30 juni 2014

Ax ji derdê van fêsad û gelacan !


Helbet kêmasî û şasiyên siyasetmedarên kurd pir in, gelekên wan xêrnexwazên hev in, tu carî xêra yê hemberî xwe naxwazin, dixwazin raqibên wan tim qurçimî bimînin, tu carî yeka wan nebe dudu.
Lê belê li gel vê jî ez dibêjim heger ne fêsadiyên fêsad û gelac û bekoewanan bûya têkiliyên hêzên kurd nuha baştir bû.
Di nava hemû partî û hêzan da hin kesên fêsad hene,  hal û karê wan fêsadî û nerindî ye. Tu dibêjî belkî li vê dinyayê karê wan tenê nerindî û xerabî ye. Ji bo ku di nava hêzan da fêsadiyê bikin li pelekî nexwendî digerin, her cara ku di nabêna hêzan da nexweşiyeke çê dibe, ew viya ji xwe ra wek fersendê dibînin û tavilê dest bi fêsadiyê dikin.
Ji merivên dewletê bêtir kurdan berra hev didin, tu carî nabin marîjok û avê li êgir nakin, tim wek gumgumokê pufî êgir dikin, naxwazin agirê neyartiyê di nava kurdan û hêzên kurd da vemire.
Û vê fêsadiyê jî bi saya şelafiya ji alîkî ra dikin.
Wek amigoyên futbolê halanan di alîkî hil didin û aliyên din jî dixin binê erdê.
Siyasetmedarên me bikanîbûna guh nedana van fêsad û amîgoyan, ewê xêrek baş bi gelê xwe bikirana…


XXX
-Camêrekî ferqa nesrê, (nivîsa serbest) û şiîrê çiqasî xweş, çiqasî delal aniye zimên. Gotiye:
Nesir (nivîsa serbest, pexşan) dişibe meşê, şiîrê jî meriv dikane bişibîne dansê. Armanceke meşê ya derî wê heye. Armanca dansê ew bi xwe ye.
VALERY

Dibê meriv bi navê xwe yê rast micadela xwe bide


Gelek kes di profîlên xwe yên Facebookê û Twitterê da ne rismê xwe yê rastî, rismê tiştekî din, rismê zarokekî, rismê şehîdekî, ala kurd, rismê şêrekî ya jî tiştekî din bikar tînin. Ev ne rast e û ne xweş e.
Wê rojê Hejarê Shamîl jî ev yek rexne kiribû û gotibû hûn ji çi ditirsin? Ma hûn qatil in?
Di dema xebata îllegal da maneyeke vê veşartinê hebû, meriv mecbûr bû, ji ber ku meriv xebateke sirrî û ne ”qanûnî” dikir. Loma jî nedibû însan bi risim û navê xwe yê rast derketa pêşberî bîrûraya giştî.
Lê Facebook û Twitter ne partiyên îllegal in, bikaranîna wan ne sûc e, ew platformên demokratîk in. Di van platforman da nivîsandin li gorî qanûnên tu welatî ne sûc e.
Însan dibê bi sûretê xwe, bi nasnameya xwe ya rast, ya di civatê da tê nasîn di medya sosyal da biwêribe fikir û raya xwe bibêje.
Di bin perdeya navekî sexte, rismê lawirekî ya jî yê zarokekî da micadele û nivîsîn ne rast e. Dibê însan bi navê xwe yê rast û bi rismê xwe micadela xwe bide. Di bin navê sexte û rismê lawirekî da rexnekirina xelkê ji alî exlaqî ve ne rast e. Wê rojê yekî bi navê "Serxwebûna Kurdistanê Pîroz E" di bin nivîseke min da pir pêedebî kiribû, gelek gotinên giran ji minra kiribû. Ev him tirsonekî û him jî bêexlaqî ye, merivê xwe bizane, ji xwe fedî bide bi navê sexte ji xelkê ra xebaran nade.
Loma jî ya herî rast dibê însan nasmaneya xwe veneşêre...

XXX
Bi azadbûna Hatîp Dîcle kêfxweş bûm. Baş e hesabê hewqas sal zindan kî ewê bide? Kî yê vî hesabî ji Erdogan bipirse?
Li ser daxwaza Erdogan bi hezaran kurd ev 4-5 sal in di zindanê da ne, nuha jî li ser daxwaza wî tên berdan. Û kes jî nikane hesêb jê bipirse, bibêje te çima wiha kir?
Lê ev jî nîşan dide ew çi bikin jî pere nake, kurd ewê azad û Kurdistan ewê çê bibe. Bi zulmên wiha wê rojê nêztir dikin.


XXX
Eger tu kanibî
guliyên vî baxî
yek bi yek bijmêrî
Eger tu kanibî
hemû masiyên gir û hûr
yên nava vî çemê pêşberî xwe
bijmêrî
Eger tu kanibî
dema koçberiya teyran
yên ber bi jêr û ber bi jor ve
yên ber bi jor û ber bi jêr ve
diçin
yek bi yek bijmêrî
wê demê ez jî sozê didim
ezê jî hemû qurbanên
vê axa şîrîn ya Kurdistanê
ji bo te yek bi yek bijmêrim
///Şêrko Bêkes

28 juni 2014

Ne tenê ”bûrjûvaziyê kurd”, gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî Kurdistana serbixwe naxwazin



Birêz Dr. Tarik Ziya Ekîncî gotiye ew li dijî fikrê Kurdistana serbixwe û heta li dijî daxwaza Kemal Burkay ya federasyonê ye jî. 

Ekîncî sebebê li dijbûna xwe bi kurdên li Tirkiyê dijîn ve girêdaye û gotiye:
” Bi sîstema federasyonê ezê kurdên li Îzmîrê û Stenbolê çi bikm?”

Ji rahmetiyê Orhan Kotan bigre, heta bi Mûrad Ciwan, gelek kesên din jî vê argumenta "kurdên Tirkiyê" didin pêş. Yanî di nava tevgera kurd da hevalên vê argumenta birêz Ekîncî pir û pir in...

Birêz Ekîncî neketiye ber xem û derdê bi kêmanî 20 milyon kurdên Kurdistanê, ketieye ber derdê kurdên Îzmîr û Stenbolê…

Ez bawer nakim bêyî siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan, siysetmedar û rewşenbîrên miletekî din bibêjin ji ber ku qismekî miletê me ji welatê xwe koç kiriye, loma em serxwebûnê û federasyonê naxwazin.

Bi milyonan fasî, tunisî û cezaîriyan jî koçî Fransayê kiribûn, lê siyasetmedar û rewşenbîrên van welatan tu carî negotin ji ber ku qismekî gelê me li Fransayê dijî em serxwebûnê naxwazin.

Li Kafkasan û Balkanan jî wiha ye, hemû gel tevhev bûne, li hin welatan belkî nîvê nufûsa miletekî koçî welatekî din kiriye, li welatên din dijîn.

Li herêma Baltikan jî rewş kêm zêde wiha ye. Nufûsa Estlandê 1, 3 milyon e. Û bi sedhezaran estî û rûsan cî guheztine, bi sedhezaran rûs li Estlandê dijîn û hewqas jî estî di dema Sovyetê da koçî vî û wî welatî kiribûn.

Lê dîsa jî estan negotin ji ber ku nufûsa me û rûsan û miletên din tevhev bûye, ya jî ji nufûsa me hewqas li felan welatî dijî, loma jî daxwaza serxwebûnê şaş e.

Yanî ji ber ku li welatekî rewşa demografîk tevlihev e, kes dev ji serxwebûnê bernade.

Ya din ji bo serxwebûna welatekî ne şert e ku hemû nufûsa wî miletî li ser axa xwe be. Ji xwe tiştekî wiha jî qet ne minkûn e.

Ji bo kurdên li Tirkiyê dijîn û tirkên li Kurdistanê dijîn jî meriv dikane riyekê bibîne, dema ew bi xwe bixwazin hebûna wan nas bike û mafên kulturî bide wan.

Ji sedî nodê kurdan li derî Kurditanê, li Tirkiyê bijîn jî, mafê ji sedî dehê mayî heye serxwebûnê û federasyonê bixwaze.

Kurd dikanin milyonek, du milyon tenê jî li Kurdistanê bimînin. Ma dewletên yek milyon, du milyon, heta bi sedhezaran tunene?

Mesela nufûsa Îzlandê 320 hezar e, Malta 400 hezar e, Qibris 800 hezar e. Lê hemû jî dewlet in û endamên Yekîtiya Miletan in…

Yanî ne tenê ”bûrjûvaziyê kurd”, gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî Kurdistana serbixwe naxwazin, ew jî naxwazin dev ji Stenbolê û havîngehên xwe yên peravên deryayê berdin…

Ne ”One minute” Erdogan bûya Peres îro wiha nedopeyivî

Li gorî medya kurd û tirk dinivîse serokkomarê Îsraîlê Şimon Peres, ji serokê Emerîka Barak Obama xwestiye ku ew dev ji siyaseta ”yekîtiya Îraqê” berde û piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.
Ev beyan ji bo miletê kurd serketineke mezin û pêşketineke dîrokî û pir baş e. Ev cara pêşî ye serokkomarekî, berpirsiyarekî dewleta Îsraîl bi vê eşkeretiyê piştgiriyê dide dewleteke kurd ya serbixwe.
Peres, piştî hevdîtina xwe ya bi Obama ra di civîneke çapemeniyê da got, wî di ziyareta xwe ya Qesra Spî da ji Obama ra gotiye, piştgiriyê bide dewleta kurd ya serbixwe û demokratîk û dev ji israra yekîtiya Îraqê berde.
Li gorî rojnameya Haareta dinivîse, Peres ji Obama ra gotiye, ”Kurdan ji nuha da dewleteke serbixwe û demokratîk ava kirine û Tirkiye jî piştgiriyê dide vê dewletê…”
Wezîrê karûbarên derve yê Îsraîl Avigdor Lieberman jî do piştî hevdîtina xwe ya bi John Kerry ra got, dewleta kurd ya serbixwe êdî rastiyeke û dibê Emerîka jî piştgiriyê bide kurdan. Û roja dewleta kurd ya serbixwe ava bibe, ewê berî herkesî wê nas bikin.
Ev piştgiriya vekirî ya berpirsiyarên dewleta Îsraîl fêkiyê ”One minute”! Erdogan ya 2009a ya Davosê ye.
Piştî ”One minute”! Erdogan ya Davosê, têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl her ku çû xerabtir bû û dawiya dawî îsraîliyan fêm kirin ku dostî û hevalbendiya tirkan ne saxlem e, ew hertim dikanin wan ji par ra kêr bikin.
Loma jî Tel Avî vê siyaseta xwe ya li hemberî Tirkiyê guhert. Û helbet ya li hemberî kurdan jî. Yanî meriv dikane bibêje ne ”One minute”  Erdogan bûya Peres îro nedigot dewletbûn mafê kurda ye û dibê Emerîka jî piştgiriyê bide kurdan..
Netîce, ev şêla Îsraîl pozîtîf e û pir muhîm e. Bi dîtina min ev şêla Îsraîl û heta dereceyekê ya Tirkiyê jî di rojên pêş da ewê tesîrê li siyaseta Emerîka jî bike. Di demeke nêz da emerîkî jî ewê piştgiriyê bidin dewleta kurd ya serbixwe…
Ya muhîm dibê kurd dev ji vê daxwaza xwe bernedin û wê xurttir û bilindtir bînin zimên.
Îro îmja kurdan li dinyayê pir baş e. Dinya li hemberî hovîtiyên neyarên me di şokê da ye. Ev jî li hemberî daxwaza kurdan ya dewleta serbixwe piştgirî û sempatiyê zêde dike.
Kurt û kurmancî, heger em hinekî biaqil hereket bikin Kurdistana serbixwe nêz e…
2014-06-27

26 juni 2014

Ez ditirsim tirk îcar jî eynî tiştî bînin serê me!

