31 augusti 2014

Sê rismên bavê min yên dîrokî

Di orta salên 1960î(1961-1970)da bavê min di nava  Partiya Karkirên Tirkiyê(TIPê)da û serokê şaxê Wêranşarê bû û heta partî hate girtin jî(1971) serok bû. Ji xwe ciyê(lokala) şaxê partiyê jî yazîxaneya bavê min bû.
Di dema hilbijartinan da ji ber ku serok bavê min bû loma jî yek ji xebatkarên partiyê jî ez bûm, yê al û bandrolên pariyê radikir, virda û wê da baz dida ji mecbûrî ez bûm.
Ez wê demê 15-16 salî bûm. Kes zêde beşdarî meş û çalakiyên me nedibû. Meş û mitîngên partiyên din qelebalix dibûn, lê yên me kes zêde nedihatê, kes zêde beşdar nedibû. Ev yek bi min zor dihat û min fedî dikir. Dema em çend kes, bavê min li pêş me di nava bajêr ra derbas dibûn xelkî di bin çavan ra li me dinêrê û  bi me dikeniyan.
Lê sebebê vê nivîsa min ne ew e ku ez qala dîroka TIPê ya Wêranşarê bikim.
Di vê çûna xwe ya dawî ya Kurdistanê da di albûma diya xwe da min sê rismênbavê xwe dîtin. Hersê risim jî di sala 1966a da li Meletyê di kongreya TIPê ya duyem da hatine kişandin.
Di du risman da bavê min û Çetîn Altan bi hev ra ne. Çetîn Altan di orta bavê min û Samî Kutlu da ye. Bavê min yê milê rastê û Samî jî yê milê çepê ye, ew li Wêranşarê terzî bû. Dû ra çû Stenbolê û li wir wefat kir.
Wek min li jor jî got, bavê min di nava TIPê da dixebitî û demakê li Wêranşarê serokatiya TIPê jî kir. Lê min nizanîbû ku ew wek nûner(delege) beşdarî kongreya TIPê bûye. Ez nuha ji  van risman fêr bûm ku bavê  min wek nûnerê Wêranşarê beşdarî kongreya TIPê ya duyem bûye.
Bavê min merivekî kurdperwer bû, ji xortan û teleban hez dikir, piştgirî dida wan. Ji xwe ji ber vê şêla wî ya kurdperwer piştî darbeya leşkerî ya 1980î dewletê rehetî nedayê û erdê wî yê ji 1960î da di destê wî da bû jê stend û da korîciyan.
Ji bo ku ev xebata bavê min neyê jibîrkirin û ev belge wenda nebe û bibe dîrok ez hersê risman jî diweşînim.
Li pişt risman tarîxa 24-11-1966 heye.


S

30 augusti 2014

Ev êdî mijreke tibê ye

Îro dîsa ekranên kanalên hemû telewîzyonên tirkî bi ala tirk ya wek gola xwînê û bi rismê Ataturk xemilîne.
Serkeftin û zafereke wiha derew e, çîrokeke ne rast e, ji bo xurtkirina kemalîzmê û nîjadperestiya tirk ji xwe ra li hev anîne. 

Tiştekî dûrî aqila ye, meriv bi çavên serê di hemû ekranên telewîzyonan da nebîne meriv bawer nake…
Lê em bibêjin ev zafer rast be jî, bi rastî Ataturkê wan di şer da bi ser ketibe jî meriv 92 salan serketineke bûye malê dîrokê wek mirîdan her sal bi eynî meqamî û bi eynî heraretê pîroz nake. Merivhewqasî nabe êsîrê serketinekê.

Tiştê tirk dikin ne normal e, bûye nexwşiyeke derûnî, jê ra tedawî û rehabîlatîsyoneke dûr û dirêj lazim e. Ev êdî mijareke tibê ye.
Di dîroka her miletî da roj û bûyerên wiha hene, lê tu milet wek tirkan hewqasî fetîşîze nakin, bi vî rengî nabin êsîrî Ataturk û bûyerên wiha.

XXX


Ev çend roj in hêzên pêşmerge, HPG û YPG êrîşê dibin ser çeteyên DAÎŞê, li gorî tê gotin hercarê 3, 5, 10, 15 gundan ji çeteyan rizgar dikin, hercarê bi dehan çete dikujin. Lê dîsa jî ne Kurdistan rizgar dibe û ne jî çete diqedin.

Heta nuha meriv digot belkî Şengal tenê îşxal kirine, lê nuha meriv hêdî hêdî fêm dike ku ne Şengal tenê ye, mêrikan ketine gelek hêrêmên din jî girtine, nêzikayî li Hewlêrê û Kerkûkê jî kirine.

Nuha min di Rûdawê da dît, çeteyên DAÎŞê li vî serê pirê ne û pêşmerge jî li wî serê pirê ne. Mesafeya nabêna wan 150-20 mîtro xuya dikir, bawer dikim dengê wan diçû hev…
Yanî mesele pir û pir cidî ye, mêrikan lideverên Kurdistanê bicî bûne…
Meriv welatê xwe bêxwedî bihêle, bi mirinê neparêze netîce wiha dibe...

Kurdên spî û secera kabîneya Ahmet Davutoglu

Rojnamevanekî bi navê Huseyin Hakkı KAHVECİ, gotiye  ”di nava AKPê da îktîdara Komara Tirkiyê ya kurdên spî ya bi dîzî heye.”
Yanî hukûmeta nuha ya Davutoglu ya ”kurdên spî” ye, kurdên ku xwe weqfî tirkan û dewleta tirk kirine.
Esas hukûmeta Erdogan jî eynî tişt bû, di hukûmeta wî da jî piraniya wezîran kurd bûn.
Huseyin Hakkı KAHVECİ gotiye, Erdogan ji xwe ne tirk e, ya rûm e û ya jî gurcî ye, li gorî îdîa Erdogan ew gurcî ye.
Berdevkê serokwezîr Bulent Arinç bi eslê xwe kurd e, berê jî çend caran ev yek hatibû gotin.
Berdevkê serokwezîr yê duyem Beşîr Atalay jî bi eslê xwe kurd e, malbata wî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem koçberî  Enedoliyê bûye.
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag jî ji kurdên Enedoliyê ye, tê gotin bi kurdî jî dizane.
Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê Mevlûd Çavuşoglu ji Alanyayê ye lê bi eslê xwe kurd e. Navê qeza wî Turkler jî berê Kurdler bûye û dû ra ev nav guhertine.
Wezîrê komînîkasyonê yê berê Binalî Yildirim ji Erzinganê ji qeza Refahiyê ye, lê malbata wî ji hêla Agiriyê ye û kurd e.
Wezîra Malbat û Karên Sosyal Fatma Şahîn jî kurd e, lê vê yekê vedişêre, nabêje ew kurd e.
Wezîrê karûbarên hundur Efkan Ala ji Erzeromê ye, tê gotin ku dadaş e, lê ne rast e, ew jî kurd e.
Wezîrê pêşdabirina aboriyê Cevdet Yilmaz ji Bîngolê(Çewlikê)ye û kurdbûna xwe jî înakr nake.
Wezîrê Maliyê Mehmet Şîmşek ji Batmanê ye û kurdbûna xwe înkar nake. Lê ji bo kurdan tiştekî naxwaze.
Wezîrê Zîraetê Mehdî Eker ji Diyarbekrê ji qeza Bismil e, kurdbûna xwe înakr nake û kurmancî jî dizane.
Wezîrê Kultur û Turîzmê Omer Çelîk ji Edenê ye, lê bi eslê xwe ji Diyarbekrê ye. Û kurdbûna xwe înakr nake.
Wezîrê Sanayî û Tîcaretê yê berê Zafer Çaglayan ji Mûşê ye û ew jî kurdbûna xwe  înkar nake.
Berdevkê AKPê yê berê Huseyîn Çelîk ji Wanê ye û ew jî kurd e. Bavê wî li gundên Wanê meletî dikir.
Wezîrê Avahî ûÎskanê yê berê Zekî Ergezen ji Betlîsê ye û ew jî kurd e.

