05 juli 2014

Trajediya Hatîp Dîcle


Hatîp Dîcle siyasetmedarekî di ber kud û Kurdistanê da pir kişandiye, gelek eziyet û cefa dîtiye, çarîkê jiyana xwe di zindanên Tirkiyê da derbas kiriye. 

Siysetmedarekî hewqasî kişandiye, xwedî tecrûbeyên salan do di telewîzyona IMC da xwe hetikand. Bîstek berê dema min li axaftina wî temaşe kir, min nexwest ji çav û guhên xwe bawer bikim. 

Tiştên Dîcle gotin pir xerab bûn û ne layiqî siyasetmedarekî hewqasî zulm dîtiye bûn. Lê mixabin got.
Bi kurtî, Dîcle dîsa li dijî dewletbûna kurd derket û got:

”Dibê Barzanî dewleta kurd ava neke û neçe referandûmê. Di referandûmê da milet ewê bibêje dewleta serbixwe û evê ne rast be. Wezîfeya siyasetmedar dibê rê li ber vê daxwazê bigre. Barzanî dibêje Kerkûk Kurdistan e, bi vê yekê şaşiyeke mezin dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Dibê meriv ji bo dewleta netewî gelan nede kuştin. Dewleta kurd li Rojhilata Navîn ewê bibe sebebê şerekî bi salan.”

Li gorî Dîcle, ”heger kurd li başûr serxwebûna xwe îlan bikin ewê bibin sebebê şerekî mezin, Îran dikane êrîşî wan bike û nikanin xwe biparêzin…”

Yanî hemû argumentên Dîcle, li ser asasê dewleta kurd ewê him bibe sebebê şerekî mezin û him jî kurd bi xwe ewê zulmê bibînin. Û loma jî dibê kurd Kurdistanê û dewletê nexwazin.

Heger meriv li gorî vê dîtina Dîcle hereket bike, wê demê dibê kurd li tu beşekî Kurdistanê doza tu mafî nekin.

Çimkî dema dikin, zulm li wan dibe, dikevin hefsan û tên kuştin.Yanî pêşniyara Dîcle, dibê kurd dev ji rizgarkirina Kurdistanê û avakirina dedewleke kurd berdin û ji xwe ra rehet bikin.

Mesela heger Dîcle jî berê doza Kurd û Kurdistanê nekira, ewê bi dehsalan di zindanan da nema, ewê parlamenteriya xwe wenda nekira.

Heger wî jî negota kurd û Kurdistan û piştgirî neda PKKê, negota şerê gerîla bi heq e, belkî ew jî nuha di AKPê da wezîr bûya.

Yanî gava pîvan xweparastina ji zulm û terora dijmin be, wê demê dibê kurd qet tiştekî nexwazin, li Îranê xwe faris, li Sûriyê û Îraqê xwe ereb û li Tirkiyê jî xwe tirk qebûl bikin.

Dema wiha bikin ne kes li wan neheqiyê dike, ne wan davêje zindanan û ne jî dikuje. Ne gerîla û ne jî pêşmerge hewce ye. Herkesê li mala xwe, li ser karê xwe be å zulmê nebîne...

Siyasetmedarekî wek Dîcle piştî hewqas micadle, hewqas êş û azar çawa dikane were vê nuxteyê bi dîtina min trajediyeke şexsî ye.

Dîcle piştî hewqas sal jî hîn fêm nekriye, ji ber ku Kurdistaneke kurdan û dewleteke kurd tuneye loma ev zulm li kurdan dibe, loma tirk, ereb û faris dikanin kurdan bikujin, loma tirk wî û bi hezaran kurdî di zindanan da dirizînin, bi xurûr û heysiyeta wan dilîzin.

Heger kurd jî wek tirk, ereb û farisan xwedî dewlet bûna, kesî nikanîbû ev zulm li wan bikira. Û ji bo ku ji bin zulmê û qetlîaman xelas bibin dibê ew jî bibin xwedî dewlet. Heta ku kurd jî wek cîranên xwe nebin xwedî dewleteke serbixwe, halê wan ewê tim ev hal be. Ji ber ku bindest in.

Heger kurd neketa zindanan, nehatana kuştin, derneketana serê çiyan, şer nekiriana li Tirkiyê hebûna wan jî nedihat qebûlkirin.

Heger kurdan li başûr bi salan bi qehremanî ji bo azadiya xwe şer nekirana û bi hezaran şehîd nedana îro nedibûn xwediyê vê desthilatê.