Di destpêka sedsala 20a da li Tirkiyê kurdan dikanîbûn welatê xwe rizgar bikin û bibin xwedî dewlet. Lê serok û rêberên kurdan ne jîr bûn, Mustafa Kemal ew pir rehat xapandin û dû ra jî hemû bi darda kirin.
Ez ditirsim îcar jî tirk eynî tiştî bînin serê kurdan, dîsa wan bixapînin û ked û xebata wan ya 30 salî bi avêda berdin, vê fersenda dîrokî jî ji destê wan bigrin.
Li Îraqê rewşa kurdan ji ya me gelkî baştir e, zû dereng ewê serxwebûna xwe îlan bikin.
Rewşa kurdên sûriyê jî ne xerab e, di rojên pêş da ewê bibin xwedî statuyeke siyasî.
Rewşa herî xerab ya me kurdên Kurdistana bakur e. Heta Ocalan ”mizakereciyê” PKKê, BDPê û HDPê be ez bawer nakim kurd mafekî cidî bi dest xin…

XXX

Sînorên bi darê zorê û derî îrada miletê kurd hatibûn danîn hêdî hêdî ji ortê radibin, dewletên naylon yek bi yek perçe perçeyî dibin. Îraq û Sûriye wek pîneyên kevn ji hev da dikvin. Di rojên pêş da dor ewê were yên din jî…
Emrîka, Îran û Tirkiye bixwazin jî êdî nikanin rê li ber perçebûna Îraqê û Sûriyê bigrin. Çimkî temenê van dewletên naylon êdî temam bûye û loma jî tu hêz nikane wan wek berê dîsa bi hev ve bizeliqîne.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ev cara pêşî ye ji bo qismekî kurdan şert û fersenda serxwebûnê peyda dibe. Bi qasî ku xuya ye kurdên başûr meyildarên îlankirina dewleteke serbixwe ne, lê Emerîka li dij e û dixwaze kurdan di nava Îraqa perçebûyî da bigre. Lê tiştê meriv dibîne kurd di daxwaza xwe da israr dikin. Ev israra kurdan rast e û di cî da ye, tam dema israrê ye…
Kurd heger ewê serxwebûna xwe îlan bikin, dibê îro bikin. Tarîx zû bi zû fersendeke wiha dîsa nade kurdan.
Dijmên kurdan îro ji herdemê bêtir zeîf û ne li ser hev in. Bixwazin jî nikanin kurdan rawestînin.
Mesele naskirin û piştgiriya derve ye, di vî warî da kurd hîn bi tenê û bêpişt xuya dikin…
Lê îro wiha ye sibe ev rewş dikane biguhere. Ev jî girêdayî xebat û israra me ye…
Li Tirkiyê dema kurd zeîf û dewlet xurt bû, PKKê dewlet û Kurdistana serbixwe dixwest, lê îro dema tevgera kurd ya netewî xurt û dewlet li gorî berî ”zeîf” e, dev ji vê daxwaza xwe berdaye.
Ev siyaset ewê çi bi xwe ra bîne hîn ne diyar e. Lê di rojên pêş da li Tirkiyê jî ewê gelek tişt û bûyerên ne di hesêb da biqewimin…

Heta em nebin yek emê tim herin yek bi yek...

Tim tê gotin, kurdan heta nuha ne di şer da di siyasetê da wenda kirine.
Bi baweriya min jî ev rast e. Bi kêmanî heger ne hertim be jî ekseriyet di siyasetê da wenda kirine.
Serok û rêberên kurdan mêranî û zîrekiya di şer da nîşan dane di siyasetê da nîşan nedane.
Îro jî dîsa rewş hatiye li vê nuxteyê asê bûye. Gelo kurd dikin dîsa sermiyanê ked û xebata salan li ser masê wenda bikin?
Ev hîn baş ne diyar e.
Ji bo ku sermiyanê bi xebata salan û bedelên pir mezin ji kurdan ra çê bûye careke din ji kurdan neyê dizîn, dibê hemû hêzên kurd bi hev ra li dor masê rûnin, cepheyeke netewî ava bikin.
Yanî garantiya biserketinê di tifaqa netewî da ye.

XXX
Camêrekî gotiye, ”Xeyala her mêrî(peyayî) ew ku ew bibe evîndarê pêşî yê jinekê…”
Lê helbet li darê dinyayê ew jî nabe nesîbê her mêrî…
Heft xwezî bi dilê wî egîdê ku bikanibe dilê xatûnekê feth bike û bibe dildarê pêşî…
Xwedê kir ku neyarên me hertim biaqil hereket nakin, ji ber bêaqiliya wan hin deman tepa li ser serê me kêm û benê di gewriya me da sist dibe.
Lê li hemberî vê ”bêaqiliya” neyarên me, em jî biaqil nabin û ji dîroka xwe baş derz û ibretê nagrin. Her kes, her hêz dibêje yekîtî baş e, lê kes çê nake…

2014-06-25
XXX
Di siyasetê da ne kesê pir zana, rast û bi heq, yê herî pir bixebite û zû neweste û di xebata xwe da berdewamiyê nîşan bide bi ser dikeve û digihîje armananca xwe
Yanî di siysetê da rastbûn, zanebûn û biheqbûn meriv otomatîkman nabe zaferê.
Di siyasetê zafer girêdayî xebatê ye, kî pir bixebite û îstîkrarê nîşan bide di taliyê da ew bi ser dikve. Rast, şaş, bi heq, neheq ferq nake, mesele xebat e...

2014-06-24

24 juni 2014

Siyaset û edeb

Gelek tarîfên siyasetê hene. Ji van tarîfan yek jî ”sinetê îdarekirinê” ye. Yanî meriv dikane bibêje siyaset, hunerekî îdarekinê, birêvebirinê, lihevragirtinê ye.
Lê li alî din siyaset di eynî wextê da sinetê gotina xweş e, terbiye û edeb jî. Yanî siyaset ne bêdebî, bêterbiyetî, çeqelî, berdûşî, qebedayîtî  û zirzopî ye.
Çi heyf ku li Tirkiyê siyaset li ba siyasetmedarên tirk wiha bûye, yanî bûye bêterbîyetî û bêedebî.
Do serokê MHPê Devlet Bahçelî bi gotin û uslûbeke ne xweş Erdogan rexne kir.
Îro jî Erdogan bi gotinên hîn girantir, bi gotinên hîn bêdedep bersîv da wî.
Her roj kêm zêde hemû serokên tirk bi vê uslûba bêmistewa, wek sûtalên siqaqan, wek serokên mafyayê xîtabî hev dikin, hevûdu rexne dikin, gotinên pir girann ji hev ra dibêjin.
Yanî siyaset li Tirkiyê ji hunera gotina xweş û îdarekirina însên derketiye, bûye hunerê bêedebî û bêterbîyetiyê…
Ev bêmistewatî û bêexlaqiya wan pir hindik di me kurdan jî digere, kurd jî ji wan fêrî bêdebî û bêterbîyetiyê dibin…

XXX
Xewnên kevn
Qey rojên çûyina welêt nêz dibin, loma jî ez hema hema her şev Wêranşarê di xewna xwe da dibînim. Lê tim jî Wêranşara kevn, kolan û kuçeyên berê ye. Ji sala 2010a û virda çar caran çûm Wêranşara nuh û her carê jî çend rojan lê mam û lê geriyam. Lê tiştekî pir ecêb e, heta nuha yekcarê jî min Wêranşara nuh di xewna xwe da nedîtiye. Hercara dikeve xewna min tim bajarê kevn yê 34 sal berê ye û însanên berê ne…
Min tiştek ji vî îşî fêm nekir, weleh însan jî mexlûqatekî pir ecêb e, gelkî zahmet e merivpsîkolojiya wî ji hev derxe…

XXX
Mêrê xerab wek hesinê pîs e, ne dibe çakûç û ne jî das. Loma jî kar û xebata baş bi kesên berê hatine ceribandin û îmtîhanek baş nedane nabe.

XXX
Ez hêdî hêdî 40-50 derece germiyana Wêranşarê xeyal dikim...

Yaho îsal ji Stockholmê ra çi xerab hat, em ji serma qefilîn gidî. Vêsê gava ez ji mal derketim herewere 12 derece germ bû. Bawer bikin hîn rojekê jî xweşikî hestiyên me germ nebûne yahoo....
Hêdî hêdî ez 40.50 derece germiyana Wêranşarê xeyal dikim. Û heger xanî jî temam be, wê demê kêf kêfa min e, ez û xanim emê li balkonê xwe bidin ber tavê û qahwa xwe bi kêf vexwin.
Pir nema, serî binî du hefte man. Ê bela sebeb negotine xwediyê sebrê mîrê misrê…
Bi rastî jî me gelkî sebir kir...
Lê ez bi xwe ne Misrê dixwazim û ne jî Mîrîtiya wê, ez Kurdistanê û muxtariya wê dixwazim.
Heger ew jî nebe, dor neyê min, ez dixwazim bibim şivan û gavanê gundekî Kurdistanê….

2014-06-24

22 juni 2014

Selahattîn Demîrtaş îcar jî bû serokê HDPê


Di kongreya awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da Selahattîn Demîrtaşê hevserokê BDPê îcar ew û Fîgen Yuksekdag bûn hevserokên HDPê. Demêg problem navê BDPê bûye.
Meriv nizane bigrî, nizane bike...
Ê heger Demirtaş ewê dîsa bibûya serokê HDPê wê demê çima HDP hat avakirin?
Ma çi bi BDPê hatibû?
Heger navê BDPê ne xweş bû, we dikanîbû navê wê biguherta.
Heger di destûr û programê da kêmasî hebû we destûr û program biguherta.
Heger hewcedarî bi endametiya çend tirkên çep hebû, we çend tirkên din jî bikirana endamên BDPê.
Yanî heger Demirtaş ewê bibûya serokê HDPê jî, wê demê ev helahop ji bo çi hat lidarxistin, BDP çima hat tasfiyekirin?
Yanî nuha nav ne BDP lê bû HDP çi guherî? Dîsa eynî serok, dîsa eynî kurd…
Welhasil siyaset kirin lîstika zarokan û pê bi kurdan dilîzin.  Lê xwediyên vê siyasetê ewê li zirarê derkevin. Ji xwe meriv ji beşdarî, heyecan û înterese kurdan ya li hemberî kongreyê fêm dike ku kurd vê siyasetê rast nabînin û loma jî întreseke zêde nîşan nedane…
Lê em çi bibêjin jî bê feyde ye, dilê wan çi çawa bixwaze wisa dikin…
Lê tiştek pir vekirî ye, hûn çi bikin, çi navî li xwe kin jî tirk rayên xwe nadin kurdan. Dibê hûn dev ji vê xeyalê berdin...

XXX
Bi xêr dema Kurdistan çê bibe li Rojhilata Nêz û navîn piştî Îsraîl ewê bibe demokrasiya duyem.
Ji xwe wa ye ji nuha da li herêmê miletê herî medenî û civata herî demokratîk e.
Li ber çava ye, Tirkiye jî di nav da, li gel hemû kêmasiyên xwe jî li herêmê welatekî ji Kurdistana Federe demokratîktir û civateke jê azadtir tuneye.
Ez nabêjim Kurdistana Federe bêqusûr û bêkamasî ye. Dibêjim li gel hemû kêsayinan jî welatekî ji hemû cîranên xwe demokratîktir û azadtir e

XXX

Sînan Çelebiyê tirkmen, di hukûmeta nuh ya Kurdistana Federe da bû wezîrê edaletê. Li gorî medya kurd û tirk dinivîse, Çelebî bi tirkî û bi kurdî sond xwariye.
Wezîrên musilman bi Quranê û yê fileh jî bi Încîlê sond xwarine.
Li vir meriv ferqa demokrasî û însaniyeta kurdan û tirkan dibîne. Kurd ne zimanê kesî û ne jî dînê kesî lê yasax dikin, kesî mecbûrî ya xwe nakin.
Lê min nizanîbû kurd di meclîsê da bi Quranê sond dixwin. Ez bi xwe di meclîsê da sonda bi Quranê û bi Încîlê rast nabînim. Lê ev meseleyeke din e…

21 juni 2014

Bi hêviya em rojên wiha li Kurdistana azad jî bibînin


Zanîngeha Mêrdînê ji sala 2009a û virda ye di beşa Enstîtuya Kurdolojiyê da mamosteyên zimanê kurdî perwerde dike. Îsal 310 ji beşê kurmancî û 90 jî ji beşê zazakî, li ser hev 400 xwendevan ji Lîsansa Bilind ya mamostetiyê, bi merasimekê dîplomayên xwe girtin û şewqeyên xwe virvirandin hewa.
Wek tê zanîn, dewleta tirk navê Zanîngeha Mêrdînê kiriye “Zanîngeha Artuklu.
Artuklu, xanedaneke tirkmenan e û di nabêna 1101-1408a da li herêma Mêrdîn Heskîf û Xarpêtê hukum kiriye û jiyaye. Dû ra ji alî Selçûqî û Eyûbiyan û Qereqoyinliyan ve ji ortê hatin rakirin.
Lê ji ber ku demekê li wê herêmê hukim kirine loma jî navê zanîngeha bajarekî wek Mêrdînê kirin “Artuklu”. Yanî navekî bi tirk û tirkmenan ve têkilidar e lêkirin. Eyûbiyan jî demekê (1171-1250)li herêmê hukim kir. Dikanîbûn navekî din ya jî navê Selahedînê Eyûbî lêkirina, lê wiha nekirin.
Ji ber ku naxwazin li Kurdistanê navekî kurdan û qewmekî din bîne bîra meriv bidin mektebekê ya jî zanîngehekê.
Lê roja Kurdistan çêbû, bêguman kurd ewê navê hemû zanîngehên Kurdistanê biguherînin û navên li gorî rastiya wê caxrafyayê bidin van zanîngehan.
Ez hemû mamoste û xwendevanên Zanîngeha Mêrdînê ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.