Yanî meriv dikane vê lîsteyê hîn jî dirêjtir bike. Bi kurtî meriv dibîne ku ji tirkan bêtir kurd, kurdên bûne tirk û xwe weqfî xizmeta dewleta tirk kirine Tirkiyê îdare dikin. Li ser navê dewleta tirk ew kurdan îdare dikin, ew kurdan wiha reben û bindest dihêlin.
Ji dêlî ku ji bo gelê xwe siyasetê bikin, bibin parlamenter û wezîrên gelê xwe, bûne yên neyarên xwe…






29 augusti 2014

Nehêlin kurdên êzdî li dinyayê belav bibin !


Wek miletekî bêdewlet kurdan heta nuha ji destên tirk, ereb û eceman gelek kişandine, gelek rojên giran dïnte. 
Lê ji kurdan jî bêguman grûpa herî bêtir zulm dîtiye, marûzî gelek surgûn û qetlîaman bûye kurdên êzdîne. Û ev zulm û qetlîam îrojî hîn berdewam e.
Lê kurdên êzdî ne ji ereb, faris û tirkan tenê, ji kurdên misilman jî gelek zulm û neheqî dîtine. Ev rastiyeke dîrokî ye, kes nikane vê rastiyê înkar bike.

Kurdên êzdî kurdên herî kêm durre û herî kêm asîmîle bûne, herî kêm ketine bin tesîra kultura dîn û miletekî din. Loma jî ew kurdên herî xalis muxlis in, herî otantîk mane.

Ji ber ku kurd wek milet hîn jî ne xwediyê dewleteke serbixwe ne loma hîn ji êrîşên neyarên xwe yên hovane û ji qetlîaman xelas nebûne. Zulm û qetlîam hîn jî param wan e.

Li Kurdistana Sûriyê û li Şengalê tiştê qatilên Îslamî yên DAÎŞê anî û tînin serê kurdan û bi taybetî jî serê kurdên êzdî ji qetlîamên osmaniyan û ereban yên sedsala 17a û 18a û 19an ne kêmtir in.

Çeteyên DAÎŞê li Şengalê bi hovane êrîş birin ser kurdên êzdî, bi sedan kuştin û dehhezaran jî mecbûrî koçberiyê kirin. Şengal vala bû.

Nuha bi dehhezaran, belkî jî bi sedhezaran kurdên êzdî li Kurdistana başûr, rojava û bakur bela bûne û di halekî pir û pir perîşan da dijîn. Li parkan, li kuçe û kolanan tî û birçî radikven.

Alîkariya dibe kêm e, têrê nake, dibê hîn bi ser û ber werekirin.
Ji bo alîkariyê dibê hemû partî, sazî, dezgeh û belediyên kurd seferber bibin, dibê hemû kurd herin gazî ü hawara birayên xwe yên êzdî û destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Em deyndarê wan in, em çi bikin jî hindik e, em nikanin ji bin deynê xwe, mesûliyet û wacibên xwe yên dîrokî û netewî rabin.

Li alî din dibê kurdên êzdî ji erd û ava xwe, ji Şengalê dûr nekevin, Şengalê ebeden terk nekin û li Kurdistanê, Tirkiyê û Ewrûpayê belav nabin.

Dûrketina wan ji cî û warên xwe, belavbûna wan li Tirkiyê û dinayê gelkî şaş e, destpêkirina qedandina wan e. Dibê hukûmeta Kurdistana Federe, belediyeyên Kurdistana bakur, siyasetmedarên kurd û bi taybetî jî rewşenbîr, rîsipî, şêx û mîrên êzdiyan nehêlin êzdî li dinyayê belav bibin, wan li der û herêmên nêz bi cî bikin ji bo ku di rojên pêş da bikanibin vegerin welatê xwe.

Heger carê ji weletê xwe dûr bikevin, carê li dinyayê belav bibin çû ji wan da, hew dikanin vegerin Şengalê.

Numûne û îspata vê yekê êzdiyên di nav van 40 salên dawî da ji Ermenîstanê, Gurcîstanê, ji Sovyeta kevn û ji Kurdistana bakur koçkirine. Ew hew dikanin vegerin. Û piştî du sê cîlên din ewê bihelin û biqedin.

Kurdên misulman jî li Ewrûpayê dihelin, lê ew pir in, li welêt naqedin. Lê kurdên êzdî ewê biqedin. Lomajî li vir gazî û hawara min ev e: Nehelên kurdên êzdî Şengala şîrîn terk bikin, nehêlin kurdên êzdî li dinyayê belav bibin !

28 augusti 2014

Wey mala Xwedê hezar carî ava be...


Wey mala Xwedê hezar carî ava be, piştî 8 salan dawiya dawî li Kurdistana başûr biryara yekkirina hêzên pêşmerge hat dayin. Birayara yekkirina hemû hêzên pêşmergeyan do ji alî serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ve hat îmzekirin.

Li gorî vê biryara Parlamentoya Kurdistaê, pêşmergeyên hemû hêz û partiyan dibin yek û dikevin bin emrê wezareta pêşmerge. Bi gotineke din, ji nuha û pêve Kurdistana Federe jî êdî dibe xwedî hêzeke çekdar ya daimî.
Bêguman ev biryar, biryareke pir dereng e, dibê 8 sal berê dema PDKê û YNKê li hev kirin û hukûmeta Kurdistanê çê bû bihata girtin.

Hukûmeta herêma Kurdistanê heger îro xwedî hêzeke leşkerî ya profesyonel bûya belkî jî qatilên ÎŞIDê ewê nikanîbûna bi vê rehetiyê Şengal îşxal bikirana.

Lê bi derengî be jî biryareke pir baş e, miletê kurd ji zûda ye li bende vê biryarê bû.
Biryara yekkirina hêzên pêşmerge li gelê kurd pîroz be…

XXX

Heger te yê ji pê ji Erdogan ra li çepikan xista...

Li Tirkiyê siyaset qirêj bûye, pîs bûye, bêexlaqî, bêpirensîbî, durûtî bûye norm, bûye kultureke siyasî.

Meriv nizane li hemberî çi derkeve, li hemberî çi dernekeve, nizane kê rexne bike, kê rexne neke.

Ez difikrîm li ser hevpeyvîn û mesajên Sirri Sureya Onder û cansîperbûna wî ya ji heykelên Ataturk ra çend gotinan bibêjim, lê min hew dît ku wa ye bûyereke ji wê jî muhîmtir di medya sosyal da olan dide.

Serokê HDPê Selahetîn Demirtaş, dema Erdogan di meclîsê da sond xwariye rabûye ji pê û jê ra li pê(li ser niga)li çepikan xistiye û avêtina pirtûka qanûna esasî ji serokê meclîsê da jî wek bênezaketî şirovekiriye.

Seokatiya HDPê meriv dixe vî halî, meriv wiha dişeqizîne û dadixe nuxteya ji Erdogan ra li çepikan xe…

Cêmer bûye wek lampeyên loş, serê saniyê reng diguherîne, geh sor dibe, geh kesk û hişin dibe, geh rast lê dixe, geh çep lê dixe. Carnan dilê kurdan xweş dike, carnan jî dilê qatilê kurdan.

Çepiklêdana ji Erdogan ra piştgiriya wî û siyaseta wî ya li hemberî miletê kurd e, qebûlkirina dizî, bêqanûnî û terora wî ya li hemberî gelê kurd e.

