30 april 2014

Biratiya tirk û kurdan dereweke mezin e


Îbrahîm Aksoy di malpera ”navkurd” da li ser biratiya tirk û kurdan nivîseke pir xweş nivîsîye. Min beşekî nivîsê kir kurmancî. Beşê min kir kurmancî hinekî dirêje lê hêja ye.

”Daxwaza ”biratiyê” dereweke mezin e. Ji xwe ji bilî Ocalan tu kurd baweriya xwe bi vê nîne.
Heger kurd veqetin ewê kurdên Stenbolê çi bibin? Vekirî û eşkere bibêjim, ewê vegerin Kurdistanê, bibin kurd. Û yên li wir bimînin jî ewê bibin tirk. Di rabirdû da(berê)em viya jiyan, rûmên çûn Yûnanîstanê bûn rûm û yên li Anadoliyê man jî bûn tirk…
”Psîkologekî bi navê Martin Selingman, li Florîdayê hewzekî ji ortê bi cameke qalind dike du şeq. Li alîkî hewz masiyekî mîtroyek dirêj Baracudayê dirinde bicî dike. Û li aliyê din jî masiyekî ku Baracûda pir jê hez dike, masiyê palamût berra nava avê dide. Li dereke nêzî camê qût(êm)dide ber masiyê palamût. Palamût bi wextê ra tirsê ji ser xwe davêje û qûtê xwe yê li wir dixwe. Baracûda gava masiyê palamût dibîne bi xişim êrîş dikê, lê li camê dikeve û paşda dipengize. Piştî ku ev rewş gelek caran dubare dibe û gelek car canê wî diêşe Baracûda dev ji êrîşê berdide. Baracûda, dû ra gava ji ber palâmût derbas dibe jî êrîşê nabe ser, dev ji êrîşê berdide. Û piştî demekê Baracûda ji birçîna dimre…”
Îbrahîm Aksoy

Dixwazin eynî tiştî bînin serê kurdan jî, dixwazin kurdan jî wek masiyê Baracûda terbiye bikin, kedî bikin û bînin nuxteya teslîmiyetê, nuxteya dev ji daxwaza azadiya welatê xwe berdanê. Kurdan wisa terbiye û fêr bikin ku welatê xwe ji tirkan ra bihêlin û bi wextê ra wek rûman ew jî bibin tirk.

Ji xwe tirkbûna kurdan ji ya rûman jî hêsantir e. Ji ber ku rûm ne misliman bûn, dînguhertin hinekî zahmet bû, wext dixwest. Lê ji bo kurdan ev astengî jî tuneye, kurdê piçekî tirkî fêr bibe û bibêje ez tirk mesele diqede, ewê bibe tirk…

Esas nuha jî bi sedhezaran kurd heliyane û ewê hîn jî bihelin, ev rastî ne ji bo burdan tenê, ji bo her miletî wiha ye. Bi milyonan însanên îro bûne tirk, sed sal berê ne tirk bûn. Pêncî salên din, sed salên din eynî tişt ewê were serê kurdên di nava tirkan da dijîn.

29 april 2014

Yên Kurdistanê dixwazin dibê dest bidin hev


Çi dibe bira bibe, dibê meriv bixwaze, bixwaze bibe xwediyê wî tştî û ji bo bidestxistinê jî bixebite.

Ocalan, PKK, BDP, û HDP ji bo kurdan Kurdistaneke azad û dewletê naxwazin, dibêjin Kurdistaneke serbixwe û dewlet pîs e, bela ye, ne li xêra kurda ye, loma jî em naxwazin.

Lê helbet nabêjin bira tirk jî ne xwedî dewlet bin, dewleta heyî belav bikin. Ew dewletê, welatekî serbixwe tenê ji bo kurdan ne baş dibînin.

Yanî mesele ne ku hêza wan tuneye, qeweta wan nahgihîjê, dijminê me îro pir xurt e, îro şert ne musaîd in û hwd.

Na, ew wiha nabêjin. Bi baweriya min heger Ocalan ji dil dewleteke kurd bixwaze Kurdistan ewê di nava çend salan da çê bibe. Ev hêz û potansiyela kurdan heye.

Lê ji ber ku Ocalan naxwaze PKK û BDP jî naxwazin û nikanin bixwazin.

Heger Ocalan û PKKê mesela dewletbûnê bi hêzê û şertan ve girê bidana meriv fêm dikir. Mesela kurdên başûr dibêjin, ji îraqê veqetandin, serxwebûn û dewleta kurd mafê me ye, lê îro şert ne musaîd inn loma jî em venaqetin. Lê roja em veqetandinê û îlankirina dewleta serbixwe rast bibînin emê îlan bikin. Ev mafê me ye.

Ocalan, Aydar û PKK wiha nabêjin. Ew dibêjin veqetandina ji Tirkiyê û Kurdisdustana serbixwe ji bo kurdan ne baş e, ne di lehê kurdan da ye.

Gava hêz û serokên xwediyê vê dîtinê pêşengiya tevgerekê bikin çêbûna Kurdistanê ebeden ne mimkûn e. Ji ber ku naxwazin.

Sedîsedê kurdan jî bibin hevalên PKK û rayên xwe bidin HDPê, AKP li Kurdistanê rayekê jî negre ferq nake. Çimkî problem ne hêz e, daxwaz e, hedef e, îdeolojiye. Ew dewleteke kurd û Kurdistaneke serbixwe naxwazin.

Loma jî kesên wek wan difikirin, kesên ku dewleteke kurd û Kurdistana serbixwe naxwazin pir normal e ku herin nava HDPê û serokatiye Ertugrul Kurkçuyê tirk qebûl bikin. Ev mafë wan e.

Lê kesên ku wiha nafikirin, kesên ku dewleteke kurd û Kurdistaneke serbixwe dixwazin dibê hêviya ji Ocalan û PKKê qut bikin û ji xwe ra li riyeke din, li alternatîfeke din bigiren.

Gelek kurd hene di nava gurûb û partiyên tirk da ne, di nava AKPê da ne û ji bo gelê misqalekî jî naxwazin. Gelekên wan tew xwe tirk dibînin.

Meriv nikane kesî bi darê zorê bîne ser fikrê xwe û ji xwe tiştekî wiha ne rast e jî, lê dibê meriv bixebite wan bîne ser xeteke netewî û Kurdistanî.

28 april 2014

Mixabin zava bi dilê bûkê ye


Di dîroka PKKê ya siyasî da îro rojeke reş e. Hemû parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP) îro li Anqerê li Salona Gur Kent Hotela Aspendosê bi merasîmekê derbasî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bûn.

Helbet partî ya wan e, wan ava kir û ew fesih dikin. Ev mafê wan e. Lê wek kurdekî heyfa meriv bi vê kedê tê, bi eziyet û cefa milet tê.

Hevserokê HDPê Ertugrul Kurkçuyê tirk di merasima îltîhaqê da bi axaftinekê kêfxweşiya xwe anî zimên û got, ”Barkêşên micadela azadiya Kurdistanê bi hêzên demokrasiya Tirkiyê ra dibin yek… Ev tenê ne cîguheztineke. Em bi stratejiyeke nuh dikevin rê…”
Û di dawiya axaftina xwe da jî ji parlamenterên BDPê ra got, ”hûn bi xêr hatin mala xwe ya nuh.”

Kurkçu li vir dibêje ewê hewil bidin tevgera kurd ya netewî bi tevgera çepên tirk ve monte bikin. Wek kurdên Kurdistanparêz dibê haya meriv ji vê projeya Kurkçu û hevalbendên wî hebe.

Netîce, ji îro pêve yekî tirk ewê bi serokê 30 parlamenterên kurd û bi sedan belediyên Kurdistanê be.
Van 30 parlamenterên kurd û sed serokên belediyan ji gelê xwe nêzî 4 milyon ray girtine. Wek şexs jî gelekên wan di micadela kurdayetiyê da bedelên mezin dane.

Kesên xwedî hêzeke hewqasî xurt, hewqasî micadelcî û fedekar çawa dikanin serokatiye çepekî tirkekî bêkes qebûl bikin, çawa bi wan zor nayê ez fêm nakim!