XXX
Zeman, bi guhertin û pêşxistina civatê ra exlaqî însên jî diguherîne, hin caran dejenere dike. Gelek tişt û kirinên berê însên qebûl nedikir, wek bêexlaqî, zeîfî, teslîmiyet didît, îro kes êdî wek qusûr û kêmasiyekê nabîne.
Zanîn jî bûye pere, ew jî êdî ser her pîsiyê digre…

XXX
Bi wendakirina Îranê helbet ez pir kêfxweş bûm, lê belê Arjantînê jî bi lîstika xwe ev serketin qet heq nekiribû. Golê Messî di deqîqeya 91ê da hinekî neheqî û bêşansî bû. Îranî neketana heyecana serketinê ew gol nedibû. Lê baş bû ku netîce wiha bû.
Bi vê lîstika xwe ez bawer nakim Arjantîn zêde pêşda here.
Gelo lîstikvanê bi navê Mesûd Sûcaî ne kurd e, kesê wî nas dike heye?
Ez nizanim di taximê Îranê da kurd hene ya na....

2014-06-21

20 juni 2014

Hertişt temam e ya kêm tifaq e

Cara dawî di Şerê Cîhanê yê Yekê da fersenda serxwebûnê ket destê kurdên bakur, başûr û rojava.
Lê herçiqas şertên der û hundur heta dereceyekê musaîd û di lehê kurdan da bûn jî lê yekîtiya kurdan tunebû, kurd di warê leşkerî da ne xurt bûn û di warê siyasî da jî biryarên şaş dan û bi gotinên kemalîstan xapiyan.
Îro dîsa ji bo serxwebûnê hin şertên der û hundur peyda bûne.
Dijminên kurdan bi hev ketine û li hemberî kurdan ne yek in. Di nabêna wan da di gelek waran da şerekî mezin heye. Dinya piştgiriya siyaseta wan nake, li dijî îdeolojî û dûzana wan e...
Kurd li welatê xwe organîze ne, xwedî hêz in û di warê leşkerî da jî pir xurt in.
Li hemberî vê hêza wan him dijmin û him jî dinya hesabê wan dike, êdî nikanin bêyê kurdan li herêmê tiştekî bikin.
Yanî him şertên der û hundur û him jî hêza kurdan ya rêxistinî û leşkerî di lehê kurdan da ye.
Ji bo kurdan îro tiştê kêm tifaqek û siyaseteke netewî ye. Heger hêzên kurd cepheyeke netewî ava bikin û siyaseteke netewî bimeşînin dewletbûn êdî ne xeyal e. Mesele êdî girêdayî zîrekî û hostayiya siyasetmedar û serokên me ye. Heger kurd zîrek bin ewê ji van şertan bi kar derkevin û gelê xwerizgar bikin.
Lê ji bo ku kurd ji vê demê bi kar û bi serketin derkevin kadir û serokên jîr û hoste lazim in.
Şertên der û hundur hemû hazir û di lehên meriv da bin jî gava lîderên li gorî van şertan siysetê bimeşînin tunebin serketin ne mimikûn e.
Ji ber ku şert bi serê xwe têr nake û zaferê nayne. Ji bo serketinê dibê siyseteke li gorî şertan were meşandin. Yanî faktora însên jî bi qasî şertan muhîm e.

XXX
Kî devê xwe vedike dibêje ”bihara ereban” bû bihara kurdan, bihara ereban bi kêrî kurdan hat û kurd û kurd…
Wa ye berpirsiyarekî CIA yê kevn û pisporê Rojhilata Navîn Graham Fuller jî di kitêba xwe ya dawî da ”Tirkiye û bihara ereban” da gotiye, ”ji bihara ereban kurd li karê derketin…”
Min fêm nekir ka kurdan çi kar kirine?
Li tu beşekî Kurdistanê welatê we rizgar nekirine, serxwebûna xwe îlan n...


XXX
Rahma Xwedê lêbe, dora şeqizandinê îro jî ya Îtalyayê bû. Îtalyayê qulba xwe şaş kir.
Ev serketina, belkî jî di dîroka Kostarîkayê da serketine herî mezin e. Bi vê serketinê Kostarîkayê înilîza şandin mala wan û bilêta Îtalyayê zû birrî û bi îhtîmaleke mezin Îtalî jî wek înilîzan ewê zû herin mala xwe.
Li Brezîlyayê serketina welatên biçûk, welatên feqîr min kêfxweş dike. Belkî ji ber ku em kurd jî feqîr û bindest in loma…
Alîkariya hakem jî Îtalya xelas nekir, hakem penaltiyeke(straf) sedîsed neda Kostarîkayê. Lê axirê dîsa jî heq û edaletê ciyê xwe dît...
Û Kostarîkayê futbolek ji Îtalyayê xweştir û baştir jî lîst

Ji bo wan ya muhîm bira ne kurd bin...

Tirkmenên ji Mûsilê, ji Telaferê û ji bajarên din yên ji qetlîama ÎŞÎDê xelas bûne û xwe avêtine dexlê kurdan ji alîkariya pêşmergeyan pir memnûn in, dixwazin pêşmerge wan biparêzin, lê ”ditirsin” ku Kerkûk têkeve destê kurdan.
Di roja teng da bira kurd wan ji qetlîamê xelas bikin, li Kurdistanê cî û war bidin wan, lê dîsa jî dibê Kerkûk nebe ya kurdan.
Yanî kurd çi bikin jî mêrikan dev ji neyartiya xwe bernadin. Lê ev hinekî jî siyaseta Tirkiyê ye, kesên wiha dibêjin merivên Tirkiyê ne û bi tahrîk û teşwîqa Tirkiyê wiha dibêjin.
Serkêşiya vê siyasetê Cepheya Tirkmen dike. Cepheya Tirkmen dibêje dera hêza pêşmerge lêye tirkmen di ewlekariyê da ne, ew ne li dij in ku pêşmerge wek hêza leşkerî tirkmenan biparêzin, lê ew ditirsin ku pêşmerge siyasî hereket bikin û dest deynin ser Kerkûkê.
Kerkûk ya ereban be baş e, ew di bin destên ereban da bin okey e, ereb xwedî dewlet bin ew ne li dij in, lê ew li dij in ku Kerkûk bibe ya kurdan, ew li dij in ku kurd serxwebûna xwe îlan bikin.
A ev jî şansê me kurda ye, em çi çêyiyê bi xelkê bikin jî şêkir tuneye…


XXX
Wek Şîlî û Uruguayê rojekê ewê dor were me kurdan jî

Li Brezîlyayê dawî li epoka Îspanyayê hat. Şîliyê taca matadorên sor ji serê wan danî û ew hustuxwar şandin malê
Tiştê du roj berê hat serê Îspanyayê îro jî hat serê Engilistanê. Uruguayê bi 2 golên Suarez Engilistan xist komayê.
Wek hertiştî di futbolê da jî mezinahî û serketin tu carî ne ebedî ye, rojek tê hinek taca te ji serê te dike û te ji ser textê de dadixîne û îcar ew tacê dide serê xwe û li ser kursiya te rûdine.
Yanî li dinyayê tu tiştekî ebedî tuneye, çawa ku împaratorî û dewletên wextekê xwediyê dinyayê bûn rojek hat qediyan, bûn dîrok û çîrok, futbol jî wiha ye, tu çiqasî mezin bî, tu Îspanya û Îngilistan be jî rojek tê Şîlî û Urûgûay te ji ser textê te tot dike û tu av û av diçî û dû ra hinekên din tacê didin serê xwe û li ser textê te rûdinin…
Rojekê bi vî hawî ewê dor were me kurdan jî, emê jî ji bindestiyê rizgar bibin û bi ala rengîn bi Kurdistana azad dakevin saha dinyayê…

19 juni 2014

Kurdên newêrin navê welatê xwe bibêjin

Min di kanala Rûdawê da li hevpeyvîna Huseyîn Çelîk temaşe kir. Hercara ku qala navê Kurdistana Federe dikir, berê digot “Bakurê Îraqê”, dû ra digot “herêma Kurdistanê” û navê Kurdistanê digirt devê xwe. Yanî yek carê jî navê Kurdistanê tenê, bêyî ku bibêje “Bakurê Îraqê” negirt devê xwe.
Diyar e destûra Erdogan dayê ew e, camêr li gorî destûra ji Erdogan girtiye dipeyive.
Esas ne ew tenê, hemû parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd dikanin ancax bi qasî destûra Erdogan daye wan qala kurdan û Kurdistanê bikin.
Heger Erdogan ji wan ra bibêje “dibê hûn navê Kurdistanê qet negrin devê xwe”, ez sedîsed bawer im ewê îtîatî vî emreê Erdogan bikin û navê Kurdistanê ebeden negrin devê xwe.
Yanî Huseyîn Çelîk û yên din hemû jî nigên xwe li gorî destûr “orxana” Erdogan daye wan dirêj dikin, jê wêdetir bivik e, loma jî newêrin...
Lê tiştê ecêb, kesê li ser navê Rûdawê bi Huseyîn Çelîk ra hevpeyvîn çêkir, jê ra negot, birêz Çelîk, tum çima tim berê dibêjî “Bakurê Îraqê” ? Wek kurdekî tu çima navê welatê xwe rast nabêjî?

XXX
Kurdan seferberî îlan kir
Serokê Kurdistana Federe Mesûd barzanî, li hemberî tehdîdên ÎŞÎDê û şîiyan seferberî îlan kir, xwest hemû pêşmeregeyên teqawid tavilê bi hêzên pêşmeregeyan ra têkevin têkiliyê û ji bo şer amade bin.
Li ser vê banga serokê Kurdistanê Barzanî, kurd, pêşmeregeyên berê, xortên kurd ref bi ref tevî hêzên pêşmergeyan bûn û çûn qada şer.
Diyar e rewş pir cidî û krîtîk e, ya na serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ev bang li kurdan nedikir.
Dibê guh û çavên hemû kurdan li başûr be û ji bo parastina Kurdistanê herkes amade be. Îro roj roja tifaqê û xîretê ye.

2014-06-18

17 juni 2014

Îro ne roja vekirina defterên kevn e

Di medya kurd da hin kes li hemberî hin şexs û hin hêzan pir terefgîr û neyarane hereket dikin, bi piranî xeberên ku hin kes û hin hêzan pîs û reş dikin û hin kes û hin hêzan jî rind û xweş dikin belav dikin. Ev yek ji xwe ra kirine wek hobiyekê.
Di rojên wiha teng û dîrokî da, ku ji herdemê bêtir hewcedariya kurdan bi hevkarî û tifaqeke netewî heye, dibê meriv xêrê bixwaze, di nabêna kurdan da fêsadiyê neke û tim bi mesûliyet hetreket bike.
Hin gelşên meriv yên şexsî dibê nekevin pêş menfaetên netewî. Di demên wiha hesas û dîrokî da dibê meriv bikanibe problemên xwe yên bi hinekan ra bide aliyekî û hestên xwe kontrol bike.
Ya muhîm ew e ku meriv bi gotin, kirina û rexneyên xwe ”şaşan” rast û ”xeraban” jî baş bike, ne ku hîn şaştir û hîn xerabtir bike.
Dostanî, hevkarî û tifaqa kurdan dibê îro armanca me hemûyan be, em hemû viya ji hêz û partiyên kurd bixwazin.
Kê berê çi gotiye, çi şaşî kiriye, dibê meriv îro bide aliyekî (çimkî îro ne roja kurd hesab ji hev bipirsin)û giraniyê bide nuxteyên me kurdan nêzî hev dike.
Îro roja ku kurd defterên xwe yên kevn bidin aliyekî û li hemberî êrîşên dijmin mil bidin hev, hêzên xwe bikin yek û gel û welatê xwe biparêzin.

XXX
Weleh xanima min ji xwe ra kêf kiriye. Îro min dîsa zend û bendên xwe vemaltin, berdilka(pêşmala) xwe da ber xwe û ketim mitbaxê. Min dîsa jê ra masî û zeleteyekî ku meriv tiliyên xwe pê ra bixwe çêkir. Piştî ku hertişt temam bû, wek xanima li ser sifrê rûnişt û got, xwezî te ne ev masî, te kelûk(laks, som)anîbûya. Ji ber ku ew ji keleûk pir hez dike, kelûk masiyekî bi lezet e…
Ha dibê ez neheqiyê nekim, bira wê jî bulxur(savar)çêkiribû, ji masiyê min bêtir pesnê bulxurê xwe da.
Weleh ew biecibîne neecibîne wek rahmetiyê bavê xwe, ez ji aşpêjiyê hez dikim. Çîk di ser çîkê gorbuhêştê bavê min ra tunebû. Meha rociyê hema hema herşev çîkê me hebû, cîranên me jî xêra wî fitaran bê çîk nediman…
Zarokên min yek jî li min nehatine.