Bi emrê Erdogan bi hezaran zarokên kurd htine kuştin, bi tonan bombe bi ser serê kurdan da hatine barandin û Demirtaş ji herkesîbêtir bi vê yekê dizane û ev terora dewletê bi sedan car mahkûm kiriye. Lê îro ji berpirsiyarê vê zulmê û vê terorê yê dereca yekê ra li çepikan dixe, serokkomariya wî pîroz dike…

Heger te yê ji Erdogan ra ji pê li çepikan xista çima te hewqasî xwe lê radikişand, çima te ew axaftinên sentîmental dikir?

Welhasil bi serokatiya siyasetmedarên wiha emê tim li çonga xwe xin û bibêjin me çima li xwe weha kir ?



27 augusti 2014

Piştgiriyê bidin çalakiya mamosteyên kurdî



Ji sala 2012a û virda ye ji zanîngeha Mêrdînê Arttukluyê nêzî 2000 mamosteyên kurdî mezûn bûne. Ji zanîngeha Mûşê, Bîngolê û yên din çiqas xwendevan mezûn bûne ez nizanim, lê miheqeq van zanîngehan jî mezûn dane.

Erê xwendevan xwendina xwe diqedänin,  ji zanîngehan mezûn dibin lê belê hukûmet kar nade wan, wan nake mamosteyên kurdî. Nuha li Kurdistanö bi hezaran mamosteyên kurdî bêkar in,  li bende tayinên xwe ne.

Xwedêgiravî hukûmetê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî di hin zanîngehan da  beşê kurdî vekiriye, lê wisa xuya ye ku ev gaveke xapandinê ye. Tenê nav e.

Hukûmet dîplomeya mamostetiya kurdî dide xelkê lê wek mamostên tirkî kar nade wan. Dîplomeya ku kar nebîne çi bikim bi wê dîplomeyê!

Gava dîplome kar nebîne maneya xwe derew e, dîplome ne cidî ye, lîstik e.
Heger ne derew e, heger hukûmet kurdan naxapîne dibê tavilê hemû mamosteyên kurdî bigre kar.

Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî însanî ye, dibê zarokên kurd jî ji vî mafê însanî feydeyê bibîne, ew jî bi zimanê dayika xwe bixwînin. Dibê zarokên kurd jî wek zarokên tirk ji vî mafê însanî bêpar nemînin.

Ji bo ku hukûmet hemû mamosteyan bigre kar dibê hemû partiyên kurd piştgiriyê bidin daxwaz û liberxwedana mamosteyan û ji hukûmetê daxwaza tayinên hemû mamosteyên kurdî bikin.

26 augusti 2014

Efendim diya Ahmet Altan û Mehmet Altan kurd e !


Çîroka diya Mehmet Altan û Ahmet Altan kurd e, meriva(zizma) serokkomarê Îraqê Fûad Masûm e van rojan dîsa di nava kurdan da aktuel bûye. Piştî Mahmut Ovur, nuha jî Nevzat Çîçek ev yek kiriye mijara nivîsa xwe.

Mehmet Altan dibêje wî heta sala 1991ê, heta mirina diya xwe xwedêgiravî wî nizanîbûye ku diya wî kurd e. Ew kurdayetiya diya xwe cara pêşî, piştî wefata wê ji nivîsa Yaşar Kaya fêr bûye.

Ev ne rast e, vir e. Ne mimkûn e ku diya wî heta mirina xwe qet negotibe ew kurd e, kurdayetiya xwe ji zarokên xwe veşartibe. Di ser em ji nivîsê fêr dibin ku da wê bi kurdî jî baş zanîbûye.

Ne mimkûn e yekî wek Çetîn Altan nizanibe xanima wî ne ereb e, kurd e. Lê gorî gotina Mehmet Altan, wî (Çetîn Altan)tim jê ra gotiye ”erebê”! Û tu carî ji kesî ra, heta ji zarokên xwe ra jî negotiye diya we kurd e, yanî Çetîn Altan kurdayetiya diya zarokên xwe wek sirekî ji herkesî veşartiye.

Ez heta nuha li tu derê lê rast nehatim ku Çetîn Altan gotibe xanima wî kurd e û ji Kurdistana başûr û merivên wê jî filan û filan in.
Lê eynî Çetîn Altanî qala çîroka hatin dê û bavê xwe ji Balkanan kiriye…

Ev şêla Çetîn Altan û zarokên wî hestên wan yên li hemberî kurdan nîşanî me dide, nîşan dide ku ew ji kurdan çiqasî sar in…

Herçiqas Mehmet Altan dibêje ew cara pêşî di sala 1991ê da piştî mirina diya xwe ji nivîsa Yaşar Kaya fêr bûye ku diya wî kurd e, lê ne mimkûn e ku rast be.

Ji ber ku di nivîsê da diyar dibe ku Fûad Masûm di sala 1978a da li Stenbolê çûye mala wan û Kerîme xanim dîtiye. Ne mimkûn e ku haya Mehmet Altan ji vê ziyaretê çênebe…

Tiştek eşkere ye, him Çetîn Altan û him jî Ahmet û Mehmet Altan hetanî  nuha nexwestine û naxwazin xwe di kurdan bigerînin, xwe bikin merivên kurdan. Û naxwazin merivantiyeke wiha eşkere jî bibe. Him di ni nivîsa Mahmut Ovur da û him jî ji gotinê Mehmet Altan meriv vê rastiyê dibîne.

Ez ne şaş bim, Ahmet Altan jî çend sal berê carê henekê xwe bi vê îdîayê kiribû û gotibû tiştê wiha ji bo wî ne muhîm e.

Loma jî bi dîtina min çîroka vê mervantiyê, pêketina wê tiştekî berradayî ye, çimkî malbata Altanan vê merivantiya bi kurdan ra naxwazin û jê direvin. Lê hin kurd dixwazin bi zor xwe pêve bizeliqînin…

Xwarziyên li xalanên xwe, li merivên xwe negerin, vê yekê bi serbilindî nebêjin dibê xalan jî yanî kurd jî qet bi pey vê mervantiyê nekevin û qet girîngiyê nedin vê mervantiyê.

Ez bi xwe vê meraq û israra kurdan pir bêmane û pir berradayî dibînim….

Kurd pir fedekar û egîd in lê kêmasiyeke wan heye

Li vê cîhanê kurd yek ji wan kmiletên ku pir zulm û derd dîtine, pir êş û elem kişandine. Loma jî kurd wek dînan, wek sewdaliyan evîndarên azadiyê ne, li herçar perçên Kurdistanê ji bo azadiyê hertiştên xwe feda dikin. Ji bo bidestxistina azadiyê pir fedekar, egîd û cengawer in…

Lê qusûr û kêmasiyeke wan heye, ji berêûber da, ji bav û kalan da bêtifaq in, yek yekî qebûl nake.

Her serok û her partî dibêje ez û ez. Serokên din, partiyên din, siyasetmedarên din, şervanên din ne tu tişt in, pênc pera nakin. Hetta li hemberî azadî û serxwebûna Kurdistanaê asteng in !

Herewere partiya wan û serokê wan baş e, rast e, bêkêmasî ye û ji herkesî bêtir kurdperwer e…

A ji ber vê dîtin û baweriya şaş heta nuha bindest mane, li gel hewqas fedekarî û malwêraniyê jî hîn nebûne xwedî welatekî serbixwe…

Dijminekî hov, xwînxar ketiye wealtê me, dest dirêjî namûsa me dike, me şerjê dike, lê em hîn jî nabin yek, hîn jî yekîtiya xwe ya netewî xurt nakin. Hîn jî dev ji neyartiya hev bernadin.