Lê tiştekî em bikin tuneye, mixabin zava bi dilê bûkê ye, li hev bimbarek bin…

XXX
Dijminê hov û bêbext, qeleş û ji hemû nirxên însaniyetê bêpar li Xaneqînê dîsa xwîna me kurdan rijand, dîsa nemirovî û hovîtiya xwe nîşan da. Xemgîniya min bêsînor û êşa dilê min pir giran e…

Ev jî trajediya me kurda ye


Li gorî xebera ANFê, birêz Cemîl Bayik û Ocalan ji kesên li dijî fesihkirina BDPê û tevlêbûna HDPê ra gotine, vana ”ilkel miliyetçî” ne. Yanî millîyetçiyên/miletperwerên prîmîtîv, paşdemayî, qebe, nezan in...
Berê, çep û kemalîstên tirk, nîjadperestên tirk ji Cemîl Bayik û Ocalan ra ji ber ku PKK ava kiribûn û doza Kurdistaneke serbixwe dikirin, ji kurdên partiyên xwe yên netewî ava kiribûn û Kurdistana serbixwe dixwstin ra digotin ”ilkel milliyetçî”!
Lê îro dewran guherî, îcar ”îlkel millîyetçiyên” do bi xwe ji kurdên kurdperwer û Kurdistanxwaz ra dibêjin ”îlkel millîyetçî”, yanî miletperwerên prîmîtîv, paşdemayî, qebe û nezan. Weleh ew çi navî li me kin jî emê Kurdistaneka azad û dewleteke kurd biparêzin.
Kesên do ji bo Kurdistaneke serbixwe partî ava kirin îro vê daxwazê wek "îlkel mîlîyetçîtiyê" dibînin. Ev jî trajediya me kurda ye.

XXX
Lo bêwelato !
Dibê meriv bixwaze bibe xwedî welat, xwedî al û xwedî dewlet. Ji ber ku azadî, bextewarî, dilşadî û hemû mafên meriv yên însanî û ferdî bi saya welatê meriv heye. Merivê bêwelat sêwî ye, wek merivê bê pasaport e. Bi swêdî ji kesên wiha ra dibêjin ”stadlös)yanî kesê bêwelat.
Heger tu dixwazî li dinyayê herkes ji te ra nebêje, ”lo bêwelato!”, bi vî navî ban te nekin, dibê tu jî wek kurd bibî xwedî welat, xwedî al û dewlet; dewletê bixwazî, Kurdistanê bixwazî...

XXX
Weleto, min di helbestên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî da ji te hez kir
di stranên Kawis Axa da tu li ber dilê xwe ji gezoyê şîrîntir kir

XXX
-Lêlê keçê dînê min ji te ra negot
ziyareta me kurdan gorra Mem û Zînê
weleh bileh xebera te ye,
devê min heye, zarê min nîne
lê dibê tu baş bizanibî heta ez sax bim
bi Xwedê tu carî dilê min ji te zeriyê namîne

26 april 2014

Me îro hawirdora xwe kir cînciq


Îro roja paqijiya taxa me bû. Salê du caran, buharê û payizê em paqijiya taxê, ya hawidorê dikin.

Em hemû cîran radihîjin tirmix, torbe û sepetên(selikên) xwe û yên komeleyê û li derdorê belav dibin û dest bi paqijiya hawirdorê dikin. Me îro jî eynî tişt kir. Me hawirdora xwe kir cînciq.

Ji ber ku ne payiz e û darên taxa me pel neweşandine, loma jî hawirdor zêde ne qilêr bû. Me hinek qirş û qal û hejik û guliyên ji daran ketibûn top kirin û karê me di nava du saetan da qediye.

Piştî wê, saet di 12a da me manqela xwe danî û dest bi biraştina sosîsan kir. Li swêd adet e, piştî vî karî komele manqelê datîne. Bi vî hawî cîran hevûdu nas dikin.

Hersal şerab û bîra hebû, lê îsa tenê bîra kirîbûn. Xaniman gazin kirin, gotin em jin ji bîrayê hez nakin, dibê we şerab jî kirîbûya. Berpirsiyaran rexne qebûl kirin.

Di rojên wiha da, ji ber ku milet li hev kom dibe, meriv gelek tiştan dibihîze. Min bihîst ku cîranê hemberî me, deriyê me li hev dinêre di 14ê sibatê da miriye, lê heta nuha haya me jê çênebûbû. Me sersaxî da xanima wî, me got weleh me nebihîstibû. Sêwêdî tiştên wiha mezin nakin, got normal e, ma hûnê çawa bibihîzin…

Li Swêd wiha ye, heger meriv di rojnameyan da îlanên mirinê taqîb neke haya meriv ji mirina cîranê meriv çênabe.

Ji ber ku li Swêd şîn û girî, û hahohaho û çûyin û hatin tuneye. Wek li ba me bi sedan însan naçin û nayên.

Heta ji bo ku malbata yê mirî(heger malbat hebe)heznîtiya xwe bi tenê bijîn kes wan nerehet nake. Kes naçe şînê û serxweşiyê.

Tenê roja definkirinê malbat, xizim û hin dost û hevalên hatibin ezimandin diçin beşdarî merasima definkirinê dibin û bi hev ra nanekî dixwin.

Swêdî mirinê zêde dramatîze nakin, xemgîniya xwe nadin der, nakin qîrîn û hawar, bera hundurê xwe didin û gelkî sergiran hereket dikin. Lê em kurd mirinê pir dramatîze dikin, pir mezin dikin.

XXX
Ji îro û pêda kî bêtir kurdayetiyê bike, kî bêtir Kurdistanê bixwaze ewê xurt bibe, ewê bi serkeveTirkparêz ya ewê bibin kurd ya jî ewê bihe
Kurd û tirk ji berê û ber da ne yek milet bûn, nebûn yek milet û ewê tu carî jî nebin yekmilet. Tirk û kurd herkes li mala xwe.
Çawa ku kurd heta nuha bi zorê nebûn tirk, ji nuha û pêve, bi hîle û xapandinê jî ewê nebin tirk.

Aydar Kurdistanê jî û dewleta serbixwe jî ji bo kurdan xerab dibîne


Zubêr Aydar gotiye, “Kurdistana Barzanî ya biçûk û dewleta serbixwe ne di lehê kurdan da ye.” Aydar, dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdistanê û dewleteke serbixwe veneşaertiye, gotiye:

”Çareseriya Barzanî pêşniyar dike ne çareseriyeke di lehê kurdan da ye. Kurdistaneke biçûk belkî hisên hin kesan tatmîn bike. Lê belê ew gelşa gelê me, gelşa gelê kurd çareser nake. Sê wîlayetan bigre û bibêje a vaye min Kurdistan ava kir. Nabe. Belkî di warê hisî da bibe, lê belê nabe. Mêze li Îraqê kurd û ereb li kêlek hev in, di nava hev da ne. Li Sûriyê kurd bi ereban ra, bi ermeniyan ra, bi ezdiyan ra(diyar e Aydar ezdiyan kurd nabîne, wek miletekî cihê dihesibîne), bi çerkezan ra di nava hev da ne. Li Îranê bi farisan ra, bi azeriyan ra di nava hev da ne. Tirkiyê hûn dizanin, em hemû di nava hev da ne. Hûnê sînor deynin ku û ji bo çi hûnê deynin?”

Camêr ji bo ku Kurdistanê li ber çavên kurdan reş û bindestiya tirkan jî xweş bike eynî wek tirkperwerekî tirk peyivî ye. Li gorî wî dibê kurd ji bindestiya xwe razî bin û qala Kurdistanê û dewletê nekin, heger doza Kurdistanê û dewletê bikin ewê halê wan xerabtir bibe.

Aydar ne li Tirkiyê tenê, li tu beşekî Kurdistanê, ”Kurdistaneke biçûk û dewleta serbixwe di lehê kurdan da”nabîne.

Tu dibêjî qey şert e Kurdistan mezin be, bira welatekî min hebe bira biçûk be. Welatê herkesî ne mezin e.

Axa Filistîn bi qasî ya bajarekî Kurdistanê ye, lê filîstînî ji bo ku welatê wan biçûk e dev ji serxwebûnê û dewletbûna xwe bernadin.

Dema ”Kurdistana biçûk û dewlet” ne baş be, ne di lehê kurdan da be, wê demê halê me yê îro, bindestiya kurdan ya îro pir baş e û di lehê kurdan da ye. Dibê kurd ji halê xwe razî bin û tu carî nexwazin ji bin vê bindestiyê rizgar bibin. Gotinên Aydar tên vê maneyê.

Ê heger serxwebûn û dewleta netewî xerab e, wê demê 30 şer û bi hezaran şehîd ji bo çi bû?
Heger we yê Kurdistan nexwesta û di nava partiyên tirk da bixwesta Tirkiyê demokratîk bikin wê demê PKK, HPG, KCK, KNK û bi dehan rêxistinên Kurdistanî yên din çima hatin avakirin, çima gerîla hewqas sal şer kir û çima bi dehhezaran şehîd hat dayin?

Çima HEP, HADEP û BDP hatin avakirin û çima ji bo wan gelek bedelên giran hatin dayin?
Heger hebûna partiyeke kurd şaş e, heger ”Kurdistan û delwlet ne di lehê kurdan da ye”, çima we ji roja roj da ev eyek negot û çima we hewqas bedel bi milet da dayin?

Lê êdî ne hewceye meriv zêde dirêj bike, bi gotinê Aydar û hêza wî dev ji vê siyaseta xwe bernadin. Çare, kesên ne bi van dîtinên Aydar ra, kesên ku Kurdistanê û dewletê dixwazin dibê dev ji wan berdin û ji xwe ra li riyeke din bigerin.