Dil dixwest kurd mecbûrî vê yekê nebûna, dijminên me bi rehetî mafê me bida. Lê heta nuha bi rehetî nedane û ji nuha pê da jî nadin.

Ji ber ku dijminên me mafê me bi rehetî nadin, loma em micadelê didin, dikevin zindanan û tên kuştin. Yanî çare ne serîtewandin e, çare azadî ye, serxwebûn e.

Loma jî ji dêlî ku Dîcle ji kurdan ra bibêje, serê xwe li hemberî zaliman bitewînin, dibê ji wan ra bibêje dev ji zulma xwe berdin, Kurdistanê û dewletbûna kurdan bêyî şer qebûl bikin. Ne ku ji kurdan ra bibêje Kurdisanê û dewletê nexwazin.

Yanî argumenta em kurdistanê û dewletê bixwazin xelkê me bikuje, li herêmê ewê bibe sebebê şer argumnenteke beradayî ye. Bi kêmanê siyasetmedarekî çarîkê jiyana xwe di zindanan da derbas kiriye dibê tiştekî wiha nebêje.

Bi kurtî, Dîcle bi gotinên xwe yên do dilê gelek dost û hevalên xwe ji xwe hîşt, ked û xebata xwe ya bi salan lekedar kir û wek siyasetmedarekî xwe hetikand.
Heyf !

04 juli 2014

Dibê kurd miheqeq referandûmê bikin

Li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, parlamentoya Kurdistanê îro civiya û Barzanî derbarê rewşa Kurdistanê û Îraqê da axaftinek kir û hin agahî dan.

Barzanî, di axaftina xwe da ji parlamentoya Kurdistanê daxwaz kir ku meclîs li Kurdistanê tarîxa referandûmê diyar bike.

Barzanî, di axaftina xwe da derbarê piştgiriya navnetewî da jî got, “Piştgiriya me ya navdewletî heye û aliyê piştgiriya me nake jî dujminatiya me nake.”

Serokê herêma Kurdistanê Barzanî, derbarê navçeyên hêzên pêşmerge ketinê jî got, ”pêşmerge ewê ji wan herêman paşda venekişin.”

Bêguman hebûna piştgiriya navnetewî pir muhîm e. Diyar e heger piştgiriyeke xurt ya derve tunebûya Barzanî ewê ji meclîsê daxwaza biryargirtinê nekira û referandûm wiha bi israr nexwesta.

Esas piştgiriya derve hebe tunebe, dibê kurd di vê nabênê da referandûmê bikin û vî mafî di destê xwe da wek wek kartekê, wek wekaletnameyeke milet daya wan bihêlin. Îradeya milet di saha navnetewî da gelkî girîng e. Arnawitan li Kosowayê eynî tişt kirin. Loma jî dibê kurd vê fersendê ji destê xwe bernedin û referandûmê miheqeq bikin. Bicîanî ya jî nebicîanîna netîceya referandûmê tiştekî din e...

Biryara venekişîna ji herêmên pêşmerge ketinê jî biryareke pir baş e. Dibê kurd li van herêman xwe di warê leşkerî da pir baş bicî û amade bikin.
Di vê valayiyê da kurd çi bikin li karê ne…

03 juli 2014

Li gorî rojnameya filîstîn Qudus el-Arabî "Kurdistana serbixwe ewê bibe xencereke di dilê alema ereb da"!


