bi xêra qetlîamê û surgûnan kurdên dêrsimê medenî bûn. Gulsun Bîlgehan xanimê gotiye:

”Bi ya min dibê meriv li netîceyê binêre. Bi surgûnê ji şertên serdema navîn xelasbûne. Di netîceya surgûnê da ji herêma Dêrsimê merivên munewer, bi kultur, xwenda û demokrat derketine. Mesela di wan surgûnan da gelek keçên baş û perwerdebûyî jî hene. Heger li wê herêmê, di wan şertên serdema navîn da bimana ewê nikanîbûna van malbatan ava bikin.”

Yanî baş bûye ku qetlîam surgûn bûye, çimkî bi xêra qetlîamê kudên dêrsimî medenî bûne.
A CHP ev e, îdeolojiya CHPê ya di heq kurdan da ev e; bi xêra qetlîam û surgûnan kurd medenî bûne.

Lê li alî din dibê meriv viya jî bibîne, bi rastî jî bi xêra qetlîamê kesên wek Kemal Kiliçdaroglu, Kamer Genç û Huseyîn Aygun ji Dêrsimê derketin. Ne ev qetlîam bûya heramzadeyên wek van ji Dêrsimê dernediketin.

XXX
Li Tirkiyê şerê kasêtan dom dike. Do jî 4 kasetên Ocalan belav kirine. Bi qasî xuya dike di destê hin kes û gurûban da bi sedan kasetên wiha hene.Ewê van kasetan li gorî hewcedariyê peyderpey belav bikin.

Lê tiştê xerîb heta nuha kasetên kurdên ajan û merivên dewletê belav nekirine. Kesên li wezareta derva li civîna wezîr guhdarî kirine, nuha li gelek kurdên zilamên dewletê jî guhdarî kirine, nuha kasetên wan jî di destê wan da hene. Ez hêvî dikim di demek nêz da wan kasetan jî belav bikin.

Netîce, bi belavbûna van kasetan dewleta tirk bû pênc pere, bûn pêkenînên dinyayê. Û di warê psîkolojîk da jî haletî ruhiya Erdogan û zilamên wî pir xerab e, nizanin çi bikin, xwe pir bêçare his dikin…

Kî raya xwe bide namzetên AKPê piştgiriya şer û îşxala Kurdistana rojava dike



Do kasetek hukûmeta AKPê ya din di Youtubê da belav bû. Bi belavbûna kasetê ra hukûmetê tavilê Youtub jî wek Twitterê yasax kir. Ji bo ku milet bi dek û dolabên wan nehese dikanin Facebookê jî bigrin. Ev îhtîmal jî heye.

Di vê kaseta nuh da li ser îşxala Kurdistana raojva tê peyîn. Di kaseteê da Wezîrê derve Ahmet Davutoglu, misteşarê wî Ferîdûn Sinirlioglu,
misteşarê MIT-ê Hakan Fîdan û alîkarê serokerkanê Tirkiyeyê Yaşar Guler di civînekê da bi hev re minaqeşeya îşxala Sûriyê, herêmên di bin destê kurdan da û devera gorra Suleyman Şah lê ye dikin.

Davûtoglu û kesên din ji bo îşxala Sûriyê li ser dîtina hincetekê, behaneyekê minaqaşe dikin.

Davutoglu dixwaze bahaneyeke wek ya sala 1996a gava Tirkiye ket axa Kurdistana başûr were dîtin. Wê demê Tirkiyê PKK wek behane nîşan dabû.

Miştesarê MIT Hakan Fîdan jî dibêje, ev ne problem e, heger hukûmetê biryara ketina Sûriyê û şer dabe em dikanin behaneyekê bibînin. Em dikanin du merivên xwe bişînin wî alî û bi wan çend topan bavêjin ji alî me da. Em dikanin êrîşê bibin ser gorra Suleyman Şah. Yanî dîtina hincetekê ne zor e.

General Yaşar Guler jî di wê baweriyê da ye, ew jî dibêje dîtina sebeban rehet e, ya muhîm biryardariya hukûmetê ye.

Erdogan bûye wek marê birîndar, loma jî pir tahlûke ye, dikane her xerabiyê bike. Lê bi taybetî jî li hemberî me kurdan.

Me kurdan baş zanîbû Erdogan ji bo ku rê li ber minaqeşeyên diziya xwe bigre dixwaze têkeve Sûriyê, herêma Kurdistana rojava. Ji xwe şerê Sûriyê jî hukûemta AKPê derxist, ne Tirkiye bûya li Sûriyê şer dernediket.

Ji roj roj da ye Tirkiye ji bo ku kurd li Sûriyê wek kurdên başûr nebin xwedî maf dixwaze têkeve Sûriyê, herêmên kurdan îşxal bike. Lê hew li hev tîne. ^di civînê da jî Davûtoglu vê nëta hukûmetê dibêje.

Lê ev kaset delîl û îspata vê dîtina kurda ye. Êdî kes nikane înkar bike ku Tirkiye ji bo ketina axa Sûriyê haziriyê nake, li bahaneyan nagere.
Heta ku Erdogan li ser hukum be ji kurdan ra rehetî tuneye. Heger Erdogan di hilbijartinan da careke din biser keve êwê vê serketina xwe wek piştgiriya şer qebûl bike.

Loma jî kesê di hilbijartinan da rayê bide namzetên AKPê piştgiriya vê plana hukûmetê dike, piştgiryê dide şer û îşxala Kurdistana rojava û derxistina şerekî mezin.

Heger kurd naxwazin Tirkiye têkeve Sûriyê û êrîşê bibe ser kurdan û hezaran kurdî qetil bike, gund û bajarên kurdan bide ber topan û bişewitîne, dibê raya xwe nede AKPê.

27 mars 2014

Ax ji derdê nezaniyê

Çi tê serê me ji ber nezaniya me ye. Ji ber nezaniya me, li Tirkiyê em 20-30 milyon însan hîn bidest in.

Heger em hinekî zane bûna û me xwe û dijminê xwe nas bikira, bawer bikin îro em ne divî halî da bûn, nuha em jî xwedî dewlet bûn.

Loma jî dibê em hin pirsan ji xwe û ji gelê xwe bikin.
Mesela wezîrê xebatê û ewlekariya sosyal(Çalışma ve Sosyal Güvenlik Bakanı) Farûk Çelik ji Artvînê ye, lê me li Rihayê ew kiriye wezîrê xwe. Ji Artvînê hatiye bûye wezîrê Rihayê.

Fena ku li Rihayê însan nemabin, merivekî bibe wezîr tunebe.

Çi eybeke mezin!
Lê em bîr nabin, tew ne xema kesî ye.
Em qet ji xwe napirsin, nabêjin ma yekî rihayî jî dikane here bibe wezîrê Artvînê û artvîniyan?

Ez bawer nakim. Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Ji xwe Erdogan jî tu carî cesaretî tayineke wiha nake. Heger bike jî artvînî rayên xwe nadin yekî rihayî û wî nakin wezîrê xwe.

Bira wezîrî li wir bimîne, artvînî nahêlin karkirên kurd herin Artvînê, wan bera nava bajêr nadin, wan lînc dikin.

Lê em kurd yekî artvînî dikin wezîrê xwe û didin ser serê xwe, her roj li ber wî direqisin.
Numûneyeke din.

Serokwezîr Erdogan bi eslê xwe ji Rîzeyê ye, lê me ew ji Sêrtê kir parlamenter û xist meclîsê.

