30 september 2014

Erdogan bi agir dilîze!


Do bi şev nîvê şevê Erdogan ban Davutoglu kir û pê ra nîv saetê peyivî. Çi emir û taktîk dayê em nizanin.
Vê sibehê zû Davutoglu bi heyeta wezîran ra civiya. Tê gotin ku rojeva civînê Sûriye, kurd û tezkere bûye.
Lê belê Davutoglu ji nişkave civîna heyeta wezîren di nîvî da hîştiye û biryara civîna ”parastina taybet” daye û îcar ew civîn li dar xistiye.
Ev, civîneke hîn bilindtir û hîn muhîmtir e.
Ev telaş û heyecana Erdogan û Davutoglu ne ji xêrê ra ye, Erdogan li bela xwe digere. Serketinên kurdan yên li başûr û rojhilatê Kurdistanê, piştgiriya Emerîka, lêdana Daîşê ji alî hêzên koalîsyonê ve Erdogan dîn kiriye, dixwaze bela xwe di kurdên rojava bide, êrîşî PYDê bike û têkeve Kurdistana rojava. Meriv ji beyan, şêl û tevgera Erdogan viya fêm dike. Bi kêmanî hesabê vê dikin.
Ji ber ku Erdogan dibêje dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî statuyeke siyasî, dibê wek kurdên tirkyê bindest bimînin.
Erdogan bûye lîderekî pir tahlûke, bi agir dilîze û neyartiya kurdan pê ra bûye wek nexweşiyeke şîzofrenîk.
Erdogan ketiye hawa serokên Îttihatçiyan(Enver, Talat û Cemal), wan jî qirkirina ermeniyan kiribûn serên xwe.
Erdogan jî bi rengekî din teslîmgirtina kurdan û têkbirina wan ya leşkerî kiriye serê xwe.
Heger hin kesên xwediyê ”aqlêselîm” wî ranewestînin ewê belayekê bîne serê Tirkiyê û me kurdan.
Hêvî dikim hukûmeta AKPê, dewleta tirk gaveke saş navêje….

XXX

Bi vê xebera BasNewsê ez pir û pir kêfxweş bûm, dawiya dawî pêşmerge û gerîlayên kurd destên xwe dan hev û bi hev ra êrîş birin ser neyarê xwe yê mişterek.
Li gorî BasNewsê, berpirsiyarekî PDKê û YPGê li ser tifaq û hevkariya gerîla û pêşmergeyan ya li dijî Daîşê li hev kirine. Û piştî vê peymanê gerîla û hêzên pêşmerge li herêma Mûsilê û Şengalê ji çend eniyan da êrîş birine ser Daîşê û gelek çete kuştine û qeza Rabîa jî girtine.
Ji zûda bû gelê kurd li bende vê biryarê bû. Gelek spas. Gelê kurd îro ji her rojê dilşadtir e.
Bi vê tifaq û yekîtiya gerîla û hêzên pêşmerge ne tenê emê li hemberî neyarê xwe xurttir bibin, devê fesad û gelacên herdu aliyan jî ewê were girtin, ewê jî êdî wek berê nikanibin di bin xêliya pesindana aliyekî da fesadî û neyartiya aliyê din bikin.
Ser zêrê be, çavê me hemû kurdan ronî be. Em îro xurttir in.
Her bijî tifaq, hevkarî û yekîtiya hêzên kurd!
Her bijî hevkarîya gerîla û hêzên pêşmerge!