Rojnameya Filistînê ya herî mezin Qudus el-Arabî, di hejmara xwe ya îro da gotiye, ”Serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û Îsraîlê ve tê destekkirin xencereke di dilê Alema Ereb de ye."
Bi nêzikbûna avabûnê Kurdistanê ra dost û dijminên me jî, xêrxwaz û nexêrxwazên me jî ji hev digerin, perda ser ruyên wan dikeve.
Çepê kurd, rastê kurd, dîndar û komînîstên kurd yanî hemû hêz û pariyên kurd bêyî îstîsna hemû jî pirştgiriyê didin gelê filîstin û dewleta wan ya serbixwe.
Siyasî ne siyasî, tu devê kîjan kurdî vekî, ewê bibêje dewletbûn mafê filîstîniyan e…
Lê tiştê kurd ji bo filîstîniyan dixwazin, filîstînî ji bo kurdan naxwazin. Çepên wan jî, rastê wan jî û dîndarên wan jî wek xwediyê nivîsa Qudus el-Arabî difikirin, naxwazin kurd li Îraqê û li Sûriyê bibin xwedî dewlet.
Li gorî wan li Îraqê Kurdistaneke serbixwe ewê ”di dilê alaema ereb da bibe xencerek.”!
Min heta nuha ne bihîstiye û ne jî dîtiye ku siyasetmedarekî filîstînî, çi rast û çi jî çep ya jî dîndar, gotibe mafê miletê kurd e ji Îraqê veqete û dewleta xwe ava bike!
Lê ji bo ku filîstînî dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, kurd ne tenê dixwazin, ne tenê piştgiriyê didin filîstîniyan, xwe di ber birayên xwe yên filîstînî da didin kuştin û gelek caran dane kuştin jî.
Feqet li hemberî vê piştgiriya kurdan, filîstînî eynî piştgiriyê nadin kurdan. Merivên El Fetah û gelek filîstîniyên din li Îraqê, bi Seddam ra li hemberî kurdan şer kirin, di warê siyasî û îdeolojîk da piştgirî dan Seddam. Û Arafat ev yekî tu carî veneşart.
Loma jî pir ne xerîb e ku di van rojan da filîstînî vê dijîyatiya xwe dîsa nîşan bidin. Ji ber ku ew jî Kurdistanê wek ”axa alema ereb”, wek milkê ereban dibînin.
Di rojên pêş da, dema avabûna Kurdistanê were rojevê, hîn nêz bibe, siyasetmedarên filîstînî ji bo kurdan û Kurdistanê ewê tiştên hîn girantir jî bibêjin.
Lê çi heyf ku em kurd zû bi zû biaqil nabin, çimkî aqilê me ne ji kîsê me ye. Gelekên me hîn bi aqilê xelkê û bi çavê xelkê li meselan dinêrin. Loma jî hişê me nayê serê me, em pir rehet tên xapandin û dost û dijminên xwe ji hev baş ji hev nagerînin…

02 juli 2014

Hûn çi bikin jî Kurdistanê çê bibe

Her ku roja avabûna Kurdistana serbixwe nêz dibe hêzên Kurdistan îşxal kirine awirên xwe li me tûj dikin, gefan li me dixwin û dibêjin ”em qebûl nakin hûn Kurdistaneke serbixwe ava bikin, em qebûl nakin hûn bibin xwedî dewlet.”
Nuha jî Îran wek Tirkiyê dibêje, ew li dijî Kurdistaneke serbixwe ye. Ji xwe ne îro, ji berê û berda ye Îran li dijî avabûna Kurdistanê ye. Û ji bo ku Kurdistan çênbe wan gelek caran Kurdistan kirine gola xwînê, bi dehan serok û rêberên miletê kurd bi alçaxî kuştine. Yanî di vî warî da sicîla farisan ji ya tirkan pir û pir xerabtir e.Loma jî pir ne xerîb e ku ew jî li dijî Kurdisanê bin.
Çima li dij in?
Ji ber ku em kurd in.
Li gorî van hêzên îşxalkar ji tirkan ra, ji farisan ra, ji ereban ra dewlet heq e, tenê ji me kurdan ra ne heq e; heta qebhet e jî!
Lê dibê meriv ji van gefên wan zêde netirse, dema roja wê hat, dema Kurdistan çêbû ewê mecbûr qebûl bikin, wekî din tu rê tuneye. Wan berê hebûna me jî qebûl nedikrin, heta digotin kurd tunene. Lê dû ra qebûl kirin. Piştî demekê ewê fêrî Kurdistana serbixwe jî bibin, ewê wê jî qebûl bikin...
Hinek sebir...
 
 
XXX
Ez dikim nakim fêm nakim, însanek çawa dikane ji diya xwe bêtir ji diya xelkê û ji zimanê xwe bêtir ji zimanekî din hez bike?
Heger hez dike ne normal e, di şexsiyeta wî da, di hestên wî da, di fikrê wî da seqetiyeke heye.
Yê min bi xwe diya min li ber dilê min ji hemû diyan û zimanê min jî ji hemû zimanan şîrîntir e.
 