XXX

Şerê cîhanê yê sisiyan li herêma me destpê kiriye. Û di rojên pêş da dikane berfirehtir û gurrtir bibe.
Ez hêvî dikim wek şerên berê em îcar jî di ber nigan neçin, rewşa me xeabtir nebe.
Ji bo ku felaketeke wiha neyê serê me, yekîtî, hêz û hazirî lazim e. Dibê kurd ji bo parastina xwe û Kurdistana Federe tdbîrên pir cidî bigrin.
Rewş pir cidî xuya dik, hevîrê ereban ewê hîn gelek av hilkişîne…

16 juni 2014

Ereb bela xwe di kurdan nedin baş e


Şerê şîiyan û şunniyan ev 1350 sal in dom dike û ewê hîn jî dom bike. Ji ber ku agirê şerê dînî, mezhebî li tu derê ji binda venamire û yê ereban jî ewê venemire. Agirê şerê ereban li gorî ”agirên” din hîn tiraf e, hîn pir gurr e.

Û heta ku şîî bi birîna 1350 sal berê binal in û ereb li gorî esasên dînî jiyana xwe tanzîm bikin şerê nabêna wan ewê raneweste.

Çimkî dijminatiya dînî û mezhebî hema hema ebedî ye, naşibe dijîyatiyên îdeolojîk û siyasî yên hemdem.

Ji bo ku ereb van şerên mezhebî li pey xwe bihêlin, dibê îslam jî wek xiristiyaniyê reform bibe, xwe li gorî şert û dinya îro nuh bike.

Sebebê ku erebên şîî û sunnî heta nuha li hin welatan hîn bi hev ra dijîn zor e, yên xurt, li hin deran bi tenê û li hin deran jî bi alîkariya hinên din, yên zeîf mecbûrî bindestiyê û îteatê kirine.

Lê roja ku yên bindest dikanin werin ser hukim, îcar ew yên din mecbûrî bindestiyê dikin. Îcar ew zulmê û neheqiyê li yê din dikin. Û dema însan bindestiyê qebûl nakin, wekheviyê dixwazin, wê demê jî serê wan jê dikin.

Nuha tiştê li Sûriyê û li Îraqê dibe ev e, sîî naxwazin desthilatê bi sûnniyaan ra parve bikin, naxwazin bi wan ra wekhev bijîn. Dibêjin we bi sedsalan heqê me xwariye, zulm li me kiriye, nuha jî dora me ye. Û ev jî dibe sebebê şer û pevçûnan.

Tiliya derve tê hebe, tê tunebe şîî û sunnî êdî nikanin bi hev ra wek miletekî, wek bira bijîn. Di orta wan da xwîn heye û li gorî kultur û felsefeya eraban heta heyf neyê girtin li hevhatin ne mimkûn e. Yê viya bike bênamûs û bêşeref e.

Û dema aliyek li derekê heyfa xwe digre, îcar aliyê din bi dû heyfa xwe dikve, îcar ew sonda heyfgirtinê dixwe.

Û ev ye ji şerê Kerbelayê virda, ev 1334 sal in dom dike û ewê hîn jî dom bike.
Loma jî kî çi bike jî Îraq ewê perçe bibe, Sûriye ewê bibe welatekî nuh, dewleteke bi hawakî din. Kurd ewê bibin xwedî maf û deshilat.

Ya herî muhîm, di vê dema krîtîk da erebên sûnnî ya jî şîî bela xwe di kurdan nedin, kurd kanibin xwe ji şerekî ereban biparêzin pir baş e, li kara kurda ye.

Ereb çiqasî zeîf û kurd jî çiqasî xurt bin jî şer ne li kara kurda ye. Kurd îro qezenc bikin jî, em cïranên hev in û sibeya vî îşî heye.

Li herêmê dostên kurdan tune û dijminên wan pir in. Loma jî heta ereb êrîşê neynin ser kurdan dibê kurd îşê xwe ji wan neynin. Û bi qasî meriv dibîne siyaseta kurdan jî ev e, em êrîşî kesî nakin, lê gava yek were ser me, bixwaze me bikuje û welatê me dagir bike, emê xwe biparêzin.

Ev, ji bo kurdan siyaseta herî baş û herî maqûl e.
Di rojên pêş da pir ne dûr e ku siyaseta hukûmet AKPê ya derbarê kurdan were guhertin. Ji ber ku Erdogan dît ku bi neyartiya kurdan ew tu tiştî qezenc nakin û di dawiyê da li zirarê derdikevin. Piştgiriya çeteyên îslamî îspata vê yekê ye.

Li herêmê hêza ku Tirkiye herî bêtir dikane baweriya xwe pê bîne û pê ra hevkariyê bike tenê kurd in, tenê kurd, bikanibin û fersendê bibînin jî ji par ra li tirkan naxin.

Lê ji bo hevkarî û girtina piştgiriya kurdan jî dibê hukûmeta Erdogan mafê kurdan bide, dev ji xapandinê berde û statuya kurdan ya siyasî û netewî qebûl bike.

Heta ku kurd li Tirkiyê negihîjin azadiya xwe Tirkiye rehet nake, demokrasî nayê Tirkiyê. Kî tê ser hukim ferq nake, problem ne di hukûmetan da, di înkara kurdan da ye. Roja ku Tirkiyê dev ji înakra kurda û Kurdistanê berda û daxwazên kurdan qebûl kir, a wê çaxê tirkiye ne muhtacî alîkarî û hevalbendiya ÎŞÎDê, El Qaîde û El Nusra yê ye. A wê çaxê Tirkiye ewê reht bike û bibe welatekî demokratîk…

15 juni 2014

Dibê meriv zû dilê xwe xweş neke...

Ji alî hêzên pêşmergeyan ve girtina Kerkûkê û hin herêmên din dilê hemû kurdan xweş kir, hemû kurd şahiya vê biryara hukûmeta Kurdistanê dikin.
Herkes wisa bawer dike ku kurd edî ewê Kerkûkê û bajarên din yên nuha ketine bin destê kurdan dîsa paşda nedin Îraqê.
Ez hêvî dikim kurd bikanibin wisa bikin, hêza wan têra vê yekê bike.
Û ez viya jî baş dizanim, heger kurd bikanibin qet texsîr nakin, ewê bikin.
Lê ewê wiha bikin ya na, dikanin wiha bikin ya na hîn baş ne zelal e.
Ji ber ku do serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beyana xwe da gotiye hêzên pêşmergeyan li ser daxwaza Malikî ketin Kerkûkê. Îcar sibe dema hewcedariya Bexdayê bi alîkariya pêşmergeyan nemîne û Malikî bibêje, ji bo alîkariyê mala we ava, nuha hûn dikanin ji Kerkûkê vekişin. Gelo kurdê vê daxwaza wî jî bicî bînin ya na ez nizanim.
Bersîva vê pirsê hîn baş ne diyar e. Bi dîtina min heger kurd bikanibin Mûsil, Mahabad, Diyarbekr û Qamîşlo jî têda ewê hemû Kurdistanê bigrin, hemû beşên Kurdistanê rizgar bikin.
Lê belê dikanin ya na, mesele di vir da ye. Yanî mesele ne xwestin û nexwestin e…
Loma jî dibê meriv zû dilê xwe xweş neke, gurên li dor me hîn belav nebûne..


XXX
Celadên ÎŞÎdê fotoyên wahşet û qetlîamên xwe di medya sosyal da belav dikin. Li ber kamerayan bi sedan însanên dest û nigên wan girêdayî qetil dikin, serên wan jê dikin. Û dinya û Neteweyên Yekbûyî jî li vê wahşetê temaşe dikin.
Gelo ev wahşet li dereke din, ji alî welatekî din ve, mesela ereban li cihûyan, sirban li bosniyan, rûsan li ûkraniyan, yûnaniyan li tirkan bikira dinya û Neteweyên Yekbûyî ewê bi vî rengî li qetlîamê temaşe bikira?
Bêdengiya dinyayê li hemberî vê wahşetê cesaretê dide qatilan.

14 juni 2014

Em nemirin emê hîn gelek sosiretên giran bibînin...


Îbrahîm Guçlu nuha di kanala TRT6ê da wek berdevkekî hukûmetê li dijî bûyerên Lîcê derket û got, qereqol û qeleqol ji bo ewlekariya milet çê dibin.Guçlu got, "Bira çê bibin, dema eskeran neheqî li milet kir, bira milet bi riyeke demokratîk fikrên xwe bibêje û protesto bike. 
Lê dema qereqol û qaleqol tunebin esker ewê li ku bimînin? Dibê ciyên esker lê bimînin hebin. Ma qereqol tunebin ewê li ku bimînin?"
Hey gidî dinya yê, camêr ji ku hat ku, meriv ji çavê xwe, ji guhê xwe bawer nake…Wek berdevkekî hukûmetê çêkirina qereqolan diparêze.
Meriv hêvî dikir heger Ocalan û PKK ne li dijî çêkirina qereqolan bin, dibê Guçlu li dij bûya, bigota li Kurdistanê ez li dijî çêkirina qereqola me. Çêkirina qereqolan tahkîmkirin, zept û rebtkirina îşxala welatê min e. Loma jî protestoyên milet di cî da û bi heq e.
Lê mêrik ji dêlî ku viha bibiêje, avakirina qereqolan parast, li dijî protestoyên gel derket, got yên protesto dikin ne gel e, KCK, PKK ye…
Camêr li dijî beyana PKKê û PYDê ya alîkariya pêşmergeyan jî derket, got bira şerê kurdan nekin bes e, alîkariya wan ne lazim e. Û ya din jî ji we mudaxeleya hêzeke ji derve ne qanûnî ye û nizaim çi û çi...
Tu dibêjî belkî qatil û çeteyên li Sûriyê, li Kurdistana rojava û li Îraqê li dijî kurdan şer dikin hemû hêz û hemwelatiyên van velatan in, hemû li gorî qanûnên van welatan hereket dikin.
Îcar qanûn!
Halbûkî Guçlu, wext û zemanekî qanûnên van welatan nas nedikir, digot Kurdistan hatiye îşxalkirin, sînorên hene hemû sûnî ne. Kurdistan yek welat e û em jî yek milet in.
Lê îro li hemberî hêzeke çete û zalim li dijî hevkariya kurdan derdikve, vê tiştekî wiha bêqanûnî dibîne, dibêje bira PKK û PYD xwe tevî vî îşî nekin…
Tirk jî wek Guçlu viya dibêjin, ji bo ku PKK û PYD li dinyayê pûaneke baş negrin, PKK, KCK nebin xwediyê nav û îmajeke baş, PKK ji mohra ”terorîstiyê” xelas nebe, PKK û PDK nêzî hev nebin...