Kurd çi bikin, çi navî li xwe kin jî tirkên Yozgatê, Rîzeyê, Afyonê, Gîresûnî, Samsûnê, Boluyê, Anqerê, Edîrneyê rayên xwe nadin kurdan. Tu carî serokatiya kurdekî qebûl nakin.

Loma jî hewildana qezenckirina tirkan xebateke beyhûdeye. Tiştê rast dibê meriv berê xwe bide gelê xwe, gelê xwe ji tirkan û ji partiyên tirk veqetîne.

25 april 2014

Beyana xapandinê


Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dîsa ji nişkave surprîzek kir. Lê surprîza îcar pir mezin e. Erdogan bi minasebeta 99 saliya qetlîama êrmeniyan ya 1915a bi mesajekê xemgîniya xwe anî zimên û ji gelê êrmenî ra sersaxî xwest.Esas Erdogan di mesaja xwe da tu tiştekî nuh nabêje û bi gotinekê be jî qala qetlîamê nake, uzir naxwaze. Tenê dixwaze bi taktîkên wiha sivik mesajekê bide derve û reaksiyonên derve nerm bike.

Lê dîsa jî ev sê roj in herkes qala vê beyana Erdogaan dike. Ez bi xwe vê beyana Erdogan samîmî nabînim û loma jî zêde qîmetê jî nadimê.

Ji ber ku ne ji dil e, ne samîmî ye, manawrayeke siyasî ye. Loma jî di rojên pêş da ewê li gorî vê beyana xwe hereket neke.

Erdogan siyasetmedarekî ji rûvî jî konetir e, ew hertiştî li gorî ”kar û zirarê” dike. Ji bo wî kara siyasî hertim ji îstîsmara exlaqî û ûjdanî muhîmtir e.

Ev beyana wî ya sersaxiyê jî wek uzirxwestina ji dêrsimiyan e, yanî manawrayeke siyasî ye. Ji ber ku îro hewcedariya wî bi jestên wiha heye loma wiha dike. Dibê rojevê, minaqeşeyên li ser diziyê biguhere û bi tiştekî baştir, însanîtir xwe têxe rojevê. Çimkî îro jê ra sempatî lazim e.

Bi baweriya min Erdogan di hundurê xwe da bi qasî misqalekî jî dilê wî bi milyonûnîvek êrmeniyên hatin kuştin naşewite û qetlîamê şaş û neheq jî nabîne. Lê ji ber ku îro cî lê teng bûye, bi hin îtham û mijarên pir ne xweş di rojevê da ye loma jî dixwaze rojevê biguhere. Hewcedariya wî bi hin pûanên baş heye. Bi vê beyana xwe dixwaze balansekê peyda bike.

Erdoganê ku li Sûriyê piştgriya çeteyên El Qaîde û El Nusra dike, du hezar TIR çek, cebilxane û çekên kîmyayî dide çeteyan û bi vê piştgiriya xwe dibe sebebê mirina bi dehhezaran însanî çawa dikane qetlîamê rast nebîne û dilê wî bi kesên kuştî were?

Tiştê Îtîhatçiyan anîn serê êrmeniyan Erdogan ev 12 sal in eynî tiştî tîne serê kurdan.
Tiştên dewleta tirk di dema îktîdara Erdogan da aniye serê kurdan ji ya Seddam Husên ne kîmtir e. Lê ji ber ku kurd miletekî bêkes e loma kes qala tiştê hatiye serê wan nake.

Ji bo Erdogan ew çi dibêje pir ne muhûm e, ya muhîm bi wan gotinên xwe ew çi bi dest dixe. Felsefa wî ya siyasî ji bo mana li ser hukum hertişt mubah e…

24 april 2014

Dibê kurd ji vê lîstikê ra bibêjin êdî bes e!


Selahatîn Demirtaş îro li meclîsê cara dawî di gurûba BDPê da peyivî û got wan biryar girtiye ewê tevî HDPê bibin û di rojên pêş da li meclîsê gurûba HDPê ava bikin.

Demirtaş got, ewê BDPê fesih nekin, BDP ewê li Kurdistanê bi meseleyên mehelî ra mijûl bibe. Lê hemû parlamenterên BDPê ewê tevî HDPê bibin û HDPê li Tirkiyê mezin bikin.

Fesihnekirina BDPê ji bo xapandina kurda ye, ji ber ku li hemberî fesihkirinê nerazîbûnek pir mezin heye. Loma jî dixwazin BDPê wek partiyeke tabêlayê ji bo xapandina gel bihêlin.

Lê ev lîstikeke pir basît e, heger partî ewê hebe çima parlamenterên wê îstîfa dikin û diherin HDPê?
Ma BDP genî bûye?

Bi dîtina min dibê kurd bi vê taktîkê nexapin û dev ji BDPê berdin û ji xwe ra li alternatîfeke din bigerin.
Hêzeke ev 30 sal in li hemberî dewleta tirk bi qehremanî şer kiriye, 50 hezar şehîd daye, bi milyonan ray digre, rabe partiya xwe fesih bike û here têkeve bin emrê tirkekî rût(dixwaze bira merivekî pir baş be jî)şerm e, sosiret e!

Bifikirin El Fetih xwe fesih bike û here têkeve nava partiyeke cihûyan û yekî cihû bike serêke xwe. Ma cara tiştekî wiha dibe?
Heger me yê bigota ji me ra partî nelazim e û emê biçûyana têketina nav partiyeke tirk û me yê yekî tirk bikira serokê xwe, wê demê ev şer ji bo çi bû, hewqas şehîd û bedelên giran ji bo çi hatin dayin?

Ji bo ku PKK û BDP ji vê riya şaş vegerin dibê tevlêbûna HDPê were redkirin, dibê kurd bi girseyî li dijî vê projeya tirkbûnê derkevin.
Kesê xwe kurd qebûl bike û Kurdistanê jî wek welatê xwe bibîne tevlêbûna HDPê qebûl nake. Em kurd miletekî cihê ne û Kurdistan jî welatê me ye. Loma jî ewê partî, rêxistinên me jî cihê bin, emê xwediyê dem û dezgehên netewî û Kurdistanî bin.

XXX
Îro(22/4) roja rojnamegeriya kurdî ye. Ji dawiya salên 1960î û virda ye kurd 22ê nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin. Rojnameya kurdî ya pêşî bi navê Kurdistan di 22ê nîsana 1898a da ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve li Qahîreyê hate weşandin.

Rojnameya Kurdistan pêşî li Misrê dest bi weşanê kir, lê dû ra weşana xwe li Swîsrê, Londonê û li hin bajarên din berdewam kir.
Kurdistan li ser hev 31 hejmar derket. M. Emîn Bozarslan hemû hejmarên Kurdistanê li Swêd bi tîpên erebî û latînî ji nuh ve wesand.

Mala Miqdat Mîthad Bedirxan ava be ku ev rojnameya hêja diyarî gelê xwe kir û bi vê yekê kevirê pêşî yê bingehê rojnmegeriya kurdî danî. Bira gorra wî buhşt be.

Roja rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be…

XXX
Weleh rewşa min hîn eynî tas û eynî hemam e. Şîreketa înterneta min piştî 3 heftan got routera te xerabeye. Lawikê min Rojen routereke nuh temî kir, lê şîrketa wê jî got hazir tuneye, me ji te ra temî kir, heta çend rojan ewê were.
Yanî ez rast davêjim xerab tê, çep davêjim xerab tê. Û tiştekî ez bikim jî tuneye. Tenê diqeherim, hêrs dibim lê ew jî alîkariya min nake.
Baş e vaye çend deqîqeyan ajot....

23 april 2014

Çare dibê kurd ji xwe partiyeke kurdistanî ava bikin


Bi qasî ku xuya dike em çiqasî li dij bin jî, çiqasî nerazîbûna xwe bînin zimên û çiqasî rexne bikin jî pere nake, biryar ji ”jor” hatiye dayin, loma jî BDP ewê xwe fesih bike û here têkeve nava HDPê. Ji beyana Kurkçu meriv wisa fêm dike. Biryar hatiye dayin, hertişt temam e.

Yanî keça me ewê here pişta xwe bispêre stêrê mala Kurkçu û bibe bûka bêkes û rûtekî tirk.
Lê di rastiyê da tu mal û xaniyê zavê tuneye, ew feqîrekî bêmal û bêhal e. Mala ku wek yê zavê tê zanîn jî ne ya zavê ye, ew ya bûkê ye, bavê bûkê ji zavê ra ava kiriye.

Yanî HDP bi xwe jî kurda ava kiriye, tu hêza Kurkçu ya partiyekê ava bike tuneye.
Bi dîtina min ji nuha û pêda tenê tiştek maye, dibê kurd nedin dû BDPê û neçin nava HDPê. HDP ne partiya kurda ye, partiyeke tirk ji bo xapandin û asîmîlekirina kurda ye.