Ji dêlî ku em yekîtiya xwe ava bikin, em pesnê mêranî û egîdiya xwe didin û hêzên din jî pîs dikin.

Dijmin me hemûyan, egîd û tirsonekan, şervan û revokan yanî ji me kî bi berkeve dikuje, serê me jê dike. Lê dîsa jî em HEMÛ, egîd û tirsonek, şervan û revok nabin yek, dev ji neyartiya hev bernadin.

Xwedê aqilekî bide rêber û siyasetmedarên me….



XXX
Lîstikvana bi navê Denîz Çakir ji ber ku di twitterê da şiîreke Turgut Uyar ku têda navê Kurdistanê derbas dibe belav kiriye tirkan qiyamet rakirin, li Tirkiyê twitter serobinî hev bû, gotinên nemayî ji Çakirê ra gotin û heta ew bi mirinê tehdîd kirin.

Madem wiha ye, hemû hunermend, edîb, siyasetmedar, parlamenter û serokên belediyan, welhasil her kesê xwe kurd qebûl dike dibê ya vê helbesta Turgut Uyar ya jî helbesteke navê Kurdistanê têda derbas dibe di facebook û twitterê da biweşîne. Ya jî bibêje ez kurd im û ji Kurdistanê me û bijî Kurd û Kurditan!

Navê helbesta Turgut Uyar Riya Kaş(Yokuş Yola)ye
.
Derên te histiriyên wê jêkirin heger tu biharekê filan texmîn bikî
Li Kurdistanê û li ser riya Muş-Tetwanê ciyek ewê xwîn bibe

25 augusti 2014

Ev nîna ye tirnîna hîn li dû ye

Berdevkê PKKê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya bi Ruşen Çakir ra bi zimanekî kibar û sergirtî rexne li têkiliyên HDPê bi hin komikên homoseksuel(vê komikê straneke em qunek in jî çêkiriye) û çepên marjînal girtibû û gotibû “dibê HDP xwe ji tevgerên marjînal xelas bike. Mesele li Beyogluyê komikek heye…”
Serokê HDPê yê berê Ertugrul Kurkçu û Ufuk Uraz xwe ji vê rexneya Bayik ya di cî da pir aciz kirine û gotine ew vê rexneyê qebûl nakin û nagrin ser xwe jî.
Helbet Kurkçu û Uras ewê wiha bibêjin, helbet ewê bersîvên sert bidin Bayik, ji ber ku êdî ne muhtacî kurdan e. Bi rayên kurdan bûn parlamenter û meaşên xwe hetanî mirinê saxlem kirine. Loma jî êdî ne guh didin dîtinên PKKê û ne jî rexneyan qebûl dikin. Loma jî dikanin bi hêsanî gotinên giran ji Bayik û PKKê ra bibêjin. Û zû dereng ewê bibêjin jî. Ji ber ku êdî karên xwe bi PKKê qedandine, meaşên xwe saxlem kirine…

-Bubê Eser: Kekê Zinar dema dilê mirov nexwaze mirov pê re naghijê. Lê te karibû wan gotinên wê yên din û ne cih de bi rêzekê ba jî bigota. Mîrata berjewendiyan nahêle mirov her tiştê bêje kekê hêja...



- Bubêyê delal, weleh min qet bîr nebir ji te bipirsim bê tu dixwazî ez li ser kîjan gotinên wî yên din jî çend peyvan bibêjim. Bibore…
Bubê, ma ne eyb e tu ji min ra dibêjî ”berjewendî nahêlin mirov hertiştî bibêje”!
Îcar bejewendî?
Ma ez ji Bayik û PKKê meaş digrim, ez karkerê wan im ku ez li berjewendiyên xwe bifikirim?
Hela ji kerema xwe ra wan berjewendiyan bi nav bike ji bo ku ez jî bizanibim ew çi ne?
Ma ez mecbûr im hertiştê tu muhîm dibînî muhîm bibînim?
Ma hertiştê ez muhîm dibînim tu muhîm dibînî?
Ma tiştekî wiha mimkûn e?
Û ji xwe min li ser hevpeyvîna Bayik jî tiştek nenivîsî ye, min çend gotin li ser reaksiyana Kurkçu û Uras gotiye, ne li ser hevpeyvîna Bayik.
Îcar mîrata berjewendiyan nahêle ez Bayik rexne bikim ji ku derket?
Dema min hewce dîtiye min gelek caran PKK û Bayik rexne kiriye, ma tu bi viya nizanî?

24 augusti 2014

Jiyan diqede kar naqede

Li vê malê ez çi karî bikim jî xanim min teqdîr nake, di karê min da tim kêmasî û qusûrekê dibîne, tu carî memnûn nabe û pesnê min nade. Loma jî piraniya caran ez mecbûr dimînim li vir pesnê xwe bidim.
Îro jî dîsa eynî tişt bû. Piştî gerra li dora gola me, ez ketim hewşê, min gîha hewşê çinî, hewş kir mêrg û berda.
Di hewşa me da du darên me hene, yek ya giryazê ye û ya din jî ya sêvê ye. Dara giryazê îsal me jê hebek jî jênekir, ji ber ku em demek dirêj ne li mal bûn, gava em ji tahtîlê hatin hebek jî pê ve tunebû. Ez dibêjim ji ber bêxwedîtiyê beytikan hemû xwaribûn.
Lê ya sêvê îsal gelek sêv girtine, guliyên wê dikin di bin sêvan da bişkiyên. Ji bo ku hûn jî bibînin ez du sê rismên wê belav dikim.
Dibêjin hewa Swêd û ”keçên swêdî” tu carî bawerî pê nayê. Mesela keçan ez didim aliyekî, lê herçî hewa swêd e rast e. saetek berê em ji gerrê hatin, hewa gelkî xweş bû, me li hewşê qahwa xwe bi kêf vexwar.
Lê nuha wa ye ximîna baranê ye, tu dibêjî belkî asîman qelişî, xanimê bi pilepil kincên xwe bi lez revandin hundur û têra dilê xwe nivir li hewê kir, gotinên giran jê ra got…

XXX


Li ba kurdên Kurdistana Tirkiyê dostî, hevalbendî, hevkarî û piştgiriya bi dijmin ra qet ne şerm, şerf û serbilindî ye.
Kî bikanibe xwe hinekî nêzî dewletê û hukûmetê bike, di partiyeke tirk da bibe parlamenter û wezîr, di telewîzyoneke dewletê da karekî bi dest xe, di nava civatê da bêtir qedir û qîmetê dibîne, îtîbara wî zêde dibe…

23 augusti 2014

Serokwezîrtiya Davutoglu qet jî ne li "kara" kurda ye


Serokê Platforma Kurdên Demokrat “PDK-Bakur” Sertaç Bucak, di hevpeyvîna xwe ya telewîzyona Rûdawê da bi serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu gelkî kêfxweş bûye û gotiye, ”hilbijartina Davutoglu pir muhîm e, li kara(menfeeta)kurda ye. Ez vê yekê him ji bo herêma Kurdistanê û him jî ji bo kurdên Tirkiyê dibêjim…”

Tu dibêjî belkî Davutoglu nabe serokwezîrê Tirkiyê, dewleta Kurdistan di bin îşxala wê da ye, dike bibe serokwezîrê Emerîka ya jî yê welatekî dost.