Em qet ji napirsin, nabêjin ma yekî sêrtî dikane here li Rîzeyê bibe parlamenterê Rîzê?
Ez bawer nakim. Rîzeyî ewê bi keviran bera yê sêrtî bidin, ewê wî lînc bikin.

Wek artvîniyan, rîzeyî jî nahêlin karkirên sêrtî herin nava Rîzeyê. Dema yekî sêrtî, diyarbekrî, rihayî dibînin tavilê lînc dikin.

Lê em kurd û ereb artvîniyan, rîzeyiyan didin ser serê xwe, dikin wekîlê xwe.
Di vê hilbijartinê da dibê em van pirsan ji xwe û ji milet bikin:

-We Farûk Çelik ji Artvînê anî li Rihayê kir wezîrê xwe, we Erdoganê rîzeyî anî li Sêrtê kir parlamenterê xwe. Ma yekî rihayî û sêrtî jî dikane here li Artvînê û li Rîzeyê bibe wezîr û parlamenterên van bajaran?
Bêguman nikane bibe.

Wê demê, madem hûn li Artvînê, li Rîzeyê, li Samsûnê û li Yozgatê nikanin bibin parlamenter û wezîrên wan bajaran, çima hûn kesên ji van bajaran dikin parlamenter, wezîr û nûnerên xwe?
Ma li Rihayê û Sêrtê kesên layiqî van karan tunebûn?
Bi kinî dibê em ji milet bibpirsin, bibêjin çima wiha ye, çima em wiha dikin?

Bi vê xeberê ez pir dilşa bûm!

Bi bihêstina vê xebera ez qet ne li bendê bûm ez pir dilşa bûm. Apê min Hecî Emerê Xamo dev ji AKPê berdaye û bi hemû merivên xwe ra çûye tevî BDPê bûye.

Piştî min xeber bihîst, min tavilê telefonî apê xwe kir û ew pîroz kir. Min got, ”apo, esas ciyê te vira ye, nava partiya kurda ye…”
Apê min siyasetmedarekî pir aktîv e, zû li BDPê germ bûbû, ji min ra got, ”erê lo, Emrulah merivekî baş e. Netirse, me qezenc kiriye…”

Berê jî min ji pismamê xwe ra gotibû apê min îqna bikin, bira piştgiriyê bide BDPê, lê min bawer nedikir.
Lê diyar e tiştekî ne mimkûn tuneye, meriv bixebite hetişt mimkûn e.

Piştî ku apê min jî çû BDPê û got ”me qezenc kiriye”, êdî ez bawer dikim ku li Wêranşarê BDP ewê dîsa qezenc bike.
Wek birayê min Berzan jî gotiye, xwezî nuha bavê min sax bûya, ewê gelkî kêfa wî bihata. Ji ber ku herdu tim raqibên hev bûn.
Li Wêranşarê şoreş dibe, eşîr û kesên ku tim û tim bi partiyên dewletê ra bûn îro dev ji AKPê, MHPê û CHPê berdidin û piştgiriyê didin BDPê, piştgiriyê didin ”partiya kurdan”!

Ev, guherîn û pêşketineke pir mezin e. Dibê meriv bingeha vê tifaqa netewî xera neke, firehtir bike.
Ez hemû dost û hevalên li Wêranşarê ev seketin bidest xistine ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.

XXX
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê kemalîst û ji ”tirkên xorasanê” gotiye, ”Rast e, HDPê pêşniyara hevkariyê ji me ra anî, lê me qebûl nekir. Me got ewê zirarê bide me. Ez îro jî di eynî fikrê da me.”

Hela hûn bala xwe bidin vî kemalîstî, mêrik hewqasî li dijî kurda ye, piştgiriya wan jî qebûl nake.
Yanî sebebê redkirina pêşniyara HDPê kurd in, ji ber ku kurd di nava HDPê da ne, ji ber ku HDP xwe hinekî nêzî kurdan û BDPê nîşan dide, Kiliçdaroglu hevkariya bi HDPê ra red kiriye...

Mêrik hewqasî neyarê kurda ye rayên wan jî qebûl nake, dibêje nêzîkayiya bi kurdan ra ewê zirarê bide me.

25 mars 2014

Naskirina însên zor e


Mixabin naskirina însên(mirov) pir zor e. Bi taybetî jî naskirina însanên nuha. Însanên nuha pir luht in, pir fêlbaz in, pir durû ne, xwediyê gelek maskeyên cûr be cûr in. Loma jî naskirina însanên nuha hemahema ne mimkûn e.

Belê, bi rastî jî naskirina însên(mirov) zor e û bekî jî ne mimkûn e. Ji ber ku însan derya ye, wek bîreke bêbinî ye. Meriv tu carî nikane xwe bigihîne binêbinî û bizanibe çi di wir da heye.

Çimkî ”deqa însên” wek ya fêkî ne ji der e, di hundur da ye, xuya nake. Deqa fêkî ya kurmî xuya ye, ji bo naskirinê meriv dikane tahm jî bike. Lê însan ne wiha ye, însên meriv nikane tahm bike, ji ber ku deqa wî, yanî kurmîtiya wî di hundur da ye.

Loma jî ji bo naskirina însên dibê meriv pê ra gelkî bikeve û rabe, pê ra tîcaretê û rêwîtiyê bike, pê ra hefsê razê, siyasetê bike, rojên teng bijî…

Yanî ji bo naskirinê dibê meriv însên di gelek der û rewşan da biceribîne. Ya na meriv nikane nas bike, meriv tim dikane bixape.
Ma 12-13 sal berê kê dizanîbû ji Erdogan ewê mitoman û dizekî hewqasî mezin derkeve?

Bêguman ne hevalên wî û ne jî milet dikanîbûn Erdoganê îro texmîn bikirana. Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Bi guherandina şertan ra însan jî diguhere. Meqam, hukum, pere, serwet, mal û milk însên diguhere. Hinekan pir, hinekan hindik diguhere, hinekan ezîz û hinekan jî rezîl dike.

Dema em bûn kurdperwer û bûn endemên partiyan em xort bûn, em merivên pir paqij, pir dilsoz, pi canfîda bûn. Baweriya me bi hevalên me, bi serokên me dihat. Bi nîv gotina wan em diçûn mirinê.

Lê roj hat me dît ku me hevûdu baş nas nekiriye. Serokên me, gelek kesên berpirsiyar û lîderên me bûn kelekên kurmî û derketin.
Me dît ku em xapiyan e, me hevûdu têra xwe nas nekiriye.

Ev yek ji bo Erdogan jî wiha ye, di destpêkê da meriv hevûdu nas nake. Ez bawer dikim gelek hevalên wî û kesên ray danê, kesên pesnê wî didan nuha ew jî şeqizî ne. Nizanin çi bibêjin. Ji ber ku mîtomanî û diziya Erdogan ji texmîna rimildaran jî derbas bûye.
Ez bawer dikim di pêşereojê da li ser şexsiyeta Erdogan û çawa kanîbû hewqas însan, hewqas derûdor bixapanda û bihata meqamekî wiha ewê bi cildan kitêb werin nivîsandin.
Lê însan wiha ye,
wek fêkî deqa wî ya kurmî ne xuya ye,
ji ber ku di hundurê wî da ye.

Heta partiyên me ev partî bin zimanê me ewê tim tirkî be !



Hevalekî min ê Facebookê bi navê Mohammad Kheir Cheikho, gazin ji tirkiya kurdên bakur kiriye, gotiye, birazêyê wî yê 16-17 salî berî çend rojan li Almanya li bajarê Boximê çûye Newrozê.