Dibê kurd bi tu hawî vê bindestiyê û serokatiya tirkan qebûl nekin.
Ev ne tifaq e, ev îltîhaq e, bindestî ye. Li ortê tu hêzeke meriv pê ra tifaqê bike tuneye.
Ez li ber fedekariya kurdan dikevim, kurdan heta nuha bi hezaran şehîd dan, bi hezaran gundên wan wêran bûn, bi milyonan kurd koçber bûn. Netîceya vê xebata bi salan dibê ne ji bo ku Kurkçu, Tuzun û hin tirkên wek wan bibin wekîl û serokên kurdan.

Kurkçu û hevalên wî ne ew kes in ku meriv bi wan ra tifaqê jî bike, ji ber ku hêzeke wan ya hêjayî tifiqê jî tuneye.
Tu rabî partiya xwe ya bi milyonan ray girtiye fesih bikî û ji çend bêkesên tirk ra partiyekê çêkî û dû ra jî herî têkeve nava wê partiyê û tirkan bikî serokê xwe ne karê aqila ye.

Dibê meriv piştgiriyê nede vê sosiretê, dibê meriv xwediyê vê projeyê û Kurkçu ji hev ra bihêle, bira ew û tirk li hev bimbarek bin.
Tevlêbûna HDPê devjêberdana rêxistinên kurd yên cihê, devjêberdana miletekî cihê û welatekî cihê ye. Tevlêbûna HDPê, qebûlkirina entegrasyon û asîmîlasyonê ye. Dema meriv xwe wek miletekî cihê bibîne meriv partî, dezgeh û rêxistinên xwe ava dike, meriv naçe nakeve nava rêxistinên tirkan.

Kurd li ber helandinê ne

Dewleta tirk siyasetmedar, elît û ronakbîrên kurdên bakur bi temamî asîmîle kiriye.
Dewletê eynî tişt aniye serê qismekî pir mezin yê milet jî. Piraniya kurdên bajarî asîmîle bûne. Û hema hema herkes ji vê asîmîlasyonê memnûn e.
Tenê li çend herêman, li hin gundan hejmareke kêm hîn asîmîle nebûye û pir hindik hîn bi kurdî dipeyivin.
Lê ji bo asîmîlekirina van kurdan jî dewlet bi lez û bez dixebite. Ji dewletê ra çend salên din lazim e. Piştî 15-20 salên din li Kurdististana bakur ji sedî pêncê kurdan jî ewê bi kurdî(kurmancî û zazakî)nepeyive. A wê demê dewletê bibêje were em referandûmê bikin…
Dema kurd ketin vî halî hûn kerpetanan jî bavêjin canê wan ew ji Tirkiyê û ji zimanê tirkî qut nabin.
Yanî heger çend salên din jî ev partî, ev siyaset û ev siyasetmedar pêşengiya kurdan bikin kurd dihelin, dibin tirk.
Piştî ku kurd ketin vî halî ewê çi bibe, ez nizanim. Belkî jî miletekî nuh, kurdên tirkîaxêv çêbibe. Yanî heger azad bibin, bibin xwedî dewlet jî ewê dev ji tirkî bernedin.
Hêvî dimîne kurdên başûr û Rojhilat(Îranê). Belkî ew li dinyayê wek miletê kurd jiyana xwe bidomînin…
Herçî kurdên bakur in, roj bi roj min bêhêvî dikin…

XXX
Gava ez dibînim haya kurdekî ji bindestiya wî tuneye û wek merivekê azad kêfxweş dijî, ez pir pê diêşim.
Gava ez dibînim kurdek bi zimanê xwe nizane û naxwaze fêr bibe û vê yekê jî ji xwe ra wek kêmasiyekê nabîne, ez pir pê diêşim.
XXX
Nûjîn Onen xanimê gotiye, ji ber ku ew bi kurdî dinivîse gelek kes wê pîroz dikin. Gotiye ji ber van pîrozbahiyan kêfa wê tê, lê belê ew tiştekî herî normal dike, bi zimanê xwe dinivîse.
Erê ew Nûjîn xanimê pîroz dikin, lê belê ew bi xwe tiştê Nûjîn dike, yanî bi kurdî nanivîsin û naxwazin fêr jî bibin.
Tiştê meriv rast dît dibê meriv jî bike. Dema meriv nekir, pîrozkirin jî vir e…

XXX
Serokwezîr Erdogan, di civîna gurûba xwe da ji ber wendakirina hilbijartinên qeza Sogutê û bajarê Wanê gotiye ew gelkî li ber ketiye.
Erdogan gotiye, ji ber ku li Sogutê dewleta Osmanî ava bûye û li Wanê jî wan gelek tişt û xizmet kirin, gelek pere rijandin, lê dîsa jî Wan negirtin.
Erdogan bi parlamneterên xwe da xeyidîye û gotiye:
-Hûn 300 parlamenter bi qasî 30 parlamenterên BDPê nebûn.
Mêrik xizmeta dewletê, tiştê dewlet li bajaran dike li serê milet dike minet. Mêrik xizmeta dewltê wek bertîlê dibîne, li gorî wî heger dewletê riya bajarekî çêkir, elektirîk bir gundekî dibê milet viya wek çêyî û deynekî Erdogan bibîne û raya xwe bide AKPê.

XXX
Hemû dinya neyarê serê kewê ye, kew jî neyarê qewmê xwe ye. Pêşiyan ji berê û berda gotine, kurd ji qewmê kewê ne.
XXX
Kurdên bakur rojekê azad bibin jî ez ditirsim kurdî red bikin û bibêjin bira zimanê me tirkî be.

16 april 2014

HDP projeya helandina kurda ye



Girtina BDPê û tevlêbûna HDPê heta nuha bi min wek henekekê dihat, min digot henek e ya jî îdîayeke ne cidî ye, tiştekî wiha ne mimkûn e.

Lê nuha ez bala xwe didim hin xeberên medyaya sosyal dibînim ku îdîa ne henek û ne jî gotegotên derûdoran bûye. Di nava BDPê da ji bo fesihkirinê û tevêbûna HDPê ya jî çêkirina partiyeke nuh minaqeşeyeke pir cidî heye.

Bi dîtina min HDP projeya asîmîlekirina miletê kurd e. Xwediyên vê projeyê dixwazin kurdên tevî AKPê, CHPê û MHPê nebûne bikşînin nava partiyeke çep ya tirk û di nava wê da bihelînin.

Yanî wan jî ji hedef û platformên netewî dûr xin û bikin wek kurdên CHPê û AKPê.

Armanc, kurd bi serê xwe nebin xwediyên organîzasiyon û partiyên netewî. Dibê kurd di nava rêxistin û dezgehên tirk da bihelin û bi demê ra bibin tirk.

Heger BDP bi rastî ewê xwe fisih bike û tevî HDPê bibe, wê demê tu maneya hebûna PKKê jî tuneye, dibê PKK jî xwe fesih bike. Dibê PKK jî xwe fesih bike û bi tirkan ra tiştekî nuh ava bike.

Xweorganîzekirina bi tirkan ra reda rêxistin û partiyên kurd yên cihê ye, reda miletê kurd û reda Kurdistanê ye.

Yanî qebûlkirina ”yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al û yek ziman” e.
Dema partiya me yek be em nabin du milet, nabin du welat. Bi gotineke din em dibin ”goşt û nenûk”!

Gava bi tirkan ra rêxistinên miştrek werin danîn ziman jî otomatîkman dibe tirkî.
Ma qey ne tirkê bi kurdî bipeyivin, helbet kurdê bi tirkî bipeyivin…

Heger BDP ewê xwe fisih bike û here tevî HDPê bibe û Kurkçu û Tuzun jî ewê bibin serokên me kurdan, wê demê dibê meriv ji kurdên AKPê û CHPê ra jî nebêje ji partiyên xwe îstîfa bikin. Ji ber ku ew jî li gorî baweriyên xwe di nava wan partiyan da ne…

Ez bi xwe dikim nakim, sebebê fesihkirina BDPê fêm nakim. Ma kurm ketiye BDPê?
Çima û ji bo çi ewê were fesihkirin?
Bi tevêbûna HDPê armnc çi ye?

Heger armanc girtina rayên tirkan e ev xeyaleke vala ye. Netîceya hilbijartiên 30ê adarê li ortê ye. Tirk rayên xwe nadin kurdan û ”dostên” kurdan.

Yanî hewildana qezenckirina tirkan belasebeb e, navê partiyê çi be jî tirk rayên xwe nadin kurdan û ”dost û hevalbendên” kurdan. Ev vekirî ye.

Tirkan ray nedan HDPa tirk, loma jî dibê dev ji siyaseta qezenckirina tirkan were berdan. Dibê berê BDPê ne bi Tirkiyê û tirkan da, bi kurdan û Kurdistanê da be.

Heger bi rastî jî BDP xwe fesih bike û here tevî HDPê bibe ewê şaşiyeke pir mezin bike, ewê li Kurdistanê derbeke mezin bixwe. Kurd ewê li alternatîfeke kurdtirû Kurdistanî bigerin. Miletê kurd entegrasyon û asîmîlasyonê qebûl nake.