Însan bi carê da pîs nabe, merheleyeke pîsbûnê heye. Wek her tiştî, însan jî hêdî hêdî pîs dibe û dû ra tê dereceya rizandinê…

Li gorî serokê BBPê kuştina kurdekî ewê civata tirk rehet bikira

Piştî beyanên serokwezîr Edogan, Kiliçdaroglu û serokê MHPê Develet Bahçelî yên derbarê bûyera daxistina ala tirk da, serokê BBPê(partiya yekîtiya mezin, partiyeke faşîst ya tirk e)Mustafa Destici jî ji Erdogan û Bahçelî kêmtir nema û wî jî got, ”xwezî îşê wî li wir bihata dîtin.” Destici bêyî ku durûtiyê bike ji me hemû kurdan ra wiha got:
”Xwezî kesê al daxist wê gavê li wir bahata helkirin. Heger wiha bibûya îro civata tirk ewê rehettir bûya. Ez wisa difikirim. Ji ber ku al namûsa me ye û hukmudariya me bi xwe ye. Yanî dibê ji nuha û pêda bûyereke wiha nebe adet. Ya muhîm ev e. Tiştê li Qibrisê hat kirin dibê li vir jî were kirin. Çawa ku li Qibrisê destê dirêjî alê bû hat şikandin û ew beden hat xistin, dibê li vir jî eynî tişt were kirin. Yanî ez pir vekirî dibêjim. Ji ber ku heger hûn îznê bidin viya, ji viya ra çavê xwe bigrin, êdî herkesê cesaretî viya bike…”
Bi dîtina min Mustafa Destici pir vekirî peyivîye, bûye tercumanê fikir û hestên milet û siyasetmedarên tirk jî.
Yanî ev dîtin ne munhasirî çend kesên nîjadperest û çend sütal û cahilan e, hemû partiyên tirk wiha difikirin, ekserieyteke pir mezin civata tirk wiha difikire. Û heger fersendê bibînin, heger ji destê wan were bi rastî jî ewê destên me jî û serên me jî, him jî bi kêreke ko jêkin.
Dibê em kurd viya baş bizanibin. Lê kurdên zilamên AKPê hîn jî vê rastiyê qebûl nakin û hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin.
Loma jî Destici rast gotiye, bi rastî jî heger kesê al daxist li wir bihata gullebarankirin, gelê tirk, siyasetmedarên tirk nuha ewê gelkî dilşadtir bûna.
Ji ber ku ew ditirsin ev yek di nava kurdan da bibe adet, kurd li herderê ala tirk daxin û êdî wê wek ala xwe qebûl nekin.
Yanî berî ku cer(kûz)were şikandin dixwazin li kurdan xin, çavê wan bitirsînin ji bo ku cer neşkînin, yanî careke din kes cesaretî tiştekî wiha nekin.
Mêrik dibêje tiştê me li Qibrisê kir, destê me li Qibrisê jê kir, dibê eynî tiştî em li hemberî kurdan jî bikin.
Ji bo ku kurd ala tirk qebûl bikin, wek Îraqê dibê di nabêna kurdan û tirkan da Federasyonek hebe û ew jî ala kurd qebûl bikin.
Ala tirk ne ala kurda ye, wek hebûna wan ya li Kurdistanê ew jî xeyrî meşrû ye, loma jî mafê kurdan heye wê red bike.
Çawa ku ala Îraqê ne ala kurda ye, çawa ku tirkên Qibrisê ala Qibrisê wek ala xwe qebûl nakin, eynî tişt ji bo me jî derbas dibe, mafê kurdan e bibêjin em vê alê qebûl nakin, çimkî ev ne ala me ye.
Dibê nivîskar, întellektuel û siyasetmedarên kurd hêdî hêdî bingeha vê yekê çêkin, ji bo ku wek navê Kurdistanê ev tabû jî were şikandin

12 juni 2014

Musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e...

Gotineke meşhûr heye, dibêjin musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e. Ez hêvî dikim ev gotin ji bo kurdan bi rast bigere û kurd ji vê musîbeta DAÎŞê derzeke dîrokî bigrin û dev ji neyartiya hev berdin.
Fikrê me, baweriya me, siyaseta me çi dibe bira bibe, em mecbûr in di van rojên teng û dîrokî da wek miletekî hereket bikin, hêzên xwe bikin û bi hev ra welatê xwe biparêzin. Yanî hevkarî û yekîtiya xwe ya netewî çêkin û xurt bikin.
Him garantiya hebûna me û him jî riya azadiya me ev e.

XXX
Hukûmeta AKPê li hemberî kurdan û YPG ji herderê dinyayê çeqel û çuqûl, çete û qatilên îslamî top kirin, li Tirkiyê cî dan wan, ew perwerde kirin û dû ra bera beda kurdan. Dema Erdogan destê xwe li pişta van çeteyên ereb û biyanî dixist û dajot ser kurdan, wî qet texmîn nedikir ev hêzên çete û qatil rojekê ewê bibin frankenstein û li wan vegrin.
Vê siyaseta AKPê Tirkiye kir Pakîstana duduyan, kir buhuşta çeteyên El Nusra, El Qadî û ÎŞÎDê.
Lê nuha derket ortê ku çi jahr belav kirine, çi belayeke mezin anîne serê xwe û helbet serê me kurdan jî.
Heger ÎŞÎD îro dikane Mûsilê bigre, sefaretxana Tirkiyê têxe bin destê xwe û bi sedan kesî birevîne hinekî jî xêra alîkarî û pişgiriya Tirkiyê ye. Berpirsiyarên rewşa îro Erdogan û Davutoglu ne. Ew li hemberî kurdan alîkariyê didin herkesî, her hêze.
Carnan hesabê mal û bajêr dikane li hev dernekeve û kemîna meriv ji xelkê ra dikole, meriv dikane tê wer be…

XXX
Di felsefa qatilên IŞIDê (DIŞê)da zereya edaletê tuneye, loma jî qîmetê nadin jiyana însên, loma jî însanan wek qesaban şerjê dikin. Bingehê hertiştî edalet e, gava ew bi însên ra nemîne însan pir bêûjdan û xedar dibe.

XXX
Dema meriv kirinên van qatil û cenawarên ereb dibîne, meriv baştir fêm dike ku çıima heta nuha pêşiyên me nebûne xwedï dewlet.
Pêşiyên ereban,tirkan û farisan ji DAIŞê sedcarî hovtir bûn.


XXX
-Li vê dinyayê merivê wer hene ku têkevin lexemê(kanalizasyonê)ewê lexemê qilêrî bikin.

11 juni 2014

Alê careke din maskeya tirkan xist

Bûyera alê ya li Diyarbekrê careke din meskeyên hemû partî û siyasetmedarên tirk xist û ruyê wan yên rastîn, yên cinawiran derxist ortê û bi me da nasîn.
Civînên AKPê, MHPê û CHPê û beyanên serokên van hersê partiyan yên ji bo alê û numayişên li gelek bajrên Tirkiyê nîşanî me da ku yên li hemberî me çuqasî bêmistewa, wahşîne û ne mirov in. Ji bo tarîfkirina barbariya wan meriv gotinê nabîne.
Bahçelî, bi uslûbeke çetewarî, bêyî ku guh bide qanûnan raste rast got, ”dibê we ber orta eniya wî bida”.
Erdogan tiştên ji wî kêmtir negot, wî jî xwest li herderê tirk wek gelê Tokatê kurdan lînc bikin.
Tiştê Kiliçdaroglu gotin jî, ji yên Bahçelî û Erdogan ne kêmtir bûn. Li gorî Kiliçdaroglu ji ber ku Erdogan rû daye kurdan loma ew diwêrin tiştên wiha bikin. Û ev jî sûcê Erdogan e, heger Erdogan rû neda kurdan kesî newêrîbu destê xwe bida ala tirk.
Tirk dixwazin bi provakasyonên wiha çavên kurdan bitirsînin, lê kurd natirsin, wan ji zûda ye dîwarê tirsê hedimandine. Esas tu sebebekî bitirsin jî zêde nemaye, têra xwe bedel dane.
Welhasil alê careke din nişanî me da ku yên li hemberî me mirivên hov, nîjadperest û ji medeniyet û demokrasiyê bêpar in.
Erê al semboleke netewî ya miletekî ye, qîmeteke wê ya sembolîk û manewî heye, lê belê tu al ji jiyana însanan ne bi qîmettir e. Zîhniyeta alê ji jiyana însanan bi qîmettir bibîne, zihnîyeteke zengarî, kufukî û nîjadperest e…


XXX
Dilê me îcar li Mûsilê lê dide...
Gurên har îcar li Mûsilê êrîşeke mezin anîn ser me. Bi hezaran kurd û miletên din ji ber hovan bi çolan ketine.
Ez dibêjim pir ne dûr e ku tiliya Malikî di vê êrîşa DAISê da hebe. Heta Îran jî li pişt be. Ji ber ku kurdan gurra Malikî nekirin û petrol şandin Tirkiyê.
Welhasil malê me, dewlemendiya me bûye bela serê me.
Çare hevkarî û yekïtî ye. Dibê hêzên kurd destên xwe bidin hev.
Ji bo guran mîha qemer, mîha sor û mîha spî ferq nake, xwe bigihînin kîjanê ewê perçe bikin...

10 juni 2014

Tiştê li vê cîhanê ji meriv ra dimîne tenê çêyî ye


Do min ji nivîskar û mamosteyekî bi navê Abdullah Incekan e-nameyek pir xweş girt. Incekan wiha dest bi e-nameya xwe kiriye:

” Cardin ez.
Apê Zinar merheba...
Pênc sal berê, rojekê bêhna te çikiyabû û tu ji Kurdan aciz bûbû. Ez bi xebera derketina kitêbeke xwe hatibûm hawara te... Te aptiya xwe nîşan dabû û wê rojê metna danasîna kitêba min weşandibû (çîroka wê de bloggê da ye). Îcar min got belkî tu cardin ji Kurdan qehirîyî û min di navberê da çend kitêbên din jî nivîsî û va me nûçeya kitêba dawîn dişînim. Bi hêviya ku layîqî bloga rûspiyê Kurd be...
Bi silav û rêz, Abdullah Incekan”

Bi van gotinên birêz Abdullah Incekan helbet ez gelkî kêfxweş bûm. Lê hûn rastiyê dixwazin min bûyer ji bîr kiribû. Û min ev yek ji wî ra jî nivîsî. Çimkî bi salan ra hafiza meriv jî zeîf dibe. Belkî jî derd û kulên kurdan û neyarên me hiş di serê merivda nahêle. Axirê ji herduyan yek e.
Sebebê kêfxweşiya min ya herî mezin razîbûna wî ya ji min bû. Ji ber ku min li hemberî kurdekî, li hemberî nivîskar û mamosteyekî kurd, wek apekî, wek rîsipeyekî wezîfeya xwe aniye cî û dilê kurdekî xweş kirye kêfa min hat.

Pênc  sal berê, di 10ê hezîrana  2009a da min di bloga xwe da wiha nivîsîye:
”Quncikê min îşev di xizmeta mamosteyekî kurd da ye
Xwendevanên hêja, min îro ji nivîskarekî kurd(Abdullah Încekan) E-mailek girt. Birêz Încekan, daxwazeke pir biçûk ji min kirye, gotiye:
„Apê Zinar, eger tu bikaribî di Bloga xwe de behsa berhema min li ser ziman bikî, ezê kêfxweş bibim. Bi silav û hurmet“

Min jî gotiye:
"Piştî ku te hêviyek ji vî quncikê min ê feqîr, yê rojê xwedî çend xwendevan kiriye bêguman ezê jî bi kêfxweşî vê daxwaza te bicî bînim.
Min kitêb nedîtiye û nexwendiye, loma jî ez nikanim li ser kitêbê tiştekî baş yan jî xerab bibêjim.
Lê bêguman berhemeke bi kurdî û him jî ji bo fêrbûna kurdî xebateke hêja ye û ji bo belavbûna wê jî dibê meriv jê ra bibe alîkar.
Ji ber ku min kitêb nexwendiye û nikanim tiştekî li ser binivîsim, ji dêlî wê ez nivîsa Nûbiharê ya nasandina kitêbê diweşînim.
Ji bo zimanê kurdî, ji bo xatirê nasandina kitêba „Ez kurdî hîn dibim“bira îşev jî ev quncikê min di xizmeta mamosteyekî kurd Abdullah Încekan da be.
Bi hêviya ku ewê bi dilê we xwendevanan be jî...”

Wek cara berê, îcar jî min kitêba Incekan ya nuh nedîtiye û nexwendiye. Loma jî nikanim baş xerab tiştekî li ser bibêjim. Lê wek cara berê, îcar jî ezê dîsa nivîsa Nûbiharê ya li ser kitêba Incekan biweşînim. Piçekî dirêj dibe, lê xem nake. Çimkî ji bo zimanê kurdî ye.

Ev jî nivîsa li ser kitêbê ya Incekan bi e-nameyê ra ji min ra şandiye.

”Dem, dema xebatên akademîk e...
Her diçe xebatên taybet yên li ser ziman û çanda Kurdî zêdetir dibin. Yek ji van xebatan jî xebata dawîn ya nivîskar û zimannas Abdullah İncekan e, ku ji nav weşanên Nûbiharê derket: Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ.
Kitêba A. İncekan bi tevahî li ser rola fiîlan di zimanê Kurdî de û mijara Ergatîvê ye. Nivîskar di pêşgotina berhema xwe de wiha li ser mijarê disekine:
Armanca pêşîn ya Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ ew e ku taybetiyên fiîlên gergûhêz û mijara Ergatîvê îzah bike û di hînbûna wan de rê û rêbazekê nîşan bide.
Fiîlên gergûhêz ji ber Ergatîvê di gramera Kurdî de mijareke tevlihev e. Ji ber vê jî di nav Kurdîaxêvên nifşên nû de hejmara yên ku di vê hêlê de xeletiyan dike, herroj zêdetir dibe. Ev gruba fiîlan yek ji dijwartirîn hêla gramera Kurdî ye.
Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ dixwaze valahiya di vê hêlê de -hinekî be jî- tije bike.
 Di kitêbê da bi mînakan fiîl û mijara Ergatîvê tê îzah kirin. Dû re gelek temrîn û mifteya wan li ber destê xwendevanan in. Di dawiya pirtûkê de li dora 500 fiîlî li gorî alfabeyê rêzkirî, bi mîsalan û tevî meneya wan ya Tirkî cî digrin.
Abdullah İncekan di sala 2009an bi kitêba xwe ya bi navê Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri li Tirkiyeyê bala xwendevanan kişandibû û kitêbê li dû hev gelek çap kiribû.  Kitêba ku Almanî (Kurdisch kompakt) û Îngilîziya (Compact Kurdish-Kurmanji) wê jî heye, di 2012an de ji aliyê rojnameya navdar ya Almanî  Franfurter Allgemeine Sonntagszeitung ve di nav 36 pirtûkên layîqî diyariyê de hatibû hilbijartin…”
Weşanên Nûbiharê



Li dora kurdan dîsa zûrezûra guran e...