Dema ji Newrozê vegeriyaye mal, ji apê xwe ra gotiye, ”min tiştek ji wan fam nedikir, her tişt bi tirkî bû û her kes bi tirkî dipeyivî, tenê stran bi kurdî bûn. Wek mirov biçe daweta xerîban.”

Mohammad Kheir Cheikho dû ra jî ji kerba dilê xwe gotiye, ”Ma Elmaniyayê jî kurdî qedexe kiriye bavê min?”
Na, Almanyayê qedexe nekiriye, asîmîlasyonê û siyaseta partiyan qedexe kiriye.

Xeta xwar ji gayê pîr da ye, muesebîb partî, siyasetmedar û rewşenbîr in, ew tirkî dixin devê milet û bi milet gudarîkirin didin…

XXX
Partiya Erdogan AKPê li Rihayê bêyî ku ji Şivan Perwer destûrê bigre(li gorî gotina birayê wî)rismê Şivan Perwer, serokwezîr Erdogan û Îbrahîm Tatlises yê li Amedê di dema serdana serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî da bi hev ra kişandibûn wek afîşê hilbijartinê li gelek derên bajêr bidarde kirine.

Birayê Şivan Perwer Xelîl Aygun gotiye Şivan ji vê yekê pir aciz bûye û loma jî telefonî wî kiriye û gotiye ew naxwaze bi vî rengî were bikaranîn.

Lê ez fêm nakim çima ew bi xwe beyanekê nade. Heger bi rastî jî li dij e dibê beyanekê bide û bûyerê mahkûm bike.
Gava meriv ne jîr be, zû were xapandin û bi kenekî dijmin ra hol bibe, netîce wiha dibe; xelk bi meriv dilîze û dike aletê siyaseta xwe.

Heyfa ked û xizmeta wî ya salan, bi kevçî top kir, bi heskê belav kir. Heyf!
Dibê ev yek ji bo hemû kurdên dost û hevalbendên Erdogan jî bibe ibret…

24 mars 2014

Pêşeroj ya miletê kurd e


Ji ber ku miletekî wek kurdan hewqasî mezin bindest bûye, welatê wan bûye çar perçe û ew jî wek cîranên xwe nebûne xwedî dewleteke serbixwe hertim herkes matmayî hîştiye. Bi rastî jî fêmkirina vê dîroka kurdan ya trajîk ne rehet e.

Miletekî hewqasî mezin çawa dikane têkeve vî halê rezîl?
Ez dibêjim serxwebûna me jî wek bindestiya me ewê bi hêsanî neyê fêmkirin, ewê herkesî matmayî bihêle.

Alem û dîroknas ewê bibêjin, yaho kurdan bi serê xwe, bêyî alîkariya ji derve çawa kanîbûn zora çar dewletan, Emerîka, gelek dewletên Ewrûpî û Natoyê bibira?

Evê bibe. Ev roj nêz e, herkes ewê vê pirsê ji xwe bike: Kurdan ev yek çawa kir?
Baweriya min ew e kurd ewê li Rojhilata Nêz dewleta herî modern, herî demokratîk ava bikin. Di siyasetê da bi wekheviya jin û mêr kurd ji nuha da bingehê vê dewleta modern û demokratîk davêjin.

Pêşeroj ya miletê kurd e, herçar dewletên serdest dirizin, dibin dewletên paşdemayî, dewletên serdema navîn, dewletên mezhebî, dewletên dizan û çeteyan.

Şansê van dewletan li hemberî miletê kurd yê modern, demokrat û azadîxwaz tuneye.

XXX
Îşev(22/3) ji dilê in nayê tiştekî binivîsim. Her roj eynî çîrok e. Herewere Erdogan û Erdogan. Weleh mêrik bi îktîdarê ve bûye qirnî, ji bo ku ji ser hukim nekeve dikane bi welatekî ra hebekê derxe.

Li Tirkiyê mistewa siyasetê pir ketiye. Derew û demagojiyên Erdogan û birbira Bahçelî û Kiliçdaroglu meriv diwestîne. Carna ez ji xwe ra dibêjim, kesên li Tirkiyê û Kurdistanê dijîn çawa nexweş nakevin, çawa dikanin li hewqas derew û gotinên beradayî û hertim li eynî tiştî guhdarî bikin.
Xwedê alîkarê gelê me be…

22 mars 2014

Dilbixwîn Dara û du kurdên zilamên neyarên xwe



Dilbixwîn Dara di nava kurdan da rojnamevanekî ne xerab e, spîkerekî baş e, programên balkêş û baş çêdike. Bi programên xwe, bi pirsên ji mîvanên xwe balê dikşîne ser xwe.

Lê li gel vê jî di programên xwe yên Rûdawê da pir ne serketî ye, baş dest pê dike, di destpêka programê da pirsek, du pirsên baş dike, lê dû ra însîyatîfê wenda dike. Pirsên dibê ji mîvanên xwe bike, nake, li ser mijara programê ne xwedî haziriyeke baş e. Gava mîvanên wî tiştên nerast, tiştên beradayî dibêjin, naçe ser wan, cî li wan teng nake. Ev jî dibe sebebê yê hember sivik xelas bibe.

Û di nava progrmê da jî, gava mîvan hin tiştên bêbingeh dibêje, gotina wî/wan nabire û hin pirsan jê nake. Û pir ecele dike, pir dilezîne.

Îro di înternetê da min li programa wî ”Dualî” temaşe kir. Program li ser şerê nabêna Erdogan û Gulen bû. Mijareke balkêş û girîng bû. Mîvanê programê yek jê nivîskarê rojnameya Mîlatê Ahmet Ay(nêzî Akpê ye) û yê din jî berpirsiyarê ofîsa Ajansa Cîhanê ya Nûçeyan Ahmed Aziz Istegun(nêzîkî Cemaetê ye)bû.

Yanî du kurdên zilamên neyarên xwe bûn, herduyan jî bi ruh û can heqî û paqijiya şêxê xwe diparast.

Ahmed Ay, bi çavê ewliya li Erdogan dinêrî, digot ”haşa û sima haşa” ku Erdogan diziye bike.
Îstegun jî ne bi qasî Ay ba jî, lê wî jî wek mirîdekî temam şêxê xwe Gulen diparast.

Pirsa pêşî baş bû, AKP û Cimaet çima hatin hemberî hev, Gulen û Erdogan çima wiha bûn neyarên hev?

Lê dû ra, dema Ahmet AY û Îstegun dest bi peyvê kirin û herduyan jî bi sedaqeteke mezin şêxên xwe parast in, Dilbixwîn pirsên dibê ji wan bikira, nekir. Bi pirsên xwe cî li wan teng nekir, herdu serî jî ji xwe ra peyivîn û peyivîn.

Heta, carnan gava pirsek di cî da dikir jî li bende bersîva pirsa xwe nedima, di bersîvê da israr nedikir, pirsa wî di nava qelebalixa gotinan da wenda dibû.

Mesela carê pirsek xweş ji Îstegun kir, got:
-Çima Cimaet piştgiriya BDPê nake?
Îstegun bersîva pirsa wî neda, got em piştgiriya CHPê nakin û wî jî di pirsa xwe da israr nekir, bê ”Cimaet” çima piştgiriya BDPê nake?