Ji nuha û pê ve kî siyaseteke hîn kurdtir û Kurdistanîtir bimeşîne, berê kê bêtir bi Kurdistanê da be ewê qezenc bike, ewê xurt bibe.

15 april 2014

Îşê kurdan di nava HDPê da tuneye


HDPa çepên tirk di programa xwe da ji bo Qibrisê prensîba ”tayinkirina qedera xwe ”, bi tirkî dibêjin ”uluslarin kendi kaderlerini tayin hakki” diparêze û ji bo filîstîniyan jî dewleta serbixwe dixwaze. Lê ji bo 30 milyon kurd ne otonomiyê, ne federasyonê û ne jî serxwebûnê dipasrêze. Ji bo 30 milyon kurdên Kurdistana bakur ”mafê demokratîk” dixwaze.
Kes ji berpirsiyarên HDPê ra nabêje, çima hûn ji bo tirkên Qibrisê û ji bo filistîniyan dewletê wek mafekî rewa û heq dibînin, lê çima hûn vî mafî ji bo 30 milyon kurd wek heq nabînin?
Û xwedêgiravî ev partî ewê li Tirkiyê mesela kurd çareser bike û ji bo wê jî kurdan rayên xwe danê.
Dibê kurd ji gotin û demagojiyên berpirsiyarên HDPê bêtir, bala xwe bidin programa wê. Bi vê programê tu ferqeke HDPê ya zêde ji partiyên din tuneye.
HDP ne tu rê ye, xapandin e, bi HDPê kurd nikanin rizgar bibin. Dibê kurd dev hevkariya tirkan û ji çepên tirk yên marjînal berdin, rayên xwe bidin xwe, bi kurdên xwe ra hevkariyê bikin.
Dibê kurd dev ji zilamtiya çepên tirk berdin. Çepên tirk generalên bê artêş in, bi wan ne herb dibe û ne jî herb tê qezenckirin.

XXX
Çahla bêbextiyê
Hukûmeta Kurdistana başûr xwedêgiravî ji bo ku rê li ber ”qaçaxçîtiyê” bigre li sernserê sînorê nabêna Kurdistana başûr û rojava çahlekê(kortekê)dikole. Sebeb çi dibe bila bibe dibê tedbîr n ene ev bûya, dibê di rojeke wiha giran da li hemberî kurdên Sûrî tedbîrek wiha nehata bîra berpirsiyarên kurdên Kurdistana rojava.
Ev çahl(kort)ji kurdên beşên din ra mesaja em ne yek milet û yek welat in û em ne mecbûr in destê biratiyê û alîkariyê dirêjî birayên xwe yên Kurdistana roja bikin.
Sebeb çiqasî cidî dibin bira bibin, dibê hukûmeta Kurdistana başûr li hemberî kurdên Sûrî ev tedbîr negirta, ev çahla şikandina hestên netewî nekola.
Tu ferq di nabêna vê çahlê û mayinên Tirkiyê da tuneye. Heta ji mayinên tirkan jî xerabtir e.
Siyasetmedarên miletekî li hemberî beşekî miletê xwe yê bindest û di halekï xerab da wiha nake. Gelşên heyî ne bi vî hawî, dibê bi riya diyalogê werin çareserkirin.
Dema kurd li hemberî hev ”tedbîrên” wiha bigrin, wê demê divê meriv ji têl, mayin û qereqolên tirkan jî gazinan neke.
Çimkî tirk dijmin in û loma jî meriv ya wan fêm dike, meriv dibê ji ber ku dijmin e loma jî wiha dike.
Lê emê ji hukûmeta Kurdistana başûr ra, ji berpirsiyarên PDKê ra çi bibêjin û çi navî li vê çahla wan bikin?
Ev çahl ne ji xêrê ra ye, ji bo me hemû kurdan sîmbola şermê ye…
Kurdên îro nisbî halxweş in û di rehetiyê da ne dibê li hemberî kurdên bindest û bêçare vê zulmê û bêûjdaniyê nekin.

XXX
Dîsa xebreke reş, dîsa mirin…
Mixabin me îro li Stockholmê hevalekî xwe yê pir hêja, kurdperwerekî giranbuha û mirovekî gelkî paqij ÎSA AVCÎ wenda kir.
Bi wefata Îsa Avci(Xoce)ez pir û pir êşiyam. Herçiqasî me dizanîbû nexweşiya wî pir giran e, lê dîsa jî bi bihîstina vê xebera tahl ez pir xemgî bûm.
Îsa merivekî girêdayî doza kurd û Kurdistanê bû, merivekî fedakar bû, ne pûlperest û durû bû. Merivekî comerd, dobre û rastgo bû. Erê ew li Swêd bû, lê hiş û aqilê wî tim li ser welatê wî bû û doza gelë wî bû.
Lê nexweşiya malkambax bi wî ra bêbextî kir, ew zû ji nava me rakir û bir teslîmî axa sar kir.
Bira serê zarok, malbat, nas, dost û hevalên wî sax be. Bira gorra wî buhust be.
Hemû dost û hevalên wî, emê tim wî bi hurmet yad bikin…
Em çi bikin çare li mirinê nabe, taliya me hemûyan ew der e

Salek din jî derbas bû…


Erê pismam*, qeda li dinyayê keve, sal û zeman zû derbas dibe. Wa ye salek din jî derbas bû pismam. Ez û Hêvî em îro dîsa bûn mîvanên te…
Belkî çavê te li rê bû em roja çarşemiyê bihatana lê nebû. Me hîşt îro.
Ji nêrgizên li ber serê te me fêm kir ku roja çarşemiyê tu ne bi tenê bûyî, Metîn xoce û Ahmet mîvanê te bûne. Ez dizanim nuha kêfa te ji hatina wan ra pir hatiye. Di saxiya xwe da jî hatina wan tim tu gelkî dilşa dikir. Ewê nuha jî kiribe.
Lê cîranê te yê milê çepê xortekî kurd e, ji Kurdistana Rojhilat e, nuha bîna we bi hev derdikve, qet nebe hûn herdu jî ne bi tenê ne…
Par dema em hatin berf li erdê bû. Lê îro wa ye berf tuneye, tenê hinekî sar e û ba jî heye.
Min bala xwe dayê derdora we nuh paqij kiribûn û nêrgizên ber serê te jî kwêrgî û pezkûviyan devê xwe pê nekiribûn. Me jî nêrgiz anîbû. Heta du sê rojan ewê kulîlkên wek zerika hêkê vekin. Bîna xweş ewê ji ber serê te bifûre. Li gorî gulfiroş pezkûvî ji nêrgiza zer hez nekin.
Tu zanî, me îro du kar kirin yek, me got berî nîvro emê werin seriyekî bidin te û dû ra jî herin şîna Îsa(Xoce)Avci.
Ez bawer dikim te Îsa baş nas dikir. Wek tu jî dizanî, Îsa kurdperwerekî wek zêr bû. Du roj berê ji nexweşiya penceşêrê ji nava me koç kir û berê xwe da welatê xwe. Bi saxî nebû qismet wî here. Diyare biryara feleka xayin wiha bû, dibê birayên wî bihatana vir û ew bibirana teslîmî axa Qoserê axa welatê wî bikirana.
Li ba min tu xebereke zêde muhîm tuneye, rewşa kurdan hîn wek berê ye. Kurdên başûr û ereb li ber hev didin lê hîn tiştekî diyar tuneye. Malikî dixwaze kurd wek dema Seddam dîsa bindestê wan wan bin û bi emir û destûra wan tevbigerin, bi emir û destûra wan bi dinyayê ra bidin û bistînin.
Lê kurd jî vê bindestiyê qebûl nakin û dibêjin me bi sedhezaran şehîd da ne ji bo ku em dîsa bindest bimînin.
Kurd dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin lê wek tu jî dizanî kes piştgiriyê nade kurdan.
Rewşa kurdên Sûriyê belhazir pir û pir xerab e, bi dehhezaran koçber bûne, bi çol û çepelan ketine. Û yên li welêt mane jî halê wan pir xerab e.
Tirkiye bi çeteyên El Nusra û El-Qaîdeyê û gelek kes û hêzên din li hemberî kurdan şerekî pir mezin dimeşîne. Heger ne hukûmeta AKPê bûya halê kurdan nuha pir baş bû, lê hukûmeta AKPê nahêle, gav û saetê çeteyên ereb û îslamî dajo ser kurdan.
Û ya herî xerab kurd li hemberî van êrîşên dijmin ne li hev in, dijminatiya hev dikin.
PKK û PYD li aliyekî û PDK û gelek partî û hêzên Kurdistana rojava jî li aliyekî din in. Ji bo ku rê li ber van gelşan bihata girtin xwestin konferanseke netewî çêbikin, lê çê nebû.
PKK û PDK li hev nakin. PKK wek hertim dîsa dibêje ez û ez, îmkanê, rê nade hêzên din. Û ev jî dibe gelş. Erê yên hene ew in, yê xebatê û şer dikin ew in, lê li gel vê jî dibê ne li dijî hevkarî û yekîtiya netewî bin. Welhasil li Kurdistana rojava rewş pir tevlihev e.
Li Kurdistana bakur di 30ê adarê da hilbijartinên herêmî çêbûn. AKP bi hîle û xurdan dîsa bû partiya yekem. PDP jî ne zêde xurt bû û ne jî zêde kêm kir.
Tirkiye bûye gerrek, bûye avzêm, dizî, derew, sextekarî heta tu bibêjî pir bûye. Serokwezîr û malbata wî û wezîrên wî bi milyaran rişwet û bertîl girtine lê milet guh nadê. Ji ber ku raqibên wan ji wan xerabtir in. Yanî li Tirkiyê ewê rewşa kurdan çawa be hîn baş ne zelal e, tevliheviyeke pir mezin heye. Hertişt di destê Ocalan d aye û ew jî geh rast lê dixe, geh çep lê dixe. Bi dîtina min heta kilîta siyasetê di destê Ocalan da be îşê PKK û BDPê zor e, nikanin tiştekî bikin.
Ya baş û ewê kêfa te jî jê ra were belediya Wêranşarê dîsa BDPê girt. Li Rihayê jî kurdan rayek baş girtin lê têrê nekir. Lê Mêrdîn belediya ji AKPê girtin, Ahmet Turk bû serokê belediya Mêrdînê. Ev jî pir baş bû.
Nizanim min ji te ra gotibû ya na, min li Wêranşarê li Ebrê xaniyek kirî, vê havînê emê herin mala xwe raxin û nêta min ew e piştî ku ez teqawit bûm, herim li Wêranşarê bicî bibim. Mala me nêzîkî mala Fexrî ye…
Wekî din tu tiştekî nuh tuneye, mirin salê çend heban ji nava me dibe, lê jiyan dom dike, heta rojekê dor tê me jî…
De heta salê tê bimîne di xweşiyê da…
*Mehmet(Aslan) Kaya