Serokwezîrtiya Davutoglu qet jî ne li ”kara” kurda ye. Hukûmeta AKPê heta nuha çi siyaset meşandibe, di bin serokwezîrtiya Davutoglu da jî ewê eynî siyasetê bimeşîne. Davutoglu çawa ku heta nuha tiştekî teybet ji bo kurdan û li kara kurdan nekir, ji îro pêda jî ewê neke û nake…


Mîmar û îdeologê siyaseta Tirkiyê ya Kurdistana Sûriyê Davutoglu ye, musebîbî şer û kaosa îro Davutoglu ye, li gorî stratejiya Davutoglu Tirkiyê piştgirî da ÎŞIDê û hemû çeteyên îslamî, ji herdera dinyayê bi hezaran qatil û sûtal civandin û şandin ser kurdan, mal û milkê kurdan talan kirin û bi hezaran kurd dan kuştin û koçkirin.


Davutoglu îslamîstekî panturkîst e, dixwaze Tirkiyê li herêmê bike dewleta herî xurt. Axaftina wî ya bi kurdan ra ne ji ber dilxwziya wî ya ji kurdan ra ye, ji mecbûrî ye. Kîjan wezîrê din bûya jî ewê eynî siyaset bajota. Ji ber ku hukûmeta AKPê piştî siyaseteke bi salan ya li dijî kurdan mecbûr ma dev ji wê siyaseta xwe ya dijminane berde û bi hukûmeta Kurdistanê ra siyaseteke qebûlkirin û naskirinê bajo.

Davutoglu jî wek Erdoga hîn tehamul nake navê Kurdistanê bi diristî bigre devê xwe.

Ez bawer nakim serokwezîriya Davutoglu tiştekî ji ya Erdogan bêtir û baştir ji kurdan ra bîne. Ji ber ku Davutoglu bi tayina Erdogan dibe serokwezîr û loma jî ewê tur carî nikanibe li hemberî kurdan û Kurdistaba Federe siyaseteke ji ya Erdogan baştir û pêşdetir bimeşîne. Ji Davutoglu hêviyeke wiha bêbingeh e.

Erdogan çi emrî bide wî, ewê wî emrî bicî bîne û wê siyasetê bimeşîne. Loma jî dibê meriv bi çavê serokwezîrekî serbixwe, xwedî dîtin û siyaseteke seribixwe li Davutoglu nenêre. Û di mesela kurdan da jî kêmzêde ewê katibekî li ber destê Erdogan bixebite.

Kurdên herî xwelîser kurdên Kurdistana bakur in


Ez dibêjim di nava kurdan da kurdên wek soleke(pêlaveke)kevn herî bêtir deform bûne kurdên Tirkiyê, kurdên Kurdistana bakur in.

Li gel hewqas zulm, hewqas zordarî, koçberî û bi hezaran şehîd hîn jî bi hezaran kurd hevalbendên Erdogan in, hîn jî bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê û partiyên din yên tirk.

Ez dikim nakim ez vê korfahmiyê ji hev dernaxim…
Ev 34 sal in ez li dervayî welêt dijîm, ez li gelek welatên Ewrûpa geriyam, min ji her çar perçeyên Kurdistanê gelek kurd dîtin, lê heta nuha min yek kurdekî Îranê nedît ku hevalbendê rejîma meleyan be, ji serokkomar û serokwezîrekî Îranê hez bike û pesnê wî bide.

Lê kurdên me hez dikin û pesnê wan didin…
Kurdên Îraqê jî wisa ne, min heta nuha yek kurdekî ji Kurdistana başûr jî nedîtiye ku hevalbendiya partiyeke ereb û serokwezîrekî ereb bike. Her kurdê başûr li dijî dewleta Îraqê, hemû partiyên ereb û hemû serok û serokwezîrên ereb e.
Kurdên başûr ji kurdên hevalbendiya partî û serokên ereban bikirana ra digotin "cahş". Lê li ba me kurdên bakur hevalbendiya bi partiyên tirk û bi dewletê ra wek kêmasî nayê dîtin, kesê di partiyeke tirk da bibe parlamenter û wezîr di nava kurdan da qedir û qîmeta wî bilindtir dibe, civat bêtir qedir û qîmetê didê. Loma jî gotina "cahş" ne li ba me, li başûr tê gotin, û ji ber vê yekê jî hevalbendiya bi dijmin ra li ba me pir normal tê dîtin.

Yanî ew jî li dijî neyarê xwe ne.
Heta derecveyekê meriv ji bo kurdên Sûriyê jî dikane vê yekê bibêje, ew jî li dijî partiyên ereb û serokwezîrên ereb in. Bi rengekï eşkere tu carî hevalbendiya partiyên ereb û serokên ereb nakin. Heger hebin jî pir hindik in…

Tenê xwelîserên kurdên Kurdistana bakur bi evîneke mezin û vekirî ji neyarên xwe hez dikin, dibin dost û havalên serokên dewleta îşxalkar, rayên xwe didin partiyên tirk û gav û saetê pesnê Erdogan û partiya wî didin. Û ji vê yekê jî qet fedî nakin, heta bi bi vê hevalbendiya xwe ya dijmin ra fexir jî dibin

Ji bo ku em ji dijminê xwe qut bibin, pê ra nebin dost û heval, pesnê wan nedan, rayên xwe nedin partiyên tirk diyar e dibê tirk hinekî din zulmê li me bikin, çend hezarên din jî ji me bikujin…