Li çarhawlê kurdan dîsa zûre zûra komên keftar û guran e. Qîrçe qîrça diranên wan e, kef û kopik û girêza harîtiyê ji devê wan diherike û kom bi kom dajon ser kurdan, rojava, li rojhilat, bakur û li başûr êrîş dikin…
Li Kurdistana başûr li bajarên Celewla Tuzhurmatu terorîstên ereb êrîş birin ser YNKê û dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin, bi dehan şehîd û bi sedan birînda hene. Mûsil ket destê DAIŞê. Dibêjin berê xwe dane Kerkûkê. Hêzên pêşmerge ketine mewziyan. Rewş pir krîtîk e.
Li Kurdistana Îranê rojê çend xortên kurd dikşînin ber darên sêpiyê.
Li Kurdistana Sûriyê çeteyên di bin destê Tirkiyê da zarokên pêçekan şerjê dikin.
Li Tirkiyê Erdogan li Diyarbekirê daxistina ala tirk ji bal yekî rûpêçayî ve dike bahaneya şerekî mezin û diranan li kurdan disû û ji bo lînckirina kurdan bang li tirkan dike, dibêje li hemberî bûyerên wiha bêdeng nemînin, wek gelên Tokatê bersîvê bidin. Yanî êrîşê bibin ser kurdan.
Mîzanseneke alê ya wiha çend sal berê li Mêrsînê tertîp kiribûn. Lê dû ra derket ortê ku tertîp û mîzanseneke dewletê bi xwe bû ye. Pir ne dûr e ku ev jî eynî lîstik û eynî provakasyon be. Di hundur garnîzonê da, li ber çavê leşkeran yek bi wî hesinê bilind ve hilpierike û alê dadixe û leşker jî lê temaşedikin. Ev çîrok qetnakeve serê meriv.
Ya din ji bo daxistina alê serokwezîrê welatekî dibê beyanên wiha nede, vî zimanê êrîşkar û herbê bikar neyne, gel tahrîkî êrîşî ser kurdan neke.
Lê tim wiha kirine û nuha jî ji bo tirsandina kurdan dîsa eynî taktîkan bikar tînin.
Ev êrîş hemû ji bo ku kurd Azad nebin, tim bindest bimînin tên kirin.


XXX
Tirkiye welatê dînan û nexweşa ye. Hin îstîsna ne tê da, hemû siyasetmedarên tirk di dereceya nexwesiyê da irqçî û faşîst in, erê siyasetmedar in, parlamenter in, wezîr in, serokên partiyan e, lê merivên ne temam in, tîpên pir tahlûke ne, nexwes in, mihtacî tedawiyê ne. Gelekên wan psîkopat in.
Civat ji siyasetmedaran xerabtir e, ekseriyet ew jî merivên nexweş in, merivên har, nîjadperest û hovên qet medeniyet nedîtine. Dikanin goştê meriv bi xagî bixwin.
Ji provakasyona alê dixwazin kurdan lînc bikin. Bi îhtîmaleke mezin tiliya wan di vê provakasyonê da heye.
Emê ji vê civata nexweş, ji van merivên dîn û faşist çawa pêxîla xwe xelas bikin ez nizanim. Tiştê ez dibînim karê me kurdan pir û pir zor e…

09 juni 2014

Rica mişk û bersîva pisikê


Pisikê xwe li ber soba germ kulor kiribû. Mişkê malê hêdîka serê xwe ji qulika xwe derxist û xwest derbasî hember bibe. Lê ji tirsa pirsikê newêrîbû. Dawiya dawî biryar da ji pisikê îznê bixwaze. Bi dengekî şermok û liberger ji pisikê ra got:
-Pisika delal, çi dibe, hema ji bo carekê bihêle ez derbasî hember bibim. Soz, careke din ez daxwazek wiha ji te nakim...
Pisikê serê xwe rakir, awirê xwe tûj kir û ji mişk ra got:
-Na, heger ez carê bihêlim tu derbas bî, tu yê xerab fêr bibî, ewê bibe adet. Ewê ji te rar ê vebe. Tu yê bixwazî careke din jî derbasî wî alî bibî. Loma jî ez nahêlim û dibêjim ”na”!
We fêm kir ez çi dibêjim, dewlet jî eynî wek vê çîroka mişk, ji kurdan ra dibêje, ”na”! Dibêje heger ez daxwazeke wek qebûl bikim, ewê rê vebe, sibe hûnê daxwazeke din ji bikin. Loma jî ez na…

XXX
Kapîtalîzmê û demokrasiya wê reşik ji koletiyê û gelek milet jî ji bindestiyê xelas kirin, bi saya pêşketina kapîtalîzmê û demokarsiyê ew gihîştin azadiya xwe, bûn xwedî welat û xwedî dewletên serbixwe.
Lê ji şansê meyê xerab ra kapîtalîzm û demokrasiya wê wek miletên din ji me kurdan ra nebû yar, bû bar û heta serbar. Em kirin çar perçe û xist bin nîrên çar dewletên zalim.
Wek tê dîtin tu serdem, tu sîstem, tu dûzan ji bo herkesî baş ya jî xerab nabe; dikane ji hinekan ra baş û ji hinekan ra jî xerab be.
Yanî wek rejîm û demokrasiya Erdogan, hinek ji bindestiyê , ji pars û zikatê xelas bûn û bûn xwediyê dewletê û hinekekan jî serdestî û dewleta xwe wenda kirin, îcar ew ketin bin emir û destên hinekên din
Ê dinya bi dor e, carnan meriv li jêr e û carnan jî li jor e….
Lê di vê dinya pûşt û qahpik da ez fêm nakim çima tu carî dora nayê me kurdan, çima carê em ji jêr dernakevin jor?

XXX
Hukûmetê dîsa destbi êrîşan û kuştina kurdan kir. Wisa xuya ye "pakêta wan ya çareseriya doza kurd" ev e, çêkirina qereqolan, teror û kuştina kurda ye.
Ez van êrîşên li hemberî miletê kurd û qetlên li Licê şrmezar û rûreş dikim. Ji malbat û merivên kesên jiyana xwe wenda kirine sebir û tehamulê sixwazim. Bira serê wan sax be...

2014-06-08

07 juni 2014

Dema îrade were şikandin bindestî dibe wek qederekê


Nazli Ilicakê di nivîsa xwe ya îro da rismekî pir manîdar belav kiriye. Gamêşekî mezin bi benikekî ziravok ji pozê xwe girêdayî û ben jî di destê zarokekî çar pênc salî da ye.
Gamêşê mezin bi wî binekê zirovokî xwe girêdayî qebûl dike û bi rengekî bêçare dide pey gedakî çar pên salî.
Heger bixwaze dikane bireve, lê nanreve. Ji ber ku baweriya wî şikandine, loma jî rewşê qebûl dike.
Yê risim ji Ilicakê ra şandiye di binê risim da wiha nivîsî ye:
”Bawer kiriye ewê nikanibe azad bibe, tiştê naqete ne ben e, baweriya wî ye…”
Di dawiyê da Ilicakê gotiye, di psîkolojiyê da ceribandineke bi navê ”bêçaretiya hatiye fêrkirin” heye. Berê baweriya we ji we distinîn, dû ra we îqna dikin ku hûn ne muqtedîrê guherandina rewşa xwe ne…

Rast e, li Tirkiyê li hemberî kurdan jî eynî vê metotê, vê ceribandinê bikar tînin, ”hûn nikanin qedera xwe biguherînin”, hûn mecbûrî bindestiya dewleta tirk û emir û fermana filan serokî ne. Heger hûn doza dewletekê bikin, îtîrazî emir û fermanên serok bikin û bindestiya dewleta tirk qebûl nekin, hûnê felaketeke pir mezin bînin serê xwe, halê we ewê sed qatî xerabtir bibe.
Loma jî dibê hûn îtîrazî halê xwe nekin û wek vî gamêşê wek hûtekî benê hustuyê xwe neqetînin û azd nebin, bi qedera xwe razî bin…

XXX

Camêrekî gotiye, ”Ez wer texmîn dikim tiştê li dinyayê herî bi edelat hatiye belavkirin aqil e. Çimkî tu kes nabêje yê min kêm û ji aqilê xwe gazaninan nake.”
Lê Xwedê kir ku wiha ye, heger hemû kêmaqilan doza hinek aqilê din bikira û ji kesên biaqil hinek aqilê din bigirtana wê demê herkesê bi qasî hev bêaqil biba û dinya ewê biba ya kêmaqilan...

Pênc sal berê jî eynî çîrok bû

Hukûmetê do li Diyarbekrê bi komeleyên siwî ra civînek li ser çareseriya mesela kurd çêkir.
Cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, wezîrê karûbarên hundur Efkan Ala û wezîrê xida û zîraetê Mehdî Eker di civînê peyivîn û dîsa qala plan û pakêta hukûmetê ya çareseriyê kirin.

Beşîr Atalay got ev sal û nîvek ew li ser planeke çareseriyê dixebitin, di vê planê da îcar çi ewê werekirin, kînga û çawa ewê werekirin hemû diyar in.

Yanî bi kinî wek carên berê dîsa ji kurdan ra qala planên hukûmetê yên pêşerojê kir. Gotin û sosên wiha ev 5 sal in ji kurdan ra tên gotin, lê netîce vala ye, emel tuneye, tenê gotinên vala ne.
Kurd êdî ji gotin û soz û planên wiha bêtir, li bende gavên konkret in. Ev pênc sal in Atalay ji kurdan ra eynî çîrokê dibêje.

Atalay di axaftina xwe da got ev sal û nîveke wan dest bi vê xebatê kirine, lê ne rast e, vê xebatê pênc sal berê di bin serokatiya Atalay da dest pê kir, lê netîceya heta nuha sifir e. Zindan dîsa tije ne, kurd hîn li serê çiya ne, hebûn û mafên kurdan yên netewî hîn di qanûnan da nehatine qebûlkirin.
Yanî ev pênc sal in serî li kurdan digerîni, di bin hin navan da wextê dirêj dikin.

Di sala 2009a da gava hukûmetê di bin serokatiya Atalay da dest bi xebata çareseriyê kir, Netkurdê bi min û hin kesên din ra hevpeyvînek kiribû, derbarê xebatên Atalay da ji me hin pirs kiribûn. Ez li jêr wan pirsên Netkurdê û bersîvên xwe yên 5 sal berê pêşkêşî we dikim.


 Bersîva pirsên  Netkurdê
2009-09-11
Kurdistan, welatê kurdan derî îradeya miletê kurd û bi darê zorê hate perçekirin û kurd ketin bin destên çar dewletên zalim û dîktator.

Ji bo ku welatê xwe rizgar bikin û weke her miletî ew jî bibin xwedî dewleteke serbixwe kurd ev 150 sal in ku têkoşîneke bênanbên didin.

Di vê têkoşîna dûr dirêj da kurdan li her çar perçên Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dane û gelek eziyet û cefa kişnadine.

Weke her miletî kurd jî dixwazin azad û seribixwe bijîn, pêşeroj û qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.

Avakirina dewleteke serbixwe bi qasî ereban, tirkan û farisan mafê miletê kurd e jî.

Dibê kurd ji xwestin û bilêvkirina vî mafê xwe yê avakirina dewleteke seribixwe tu carî netirsin û weke daxwazeke neheq û nelicî nebînin.

Zeîfiya kurdan, xurtbûna dijmin û nemisaîdbûna şertên der û hundur dibê tu carî nebe sebeb ku kurd li tu beşekî Kurdistanê jî dev ji daxwaza vî mafê xwe yê rewa berdin.

Li her çar beşên Kurdistanê jî ronakbîr, siyasetmedar û rêxistinênên kurd dibê her tim bi şiklekî vekirî bibêjin ku azadî û avakirina dewleteke seribxwe weke her miletî, mafê miletê kurd e jî, ev daxwaz ne sûc e û ne jî qebhet e…

Lê ji ber ku zora kurdan îro li dijmin nayê, şert ne misaîdin, kurd nikanin vî mafê xe yê rewa têxin praktîkê û ji ber vê jî li dijî bidestxistina hin mafên hindik dernakavin ew tiştekî din e.