Dîsa wek rojnamevan dibê ji van herdu kurdan bipirsiya, bigota hûn herdu jî kurd in, lê hûn herdu jî hevalbendên du hêzên li dijî kurdan e, du hêz û lîderên ku herdu jî dibêjin ”yek dewlet, yek milet, yek al û yek welat”. Yanî herdu serî jî li dijî dewletbûna kurdan perçebûna Titkiyê ne.

Çima wek kurd hûn nabin hevalên BDPê, Hak-Parê? Heger ew ne partiyên îslamî ne, çima hûn nabin hevalên Huda-Parê ya jî Tevgera Azadî?

Heger ew jî nabin, ev hemû hêz û partî jî ne li gorî bawerî û fikirên we ne, ma hûn mecbûr in bibin hevalên tirkan, hevalên du lîderên ku dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk?

Hukûmeta AKPê jî Newroz pîroz kiriye (!)


Li çend deran Dewleta Tirk jî Newroz pîroz kiriye, wezîran, walî, serokê belediyan û giregirên hukûmeta AKPê xwe di ser Agirê Newrozê ra hol hil kirin. Li bajarê Uşakê serokê belediyê di dema holkirinê da pir xerab ketiye û xwe êşandiye. Li çend derên din jî giregirên dewlet û hukûmetê ketine û manzarayên gelkî komîk nîşan dane.

Li her derê, li welatên Newroz lê tê pîrozkirin milet Newrozê pîroz dikin, lê tirkiyê ev çend sal in ji qahra kurdan ra dewlet pîroz dike. Ji xwe komedî jî di virda ye, cejnek gava di kultura miletekî da tunebe milet pîroz nake.

Ji xwe "miletê tirk" bi piranî miletên Balkan û Kafkasa in, ma ji çi ewê Newrozê pîroz bikin ku? Çi têkiliya miletên Balkan û Kafkasan bi Newrozê heye ku?

Heger bi rastî tirkan jî wek milet Newroz pîroz bikira, baş e ma heta nuha di bin kumê min da bûn, çima heta nuha pîroz nedikirin?
Derew e, qehreke nîjadperstiyê ye, siyaseteke li hemberî kurda ye.

Lê bi zorê cejnek nabe beşê kultura miletekî, pir pir dime mijara sahneyên komediyên di facebookê da belav kirine.

XXX
Bi rastî jî Erdogan twîtter girt !

Piştî daxuyaniya Recep Tayyîp Erdogan ya do, ”Emê tiwîtter miwîtteran hemûyan bigrin, emê koka tiwîtterê biqelînin, dinya çi dibêje qet ne xema min e, ezê hêza komara Tirkiyê nîşanî dinyayê bidim”, Tirkiyê bi rastî jî guh da vê fermana Erdogan û tiwîtter girt.

Belê Tirkiye, welatê berendamê Yekîtiya Ewrûpayê tiwîtter girt û bi vê riyê jî mezinî û hêza komara Tirkiyê nîşanî dinyayê da(!)
Ji do bi şef saet ji 23.45a û virda li Tirkiyê kes nikane xwe bigihîne twîtterê, twîtterê bikar bîne…

Diyar e mêrik(Erdogan) bi çavê Nemrûdê sedsala 21ê li xwe dinêre, ew wisa bawer dike ku bi yasaxkirinan ewê kanibe rê li ber belavbûn û bihîstina rstiyê bigre.

Lê rojên pêş ewê nîşanî Erdogan bide ku ev yek ne tu rê ye û ne minkûn e.
Lê ev yasaxkirin û hewildana ji ber bêçaretiyê jî nîşan dide ku di rojên pêş da ewê hin vîdeoyên(tapên) hîn muhîmtir belav bibin. Belkî hinekên wan tew bi risim bin. Belkî Erdogan agahiyên wiha bi ber guhê Erdogan ketibin û loma jî dixwaze rê li ber belavbûna van vîdeoyan bigre.

Lê di vê dinya nuh da, li hemberî vê teknîk û teknolojiya nuh tedbîrên wiha hewildanên vala ne.

XXX
Gelî xwendevan, dost û hevalên hêja û kurdperwer, Newroza we û ya hemû kurdên azadîxwaz pîroz be!
Bira sala 2014a li herçar perçeyên Kurdistanê ji bo gelê me bibe sala yekîtiya netewî û bidestxistina azadî û serxwebûnê.
Bijî Newroz!
Bijî berxwedan û têkoşîna miletê kurd ya li hemberî bindestiyê û kolonyalîzmê

20 mars 2014

Erdogan Cimata Gulen belav bike ji me ra baş e


Şerê Erdogan û Gulen heta yek zora yekî bibe ewê dom bike. Bi îhtîmalek mezin Erdogan ewê zora Gulen bibe û di pêşerojê da ewê hemû mekteb, dersxane û malên telebeyan(yûrd) hêdî hêdî bide girtin.

Erdogan mecbûr e viya bike. Ji ber ku ”marê” birîndar gelkî tahlûketir e, pir êrîşkar e. Loma jî Erdogan ewê bixwaze ”mêr” birîndar nehêle, temam bike.

Lê helbet ”mar” jî ewê li ber xwe bide, ewê bixwaze bi Erdogan vede…
Bêguman herdu serî jî dijminên miletê kurd in û hedefa wan ew e ku tevgera kurd ya netewî têk bibin. Di vê hedefê da di nabêna wan da tu ferq û dijayetî tuneye.

Lê li gel vê jî bi dîtina min Gulen û tevgera wî, ji bo me kurdan sed qatî ji Erdogan û AKPê xetertir e.

Loma jî heger Erdogan bikanibe zora Gulen bibe û Cimatê li Kurdistanê jî tasfiyeke bike, ji bo me kurdan baş e û dibê em pir kêfxweş bibin.

Ji bo me kurdan, Gulen ji Erdogan û Cimatjî ji AKPê pir û pir xetertir e. Dibê em vê ferqê bibînin û siyaseteke li gorî bimeşînin.

Şerê li hemberî partiyeke siyasî ji şerê li hemberî tevgereke îslamî ya tirk gelkî hêsantir e.
Heta nuha gelek partiyên tirk li Kurdistanê pir xurt bûne, lê rojek hatiye qediyane.

Bi dîtina min ev yek ewê serê AKPê jî, wek partiyên din AKP jî ewê biqede, Erdogan jî ewê vê hêza xwe wenda bike û ji ser hukum da bikeve.

Lê tevgera Gulen ne wiha ye. Carê him Gulen wek şexs merivekî pir tahlûke ye û him jî tevger û îdeolojiya wî panturkîst e û neyarê miletê kurd e.

Kesê ji Gulen hez bike, Gulen ji xwe ra wek rêber bibîne miheqeq antî-kurd e, neyarekî kurdan yê sinsî ye.

Dibê em kurd vî qerekterê îdeolojiya Gulen ya panturkîst bibînin.
Gulen dixwaze bi nermayî, bi riya dîn, bi riya biratiya îslamî, bi riya perwerdeyê û alîkariyên madî kurdan ji hestên kurdayetiyê dûr bixe û wan bike dîndarên panturkîst.

Loma jî di şerê Erdogan û Gulen da dibê em tu carî piştgiriyê nedin Cimatê û nebin abûqatê Gulen û tevgera wî. Xwedê bike Erdogan tevgera Gulen ji binde tasfiyeke bike. Tiştekî wiha li kara me ye…

Li Wêranşara xopan tiştên baş dibin


Li Wêranşarê di vê hilbijartina îsal da eşîrên Wêranşarê yek bi yek dev ji partiyên tirk berdidin û bi meş, bi def û zurne û bi helahalayeke mezin tevî BDPê dipin. Bêguman ev, ciyê kêfxweşiyê ye.