Erdogan dîsa dest bi pîşikê xwe yê xerab kir


Ev du roj in dîsa topên hawanê bi ser Surûcê û hin gundên Surûcê da dibarin. Li gorî ajansa ANFê dinivîse îro jî çar topên hawanê li gundekî Surûcê ketine. Bi îhtîmaleke mezin bûyerên wiha di rojên pêş da ewê zêdetir bibin.
Bi qasî ku ez gotin û beyanên Erdogan taqîp dikim ”topên hawanê” lîstikeke Tirkiyê ye. Hukûmet ji bo derxistina şerekî, ji bo midaxeleyeke leşkerî, ji bo çêkirina herêmeke ”tampon” li hincetan, li qal û qîlan digere.
Dikanin gelek tiştên din jî bikin. Mesela dikanin çend leşkerên xwe yên li wî alî, yên li ber gora Suleyman Şah bidin kuştin ya jî bi Daîşê bidin revandin,
Kurd nikanin topan bavêjin, ji ber ku topên kurdan tunene. Û ji xwe tiştekî wiha nakin jî...
Dimîne Daîş. Daîş jî bi serê xwe topan navêje ji gundên Surûcê da. Dibê sebebek hebe.
Yanî heger Daîş be miheqeq li ser daxwaza Tirkiyê davêjin. Wekî din tu îzaheke wê tuneye.
Çima heta nuha nediavêtin?
Yanî ya Daîş li ser daxwaza Tirkiyê davêje wan gundên ku çapemenî û gel lê ye, ya jî Tirkiye bi xwe davêje.
Ji bo ku him însanên çûne piştgiriya Kobanê û li ser sînor nobetê digrin ji wir derxin û him jî wan gundan ji bo ”herêmeke tampon” vala bikin.
Gava hukûmet dibîne ku bi Daîşê nikane liberxwedana kurdan bişkîne û Kobanê îşxal bikin, dixwazin planeke din têxin dewrê, hinceteke din bibînin û ew bi xwe midaxele bikin.
Dema ew midaxele bikin wê demê Emerîka û koalîsyon jî nikane li wan xe. Çimkî nuha Emerîka li Daîşê dixe. Û ev jî qet di hesabê Erdogan û Davutoglu da tunebû.
Loma jî ne dûr î îhtîmalê ye ku Tirkiye di rojên pêş da bi baheneyekê têkeve Kobanê ya jî hin erdên Kurdistana rojava îşxal bike. Bi dîtina min bi kêmanî hesabê vê dikin.
Lê heger tiştekî wiha bikin jî ewê li zirarê derkevin. Kurd wek milet, bi hemû hêz û partiyên xwe ve ewê welatê xwe biparêzin. Û dinya jî ewê qebûl neke…
2014-09-29

29 september 2014

Koban kela mêran û egîdan e !


Tirkê û çeteyên Daîşê wisa bawer dikirin ku kurd jî wek artêşa Bexdayê li Mûsilê kir ewê Kobanê ji wan ra bihêlin û birevin.
Lê kurd nereviyan, nîşanî Erdogan û çeteyên wî dan ku ew narevin û heta yek ferd jî bibmîne ewê welatê xwe û bajarê xwe biparêzin.
Ji ber ku wekî din tu rê tuneye, rev ne çare ye, mirin e, qebûlkirina koletiya tirka ye…
Ez bawer dikim rojên pêş yê me ne, zafer dawiya dawî ewê ya gelê kurd be. Tenê dibê em li hev bin, bi hev nekevin û di nava mala xwe da hevkariyê û aştiyê xurt bikin.
Di vir da vezîfeya herî mezin dikeve ser milê hêzên mezin, PKK, PDK û YNKê û Goranê.
PKK dibê li hemberî hêzên din bêtir bi tolerans hereket bike, himêza xwe ji wan ra veke. Yekîtiya kurdan tesîreke mezin li derva jî dike.
Min heta nuha li gelek vîdeoyên şer temaşe kirin. Di hemûyan da jî moralê şervanên kurd pir bilind e û hemû jî bi kurdî û bi devoka Kobanê dipeyivin.
Diyar e piranî Kobanî ne, egîdên Kobanê ne.
Koban jî wek Surûcê ji berê û berda Kela mêr û egîda ye. Û bi vê liberxwedana xwe jî nîşanî cîhanê, dost û dijminan da ku Koban bi rastî kela mêra ye û serbilindiya kurda ye, kes nikane wê ji egîdên wê bigre