Dijmin îro çi ”mafî”, çi tawîzî dide me bira bide, bêguman dibê meriv li dij dernekeve.

Ya girîng ew e ku em dev ji îdîal û hedefa xwe ya dewleteke serbixwe bernedin û vê daxwazê ji hedefa xwe dernexin, bi ”pakêtên” dijmin neyên serî.

Nuha jî ez werim ser pirsa we.

Di pirsa xwe da we gotiye ku hukûmeta AKP-ê nuha li ser “Vebûna Kurd” ku dûra navê wê kirin “Vebûna Demokratîk” kar dike.
Hukûmet dibêje ku ”ev ne pakêtek e, proseseke, ê di sê qonaxan da(nêz, navîn û dûrûdirêj)bê cîbicîkirin.”

Û ji bo meşandina vê projeya hukûmetê, ”wezîrê karûbarê hundur Beşîr Atalay weke koordînator hatiye tespîtkirin.”

Atalay, di vê çarçewê da ”bi derûdorên cuda ra rûdine, fikir û daxwazên wan yên li ser vê vebûnê dipirse.”

Piştî van agahiyan we gotiye, ”Eger wezîr Beşîr Atal bê ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxên nêzîk, navîn û dûr de çi daxwazên kurdan bê bicîhkirin” hûnê madde bi madde kîjan daxwazan pêşkêş bikin?”

Heger Beşîr Atalay were fikrê min yên ji bo çareseriya mesela kurd ji min bipirse, ji ber ku ew wezîr e ezê jê ra tu ”tenzîlatê” nekim, weke ez ji kurdan ra dibêjim, ezê ji wî ra jî bibêjim ku bi ya min çareseriya herî baş û herî maqûl serxwebûna miletê kurd e, bi qasî tirkan mafê kurda ye jî bibin xwedî dewleteke serbixwe û dibê hûn viya qebûl bikin.

Lê heger hûn dixwazin bi kurdan ra bijîn û baweriya we ew e ku ev dewleta mişterek ewê li kara me herdu miletan be, wê demê divê em jî weke we xwedî eynî maf û deshilatê bin.

Û navê vê jî federasyon e. Yanî dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin.

Û herçî mesela ”qonaxan e” jî ezê bibêjim, dev ji ”qonax monaxan” berdin û mafê kurdan bidin.

Çima 3 qonax?

Dîtinên min ji bo ”hersê qonaxan jî” eynî ye, dewleteke federatîv e, yanî federasyon e.

Her wisa ezê jê ra bibêjim, bi dîtina min dirêjkirina meselê ne çareserî ye û zirarê dide herdu aliyan jî.

Heger bi rastî jî hûn dixwazin kurd û tirk di nava aştiyê da bi hev ra bijîn, dibê hûn mafê kurdan jî qebûl bikin, hertiştê me dibê mişterek û bi qasî hev be.

Nimûneyên vê yekê li cîhanê pir in.

Atalay nûnerê dewleta tirk e, pir normal e ku ew bixwaze serî li kurdan bigerîne, bi navê ”qonax monaxan” demê dirêj bike.

Lê ezê jê ra bibêjim, tu sebeb tuneye ku hûn serî li xwe bigerînin, demê dirêj bikin û vî mafê kurdan yê rewa ”piço piço” bidin.

Heger heqê kurdan ne heq e bibêjin ne heq e û em nadin.

Lê na ku heq e wê demê li ser hev, bi carê da bidin.

Çima ”qonax” bi ”qonax” û piço piço?

Dana bi ”texsîdan” ne çareserî ye û dibê tu carî nebe daxwaza kurdan.

Dibê kurd tim qala mafê xwe yê tam û rewa bikin û helbet dana dijmin ya bi ”texsîdan” jî red nekin, lê bes nebînin û ji ber vê dirêjkirininê jî rexne bikin.

Lê dibê kurd bixwe nebin alet û pêşengên vê siyaseta dewleta tirk ya bi ”texsîdan.”

Zinarê Xamo
Stockholm
2009-09-11


06 juni 2014

Hin tişthene...

Hin tişt hene...

Hin tişt hene meriv dikane ji bîr bike
lê hin tişt hene xwe di bîra meriv da bi cî dike
Hin derd hene meriv mezin nake, 
zû derbas dike
Lê hin derd hene 
di dilê meriv da kulekê çê dike
Hin gotin hene meriv wek pûş û pelaş
davêje ser koza ar
Lê hin gotin hene ji guhê meriv ra dibin guhar
Hin bûyer hene zêde ne muhîm in,
meriv mezin nake
Lê hin bûyer hene,
dibê meriv wan ji xwe ra bi kul û derd ke
Hin kes hene wek şûr in,
meriv tim dikane wan bide pişta xwe
Lê hin kes hene ji çaqoyek ko jî kotir in
dibê meriv wan neke bêrîka xwe
Hin kes hene bi rastî heval in,
ji meriv ra tim wek şûr û mertal in
Lê hin kes hene bi dev dost in,
di dil da zikreş û xêrnexwaz in
Gelek zahmet e meriv van hemûyan nas bike
van baş û xeraban ji hev cuda bike

Merivê rastgo tim li karê ye

-Merivê durust(rast) him bedena wî û him jî ruhê wî rehet e.
Merivê durust eynî wek zêr e, zêr jî herkes bi xwe ve nake, jê hez nake. Lê ev yek qîmeta zêr naxîne.

XXX
Rindê Çaçan xanimê, li ser Borîs Pasternak û bûyerên li dora berhema wî ya bi nav û deng, Doctor Jîvago nivîseke enfes nivîsîye. Di nivîsê da li ser Pasternak û romanê agahiyên kin û hêja hene. Rindê Çaçan xanimê, di nivîsa xwe da nivîskarekî rastgo û bêtalih, şairekî mezin, berhemeke pir hêja û serdemeke tarî û îstîsmarên dewletan yên siyasî bi zimanekî sivik û edebî pir xweşik aniye zimên.

XXX
-Hin însan du maskeyên wan hene, li ku derê, di kîjan rewşê da kîjan maske lazm be wê maskeyê bikar tînin. Lê bi wextê ra demek tê êdî ew jî nizan kîjan maske ya rastîn û kîjan jî ya sexte ye.
Ya beş ew e ku meriv xwe ji kesên wiha dûr dûr xe. Çimkî meriv jî nikane maskeyên wan ji hev bigerîne…

XXX
Terora dewletê çuqasî berfireh dibe bira bibe, hîle, dek û dolabên hukûmeta AKPê çuqasî îblîswarî, pir û mezin dibin bira bibin, kurd ewê tu carî dev ji micadela xwe ya azadî û serxwebûnê bernedin.
Kurdan di dîraka xwe da gelek gedûkên wiha dîtine û derbas kirine.

XXX
Êş barê rastiyê ye, merivê dibihîze û dizane di bin êşê da dipelixe.
Montaigne

XXX

Însan êdî wek legoya(pûzzleya) perçeyên wê wendabûyî ne. Hinekan dil, hinekan ruh, hinekan jî meju tuneye.
C. Palahniuk

04 juni 2014

Min nuha li trajîkomediyeke kurdan temaşe kir



Nuha min di kanala aHaberê da li programa Sevilay Yukselirê temaşe kir. Yaşar Kaya, Mehmet Metîner, Umit Firat û Kemal Burkay mîvanên programê bûn.

Ji ber ku kurdên wiha siyasetmedar û serokên kurdan e meriv pir bêhîvî dibe û wek kurd li ber xwe dikeve. Sêwiyek tirk bi hemûyan lîst, wek zarokan ew îdare kirin.
Ji bo derketina telewîzyonê meriv çawa dikane xwe têxe vî halîî meriv fêm nake...

Ji ber ku Kemal Burkay di mesela kurd da ji siyaseta hukûmetê piçekî gazin kir û got ew federasyonê dixwaze, Metîner li dij derket û ji Kemal Burkay teqrîben pirsek wiha kir, got:

”Em ferz bikin ku sibe Kurdistaneke wek Îranê çûbû. Rejîmeke despot û antî demokratîk û zorba. Gelo tu yê bixwazî li Kurdistaneke wiha bijî ya jî li welatekî wek Swêd, li Tirkiyeke azad bijî?”

Metîner, ev pirsa xwe sê çar caran dubare kir, lê Burkay negot helbet ezê Kurdistaneke wiha bixwazim, ezê Kurdistaneke wiha tercîhî Swêd û ”Tirkiya azad” bikim.

Çimkî eksê wê parastina bindestiyê û bêwelatiyê ye. Ji ber ku rejîmeke ne li gorî dil û fikrê meriv li ser hukim e, meriv dewletbûnê û welatekî serbixwe red nake.

Negot bira Kurdistan çê bibe, kî çê dike bira çêke. Kurdê viya nebêje dibê dev jisiyasetê berde, nebe serokê kurdan.

Ji ber ku tu rejîm, tu dîktatorî û tu şexs ne ebedî ye. Tu dewlet ji destpêkê wek welatekî demokratîk çê nebûye û çê nabe.

Swêd jî, Faransa jî, Îngilter jî 200-300 sal berê wek Îranê û heta ji Îranê jî xerabtir bûn. Ew jî welatên despot bûn. Li wan welatan jî wek Îrana îro li orta meydanan serî difirandin. Lê îro li wan welatan ev rejîm neman û bûn welatên demokratîk. Eynî tişt ewê li Kurdistanê jî bibe.

Ez tim dibêjim, ji bo min bira Kurdistan çê bibe kî çê dike bira çêke, dixwaze bira sosyalîst, dixwaze îslamî ya jî PKK be, min qebûl e. Redkirina Kurdistanê ji ber sebebên îdeolojîk û qereqterê hêza serdest qebûlkirina bindestiyê ye. Nexwestina dewleteke serbixwe ye. Û fêrnebûna ABC ye siyasetê ye.

Helebet ez wek şexs terefdarê demokarsiyê me û dixwazim Kurdistan jî bi demokrasiya xwe welatekî wek Swêd be.

Lê belê ji ber ku destpêkê ne wiha ye, ji ber ku bi destê PKKê ya jî hêzeke îslamî çê ezê tu carî li dij dernekevim. Ji ber ku rejîm ne li gorî dîtina meriv e, li dij derketin cehaleteke mezin e, rebenî ye.

Ma dema li Tirkiyê leşker li ser hukim bûn tirkan şerê dewleta xwe kirin, xwestin wê hilweşînin, gotin em dewleteke wiha naxwazin?

Tu kes wiha nake, meriv dixwaze rejîmê biguhere, hukim bigre destê xwe, lê ne ku dewleta ne li gorî fikir û îdeolojiya xwe red bike.

Tu dewlet ne li gorî fikir û îdeolojiya hemû hemweletiyên xwe ye. Ev yek ji bo kurdan jî wiha ye. Kesên vê ferqê nabînin bûne serokên kurdan. Heyf…

Wek nivîskar meriv dixwaze were hezkirin

Wek nivîskar meriv dixwaze were xwendin, ji alî xwendevanan ve, ji alî gelê xwe ve were hezkirin û teqdîrkirin. Ev hestekî însanî ye, herkes dixwaze ji ber kar û xebata xwe were hezkirin.

Îcar gava meriv vê hezkirinê, vê teqdîra xwendevanan bi çav serê xwe dibîne bêguman meriv him gelkî bextewar dibe û him jî li karê xwe bêtir germ dibe.

Xwendevanekî min ê dilsoz yê bi navê Aykut Togcu, pesnê nivîs û zimanê min daye, gotiye kêfa wî gelkî ji zimanê min ra tê. Çimkî zimanê min ne giran e, baş jê tê fêmkirin û loma jî ew ji nivîsên min hez dike. Birayê Aykut Togcu li ser zimanê min gelek gotinên dostana gotine, ez ji dil û can spasî wî dikim.

Aykut Togcu dîtinên xwe yên derbarê zimanê min da wiha aniye zimên, gotiye:

”Li vê Facebooka xopan heywa/sebra min tenê bi nivîsên çend merivan tê. Yek ji wan merivan jî Xalê Zinarê Xamo ye. Çi ji dile wî tê, bêsînor û bi kurdiyekî zelal dinivîse. Her wekî ez li gund li nav bexçê kalê xwe bim û guhdariya wî bikim, yan jî li ber camiya gund guhên xwe bidim suhbeta mezinan. Ferq tenê ew e ku; kurdiya kalê min û salmezinên ber camiyê bi deng û bihîstinê tên ber guhên min, kurdiya Xalê Zinar jî bi herf û xwendinê tên ber çavên min. Tehma kurdî ji nav wan herfên ku li ser facebookê diresîne, tê û pê lezzetê dide min. Hema çi dinivîse bila binivîse her bi dilê min e. Xwedê 'emrekî dirêj û bêêş bide wî û wî ji ser serê me kêm neke!”