Ez dibêjim belkî di dîroka Wêransasarê da ev cara pêşî ye hewqqas eşîrên kurd û ereb bi hev ra piştgiriya partiyeke siyasî dikin.

Berê jî carê tifaqeke nêzî viya çê bû, lê ew tifaq ji bo piştgiriya sanatoriya Xelîl Begê Millî bû. Lê ya nuha ne ji bo neviyên Îbrahîm Paşayê Millî ye.

Sebeb û bingehê tifaqa îcar hinekî li dijî hukûmetê-dewletê û hinek jî kurdayetîye. Li hemberî dewletê, AKPê piştgiriya kurda ye. Ev yek gelkï muhîm e. Ez bi xwe pir û pir muhîm dibînim û qedir didimê û bi heyecan taqîp dikim.

Loma jî ez bi xwe qîmeteke zêde didim vê pêşketinê û vê tifaqê û nêzîkbûna kurd û ereban. Bi kêmanî qismekî ereban.
Bi qasî xuya ye Emrulah Cîn ewê bi ferqek mezin qezenc bike. Ez ji nuha da wî pîroz dikim.

Heger Emrulah Cîn qezenc bike, dikane bi têkilî û xizmetên belediyê di çarçewa Wêranşarê da bingehê vê tifaqa netewî û hebekî jî li dijî dewlwetê xurttir bike.

Heger belediye partîzaniyê neke û di xizmetê da ferqê nexe nabêna însanan, piştgiriya eşîran ewê dom bike.
Ji bo ku têkiliyên eşîran ji partiyên dewletê qut bibin û ereb xwe nêzî kurdan bikin, vê hilbijartinê zemînekî baş peyda kiriye. Belediye bi siyaseteke rast û millî dikane vê zemînê qewîtir bike.

Bi hêviya ku Emrulah Cîn qezenc bike û li Wêranşarê van tiştên min li jor qal kirin bi cî bîne.

XXX
Diyar e zivistana me poşman bû bi paşda hat. Em bi çend rojên xweş xapiyan, me got qey buhar hat, lê wisa xuya ye em şaş bûne. Zivistan îro(19/3) ji nuh ve bû mîvana me. Derve pûk e, Stockholm di bin berfê da maye...
Swêd wiha ye, meriv tu carî nikane baweriya xwe bi hewayê bîne...

18 mars 2014

Heger zimanê me bibe tirkî emê jî bibin tirk



Heger em dixwazin her kurd zimanê xwe fêr bibe, bikanibe bixwîne û binivîsîne dibê em bi lez û bez tiştekî bikin. Li hemberî asîmîlasyonê dibê em xwedî program û hedef bin.

Lê ji bo biserxistina karekî wiha jî tevgerek zimên lazim e, rêxistineke ku kanibe pêşengiya karekî wiha bike. Ji ber ku karê wiha bê rêxistin nabe.

Tiştê xuyaye nêta hukûmetê tuneye perwerdeya bi kurdî qebûl bike û mafekî mayinde bide kurdan. Pêşeroja AKPê jî pir ne diyar e, kes nizane heta du salên din ewê çi bibe û kî yê were ser hukim.

Loma jî dibê em kurd li hêviya dewletê nemînin û li hemberî asîmîlasyonê miheqeq hin gavan bavêjin.

Kurd, wek berfa roj bide ser dihelin, yanî bi suretek pir mezin asîmîle dibin.
Sê sal berê li ser riya Wanê di otobozê da ez rastî Berken Breh hatim. Di sohbeta me ya ser girîngiya zimên û rewşa xortan da, got weleh li Şirnexê piraniya xortan, lê bi taybetî jî keç bi tirkî dipeyivin û kesên kurdîaxêv roj bi roj kêm dibin.

Dîsa du roj berê di twîttirê da min hinekî bi dostê xwe yê hêja Xalidê Sadînî ra sohbet kir. Wî jî got, ”Mixabin, sed car heyf û mixabin ku li Colemêrga kurdewar jî keç û xort bi piranî Tirkî diaxivin...”

Nuha heger li Şirnexê û li Colemêrgê rewş ev be, li bajarên din yên Kurdistan sedcarî xerabtir e. Û xerabtir e jî.

Ji salên 80î û virdaye qîreqîra min e, ez dikim gazî û hawar lê dengê min naçe serok, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan. Miletê kurd li ber çavê me asîmîle dibe û em li hemberî vê asîmîlasyonê tiştekî nakin, bendekê li hember ava nakin.

Mesele êdî ji peyvê û leqeleqa vala derbas bûye, dibê konkret tiştek were kirin.
Ji ber ku bi gotinê, bi gazanan rê li ber asîmîlasyonê nayê girtin, dibê hin biryar werin girtin, tevgerek li hemberî asîmîlasyonê were avakirin.
Em dikanin çi bikin, biryarên çawa bigrin?

Bi dîtina min dibê tevgera, rêxistina, komeleya kurdîaxêvan, kurdîparêzan were avakirin. Û însan bibin endamê vê tevgera zimên, zimanê kurdî di nava xortan da belav bikin.

Wek tevgera femînîstan, wek tevgera keskan ji bo parastina zimanê kurdî jî dibê tevgerek çê bibe. Heger tevgereke wiha xwedî program çênebe kes ji ber xwe li kurdî xwedî dernakeve û kurdî fêr nabe, nade fêr kirin. Girîngiya zimên fêm nake.

Hema hema ez her roj ji kurdan ra dibêjin bi hev ra bi kurdî bipeyivin, heger hûn nivîsandinê nizanin fêr bibin. Herkes dibêje rast e, dibê meriv bike lê netîce li ber çava ye.

Loma jî ji bo fêrkirin û bipêşxistina kurdî dibê meriv bi rengekî organîze bixebite, propagandeyê bike. Li Kurdistanê bajar bi bajar bigere û civînan çêke, semîner û konferansan bide.

Yanî bi gotegot, ga naçe cot, dibê meriv tiştekî bike, seferberligekê îlan bike.

Ez tim dibêjim, bi baweriya min, kurdê haya wî ji kurdayetiyê hebe, bibêje ez kurdperwer im û bi zarok, dost û havalên xwe ra bi tirkî bipeyive hemû gotinên wî pûç in. Îro kurdayetiya herî lazim axaftina bi kurdî ye, kurdê viya neke wezîfa xwe ya netewî bicih nayne.

Dema ziman here edebiyat jî namîne, muzîk jî namîne, zargotin jî namîne. Ji ber ku her tişt bi zimên dibe, gava ziman bihele û tirkî têkeve dewsa kurdî, êdî edebiyat û muzîka kurdî jî namîne, folklora kurdî jî namîne. Û ji bo me kurdan mirina zimên mirina me ye…

16 mars 2014

Dîtina kurdên wiha min kêfxweş dike


Bîstik berê di TRT6ê da min li programa "Bajarê Me" temaşe kir. Bajar Riha bû û li ser Rihayê dipeyivîn.

Ji ber ku program li ser Rihayê û beşdar jî rihayî bûn, min meraq kir û heta dawiyê lê temaşe kir.

Kûçik bi qusandinê nabe tajî



Bi dîtin amin kûçik dibe tajî lê siysetmedarên tirk nabin însan, dev ji neyartiya kurdan bernadin.
Hela bala xwe bidinê hukûmeta AKPê li Wanê li hemberî Nêçîrvan Barzanî çi bêedebî kiriye…

Li Wanê di civîna wezîrên derve yên Azerbeycan-Îran û Tirkiyê da serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî axaftinek kiriye. Wergêrê tirkî, axaftina Barzanî şaş û li gorî dilê xwe wergerandiye tirkî.