XXX

Erdogan di Foruma Aborî ya Dinyayê da gotiye:
”Ey dinya! Gava rêxistineke terorîst ya wek Daîşê derdikeve tu serî hilddî, dikevä tevgerê. Lê gava PKK derdikve ortê çima tu şêla xwe diyar nakî?”
Yanî li gorî Erdogan PKK jî wek Daîşê rêxistineke terorîst e û dibê ew jî ji ortê were rakirin, dibê Emerîka û dinya li hemberî PKKê, PYDê jî rabe û êrîşê bibe ser wan jî.
Erdogan di axaftina xwe da PKKê û PYDê ji Daîşê tehlûketir dibîne û ji koalîsyonê dixwaze bi çavê Daîşê li wan jî binêrin û wan jî ji ortê rakin.
Ev axaftina Erdogan nîşan dide ku ”hevdîtinên aştiyê, pêvajoya çareseriyê” hemû vir in, xapandine.
Li hundur serî li PKKê digerîne û li Kurdistana rojava jî bi Daîşê ra li hemberî kurdan û PKKê şerekî mezin dike, dixwaze wan têk bibe, Kurdistana rojava di bin navê herêma ”tampon” da îşxal bike.
Dibê PKK vê siyaseta Erdogan ya durû bibîne û zêde neyê xapandin. Di zûtirîn wextê da tedbîrên xwe bigre.
Bi kurtî bi şêla Tirkiyê ya li Kurdistana rojava û piştgiriya bi Daîşê ra derket ortê ku hukûmeta AKPê ne li pey çareseriya mesela kurd e, li pey şikandina tevgera kurd ya netewî û tasfiyekirina PKKê û PYDê ye.
2014-09-29

Serpêhatiya gerîlayekî PKKê û qumandarekî Îsraîl


Îlhamî Sertkaya, di nameyeke xwe ya ji Selîm Çurukkaya ra qala bîanîneke xwe ya pir xweş kiriye. Dibêje di sala 1983-1984a da ew li kampa Lavrionê bû. Rojekê dibihîzeke çend kurd li balafirxaneya Atînayê îltîca kirine. Wan jî dibin Kampa Lavrîonê ba wî.
Îlhamî Sertkaya serpêhatiya xortê PKK-yî û qumandarê Îsraîl wiha aniye zimên:
”Roja din ez bi yekî ji vê grûbê ra digerim, sohbet dikim. Em li dereke sakîn rûniştin. Ji min ra qala serpêhatiyên xwe dikir.
Ev hevalana grûbeke PKK-yî bûn. Li Filitînê li dijî sîyonîzma Îsraîl şer kiribûn. Li wir ji gelek miletên din jî gerîla hebûne. Şevekê di dema guhertina nobetê û reketinê da du kesên etîyopyeyî di nobetê da radikevin. Hew mêze dikin ku leşkerên Îsraîlî di ser wan ra sekinî ne. Yên etîyopî direvin. Vana tên girtin. Hemû jî kurdên Kurdistana bakur bûne. Lê negotine em Kurdistana bakur in, gotine belkî me teslîmî Îranê ya jî Îraqê bikin. Wê demê cûnta Evren li ser hukim e. Roja din îfadeya vana digrin. Tabî îsraîlî bi çîroka ”em kurdên Îranê û Îraqê ne” naxapin.
Hevalê dipeyivî serpêhatiya îfedeya xwe wiha dom kir.
”Di odeyê da ez û zabitekî îsraîl bûn, bi tirkî û kurdî baş zanîbû. Ji min ra got, tu ji ku yî, ji kîjan welatî yî?
Min got ez ji Kurdistanê me. Qumandar ji pişt masê rabû, berbî dîwêr ve çû, sekinî, li dêwêr nêrî. Min fêm kir ku li xerîteya bi dîwêr ve dinêre. Bala xwe da min, dû ra serê xwe bi alî xerîteyê ve xwar kir. Tiliya xwe li ser xerîtê gerand. Di ber ra jî di devê xwe da dipeyivî, digot Kurdistan… Kurdistan….Kurdistan….Hela hela min nedît yaho! Hela were tu nîşnî min bide.
Min got ezê çi nîşan bidim, di xerîteyê da tune ku ye ez nîşan bidim! Navê welatê me di xerîteyê da tuneye!
Li ser vê, got, çawa tuneye? Ji bo çi tuneye?
Min jî li gora zanîna xwe sebebên wê rêz kirin. Dema min bersîvên ezberkirî dan, mêrik bi hêrs vegeriya ser min, got: yaho ez van kurdan qet fêm nakim! Welatê we ereban, farisan, tirkan ji we stendiye, em li hemberî wan şer dikin û hûn jî hatine bi ereban ra li hemberî me şerê me dikin!
Lawo ma me welatê we îşxal kiriye?
Li rojhilata navîn, belkî jî li dinyayê tu kes ji me bêtir naxwaze hûn welatê xwe rizgar bikin. Lê dîsa jî hûn hatine bi me ra şer dikin. Ma ev çi aqil e?
Li hemberî van gotinên wî tu bersîveke min bida tunebû. Lê gotinên wî jî bûn wek mîxekî tu di serê min da bikute. Dû ra qumandar got , emê we teslîmî Tirkiyê nekin, bi şiklekî we bişînin dereke din…”
Piştî van pirsên qumandarê îsraîlî bi 30 salî hîn jî bi hezaran kurd di eynî rewşê da ne, hîn jî pirsa qumandarê îsraîlî ji gerîlayê PKKê kiriye ji xwe nakin…
Not: Nivîs bi tirkî ye, min xulasa wê kir kurmancî.