XXX

Bi minasebeta qetlîama Swêsê ya 2ê temûza 1993a ez 35 kesên ji alî canî û qatilên devbixwîn ve hatin şewitandin bi hurmet bibîr tînim û qatilan û piştevanên wan rûresş û şeremezar dikim.
Min ev kurtenivîsa jê û helbest ji rûpela Kejê Bêmal girt û kir kurmancî.
Wisa sipî, wisa sipî ye ku bedena wê
tu dibêjî belkî ji perçakî hevrîşim e
loma jî hewece nedïtiye ser xwe bigre
Şilftazî ye, narîn e, li ser sedyê termê keçekê ye
deh tiliyên wê bi boyax in
murekeba istampayê tê  geriya ye
Keçeke min sax be eger
keçeke min di morgê da ye nuha

Rojekê du term anîn Bîngolê. Bîngol bi van kuştiyan hejiya. Herkes diccû dîtinê. Ez jî çûm. Term dibrin morgê. Yek xort, simêla wî hîn xwî neda bû. Ya din keçek bû. Yê xort kinçên wî lê bûn, keç şûttazî bû. Ruyê xort pelixî bû, pozê wî tunebû, ji hêta wî jî destek goşt hatibû jêkirin, tiliyên wî bi murekeb bû. Şopa (dewsa) tiliya wî girtibûn. Ji vê bûyerê gelkî muteesîr bûm. Û tabî min xwe da araqê. Dû ra min helbestek jî nivîsî…
Metîn Altiok
Di Qetlîama Sêwasê ya 2ê temûzê da giran birîndar bû.  Lê belê ji qomayê dernekt û di 9ê temûzê da li Anqerê di nexweşxaneyê da wefat kir.
 
///Metîn Altiok

01 juli 2014

Şêla Îsraîl dibê me şaş neke


Hin kurd dibêjin, berpirsiyarên dewleta Îsraîl çima heta nuha di heqê kurdan da wiha nedipeyivîn?
Çima berê nedigotin dewleteke serbixwe mafê kurda ye û dibê kurd jî dewleta xwe ava bikin?
Çima berê nedigotin heger Kurdistan çê bibe berî herkesî emê wê nas bikin?
Çima berê dostê tirkan bûn û neyartiya krdan dikirin, lê îro çima wiha dikin?
Miheqeq hîleyek, hesabek tê da heye….
Tu dostayî û dijminatî ne ji qal û bela de ye û ne jî ebedî ye. Dinya menfaet e, pir normal yê do dostê te bû îro bibe dijminê te, ya jî dev ji dostiya te berde û yê do dijminê te bû jî îro bibe dostê te.
Ma Malikî di dema Seddam da ne dost û xêrxwazê kurdan bû? Di rojên giran da gava cî lê teng dibû, hêviya wî kurd bûn, dibeziya ba kurdan. Lê îro dewran guheriye û dixwaze kurdan di tasek av da bifitisîne.
Ma Erdogan û Esed do ne dostên hev bûn? Heta ji dostiyê wê da, wek malbatekê bûn. Lê nuha herdu serî jî gorrên hev dikolin, kêran ji hev ra disûn…
Yanî Îsraîl do wiha dikir û îro çima wiha dike ne tu pirse. Do wer dihat hesabê wan loma ji kurdan bêtir dostên tirkan bûn, lê piştî ”One minute” Erdogan nabêna wan xera bû û êdî hêviya xwe ji Erdogan birîn. Loma jî nuha pir mimkûn e ku hin tiştên ne li gorî dilê Tirkiyê bibêjin û bikin.
Kî dibe bira bibe, dema yek bibêje, avakirina dewleteke serbixwe mafê kurda ye jî, em nikanin jê ra bibêjin tu çima wiha dibêjî?
Ya rast dibê em bibêjin mala te ava! Lê bêguman meriv sebebê gotina wî bizanibe pir baş e…


XXX
Alîkarê serokê AKPê Huseyin Çelik, çend roj berê di beyaneka xwe da got dema Iraq perçe bibe ewê Kurdistana serbixwe nas bikin.
Di hevpeyvîneke din da jî got, wek her miletî, mafê miletê kurd e jî çarenûsa xwe tayin bike
Lê îro wa ye ev beyanên xwe paşda girtiye, gotiye wî tu carî beyaneke wiha nedaye û tiştekî wiha negotiye.
Dema meriv ne azad be, ne xwedî îrade be, Erdogan meriv wiha perîşan ûşaşomaşo dike.
Erdogan tu carî qebûl nake kes gotina wî hîn negotibe û ji bo gotinê destûr nedabe bibêje.
Bi îhtîmaleke mezin Huseyin Çelik, di hevpeyvînekê da hat heyecanê û bêhemdî ew gotin ji devê wî derket. Lê gava Erdogan bihîst lê rabû, azareke biçûk dayê û gotina wî pê da tekzîbkirin.
Welhasil “emirerîtî” karekî zahmet e, meriv nizane qumandar ewê ji kîjan peyva meriv hez bike û ji kîjanê hez neke…
Welhasil bindestî pîs e, Xwedê kesî bindest neke…