Nêçîrvan Baranî di axatina xwe da gotiye, ‘’Di tarîxa Kurdan da girîngiyeke taybet ya bajarê Wanê heye. Cara pêşî di 1930î da Şêx Ehmed Barzanî hat Wanê û ji vir çû Enqere û Stenbolê.”

Wergerê tirk ev axaftina Nêçîrvan Barzanî guhertiye û wiha wergerandiye tirkî:
”Di proseya vekirina demokratîk da bi piştgiriya Enqerê roleke girîng ya bajarê Wanê heye.”
Piştî ku wergêr çend xeletiyên din yên wiha dike, Nêçîrvan Barzanî bi hawakî fêm kiriye û gotiye:

”Tiştê ez ji tirkî fam dikim axaftinên min wek xwe nayên wergerandin.”
Li ser van gotinên Barzanî, Davutoglu daxwaza lêborînê kiriye û gotiye:
”Em ji dil û hestê we fam dikin, pêwist nake em ji zimanê we fam bikin.”

Di xeberê da nayê gotin gelo werger yê Nêçîrvan Barzanî ye ya jî yê Davutoglu ye.
Bi dîtina min ev bersîva Davutoglu ji nîjadperestiya wergêr xerabtir e. Ji dêlî ku ji wegêr dîqetê bixwaze, gotiye ne hewceye em ji we fêm bikin hûn çi dibêjin. Ne hewce ye ji ber ku Davutoglu axaftina Nêçîrvan Barzabî kêm û şaş fêm bike jî pir ne muhîm e. Heger li hemberî serokekî ewrûpî ev bêedebî bihata kirin, Davutoglu ewê negota ”pêwîst nake ji zimanê we fêm bikin…”
Kûçik bi qusandinê nabe tajî û we selam…

XXX
Di sohbeta twîttê da birayê min ê hêja Xalid Sadînî gotiye:
”Mixabin, sed car heyf û mixabin ku li Colemêrga kurdewar jî, keç û xort bi piranî Tirkî diaxivin...”
Vê rastiya tahl îşev ewê xewê li min biherimîne. Ez ji pêşeroja me pir xemgîn bûm.

Sibe, piştî bîranîna merasima Helepçê heger em zû werin mal li ser vê malkambaxiyê ezê tiştekî binivîsim.
Bi baweriya min, kurdê haya wî ji kurdayetiyê hebe, bibêje ez kurdperwer im û bi zarok, dost û havalên xwe ra bi tirkî bipeyive hemû gotinên wî pûç in û kufrê dike. Kurdayetî îro axaftina bi kurdî ye, kurdê viya neke wezîfa xwe ya netewî bicih nayne

Li ser alimên tirk û ewrûpî


Îro min facebooka xwe da nivîseke Selahadîn Bûlût parve kir. Bûlût, bi kurtî qala serdana lînguîstê alman Dr.Sebastian Heine kiriye.
Dr.Sebastian Heine, alimekî hîn xort e, li zanîngeha Bonnê di beşê zimannasiyê da li ser Hindnasî û Keltnasiyê dixwîne. Em ji Bûlût fêr dibin ku Heine li dora çel zimanî dizane, lê bi çarde zimanî baş dizane, dikane bi 14 zimanî bipeyive, bixwîne û binivîsîne.

Ne Sabastian Heine tenê, hemû lînguîst (zimannas) û oryantalistên (şarqîyatiçiyên) yanî alimên rojhilatnas yên ewrûpî kêm zêde bi hewqas ziman dizanin. Ji xwe heger bi hewqas ziman nizanibin, nikanin bibin lînguîst ya jî oryantalîst û alimekî cidî.

Yanî li Ewrûpayê Dr.Sebastian Heine, ne îstîsna, qaîde ye. Lînguîst û oryantalîstek dibê yek kêm, yek zêde bi hewqas ziman bizanibe.

Gava tirk û kurd rastî alimekî ewrûpî yê wiha tên devê wan ji hev dihere, dibêjin yaho meriv çawa dikane bi hewqas zimanî bizanibe?

Alimên ewrûpî dizanin û mecbûr in bizanibin.
Ewrûpî ne wek tirkan e, merivên cidî ne û karê xwe jî pir cidî digrin. Kîjan kar, kîjan ilim dibe bira bibe, kesê wî karî dike karê xwe, ilmê xwe pir baş fêr dibe, mecbûr e baş fêr bibe.

Lê li Tirkiyê sîstem ji ilim bêtir derewan, fêrî însanan dike. Loma jî di ilimê sosyal da ji tirkan qet alim dernakeve. Dernakeve ji ber ku naxwazin rastiyê fêrî însanan bikin.

Tirk û kurd ji şerê Çaldiranê(1514)û virda ye yanî tam ev 500 sal in di nava hev da ne, bi hev ra dijîn.
Beşekî mezin yê Kurdistanê hîn jî di bin îşxala Tirkiyê da ye. Ji avabûna cumhûriyetê û virda kurdan gelek caran serî hildana û şerê çekdarî kirine. Ji van şeran yê dawî ev 30 sal in dom dike.

Yanî bi kurtî, kurd û tirk ev 500 sal in bi hev ra dijîn. Lê li gel vê dîroka dûr û dirêj dîsa jî alimekî tirk, lînguîstekî tirk ê ku bi hemû lehçeyên kurdî bizanibe tueneye. Bira zanîna hemû lehçeyên kurdî li wir bimîne, hîn lînguîst, rojnamevan, nivîskar, zana, alim, dîroknas, folkorîstekî tirk ê bi kurmancî baş bizanibe jî tuneye.

Tiştekî wiha li Ewrûpayê ne mimkûn e. Kîjan dewleta Ewrûpa di dewsa tirkan da bûya nuha bi sedan alim û zanayên wî welatî bi kurdî dizanîbûn û kurdnas û zimannasê zimanê kurdî bûn.

Lê li Tirkiyê tiştekî wiha ne mimkûn e, ew ancax înkara kurdan, tunebûna kurdî fêrî ”alimên” tirk bikin.
Ji xwe ji ber vê ferqiyetê ye Ewrûpa bûye merkezeka pêşketinê, medeniyetê û demokrasiyê.
Li Swêd her abûqat, hakim, dozger, tuxtor, dîroknas, mamoste, welhasil her akademîsyen, her kesê ku zanîngeh qedandibe bi kêmanî bi du zimanan dizane...

Lê Tirkiyê ne herkesê zanîngeh qedandiye, profesorên zanîngehan rindikî bi îngilîzî nizanin. Li Tirkiyê hîn lînguîst û oryantalîstek cidî tuneye.

Yanî dema meriv bi xelkê ra miqayese dike, meriv dibîne ku tirk çiqasî nezan û reben in. Lê çi heyf ku ne haya wan û ne jî haya piraniya kurdan ji vê rebeniya tirkan heye.