21 augusti 2014

Alî Bulaç nan û ava Kurdistanê çavê te bigre


Alî Bûlaç rojnamevan û nivîskarekî  ereb e, îlahiyatçiyekî ne xerab e, ji Kurdistanê, ji bajarê Mêrdînê ye.
Yanî bi nan, av û hewa Kurdistanê mezin bûye. Di nava kurdan da, bi zarokên kurdan ra mezin bûye, zaroktiya wî bi zarokên kurd ra derbas bûye. Heta zanîngehê jî hevalên wî bi piranî kurd bûne. Bi îhtîmaleke mezin bi kurmanîcî jî baş dizane.
Lê ev  Alî Bulaçê Kurdistanî, cîran û hevalê zarokên kurd ji kurdan qet hez nake, qet xêra kurdan naxwaze,  tim bi konetî neyartiya kurdan dike.
Bira xêrxwestin li wir bimîne heta jê tê, gava fersendê dibîne tim fêsadiya kurdan dike, dewleta tirk tim li kurdan gurr dike.
Alî Bulaç merivekî  ne dobre ye, durû ye, loma jî neyartiya xwe ya li hemberî kurdan qet zêde nade der, heta jê tê vedişêre, pit bi qurnazî dike.
Bulaç, ev neyartiya xwe ya li hemberî miletê kurd di hevpeyvîna xwe ya Bas Newsê da careke din dubare kiriye.
Di hepeyvîna xwe da dewleta tirk li kurdan gurgîn dike, dibêje hukûmeta AKPê hêdî hêdî bingeha Kurdistaneke mezin davêje, dibê hûn nehêlin.
Bulaç bala dewletê dikşîne, dibêje:
”Li Tirkiyê pêşketineke berbî çêbûna dewletek kurd ya federe heye, dû ra ewê van perçeyan bînin ba hev û ewê Kurdistana mezin were avakirin. Di serê AKPê da hesabekî wiha heye, ”kurd naçin derekê, ewê di bin hîmaya min da bimînin.” Li gorî qenaeta min ewê di bin vî hesabî da bimînin. Dibêjin, ”Emê bi vê riyê ji petrolê para xwe bigrin, loma jî bira Kerkûk têkeve bin hîmaya kurdan, kara me di vê da heye.”
Hukûmeta AKPê îro bi zanîn, sîstematîk hêdî hêdî Kurdistanekê derdixe ortê.
Ji xwe bi vê projeyê dixwazin Başûrê Rojhilat tevî Bakurê Îraqê bikin. Nuha li Tirkiyê asasê dewleteke kurd tê avêtin. Mesela çend wîlayet bûn bajarên mezin. Ne xwe tu mantixekî ku Mêrdîn û Riha bibin bajarên mezin tuneye."
Wek tê dîtin Bulaç bi van gotinên xwe dewletê, nîjadperest û faşîstên tirk şiyar dike, wan li hemberî kurdên başûr pîj û tahrîk dike,  ji wan ra dibêje ma hûn nabînin, wa ye Kurdistan çê dibe, dibê hûn nehêlin Kurdistan çê bibe.
Ji Erdogan ra jî dibêje hesabê te şaş e, bi vê siyasetê tu him Tirkiyê perçe dikî û him jî ji kurdan ra bingehê Kurdistana mezin davêjî.
Û vê camêr fêsadiya xwe jî pir bi hostayî, bi ziman û uslûbeke nerm dike.
Ji ber ku Kerkûk ketiye bin kontrola kurdan Bulaç pir aciz e, pir pê zor tê, li gorî wî kurdan Kerkûk bi hîle û zorê girtine.
Loma jî dixwaze dewleta tirk di mesela Kerkûkê da li hemberî kurdan siyaseteke hîn êrîşkar û dijminane bimeşîne. Li ser pirseke derbarê pêşeroja Kerkûkê da Bulaç fêsadiya xwe wiha domndiye:
”Di qanûna Esasî ya 2005a da ji bo Kerkûkê  mafê referandûmê qebûl kiribûn. Kerkûk di seranserê dîroka xwe da tim bûye cî û warê tirkmenan, ereban û kurdan. Lê belê piştî îşxalê dahîreya nufûsê û qeydên tapuyan hatin wendakirin. Û dû ra jî kurdan koçî Kerkûkî kirin. Yanî dengeya nufûsa Kerkûkê hat guhertin. Li vir êdî pêwîstî bi serjimêrekê û referandûmê nema, ji ber ku rewşeke fîîlî derket ortê. Li gorî baweriya min di pêşerojê da tiştê tayinker rewşa fîîlî ye. Û ev rewşa fîîlî jî ji xwe heye.”
Wek tê dîtin Bulaç Kerkûkê wek bajarekî kurdan nabîne, li gorî dîtina wî kurdan Kerkûk bi sextekarî û bi zorê ji ereb û tirkmenan girtine. Ji xwe dema navên nişteciyên bajêr jî dijmêre kurdan digre dawiyê, dibêje ” Kerkûk di seranserê dîroka xwe da tim bûye cî û warê tirkmenan, ereban û kurdan”.
Navê tirkmen û ereban berê dibêje, kurdan di dawiyê da û ew jî bêdil dinitirîne. Heger mimkûn bûya ewê navê kurdan tew negota.
Ji ber ku pêşeroja kurdan hinekî ronî xuya dike bi Bulaç zor tê, loma jî dixwaze dewleta tirk rê li ber vê pêşketinê bigre, nehêle kurd bibin xwedî desthilat û xwedî dewlet. Îhtîmala çêbûna Kurdistanê wî dîn û har dike.
 Nîjadperestekî tirk jî ancax hewqasî neyartiya kurdan dike, ancax hewqasî xêrnexwazê kurda ye.
Nan û ava Kurdistanê  li te heram be, çavê te bigre…






20 augusti 2014

Rast e çek sîgorteya miletê kurd e


Prof. Dr. Kadrî Yildirim, li Mêrdînê di panela li ser êzdiyan da gotiye, ”çek neberdana gerîlayên kurd ne tenê sîgortaya Şengalê, Kerkûkê û Bexdatê ye, heta û heta sîgortaya Gazeyê ye jî. Heger gerîlayên kurd çek berdabûna ewê nuha tu grûbeke bindest li ser niga nemaya.”
Mamoste Kadrî Yildirim, bi vê tespîta xwe bersîvek baş û di cî da daye kesên digotin ”êdî dema çekan derbas bûye…”
Esas dema çekan tu carî derbas nabe. Yê şer û cengê qezenc dike ne gotinên aştîxwaz e, çek e. Çeka herî xurt di destê kê da be di şer da ew bi ser dikeve. Em bixwazin nexwazin ”derî bi kilîtê vedibe û şer jî bi çekan tê qezenckirin.”
Kurd îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di şerekî man û nemanê da ne, dijmin wek gurên har êrîşê tînin ser gelê me û qetlîamên mezin dike.
Di rewşeke wiha da him ji bo xwe biparêze û him jî ji bo êrîşê ji kurdan ra jî çek lazim e. Çek tunebe kurd nikanin xwe û welatê xwe biparêzin.
Heger kurd îro piçekîne xwedî hêzeke çekdar bûna û şervanên wan tunebûna nuha ji zûda ji alî dewletên îşxalkar û çeteyên îslamî ve hatibûn qirkirin û Kurdistan ji kurdan hatibû valakirin.
Ma bêyî çek û liberxwedan li hemberî celadên ÎŞIDê kurd ewê xwe û welatê xwe çawa biparêzin?
Di hemû şeran da çek û cebilxaneya kê herî zêde bûye wî şer qezenc kiriye û bi ser ketiye.
Heger îro Emerîka dikane li dinyayê hewqas hukim bike ev bi saya çekên di dest da ye. Ne ev xurtiya çekan bûya kesî pênc perê xwe jî di Emerîka ne dida.
Loma jî tespîta mamoste Kadrî Yildirim rast e, çek û hêzên çekdar îro sîgortaya miletê kurd e, bêyî çek û hêzeke çekdar ya xurt hebûna kurdan di tahlûkê da ye…

XXX


Ecele(lez) dareke, fêkiyê wê poşmanî ye. Neyarên me ji bo me ji ortê rakin pir ecele dikin. Lê ewê poşman bibin. Bi van hovîtiyên xwe li dinyayê ”dostên” me zêde dikin. Me mecbûrî liberxwedanê û tifaqê dikin.
Gur bi gurtiya xwe êrîşê nabe ser cîranê xwe, lê cîranên me ji gurên har jî xerabtir in, ji bo ku serê me jêkin qatil û celadan li malên xwe şarge dikin.
Kurd rojekê ewê hesabê vê bêbextiyê bipirsin, ew roj nêz dibe…

19 augusti 2014

Heta em bindest bin xelkê tim wiha pê li serê me ke

We çima rê da neyar bi vî rengî bi xurûr û heysiyeta miletê kurd bilîze?

Du sê roj berê ji nişkave peykerê egîd û welatparêzê kurd Mahsûn Korkmaz li Licê çikandin.
Kesê ev biryar dan û ev peyker li wir çikandin baş dizanîbûn ku dewleta tirk ewê vê yekê qebûl neke û peyker hilweşîne. 

Lê li gel vê jî peyker bilind kirin.
Helbet êrîşa dewltê ya bi tank û topan û bi hezaran leşkerî ya ser Licê çavsoriyek mezin e, dibê meriv li dij derkeve û bi mahkûm bike.

Lê kesên zanîbûn dewletê wiha bike û ewê nikanibin êrîşa dewletê rawestînin çima wiha kirin?

Çima bûn sebebê rencîdekirina xurûra kurdan, kuştina xoretekî kurd bi dehan birîndar?
Kesê ji dewleta tirk, ji hukûmeta AKPê reaksiyonek din dipa ya pir cahil e ya jî pir saf û nezan e, ya jî nêtxerab e.

Ev dewlet hîn jî li dijî hebûna miletê kurd e, hîn jî ji dil hebûna miletê kurd qebûl nake.

Heger hebûna kurdan bi rastî bihata qebûlbikirin ewê îro ev êrîşa hovana nebirana ser gelê Licê, ewê li hemberî peykerê gerîlayekî kurd, sembol, serok û qeheremanên kurdan hewqasî ne bêtehamul bûna.