12 april 2014

Welatê hertiştê wî sexte

Li welatekî wek Tirkiyê paşdamayî hertişt êretî ye. Dewlet êretî ye, demokrasî êretî ye, huqûq êretî ye, hemû dezgeh, mekteb û zanîngeh êretî ne.
Yanî ne temam in, wek yên xelkê ne cidî ne, tenê nav e. Bi gotineke din, navî giran e, lê warî wêran e.
Dema meriv li alim û profesorên tirk guhdarî dike, meriv ji xwe ra matmayî dimîne, meriv dibêje ev meriv çawa bûye profesor? Heger profesor ev be, gelo telebe ewê çawa bin, ewê ji vî profesorî çi fêr bibin?
Dema meriv profesorên xelkê û yên tirkan dide ber hev meriv dibîne ku sîstema Tirkiyê ya perwerdeyê çiqasî paşdamayî ye.
Li Tirkiyê profesorên huqûqê, mamosteyên zanîngehan girtina twîtterê, facebookê û youtubê rast dibînin, biryara hukûmetê ya girtina twîtterê diparêzin.
Bi rengekî pir cidî dibêjin rast, ne rast e twîtter mecbûr e her biryara mahkimeya tirk bicî bîne. Dibê wek herkesî hurmeta twîteterê jî ji birayara mahkimê ra hebe.
Profesorê ku yasaxkirina medya sosyal, platformeke wek twitterê azad rast bibîne hema tunebe çêtir e.

XXX
Dîsa xebreke reş, dîsa mirin…
Mixabin me îro li Stockholmê hevalekî xwe yê pir hêja, kurdperwerekî giranbuha û mirovekî gelkî paqij ÎSA AVCÎ wenda kir.
Bi wefata Îsa Avci(Xoce)ez pir û pir êşiyam. Herçiqasî me dizanîbû nexweşiya wî pir giran e, lê dîsa jî bi bihîstina vê xebera tahl ez pir xemgî bûm.
Îsa merivekî girêdayî doza kurd û Kurdistanê bû, merivekî fedakar bû, ne pûlperest û durû bû. Merivekî comerd, dobre û rastgo bû. Erê ew li Swêd bû, lê hiş û aqilê wî tim li ser welatê wî bû û doza gelë wî bû.
Lê nexweşiya malkambax bi wî ra bêbextî kir, ew zû ji nava me rakir û bir teslîmî axa sar kir.
Bira serê zarok, malbat, nas, dost û hevalên wî sax be. Bira gorra wî buhust be.
Hemû dost û hevalên wî, emê tim wî bi hurmet yad bikin…
Em çi bikin çare li mirinê nabe, taliya me hemûyan ew der e…

11-4-2014
XXX
Roja we bi xêr gelî dost û hevalan. Ez van rêzan dîsa ji ciyê kar dinivîsim…
Weleh interneta min çênebû, berpirsiyarê şîrketê ji min ra got, li gorî peymana te îmze kiriye dibê em di nabêna rojekê û pênc rojan da çê bikin.
Û swêdî jî pir girêdayî peymanan e, piştî ku heta 5 rojan heqê wan heye, ewê heta 5 rojan bipên. Yanî li gorî vî hesabî belkî roja şemî û yekşemiyê jî interneta min tunebe.
Bêyî internet mal xalî bûye. Lê wek min got, min dest bi xwendina kitêbekê kir. Çend sal berê min kitêbek çîrokan kiribû lê heta nuha nexwendibû. Ez do bi şev rastî wê hatim, min jê sê çîrok xwendin.
Heger çend rojên din jî wiha dom bike ezê hîn gelek tiştên din jî bibînim û bixwînim.
Qeta li wextê keve, dema wext tunebe mala meriv tije kitêb bin jî meriv nikane bixwîne, tenë dikane wek xemlekê lê temaşe bike.
Bi rastî jî vê facebookê û twîtterê malik li me şewitandiye, nahêle em ji xwe ra du rêzan bixwînin û hinekî xwe biaqiltir bikin.
Li Swêd ji ruyê twitterê û facebookê xwelk hevûdu berdidin. Em hîn negihîştine wê rewşê lê li dinyayê hertişt mimkûn e…

11/4-14
Do êvarî(9/4) li mala me ne telewîzyon hebû û ne jî înternet, atmosfer wek ya salên 1970î bû. Problemek di xetê da çê bûbû, em hemû cîran bê înternet û telewîzyona swêdî bûn.
Ji bo min telewîzyon tunebe ne problem e, înternet hebe têra min dike. Lê ji bo xanimê ne wiha ye, ew bê telewîzyon debar nake. Lê xwedê kir sêlika me heye, dikanîbû li kanalên kurdî temaşe bikira.
Ez hêvî dikim heta êvarî çêkin. Ev 13 sal in em li vir dimînin ev cara pêşî ye tiştekî wiha dibe.
Lê heger îşev jî înterneta me tunebe ezê rahêjim kitêbekê û wek berê ji xwe ra dest bi xwendinê bikim.

Zimanê belediyan dibê kurdî be

?

Hilbijartinên herêmî qediyan, muxtar, serokên belediyan û azayên meclîsên belediyan mazbatayên xwe girtin û civînên xwe yên pêşî çêkirin.
Gelo meclîs û serokên belediyan civînên xwe bi kîjan zimanî çê dikin, bi kîjan zimanî bi hev ra dipeyivin?
Endama meclîsa belediya bajarekî Kurdistanê Muzeyen Işik xanimê gotiye di civînan da axaftin tev bi tirkî ye. Vê yekê ew nerehet kiriye û ew li dijî axaftina bi tirkî derketiye, gotiye, ”ez jî û hûn jî em tev kurd in, dibè em zimanê xwe di vê sazîyé de bikin zimanè rojane!.
Û du ra jî gotiye hîn ne diyar e, ”Ka ez binêrim an ewê min bikin wek xwe, an jî ezê wan bikim weke xwe!”
Bi dîtina min ev meseleyeke pir cidî ye, dibê di meclîsa her belediyê da li ser vê meselê were axaftin, kesên kurdîzan dibê mesela zimên bigrin rojeva meclîsên belediyan û di vî warî da li gorî şertê her belediyê biryarekê bigrin.
Helbet di meclîsa her belediyê da azaftina bi kurdî ne mimkûn e. Ji ber ku li her derê hemû endamên meclîsên belediyan him dikane hemû ne kurd bin û heger kurd bin jî hemû bi kurdî(kurmancî) nizanibin.
Loma jî li gorî şertan û rewşa endaman dibê her meclîs meclîs di vî warî da biryarê bigre.
Li derên ku herkes bi kurmancî zanibe dibê zimanê civînan kurmancî be. Li dera ku kurmanc û zaza tevlihev bin heger daxwaz hebe dibê herkes bi lehçeya xwe bipeyive.
Û li dera ku di meclîsê da yek ya jî du kes bi kurdî nizanibin dibê ji bo xatirê yek ya jî du kesan zimanê civînê nebe tirkî, yê bi kurdî nizane bira bi tirkî bipeyive û yên din jî bira bi kurdî bipeyive. Hewce kir bira tercuman were bikaranîn.
Yanî li dera ku herkes bi kurdî dizane dibê zimanê civînan bi kurdî be. Dibê meriv ji derekê dest pê bike, dû ra hêdî hêdî ewê rûne, însan ewê fêr bibin.
Netîce li ser vê meselê nepiyivîn ne rast e, dibê ^serokê her belediyê vê meselê bigre rojeva civîna meclîsa û divî warî da biryarekê bigrin.