15 mars 2014

Heger kurd hene dibê partiyên wan jî hebin


Her pênc parlamenterên BDPê yên ji hefsê hatin berdan derbasî HDPê bûn.
Parlamenterên BDPê Kemal Aktaş, Faysal Sariyıldiz, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim, îro bi hev ra civînek çapemeniyê çêkirin û gotin ew derbasî HDPê dibin.
Kurdan wek namzedên BDPê rayên xwe dan wan û loma jî dibê wek parlamenterên BDPê bimana. Mesela heger min bizanîbûya ewê herin HDPê û Kurkçu ewê bibe serokê wan, min piştgiriya wan nedikir.
Ez naxwazim di vê dema krîtîk da bi rexneyên xwe BDPê zeîf bikim ya jî zirarê bidemê. Ez dixwazim di vê hilbijartinê da BDP li hemberî AKPê biserkeve û ji hilbijartinan xalîp derkeve. Ez vê yekê ji bo hedefa xwe ya pêşerojê muhîm dibînim.
Lê dibê ez bibêjim ez bi xwe vê taransferê rast nabînim û wek kurdekî piştgirî daya BDPê nerazîbûna xwe nîşan didim.
Kurdan ne ji bo ku Ertugrul Kurkçu bibe serokê wan ray dan wan. Bira kurd di partiyên xwe da bixebitin û tirk jî di pariyên xwe da.
Bira çepên tirk partiyên xwe çêkin û em bi hev ra hevkariya bikin, bi hev ra cepheyekê çêkin. Lê ne ku wek hertim em nig bin û ew jî serî...
Em ji wan ra partiyê ava bikin, wan bikin parlementer û serêkên xwe. Ev şaş e, dibê meriv li dijî vê siyasetê derkeve. Kurkçu û Onder ji bo ku bibin parlamenter û welatê wan perçe nebe îro piştgiriyê didin PKKê. Lê sibe, roja ku PKK siyaseteke ne li gorî dil wan biparêze, bibêje serxwebûn ya jî fedreasyon ewê jî wek Yalçin Kuçik û Perînçek bibin dijminê PKKê û Ocalan.
Em ji kurdên di anva AKPê da ne dibêjin îstîfa bikin, lê li alî din em diherin dikevin nava partiyek tirk û yekî tirk dikin serokê xwe. Ez bi xwe viya rast nabînim.
Em kurd miletek in, dibê em xwedî dem û dezgehên xwe yên netewî bin, xwedî partî, komele û sendîkayên netewî bin. Ne ku em partiyên xwe fesih bikin û herin têkevin nava partiyên tirk.

XXX
Heger kurd dixwazin şer raweste, aramî were Kurdistanê û ji bindestiyê azad bibin dibê rayên xwe nedin AKPê, nedin CHPê û MHPê. Gava kurdan rayên xwe dan xwe û partiyên tirk li Kurdistanê ray negirtin wê demê mesela kurd bi rehetî hel dibe.

XXX
Bifikire ku îmamek ji cimata xwe ra bibêje ez bi erebî nizanim, nizanim dua bixwînim lê dîsa jî dixwazim ji we ra îmamtiyê bikim.
Helbet tiştekî wiha ne mimkûn e, îmamê bi erebî nizanibe, nizanibe dua bixwîne nikane îmamtiyê bike. Dema bixwaze jî cimatê pê bikene.
Lê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd him bi kurdî nizanin û him jî pêşengiya gel dikin. Û gel jî bi van siyasetmedar û rewşebîran nakene, wan naqewitînin…

13 mars 2014

Çete û qatil ne bi "emrê" Emerîka, bi emrê Erdogan hatin berdan..



Endamê Komîteya Birêvebir yê KCKê Duran Kalkan, di axaftina xwe ya Stêrk TVê da gotiye, ji bo berdana Ergenekonciyên girtî Emerîka ”lampa kesk vêxist.”
Li gorî Kalkan, di berdan û girtina serekerkanê berê Îlker Başbug da rola Emerîka heye. Ji bo berdana Îlker Başbug ”Emerîka lempa kesk vêxist...”
Weleh ev îdîa bêbingeh e, Emerîka nikane emrir bide Erdogan û bi sedan însanan bidin girtin. Û dû ra jî nikane bibêje berde û bide berdan…
Tirk jî tim wiha dikin, her gelşê û bûyerê bi Emerîka, Îsraîl ya jî bi dereke din ve girê didin. Vana hemû teoriyên komplociyan e, bêbingeh in û ji bo neyratiya Emerîka û Îsraîl tên kirin. Tirk tm dixwazin sûc têxin hustuyê hinekên din. Ev ne rast e.
Kes nikane kesî mecbûrî tiştekî bike. Cimata Gulen dixwest Ergenekonciyan, ”kemalîstên”, layiqan yanî kesên li dijî xwe ji ber xwe da bixînin û dewletê têxin destê xwe. Ev yek di serî da hat hesabê Erdogan jî. Wî digot belkî Gulen jî û Cimata wî jî di bin dest û emrê wî da ne, ewê tu carî bêemriya wî nekin.
Lê dû ra dît ku mesele ne wihan ye, ew li ber golika ye, rişme ne didestê wî da, di destê Gulen da ye. Serokê esasî ne ew e, Gulen e…
Bêyî van sebeban, Gulen hin dizî û nelirêtiyên Erdogan jî disrxistin ortê. Loma jî Erdogan mecbûr ma êrîşê bibe ser Gulen û dest bi tasfekirina merivên Cimatê bike.
Gulen jî ji bo pûçkirin û qelskirina Erdogan mecbûr bû hin dizî û nelirêtiyên wî eşkere bike. Ji bo ku Erdogan zeîf bibe, ji çavê gel da bikeve operasyonên wiha lazim bûn. Bêyî operasyonên wiha ne îktîdara Erdogan zeîf dibû û ne jî ew ji îtîbar da diket.
Lê kartên di destê Gulen da hemû ne ev in, di destê herdu aliyan da jî gelek vîdeo û belegeyên ku kanibin pê zirarê bidin hev hene. Çimkî herdu seriyan jî bi hev ra gelek tiştên xerab kirine, dewlet şêlandine, gelek bêqnûnî kirine.
Bi taybetî jî Erdogan gelek sûcên mezin kirine. Wî qet texmîn nedikir rojekê hinekên karibin hesab jê bipirse. Gulen bi vana hemûyan dizane.
Gulen ji destpêkê da bi hesab û program bû û loma jî di heqê Erdogan da gelek tişt top kirine.
Yanî ne belasebeb e ku Erdogan hewqasî êrîşî Gulen dike, Erdogan dizane wî çi jahr belav kiriye, ew ketiye çi feqê.
Yanî bi kinî Başbûg û Eregenekonciyên din ne bi emrê Emerîka, bi Emrê Erdogan hatin girtin û nuha jî dîsa bi emrê wî tên berdan.
Ji ber ku Erdogan dixwaze li hemberî Gulen di nava dewletê da ji xwe ra piştê çê ke. Do pişta wî Gulen bû, îro mutefikê xwe diguhere, dixwaze bi neyarên xwe yên do ra dîsa dibe dost. Bi kêmanî hesabë wî ev e. Îcar hesabê wî yê malê û bajêr ewê li hev derekeve, dernekeve ew tiştekî din e…

XXX
Qatilên bi sedan kurdî yek bi yek tên berdan. Îro jî girtiyê Doza Ergeneokê tuxgeneral Velî Kuçuk, Levent Ersoz û Fuat Selvî hatin berdan.
Diyar e Erdogan mutefikên xwe diguherîne, dev ji Cimatê berdide û bi ”Dewleta Kûr”, çete û qatilên berê ra ji nuh ve cepheyekê çê dike...
Wek tê dîtin, mutefikên Erdogan tim neyar û qatilên kurdan e. Di rojek wiha teng da jî naxwaze bi kurdan ra têkeve nava tifaqê. Ji ber ku ji bo tiştekî wiha dibê mafê kurdan bide. Lê ew tiştekî wiha nafikire…

12 mars 2014

Gulen nîjadperest û panturkîstekî neyarê miletê kurd e



Yek ji berdevkên Cimata Gulen û cîgirê serokê Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan Cemal Uşşak, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Zemanê da dîtinên Gulen yên derbarê ”hevdîtinên aştiyê” û çareseriya mesela kurd da aniye zimên û gotiye:
”Xoce efendî ne li hemberî çareseriyê, li hemberî PKKê hin îtîrazên wî hene.”