Vê dewletê navê bi hezaran qatilê kurdan daye kuçe, kolan, mekteb û qişleyên li Kurdistanê, lê qebûl nake kurd peykerê şehîdekî xwe li bajarekî xwe bilind bikin.

Nahêlin çimkî hebûna me qebûl nakin. Heger hebûna me qebûl bikikirana mecbûr bûn peykerên me, hemû sembol û qehremanên me jî qebûl bikirana.

Dibê hemû kurd vê rastiyê bibînin û bi vir û sozên berdevkên hukûmetê yên biratiyê û ”çareseriyê” nexapin.

Dewlet û hukûmeta tehamulî peykerê gerîlayekî kurd neke tu mafî nade kurdan, tu meselê bi rastî çareser nake.

Çareseriya ew dibên entegrasyon û asîmîlasyon e, dixwazin kurdan bi hin taktîkên siyasî monteyî Tirkiyê bikin û wek miletên din kurdan jî bikin tirk.

Ev, hedefa hukûmetê ye û ne tiştekî bi dizî ye, Erdogan her roj vê hedefa xwe eşkere tïne zimên.
Tiştê meriv nikane biparêze dibê meriv neke, dema meriv kir jî dibê meriv biparêze.

Heger we yê nikanîbûya hilweşandina peyker biparasta we çima ew daçikand?

We çima hîşt leşkerên hêzên îşxalkar pê li serê peykerê vî welatparêzê kurd bikin?

We çima rê da bi vî rengî neyar bi xurûr û heysiyeta miletê kurd bilîze?
Leşkerên vê dewletê berî jî gelek caran pê li serî û cendekên gerîlayên kurd kiribûn û ew risim xistbûn çavên me.

Îro jî li Licê eynî tişt kirin, dîsa pê li serê me, rûmet û heysiyeta me kirin.
Pirs ev e:
Çima dewleta tirk dikane vê heqareta mezin li miletê kurd bike?
Dibê her kurd vê pirsê ji xwe bike!

Dewlet dikane vê heqaretê li kurdan bike ji ber ku kurd bindest in, ji ber ku ne xwedî desthilat û ne xwedî dewlet in. Heger kurd xwedî statuyeke siyasî bûna, heger kurd li welatê xwe xwedî azad û hukum bûna kesî nikanîbû peykerê egîdekî wan bi vê çavsoriyê hilweşanda û bida bin nigê xwe.

Û heta em li welatê xwe nebin xwedî statu, nebin xwedî dewlet xelkê tim wiha bikanibe pê li serê me ke, ewê tu carî nehêlin em bi sembolên xwe şa bin û li welatê xwe peykerên serok, egîd û fêrizên xwe bilind bikin…

18 augusti 2014

Ya Kurdistan ya neman !

Piştî 6 hefte bînvedan destpêkirina kar gelkî zahmet e, meriv hemû kod û rûtînên xwe ji bîr dike. Gelek rûtînên kar di hafizeya min da nemane, heta ez werim ser xwe ez bawer dikim ewê çend rojan bigre.
Di medyayê da li gorî hefteya borî îro xeberên dilşadkir hene, kurd li başûr derbên giran li qatilên Dewleta Îslamî didin. Ev yek dilê hemû kurdan şad dike.
Ez hêvî dikim di demk kin da qatilên DÎ ji hemû Şengalê werin paqijkirin û kurd bikanibin bi rehetî vegerin mal, cî û warên xwe.
Dibê kurdên êzdî Şengalê terk nekin, ji bo vê yekê gerek hukûmeta Kurdistanê her tedbîrê bigre û rê nede koçkirina êzdiyan.

XXX
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî di beyana xwe ya dawî da ji gelê kurd û hêzên pêşmerge ra gotiye, ”ya Kurdistan ya neman!”
Şîarek rast e, dibê hemû serok û partiyên kurd wiha bibêjin.
Çimkî heta Kurdistan çênebe ji me kurdan ra li tu beşekî Kurdistanê rehetî tuneye, emê tim wek pezê qurbanê geh li vî beşî û geh jî li wî beşî werin şerjêkirin.
Miletê bêdewlet miletê bindest e. Heta em wiha bidest û bêdewlet bin tarejediyên wek Şengalê ewê tim par û qedera me be.
Ji bo azadî û dewletbûnê jî dibê em welatê xwe heta mirinê biparêzin, li hemberî êrîşên neyaran welatekê xwe neterikînin.
Çare ne rev e, paparastina Kurdistanê ye, tifaq û liberxwedana netewî ye.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî tifaqa miletê kurd û liberxwedana pêşmerge û gerîla!
Bimre bindestî!

XXX

Em ji 40-44 derece germiyana Wêranşarê û Diyarbekrê aciz bûn, ji ber germê û kelakela rojê qareqare me bû. Em hatin Stockholmê îcar jî baranê û sermayê da ser me, nuha jî em ji baranê û sermê gazinan dikin.
Min got ez îro derkevim der, herim qahwê, bîstekê bejn û bala xwe nîşanî milet bidim, lê wa ye baran nahêle, li der ximexima baranê ye…
Axir li tu derê rehetî tuneye û we selam…


2014-08-16

16 augusti 2014

Çîroka gera min a Kurdistanê

Ev 6 hefte ne ez û xanim li Kurdistanê li tahtîlî bûn. Em îcar li gelek cî, war û bajaran geriyan, me gelek derên xweş û dîrokî dîtin.
Bêyî Wêranşar û Diyarbekrê em çûn Rihayê, Herranê, Gobeklî Tepeyê, Xelfetiyê, Çiyayê Nemrûd, Dêrsimê, Elezîzê, Xarpêtê, Qereqoçanê, Betlîsê, Tetwanê, Wanê, Kela Xoşabê, Dêra Axdamarê. Me hefteyekê li ber gola Madenê/Hazarê rojên xweş borand.
Di vê gerra me da pismamê min Ekrem Çuvanlioglu û hevalê minê hêja Mehmet Vural bi me ra gelkî westiyan, bi erebeyên xwe em bi rojan gerandin. Li vir ez gelkî spasî wan û hemû dost û hevalên wek Sînan Demir, Zeher, Eyûbê Qeregêçî ku em li gund kirin mîvan û ji me ra berxekî wek beranekî şerjêkir, kekê hêja Osman Aydin em li herêma Dêrsimê û Elezîzê gelkî gerandin; dîsa A. Kadîr Îzol, Sertac Kaya, Mahir Kaya, Ishak Kaya, Recep Dildar, Hamdî Kuçukbayrak, A. Kadîr Kuçukbayrak, Sabahatîn Korkmaz, Nezîrê Cibo, Îmam Taşçier , Dr. Salih Ozgokçe, Medenî Avcîl, Alî Guneş, Funda Dalgali ku hemûyan jî wextên xwe dan me û em dilşa kirin. Ez spasî wan û hemû dost û hevalên din yên ku hatin ziyareta me û em ezimandin dikim.
Kekê Osman Aydin li gel wê nerehetiya xwe rojekê em li Dêrsimê, Elezîzê, Xarpêtê, pertek û Qereqoçanê baş gerandin û gelek derên xweş nîşanî me da.
Di vê gerra me da tiştê herî zor û zahmet germ bû, bi taybetî jî germa Wêranşarê, Rihayê û Diyarbekrê nedihat kişandin. Û di ser da jî gava meriv bêmal be, li otêlan û mîvanê xelkê be, a wê demê germ ji binda nayê kişandin.
Du sê gotin jî li ser xaniyê min.
Ez û xanim di 7ê temûzê da çûn Kurdistanê, me ji xwe ra xaniyek kirîbû, bi nêta em herin mala xwe raxin û têda bidin lotikan û dost û hevalan biezimînin.
Lê xeyala me pûç derket, xanî bû derew. Çîrok dirêj e, ezê li vir qal nekim, lê bi kinî xanî ne tu xanî bû, me neeciband û wek hercar em dîsa li otêlan hesilîn. Holikeke neqediyayî li wir e, were firotin baş e û neyê firotin jî perê me çû. Yanî min pûş kuta…
Piştî hewqas gotin dor hat ser rismên vê seyahetê. Fermo, bibînin bê em çûn ku û me çi dît û çi nedît…

Xelasiya me di tifaqê da ye

Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî do li Mexmûrê çû serdana gerîlayên PKKê.
Ev ziyareta serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ya Qempa Mexmûrê û hevdîtina bi serokên gerîlayên PKKê ra bûyereke dilşadkir û dîrokî ye. Ji xwe daxwaza miletê kurd jî ev e, dîtina rojek wih aye. Kurd di van rojên giran û dîrokî da yekîtiya hêzên kurd, yekîtiya kurdan dixwazin. Dîmenên wiha dilê hemû kurdan xweş û yên fêsad û neyaran jî reş dike.
Bi hêviya ev dostanî û hevkariya li hemberî neyarên hov û xwînxwar berdewam be, berfirehtir û xurttir bibe.