08 april 2014

Li gorî Seymour Hersh Tirkiyê li Sûriyê çekên kîmyayî da bikaranîn


Li gorî Seymour Hersh, êrîşa çekên kîmyayî ya par li Sûriyê pêk hat bi destê Tirkiyê hat kirin.
Par di 21ê tebaxê da dema li Sûriyê gaza sarînê hat bikar anîn Erdogan û Davutoglu tavilê bûyer xistin hustuyê Sûriyê, gotin Sûriyê bikar anîye.

Ev îdîa Tirkiyê neket serê min, min got ez bawer nakim Sûrî be. Min got ev pîşikê Tirkiyê ye, miheqeq tiliya Tirkiyê di vê qetlîamê da heye.

Nuha wa ye rojnamevanekî emerîkî yê bi navê Seymour Hersh, gotiye Tirkiye li pişt vê qetlîamê ye.
Hersh di nivîsa xwe da gotiye, ”ji bo ku Emerîkayê mecbûrî midaxeleyeke leşkerî bike hukûmeta Erdogan ev provakasyon çêkir”
Hersh dibêje, êrîş ji alî Cepheya El Nusra ve hat kirin. MITa Tirk û hêzên cendemeyan Cepheya El Nusra perwerde kirin û bi wan ev êrîş dan kirin. Ji bo ku Obama biryara êrîşê bide.

Hersh vê îdîeya xwe dispêre agahdariyên berpirsiyarên îstîxbarata Emerîka û hin belgeyên îstîxbaratê. Yanî çavkaniyên Hersh nîşan dide, çavkaniyên pir cidî ne.

Dema bûyer qewimî baweriya min jî ew bû ku Tirkiye li pişt vê êrîşê ye û min çend caran ev yek nivîsî jî.
Li gorî hin rojnamevanên tirk Hersh rojnamevanekî pir cidî ye û heger di destê wî da îspat û delîlên cidî tunebin, derbarê bûyereke wiha cidî da tiştekî wiha nabêje.

Çavkaniyeke Hersh jê ra gotiye, ”Heger em zanînên xwe yên derbarê rola Erdogan ya êrîşa gaza sarînê da bibêjin netîce ewê felaket be.”

Ev jî tê wê maneyê ku ev êrîş bi destûr û emrê Erdogan hatiye kirin.
Pir vekirî nebêjin jî, lê bawerî û qenaeta hin rojnamevanên tirk jî ew e ku ev îdîa Hers rast e.
Tirkiyê û Emerîka îdîa Hersh red kirin, lê diyar e di destê Hersh da delïlên cidî hene. Loma jî Hersh, di îdîa xwe da israr kir û got di destê wî da gelek delîl û belgeyên cidî hene.

Qetlîam pir mezin e, ji bo hin armancên siyasî li hemberî xelkê sivîl sûcekî li hemberî însaniyetê hatiye kirin.
Heger îspat bibe ku ev yek bi destê Erdogan, Davûtoglu û serokê MITê Hakan Fîdan hatiye kirin ya jî bi alîkariya wan Cepha El Nusra ev qetlîam kiriye, xelasiya wan tuneye. Ewê di dadgehên navntewî da werin mahkimekirin.

Di rojên pêş da ewê derkeve ortê bê Davutoglu çi xerabiyên mezin bi Tirkiyê kiriye. Bi wezîrtiya Ahmet Davutoglu ra hukûmeta AKPê siyasetek nîjadperest, panturkîst û Osmancîtiya kevn kir siyaseta Tirkiyê ya esasî.

Min ji hefsiyekî bêtir bîriya we kiriye !



Dawiya dawî min nuha(7/4-14) bilêta çûna welêt kirî. Bi xêr û xweşî di 7ê temûzê da difirim Diyarbekira 50 derece germ, ba kokima dêka xwe. Çavê wê tim li riya min e.
Kurdistan, Wêranşara xopan, li bende min bin ez têm mîvaniya we. Dibe ku we ez ji bîr kiribim, we bîriya min nekiribe, lê min ji hefsiyekî bêtir bîriya we kiriye...

XXX
Îro(7/4-14) 20 saliya şehîdketina du kurdperwerên hêja, Fexrî Înan û Av. Kazim Ekîncî ye. Bîst sal berê di rojeke wiha da Fexrî û Kazim li Wêranşarê ji alî çete û qatilên dewletê ve hatin qetilikirin.
Di 20 saliya şehadeta wan da ez van herdu kurdperwerên hêja bi hurmet bibîr tînim û ji zarok û malbatên herdu şehîdan ra sebrê dixwazim.
Tetikçî hin çeqel û çiqûlên kuça û kolanan bin jî qatilê esasî bêguman dewleta tirk e, serok û bepirsiyarên dewletê yên wê demê biryara kuştina wan û bi hezaran kurdî dan.
Ji xwe ji ber ku qatil dewlet e, dewletê biryara kuştina wan daye loma jî bûyer heta nuha eşkere nebû û qatilên tetikçî nehatin girtin.
Fexrî û Kazim şehîdên kurd û Kurdistanê ne, ewê tim û tim di dilê me da bijîn.

XXX
Li Kurdistana bakur ji bo ku kurd azadî û serxwebûna xwe bi dest xin hemû şert hene. Kîtleyeke pir mezin, fedekar, kurdperwer û canfîda heye.
Ev kîtle ji artêşeke yek milyonî jî bi hêztir e, pir polîtîze ye û amedeye ji bo kurd û Kurdistanê hertiştî bike.
Lê serfermandarê vê artêşa mezin û canfîda û kurdperwer berê artêşê nade hedefeke rast. Hêz û enerjiya vê artêşa mîlîtan bi hin tatbîkat û manawrayên bêmane heder dike.
Û di nava artêşê da jî tu kes nikane li hemberî vî fermandarî rabe û fermandariyê ji destê wî bigre.
Loma jî artêş şerê ku dikane qezenc bike qezenc nake. Şer bi hin şer û tearuzên biçûk dom dike. Ev rewş ewê demek din jî dom bike.

06 april 2014

Hukûmeta AKPê serketina BDPê qebûl nekir û hilbijatin îptal kir


Erdogan hilbijartinên Agiriyê da îptalkirin. Ê ji xwe wekî din jî tu rê nemabû. Ya ewê serketina BDPê qebûl bikirana, ya ewê bigotana ”herçiqas we qezenc kiriye jî em nadin we”, ya jî ewê hilbijartin îptal bikirana.

Heger îptal nekirana zorbatiya wan pir vekirî bû û bi tu hawî nikanîbûn cî bidana derewa xwe. Nikanîbûn gelê Agiriyê û bîrûraya giştî îqna bikirana. Û him jî ewê bûyerên mezin derketa û xwîn birijiya.

Loma jî ji mecbûrî hilbijartin îptal kirin, ji bo ku careke din xweşiktir li hev ragirin û rengekî ”huqûqî” bidin zorbatiya xwe.
Di hilbjartinek nuh da dikanin tifaqên nuh çêkin, bi milyaran birjînin, sextekariyên xwe baştir organîze bikin.
Yanî tiştê xuya ye biryara Erdogan ew e ku Agiriyê nede BDPê, bi çi hawî dibe bira bibe, dibê qezenc bikin.

Serêkaniyê jî li gorî vê biryara Erdogan nedan BDPê. Hukûmet ji bo ku kanibe rehettir alîkariyê bi çeteyên xwe ra bike dibê belediya Serêkaniyê di destê çeteyekî hukûmetê da be.

Netîce ji bo hilbjjartinên Agiriyê êdî em çi bibêjin jî bêfeyde ye, hilbijartina duyem ewê di yekê hezîranê d açê bibe.
BDP dibê ji nuha da dest bi xebatê bike û li tifaqên nuh bigere. Hemû kes û hêzên welatparêz jî dibê li hemberî AKPê piştgiriyê bidin Sirrî Sakik. Dibê kurd li Agiriyê careke din jî AKPê têk bibin.

Ev hilbijartin ji bo hemû kurdan dibê bibe mesela xîretê, bibe şerekî li hemberî zorbatiya hukûmeta AKPê.
Ya din jî dibê BDP îcar baştir li sindoqan û li rayên milet xwedî derkeve, dibê nehêle rayên milet werin dizîn. Ev jî bi qasî xebata di nava milet da û girtina rayan muhîm e.