28 september 2014

Li gorî îslamîstên tirk û ereb dibê kes qetlîamên Daîşê ranewestîne

Alî Bûlacê ereb dîsa şûrê Daîşê kişandiye û li dijî mudaxelaya Emerîka derketiye.
Li gorî Bulaç, dibê Emerîka mudaxeleyî Daîşê neke. Ji ber ku, ”Gelên herêmê,
teşkîlatên muteber, tevger, cemaet li dijî vê operasyona li hemberî Daîşê ne. Serokê Yekîtiya Alimên Îslamî yê Cîhanê Yusuf el Kardavî gotiye, li gel ku ew fikir û metodên Daîşê red dike jî lê ew li dij e ku Emerîka koalîsyonekê çêke û li hemberî Daîşê operasyonên leşkerî bike. Dîtinên Kardavî, di cîhana sunnî ereb da wek fetwayê tê qebûl kirin. Di ser da berdevkên Birayên Misilman yên şaxên Misrê û Sûriyê jî li dijî medaxeleya Emerîka ne.”
Yanî Alî Bulaç dibêje, bira Daîş kurdan bikuje, welatê wan îşxal bike, malê wan talan bike û dibê dinya îşê xwe jê neyne, kes midaxele neke.
Bulaç, Cîhana Îslamî, seokê Yekîtiya Alimên Îslamê Kardavî li dijî kuştina kurdan dernakevin, lê ji bo ku Emerîka kurdan neparêze li dijî mudaxelaya Emerîka derdikevin.
Ev jî careke din nîşanî me kurdan dide ku Dinya Îslamê çiqasî neyarê me ye.
Ji xwe heta nuha tu carî Dinya Îslamê, alimên îslamê li dijî zulma li kurdan dibe, li dijî kuştinan wan derneketine.
Lê ji bo ku kurd werin kuştin fetwa dane, piştgirî dane qatilên kurdan.
Ev nivîsa Alî Bûlaç û beyana Kardavî jî piştgiriya komkujiya kurda ye.

XXX
Di malpera Rojeva Kurdistanê da nivîseke gelkî hêja, gelî muhîm heye. Nivîskarê wê M. Husedîn e. Dostekî ji min ra şandiye ji bo ku ez nivîsê bidim nasîn. Lê di nivîsê da tiştên hewqasî girîng zêde ne ku nasandina naveroka nivîsê zahmet e. Ya baş ew e ku tirkiya wê belav bikim.
Û wek nivîskarê wê jî gotiye, ez jî ji dil û can hêvî dikim ku Qendî û berpirsiyarên PKK vê nivîsê bixwînin û guh bidin van tespîtên ji bo PKKê û me hemû kurdan gelkî muhîm.
Em gelkî nêzî azadiyê bûne, lê siyaseteke biaqil, nêzî Xerbê û pêkanîna tifaqeke netewî lazim e. Ev yek jî bi dostanî û tifaqa PKKê û PDKê mimkûn e.
Nivîseke hêja ye, bixwînin.

XXX
Me gelek sînorên wiha rakirin
me gelk têlên wiha qetqetî kirin
ji bo azadî û serxwebûnê
me tu carî sînorên we nasnekirin
sînorên we, sînorê we
em tarûmar dikin li ber çavên we
///Zinarê Xamo