Li hemberî van dîtin û hestên xwendevanekî helbet wek însan meriv gelkî kêfxweş dibe. Û ne tenê meriv kêfxweş, herwisa qewet, ezm û enerjiya bêtir nivîsandinê jî dide meriv.

Ne bi hezaran, çend kes bin jî gava meriv dibîne ku hin kes nivîsên meriv dixwînin, jê tahm û lezetekê digrin, ked û xebata meriv teqdîr dikin, meriv him bextewar dibe û him jî eşqa nivîsandinê bi meriv ra gurr dibe.

Ji bo ku ez xweş binivîsînim, şîrîn binivîsînim, kurmancî bi keç û xortên kurdan bidim fêrkirin û hezkirin ez xwe gelkî diwestînim. Gava ez dinivîsînim ez gelkî bala xwe didim zimanekî sivik û gelêrî, dixwazim herkes, ji kal û pîreke Qerejdaxî bigre, heta bi xwendevanê zanîngehê û kesekî akademîsyen jî ji zimanê min fêm bikin, lezetekê jê bigrin..

Ez dixwazim keç û xort ji kurmancî veneciniqin, jê fêm bikin û gava xwendin jê hez jî bikin, eşqa zimanê kurdî li ba wan zêde bike.

Di vî warî da ez çuqasî bi ser dikevim, çuqasî bi ser nakevim ez wiya baş nizanim, teqdîr ya xwendevanan e.

Lê wek însan çi ji destê min tê ez dikim, ez karê xwe pir cidî digrim û heta ez jê memnûn nebim ez nawaşînim. Dû ra gava şaşiyekê dibînim miheqeq rast dikim.

Nuha ji bo kurdên Kurdistana bakur ji kurdiyeke ”akademîk” û ”modern” û naylon bêtir, kurdiyeke were fêmkirin lazim e. Dibê keç û xortên kurd ji zimanê meqaleyê, romanê, çîrokê bi rehetî, bêyî ferheng fêm bikin, ziman wan cezbî xwendinê bike, wan ji xwendinê sar neke.

Heger di vî warî da, di hezkirina kurmancî da min bi qasî serê derziyê jî xizmteke ji kurmancî ra kiribe ezê xwe pir bextewar his bikim.

2014-06-03

03 juni 2014

Li ser hevpeyvîna Remezan Alan


Husê Duzen di malpera Bas Newsê da bi mamoste, rexnegir û edîb Remezan Alan ra li ser edebiyat, roman, folklor û têkiliya di nabêna wan da hevpeyvîneke pir hêja kiriye. Ez wî pîroz dikim. Min hevpeyvîn bi zewq û kêfxweşiyeke mezin xwend. Sohbetên wiha edebiyatê bi meriv şîrîn dike.
Cara pêşî min Remezan Alan di dawiya salên 1990î da di kovara Warê da û ji nivîsa wî ya li ser çar pênc romanên Mehmet Uzûn nas kir.
Ji wê rojê da ye li ku derê nivîseke Remezan Alan bi ber çavê min keve ez dixwînim, hewil didim bixwînin.
Di nava kurdan rexneya edebî zêde bi pêş neketiye. Ji xwe civateke paşdamayî, civateke bi zimanê xwe xwendin û nivîsandinê nizanibe, bi zimanê xwe perwerde nebe ne mimkûn e ku rexneya(krîtîka)edebî jî di wê civatê da bi pêş keve û qedir û qîmetê bibîne.
Li Kurdistanê bi çavekî baş li rexneyê û rexnegir nayê nêrîn, her babetê rexneyê, heger ne pozîtîf û pesin be wek êrîşeke şexsî tê dîtin. Loma jî rexne, li gorî beşên din yê edebî çîrokê, şiîrê û romanê zêde bi pêş neketiye.
Di van salên dawî da hin xortên kurdperwer yên bi zimanekî, du zimanên ewrûpî dizanin dest avêtine rexneya edebî û berhemên baş jî didin. Ev yek hîn destpêke lê belê geşbûneke berbiçav heye û ev jî hêviyekê dide meriv.
Remezan Alan yek ji rexnegirên edebiyatê û romana kurdî yê pêşîn e. Di van waran da têra xwe serê xwe êşandiye û berhem daye.
Di hemû rexne û analîzên Alan da tim mistewa û qalîteyeke teorîk û felsefî heye. Mîtruya wî tim pîvanên estetîk e.
Di vê hevpeyvînê da jî dema qala têkiliyên zargotinê û romanê dike pîvanên estetîk û felsefî bikar tîne.
Remezan Alan, nuha li Zanîngeha Mêrdînê li Enstitûya Zimanên Zindî li beşa “Ziman û Çanda Kurdî” mamoste ye.
Ew li zanîngeha Artukluyê dersên ”edebiyata kurdî ya modern, “rexneya edebî”, “vegotinnasî” û “zanista edebiyata modern” dide.
Yanî ew êdî bi rengekî profesyonel bi hin beşên edebiyata kurdî ra mijûl e. Ji bo edîb û romanûskî ev jî îmkan û fersendeke pir mezin e.
Meriv him di analîzên wî yên ser romanê, folklorê û têkiliyên nabêna wan û him jî di zimanê wî da li gorî 16 sal berê pêşketineke mezin dibîne. Bi taybetî jî di warê zimên da.
Ev yek jî ez gelkî kêfxweş kirim. Edebiyata kurdî, roman û çîroka kurdî êdî muhtacî rexnegirên zana, xwedî ilim û felsefe, xwedî pîvan û normên navnetewî ye. Bêyî edîb, mamoste û edebiyatnasên wek Remezan Alan ne edebiyat bi pêş dikve û ne jî rexneya edîbî.
Ez bi hebûna mamoste û rexnegirekî edebiyatê yê wek Remezan Alan pir kêfxweş im.
Bi kinî hevpeyvîneke bi kalîte û şîrîn e. Hêjayî xwendinê ye. Zimanê Husên hinekî mekanîk e lê tişt nabe, ji ber xweşiya sohbetê meriv zêde pê nahese…

02 juni 2014

Min ji xwe fêm kir dil kal nabe...

Min ji xwe fêm kir bi rastî jî dil kal nabe. Pişt xûz dibe, rohniya çavan kêm dibe, çong dikeve ber meriv, poz û guh mezin dibin, dev kox dibe lê dil tu carî kal û pîr nabe, ew tim ya xwe dibêje, tim li têla xwe ya xortaniyê dixe.
Ez carnan jê ra dibêjim, ” tirro, ma tu dîn î çi yî”, ezê çawa bi ya te bikim, qey tu xirifî yî?
Lê wek xortaniya xwe serhişk e, guh nade gotin û şîretên min, te hew nêrî serî ji min stend û bi ya xwe kir…
Ez çi bikim dil e, ne destê min lê digere û ne jî ray lê dibe…
Belkî jî ya herî baş meriv wî azad bihêle,
bira tu kulê,
tu keserê di dilê xwe da nehêle…

XXX
Yaho bi rastî jî gava kurd bixwazin û di wan bigere dikanin dinyayê bihejînin, dikanin bibin Rustemê Zal û zinaran biqulibînin ser neyarê xwe, li hemberî artêşan şerê mezin bikin, dikanin çiyan wergerînin.

Min qet bawer nedikir li Agiriyê Sirri Sakik ewê cara duduyan jî bi ser keve û hukûmeta AKPê bi vî rengî neqawt bike.

Li kîjan bajarî, qezê, gundî dema kurdek zora AKPê, CHPê, MHPê dibe kêfa min tê.
Lê serkeftina cara duduyan li Agiriyê him zafereke pir mezin e û him jî di warê siyasî û sembolîk da bergendî hemû serkeftinên bajarên din e.

Ev serketin jî nîşan dide ku projeya HDPê şaşiyeke mezin û malwêranî ye. Ez bawer nakim temenê HDPê zêde dirêj be. HDP gîhayeke biyanî ye û li axa Kurdistanê şîn nabe. Şermeke pir mezin e kurd partiya xwe bigrin û tirkekî çepê bêkes bikin serokê xwe. Bi HDPê li Agiriyê Sirrî nikanîbû ribê van rayan jî bigirta.
Serketina Agiriyê li gelê Agiriyê û li miletê kurd yê bi xîret pîroz be!
2014-06-02

XXX
Li gorî beyanên ne resmî piştî Norşînê li Agirêyê jî Sirri Sakik qezenc kiriye. Norşîn rast e, hêvî dikim Agirî jî rast e.
Bi serketina li Norşînê, Seîdî Kurdî û bi serketina Agiriyê jî general û serokê serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa di gorrên xwe da îşev gelkî kêfxweş û dilşa bûne...
2014-06-01

XXX
Li ba zaliman empatî di dereceya sifirê da ye. Ji xwe lema jî bûne zalim.
Zalim ji rastiyê, ji heq, huqûq û edaletê hez nakin. Lema jî ew neyarên demokrasiyê ne. Ji ber ku ancax di rejîmên ne demokratîk da dikanin zulma xwe bidomînin.

XXX

Ya rast dibê meriv dilê xwe û fikrên xwe sansor neke, wan wek beybûnên mêrgan nequrçimîne. Lê kurd evîna xwe jî û fikrên xwe jî sansor dikin. Ne diwêrin rindikî evîna xwe bidin der û ne jî fikrên xwe gelekê caran bêsansor bibêjin.
Loma jî durrûtî li ba kurdan pir e…

01 juni 2014

Li ser kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, kongreya xwe ya 26a do çêkir. Lê wek par, dîsa hemû nûner û kesên dibê wek mîvan bihatana vexwendin bi kongreyê nehesiyan.
Mamoste Nûjen nûnerê Komeleya Nivîskaran yê kongreyê ye, pê nehesiya ye. Ez yek ji serokê Federasyonê yê destpêkê me, pê nehesiyam. Ez bawer nakim hemû serokên din jî pê hesiya bin. Bîr û raya giştî ya kurd pê nehesiya. Ev şaş e û dibê meriv qebûl neke.
Me ev gelş û kêmasiya Federasyonê îsal di kongreya Komela Nivîskaran da minaqaşe kir û ji nûnerê Federasyonê ra got dibê di kongreya bê da ew hemû nûneran agahdar bikin. Me telefon û e-mailên xwe danê. Û wî jî got temam, ewê îcar ji hemû nûneran ra bişînin. Mamoste e-mail û telefona xwe dayê.
Lê wa ye eynî tişt dîsa dubare bûye. Ev jî bixwaze nexwaze însanan dixe fikarê…
Tê gotin ku dawetiye ji komeleyan ra tên şandin, dibê komele endamên xwe agahdar bikin.
Baş e, dema hemû komele bi vê wezîfeya xwe ranebin, ne divê tedbîr were girtin.
Dibe ku hin komeleyan ev karê xwe baş meşandibin, lê komeleya Stockholmê ev karê xwe baş nemeşandiye. Ya na ewê Mamoste ji kongreyê agahdar bikira.
Û ev yek jî di kongreya nivîskaran da ji nûnerê Federasyonê ra hat gotin. Wê demê dibê Federasyonê tedbîr bigirta.
Lê tiştê em dibînin Federasyonê tedbîr negirtiye, ban hemû nûner û mîvanên dibê bihatana ezimandin nekiriye. Loma jî rexneya Mamoste Nûjen û kesên din di cî da ye û bi heq in.
Seroka Federasyonê xwişka Şermîn Bozarslanê(wa ye îsal dev ji serokatiyê berda ye) gotiye, vexwendina nûner û mîvanan ne karê wê ye. Rast e ew bi xwe dawetnameyan naşîne, lê wek seroka Federasyonê tespîtkirin û taqîpkirin karê wê ye. Gava kesê wezîfedar karê xwe nekiribe dibe hesab jê bipirse.
Efendim cî ji bo nûner û mîvanên hatine ezimandin tenê tê girtin. Çima? Çima ciyekî hîn mezintir nayê girtin?
Berê tiştekî wiha tunebû, berê him herkes ji kongreya Federasyonê agahdar dibû û him jî dikanîbûn werin guhdarî bikin.
Çima ev sîstem hat guhertin, çima kongreyeke hîn teng û nîvdizî hat tercîhkirin?
Bi dîtina min jî di bin vê yekê da siyasetek û armancek heye, heger tunebûya ewê kongre bêtir vekirî û eşkere bûya.
Loma jî dibê xwişka Şermîn van rexneyan sivik negre û miheqeq bigihîne serok û komîteya nuh. Dibê careke din kongre wiha bi dizî neyê çêkrin. Bira kurd werin guhdarî bikin.
Bi hêviya careke din ev metot neyê meşandin û haya hemû nûneran û her kurdî ji kongreyê çê bibe.