Hukûmeta AKPê li Agiriyê zorbatiyê dike

Xulamtiya ji neyar ra bi hin kurdan wek şîr û şekir tê. Ji ber ku ew ji bindestiyê hez dikin loma jî nahêlin gelê wan jî azad bibe.
Bala min lê ye hin kurd ji bo ku AKP zora BDPê bibe ji leşker û pûlisên Erdogan bêtir êrîşî birayên xwe dikin.
Ji xwe heger ne ev xulamên neyar bûna kurd ji zûda azad bûbûn. Lê nahêlin, dixwazin tim tajiyê neyarê xwe bin.
Ji dêlî ku ew xwe bibin mezin û birêvebirên welatê xwe, xulamtiya neyar tercîh dikin. Nahîlin li Agiriyê birayekî wan zora neyar bibe. Dixwazin belediya Agiriyê bi zor ji BDPê bistînin û bidin AKPê.
BDPê li Agiriyê hilbijartin qezenc kiriye lê hukûmet qebûl nake, dixwaze bi darê zorê bigre. Mesele ev e. Û ewê bigre jî.
Dibê BDP û kurd vê zorbatiya Edogan qebûl nekin. Heger ev zorbatî were qebûlkirin wê demê dibê meriv dev ji micadela legal berde.
Heger emê nikanibin li rayên gel xwedî derkevin û hukûmetê jî hurmetê nîşanî îrada gel nede wê demê micadela legal ji bo çi ye...
Dibê nuha hemû parlamenterên BDPê li Agiriyê bûna. Dibê nuha bi sedhezaran kurd li Agiriyê civiyabûna. Agiriyê bi vê zorbatiyê bigrin tu maneya micadela legal namîne.
2014-04-05

XXX
Do bi şev xew neket çavê min, hiş û aqilê min li Agiriyê ye, dilê min li Agiriyê ye. Bala xwe didim medya sosyal netîce hîn ne xuya ye.
Kurd li Agiriyê di bin hesarê da ne. Hin xwefiroş û dewlet li Agiriyê dixwazin bi zorê bekediyê ji kurdan bistînin. Ez hêvî dikim xwîn nerije, ev hijmartin jî bi selametî derbas be…

XXX
Ev 12 sal in AKP li ser hukim e. Di van 12 salan da AKPê dîtatoriya leşkeran şikand, aboriya Tirkiyê baştir kir, ”demokrasiya” Tirkiyê hinekî bi pêş xist. Halê milet hinekî xweştir bû. Kurdan hinekî bîna xwe girt.
Lê li alî din rastiyek jî heye, di van 12 salan da AKPê di warê exlaq da civat dejenere kir, sîstem û aborî kir ya dizan û çeteyan…
Bi îktîdara AKPê ra Tirkiye bûye bihuşta dizan, çeteyan û betîlxuran.
Dizî, rişwet, bertîl, firildaq û sextekarî li Tirkiyê bi saya îktîdara Erdogan di nava civatê da belav bû û bû kultureke netewî. Wek dibêjin masî ji serî genî dibe, vê îktîdarê jî civat pir bêexlaq kir, di warê moral û exlaq da genî kir, rizand.
Herwezîrekî Erdogan bûye milyarder. Serweta Erdogan û malbata wî ji Qarûn jî bihurîye.
Bala xwe bidin hilbijartinên 30 Adarê, bi hezaran îtîraz hene. Di dîroka Tikrkiyê û Kurdistanê da sextekariyên hewqas mezin û berfireh tu carî çênebûye. Kîjan sandoqê vedikin, biçûk mezin miheqeq sextekariyek derdikve.
Li Anqerê 124 hezar ray îptal kirine. Li gelek derên din jî îptalên wiha mezin hene.
Li Serêkaniyê û gelek bajrên din bi sextekariyê û gava wê jî têr nekir bi darê zorê ji BDPê girtin. Dixwazin li Agriyê jî bi zorê ji BDPê bigrin.
Yanî îktîdara Erdogan ewê wek îktîdara dizan û bertîlxuran derbasî dîrokê bibe
2014-04-4

04 april 2014

Gava siyasetmedarek bi kurdî dipeyive kurd şaş dimînin...


Ji ber ku hevseroka Belediya Cizîrê Leyla Îmret, di telewîzyona CNN-Tirk da bi kurdî peyivî tirkan û qismekî kurdan qiyamet rakirin.

Tirkên nîjadperest dîn bûn, dibêjin çawa dibe seroka belediyeyekê bi tirkî nizanibe ya jî zanibe lê nexwaze bipeyive?

Hin kurd jî bi kurdî axaftina Leyla Îmretê pir mezin dikin, wek ku Leyla Îmretê bi vê hevpeyvîna xwe ya bi kurdî tiştekî pir mezin kiribe.

Bêguman bi kurdî axaftina wê başh e. Em sipasî wê dikin. Lê ji xwe tişhtê herî rast û normal jî ev e. Seroka belediya bajarekî Kurdistanê ewê bi kurdî bipeyive.

Ma ji vê normaltir çi heye?
Dema bi kurdî nizanibe, ya jî zanibe lê nepeyive ecêb e, sosiret e û dibê meriv raxne bike.

Lê gava siyasetmedarekî kurd, mebûsekî kurd, serokê/seroka belediya bajarekî Kurdistanê bi medyayê ra bi kurdî peyivî, bi kurdî pehevpeyvînek kir dibê meriv hewqasî şa nebe û mezin neke.

Ji xwe Leyla Îmret li Almanyayê mezin bûye û bi tirkî jî baş nizane. Loma jî ji pirsên tirkî fêm nedikir. Yanî bixwesta jî nikanîbû hemû pirs baş fêm bikira û bi tirkî bersîv bida.

Lê heger bi tirkî zanibe jî dibê meriv hewqasî mezin neke. Dema siyasetmedareka kurd bi kurdî bipeyive fedekariyeke mezin nake, şoreşê nake. Tiştê herî xwezayî dike, bi zimanê xwe dipeyive.

Ma dema siyasetmedarekî tirk bi tirkî dipeyive tirk jê ra li çepikan dixin, ji bo vê yekê mesajên pîrozbahiyê belav dikin?

Lê em kurd dikin. Ji ber ku piraniya siyasetmedarên kurd di rewşên wiha da bi tirkî dipeyivin, loma hevpeyvîna Leyla xanimê bi me pir mezin tê.

Ya din jî bi qasî axaftina kurdî meriv çi dibêje, çi dixwaze jî muhîm e. Dibê meriv hinekî li wê jî binêre.

Em dizanin gelek wezîr û parlamenterên AKP-ê yên kurd bi kurdî xulamtiya tirkan û Erdogan diparêzin, bi kurdî li dijî azadiya gelê xwe derdikevin, bi kurdî propaganedeya dewleta tirk ü AKPê dikin.

Yanî bi qasî zimên, bi wî zimanî meriv çi dike jî muhîm e…
Netîce, bi kurdî axaftina Leyla Îmret xanimê tiştekî baş e, ez wê pîros dikim. Lê belê ne fedekariyeke mezin e, dibê her siyasetmedar viya bike.

XXX
Ez gelê Wêranşarê û hemû kesên ku bi rojan nig di bin xwe ve nekirin û di netîceyê da bi ser ketin ji dil û can pîroz dikim

Piştî liberxwedana çar rojan namzetên BDPê yên belediya Wêranşarê Emrulah Cîn û Filîz Yilmaz mazbatayên xwe nîhayet girtin.

Di vê serkeftinê da yekîtî û liberxwedana gelê Wêranşarê roleke mezin lîst. Belkî ne ev tifaq û liberxwedana milet bûya wek hin derên din, Wêranşar jî ji BDPê bigirtina û bidana AKPê.

Li Serêkaniyê li gel ku namzetê BDPê Îsmaîl Aslan bi ferqek mezin hilbijartin qezenc kir jî pere nekir, bi sedan rayên BDPê îptal kirin, bi sedan şewitandin û dawiya dawî bi darê zorê belediya ji BDPê stendin û dan çeteyekî AKPê.

Dibê BDP û Emrulah Cîn di demeke nêz da ji bo vê piştgiriya gelê Wêranşarê û ya hemû eşîr û kesên ray dan BDPê û di van çar rojan da ew tenê nehîştin bi beyanekê sipasiya xwe pêşkêş bikin.

BDP û Emrulah Cîn dikanin di civîneke berfireh da jî vê sipasiya xwe pêşkêşî gel bikin.

Dîsa dibê Emrulah Cîn û hin mebûsên BDPê li bajêr herin ziyareta dikandaran û sipasî milet bikin.

Ez Emrulah û hemû kesên ku bi rojan xebitîn û di vê serketinê da keda wan pir mezin e ji dil û can pîroz dikim. Mala herkesî ava. Tifaq hebe, serketin mimkûn e.
Bijî hevkarî û tifaqa miletê kurd.

PARVE BIKE