Dîsa li gorî agahiyên Uşşak, di hevdîtên aştiyê da hin xetên Gulen yên sor hene, ew jî ”îtîbara dewletê” ye. Gulen dixwaze di hevdîtên aştiyê da ” îtîbara dewletê were parastin.”

Ev sebeb jî nêşan dide ku Gulen merivekî çiqasî nîjadperest û panturkîst e. Pê zor tê dewleta tirk bi kurdan ra wek aliyekî rûne., wan wek terefekî qebûl bike. Gulen, tiştekî wiha wek heqareteke li dewleta tirk dibîne. Loma jî li dij e hukûmeta AKPê bi PKKê ra rûne û hevdîtinan bike.

Wek tê zanîn ji ber vê nîjadperestiyê Gulen neçûbû ziyareta Seîdê Kurdî, gotibû, ”wek tirkekî bi min zor hat ez herim destê wî ramîsim…”

Gulen îro jî eynî tiştî dibêje. Qebûl nake tirk û kurd wek heb bin û dewlet bi kurdan ra rûne.

Uşşak dibêje, li gorî Gulen, heger dewlet bi PKKê ra rûne û meselê çareser bike, wê demê ”îtîbara dewletê namîne.”

Yanî li gorî Gulen, rûniştina dewletê bi PKKê ra şerm e. Heger hukûmet bi PKKê ra rûne ewê şerefa dewleta tirk bişikê. Loma Jî ew li dijî çareseriya bi PKKê ra ye.

Lê li alî din, Gulen nabêje bira dewlet bêyî ku bi kesî ra rûne mafê kurdan bide.

Uşşak dibêje, xweserî û îdareya herêmî jî têda dibê kurd bikanibin fikrên xwe bibêjin. Û dû ra jî ”lê” yekê lê zêde dike û dibêje:

”Lê belê bicîanîa vê daxwazê ne mimkûn e. Heger tiştekî wiha bibe, ewê hemû mafên kurdan yên esasî û îslamî werin bloke kirin.”

Uşşak, qebûl nake ku mesela miletê kurd mesela axê ye. Li gorî Uşşak, ”Li Tirkiyê çareseriya mesela kurd ne mesela axê û îdareya herêmî ye”, meseleya demokrasiyê û mafên demokratîk e.

Yanî kurd ewê nebin xwediyên welatê xwe û xwe îdare nekin. Ewê bikanibin bibêjin em kurd in, lê belê ne xwediyê statuyeke siyasî û tu mafekî netewî bin.

Esas dijminatiya Gulen ya li hemberî PKKê ne sir e, herkes bi viya dizane. Nifirên Gulen li PKKê û gerîlla dikir hîn di hafizeya însanan da ye. Wî ji Xwedayê xwe dixwest, ”Ew koka wan biqelîne, agir bera mala wan bide…”

Lê ji nifiran jî wêdetir, Gulen bi rastî jî dixwaze dewlet hemû gerîlayên PKKê qir bike, PKK wek hêz ji ortê rake. Yanî tiştê Gulen ji dewletê dixwaze îmha PKKê ye. Ev yek êdî pir vekirî ye. Lê Uşşak vê dîtina Gulen hewqasî eşkere nabêje, hinekî modîfe û nerm dike. Yanî qirkirinê dike ”îtîraz”…
Çima ne bi PKKê ra?
Ji ber ku PKK mahne ye, ew ji PKKê bêtir li dijî çareseriyê û mafdanê ye. PKKê dike mahne.
Heger ne derew e bira bi PKKê ra rûnenin mafê kurdan bikdin. Ne hewceye bi kesî ra rûnin. Ma kesî bi destê wan girtiye?
Lê îtîraza li hemberî PKKê demagojiye, vir e, veşartina nêta xwe ya rastîn e. Gulen naxwaze miletê kurd azad bibe, bibe xwedî statuyeke siyasî,

11 mars 2014

Sê "şekirên qulpik" yên kurd pê dixapin


Rafet Balli, rojnamevakî rojnameya Dogu Perînçek Aydinlikê ye. Ne hewceye ez Perînçek û Aydinlikê bi we bidim nasîn. Kar û barê Aydinlikê yê esasî provakatorî, neyartiya miletê kurd û tevgera kurd ya netewî ye.
Ballî, çaqokêşekî Perînçek e, zilam û înformatorê wî ye. Li ku derê çalakiyeke kurdan û li ser kurdan hebe Balli bi îmaleke mezin li wir e. Ji Perînçek ra li ser kurdan xeberan top dike, raporan amade dike.
Balli di Aydinlikê da qala civîna bîranîna Mele Mustefa Barzanî ya li Diyarbekrê kiriye.
Di nivîsa xwe da li gel hin tespîtan, qala axaftina Beşîkçî jî kiriye. Gotiye, îtîraza Beşîkçî ji sê tiştan ra hebû. Li gorî baweriya Beşîkçî ev hersê tişt jî ji bo xapndina kurdan e. Û van hersê tiştan jî(Beşîkçî wan wek şekirê sêvan bi nav dike) wiha rêz dike:

-Antî-emperyalîzim.
-Biratiya gelan.
-Biratiya îslamî.

Ballî, piştî rêzkirina van hersê şekirên qulpik ku pê kurdan dixapînin gotiye:
-Dikane çi were gotin ku!
Yanî rast e. Lê çi heyf ku gelek kurdî ev rastî hîn fêm nekiriye…

XXX
Dogu Perînçek piştî berdanê di beyana xwe ya pêşî da wek gurekî devbixwîn êrîşî kurdan û tevgera kurd ya netewî kir, got, ”Îcar xweserî, ewê Tirkiye nedin perçekirine. Ewê rê nedin perçekirina welatê tirkan…”
A vî gurê devbixwîn jî demakê xwe dostê kurdan nîşan dida. Perînçek merivekî profesyonel provakator e, li hemberî kurdan çi ji dest were ewê bike…

XXX
Mahkimeyên tirk qatilên Hrant Dink, yên Şûreya Dewletê, yên 3 fileyên li Meletyê hatin qetilkirin û girtiyên Ergenekonê yek bi yek berdidin, lê kurdan bernadin. Kurdan bernadin ji berku kurdan neyarên xwe dibînin…
Mahkimeya Diyarbekrê daxwaza berdana hin girtiyên doza KCKê red kiriye, gotiye ”Îhtîmala hûn derkevin çiyê heye…”
Mêrikan ev 5 sal in bi hezaran kurd rehîn girtine û dibêjin heta hûn teslîm nebin em we bernadin.
Kurdan tu sûc nekiriye. Li ortê tu mahkime û qanûn jî tuneye, hemû derew û tiyatro ye. Tiştê heye, hukûmeta AKPê bi hezaran kurd rehîn girtine û wan bernadin.
Dibê em bi vî çavî li meselê binêrin…

PARVE BIKE