XXX


Merheba gelî dost û hevalên ezîz û giranbuha!
Piştî 6 hefte dûrketin vaye dîsa bi we ra me. Ez nizanim we bîriya min kir ya na, lê min gelkî bîriya we û nivîsînî kir. Ev 6 hefte bûn ez li Kurdistana bakur bûm. Min û xanimê bi gerrê dilê xwe rehet kir. Em li gelek deveran geriyan, me gelek deverên xweş dîtin. Ne îşev lê dû ra ezê ji we ra qala serborî û hestê bikim.
Lê xebera ne xweş, ez saxlem çûm û kût hatim. Min piçekî xwe seqet kir. Lê ez li rastekê, li kolana bajarekî neketim, ez li ser qotê çiyayê Nemrûd ketim. Û him jî bi şev. Min hinekî nigê xwe êşand û hîn jî dikulim.
Ez nuha gelkî westiyayî me. Bi xêr sibe ezê rismên gerra xwe biweşînim û bere bere hinekî jî qala bîranînên seyaheta xwe bikim.
De nuha bi xatirê we.
2014-08-14

15 augusti 2014

Çare dibê em jî wek her miletî bibin xwedî dewlet


Min dixwest nuha ji we ra qala rêwîtî û gerra xwe ya Kurdistanê bikim. Lê trajedî û qetlîama li Şengelê hat serê kurdên êzdî vê kêfxweşiyê di dilê min da diqurçimîne û ji dilê min nayê di demeke wiha xemgîn da ji we ra qala kêfa min borandîye bikim. Loma jî berê wê dixwazim çend gotinan li ser qetlîama miletê kurd û kurdên êzdî ya van rojên dawî bikim.
Bi dîtina min di trajediya Şengalê da sûcê berpirsiyarên herêmê û ya hukûmeta Kurdistasina Federe mezin e. 
Dibê pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên herêma Şengalê berî êrîşa ÎŞIDÊ tedbîrên xwe girtibûna û Sincar hewqasî bi hêsanî teslîmî van qatilan nekiriba. Dibê li hemberî êrîşê liberxwedaneke mezin nîşan bidana. Lê nedan. Û ev jî kêmasiyeke pir mezin e. Pêşmerge Şengal pir erzan teslîmî çeteyên ÎŞIDê kir. Ev rastiyeke.
Ji xwe wa ye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kêmasî û mesûliyetên berpirsiyarên Sîncar û Şengalê qebûl kiriye û kesên berpirsiyar ji karên wan dûr xistine û di heqê berpirsiyaran da lêkolîn daye vekirin. 
Ev yek gaveke baş e û dibê kesên sûcdar him eşkere bibin û him jî bê ceza nemînin.
Berî her tiştî ev êrîş dibê ji bo kurdan ne surprîz bûya, dibê kurd ji vî alî ya jî ji wî alî da hergav li bendî êrîşeke wiha bûna. 
Heger hetanî nuha kurdan li herêmê di warê leşkerî da tedbîrên xwe negirtine û hîn nebûna xwediyê çekên giran û cebilxaneyek mezin kêmasiyek pir û pir mezin e. 
Kes nikane bibêje kesî çek nedifirot me, pere hebe meriv dikane ji neyarê xwe jî çekan bikire. 
Yanî bahaneya çekên me yên giran tuneye, ne sebeb û mazeret e, bi eksê wê qusûr e, kêmasî ye. 
Û ev kêmasî berî herkesî ya hukûmetê ye. Dibê hukûmetê ev tahlûke bidîta û li gorî wê tedbîrên xwe yên leşkerî  û ewlekariyê bigirta.
Serokê herêma Kurdistanê û hin berpisiyarên kurd yên din di dema îşxala Mûsilê û revandina personalên sefarata Tirkiyê da digotin me îstîxbarata êîrîşa DAÎŞÊ girtibû û hukûmeta merkezî jî ji vê yekê agahdar kiribû. 
Baş e we ev îstîxbarat çima ji bo xwe negirt? Çima we li hemberî vê êrîşê tedbîrên xwe negirt?
Yanî di vir da him di warê leşkerî û him jî di warê îstîxbaratî da kêmasiyên pir mezin hene. 
Heger we dizanîbû hûn nikanin bi DAÎŞÊ ra şer bikin, wê demê dibê we bajar û herêm vala bikira, berî êrîşê milet ji herêmê dûr bixista, nehîşta qatilên DAÎŞÊ vê zulmê û barbariyê li miletê kurd bike.
Bi kurtî di vê trajediya kurdên êzdî da him sûcê berpirsiyarên herêma Şengalê yên leşkerî û him jî yên siyasî heye. Loma jî dibê di vî warî da hemû kesên berpirsiyarên vê trajediyê werin tespîtkirin.
Li alî din di her musîbetekê da xêrek jî heye, belkî bi ”xêra” vê musîbeta mezin kurd li hemberî êrîşên wiha him tedbîrên xwe bigrin û him jî yekîtiya xwe xurt bikin. 
Ji bo dijminên me pîvaz çi sor çi spî ye, yanî kurdê baş û xerab tuneye, hemû kurd neyarên wan in û qetla wan helal e. 
Heger li Şengalê ji dêlî êzdiyan ve kurdên sûnî ya jî elewî jî hebûna van qatilan ewê dîsa jî eynî tişt bianîna serê wan. Ma li Kurdistana rojava eynî tiştî naynin serê kurdên sunî!
Yanî ferqiyetên me yên siyasî, mezhebî, dînî û  îdeolojîk ji bo neyarên me qet ne muhîm in. Çimkî ew ji ferqiyetên me yên siyasî, dînî û mezhebî bêtir, li dijî hebûna me ne, li dijî hebûna kurd û Kurdistanê ne. 
Dibê em baş bizanibin, ji bo ku kurd Kurdistanê dixwazin ew êrîşî me dikin, serê zarok, jin, kal û pîrên me jê dikin û dixwazin wek milet koka me biqelînin, me ji ruyê dinyayê rakin.
Ji bo ku kurd dixwazin bibin xwedî dewlet vê wahşetê dikin, me mahkûmî serê çiyan dikin.
Û loma jî heta ku kurd jî wek her miletî nebin xwedî dewlet qetlîamên wiha ewê tim û tim par û qedera me be. 
Çare dibê em jî bibin xwedî dewlet, heta ku em nebin xwedî dewlet tepa xelkê ewê tim û tim li ser serê me be, carnan dewleta tirk, carnan dewleta Îranê, carnan Seddam û carnan jî DAÎŞ ewê wiha me qetil bike…

PARVE BIKE