Tolga Taniş: Ji bo Erdogan tehdîda esasî ne DAÎŞ e, kurd in…


Ji roja şerê Sûriyê destpêkiriye û virda ye ez tim dibêjim Tirkiye li pişt hêzên îslamî yên Sûriyê ne. Hukûmeta AKPê dixwaza li Sûriyê hêza kurdan ya çekdar têk bibe. Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî desthilat û maf Tirkiye piştgiriyê dide her hêzê, her kesê ku li dijî kurda(PYD, YPG, PKK) ye.
Rojnamevanê rojnameya Hurriyetê Tolga Taniş, piştî vegera xwe ya ji Emerîka, derbarê siyaseta Erdogan ya Sûriyê û temasên wî yên li Emerîka dîtinên xwe bi navê ”Çavdêriyên New Yorkê” di Hurrîyetê da nivîsî.
Taniş, wek rojnamevan bi serokkomar Erdogan ra geriyaye û hemû têkiliyên wî yên dîplomatîk ji nêz ve taqîp kiriye.
Taniş dibêje: ”Rojeva Erdogan û ya Emerîkayê cihê ye. Li gorî Erdogan tehdîda esasî û yekem ne Daîş e, Gulen û kurdên Kobanê ne.”
Taniş dibêje, di rojeva Emerîka da li hemberî Daîşê nuha operasyoneke ji reşayiyê tuneye, lê Erdogan viya dixwaze. Erdogan dixwaze operasyoneke ji reşayiyê were kirin û Tirkiye jî tevî wê bibe û li wê derê herêmeke ”tampon” were çêkirin.
Yanî 20-30 kîmetir axa di nabêna Kurdistana rojava û bakur da di bin destê Tirkiyê da bibe herême ”tampon”!
Yanî îşxaleke nuh û bi rengekî din, ji bo ku kurdan tam ji hev biqetînin.
Lê Emerîka him operesayonke wiha nuha aktuel nabîne û him jî dema aktul bibe jî Tirkiyê di nav vê operasyonê da nabîne. Berdevkê Pentagonê John Kirby gotiye, di rewşeke wiha da mitefikên wan artêşa Sûrî û Îraqê ye, ewê bi wan ra bikin, ne bi Tirkiyê ra.
Tolga Taniş dibêje, ”
”Tu dibêjî belkî ji bo hukûmeta Tirkiyê li gorî DAÎŞê kurdên li Kobanê li dijî DAÎŞê şer dikin ji Daîşê tahlûketir in û loma jî dibê li hemberî wan tedbîr were girtin.”
Neyartiya Erdogan û hukûmeta AKPê li hemberî miletê kurd êdî ne hewceyî van delîl û îspatan e jî. Ji bo ku meriv vê neyartiya Erdogan û hukûmeta AKPê nebîne dibê meriv kerr û korr be.
Lê Erdogan û Davutoglu djimin in û siyaseteke li gorî berjewendiyên dewleta xwe dimeşînin.
Lê kurdên bi wan ra ne, kurdên di hukûmeta AKPê da perlamenter û wezîr in çima vê neyartiya li hemberî gelê xwe qebûl dikin?
Ew çima di partî û hukûmeteke hewqasî nayarê gelê xwe da dimînin? Heger piçek xîret bi meriv ra hebe, meriv wek kurd nabe hevalbendê vê siyaseta Erdogan û Davutoglu ku dixwazin kurdan bindest bihêlin, tune bikin.
Dibê her kurd êdî bi husturka van parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd bigre û hesab ji wan bipirse, bibêje maçima hûn bi nyarê me ra bûne û vê zulmê li me dikin?
Hûn çima wek kurd naxwazin em li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe?

Welatê me ne di bin îşxala Îsraîl da ye

Qendîl, BDP, HDP û hemû kurd dibêjin Tirkiye li pişt Daîşê ye, Tirkiye çekdarên Daîşê li ba xwe şarge dike, derman dike, alîkariya lojîstîk dide wan, lê hin kurd hîn jî dibêjin, na ”Îsraîl li pişt Daîşê” ye. Sosireta herî mezin wê rojê Ocalan jî eynî tişt got.
Di rojeke wiha da ku hertişt li ber çava ye, parastina dîtineke wiha ji alî hin kurdan ve bi rastî trajediyeke mezin e. Ji ber ku hêza li heberî kurdan şer dike û welatê pê ra alîkariyê dike eşkere ye, Kobanî û hemû kurd viya dibînin, bi wa ra di şer da ne.
Lê em bibêjin ku bi rastî jî Îsraîl li pişt Daîşê ye û dixwaze li Surûcê Îsraîleke nuh çêke.
Ê Îsraîl hîn dixwaze, lê ereb û Tirkan dewletên xwe çêkirine.
Çima emê berê xwe nadin ereb û Tirkiyê Sûriyê, Îraqê, Îranê yanî ên ku li ser axa me dewletên xwe çêkirine û di ser da jî mafê jiyanê nadin me, çima emê bela xwe di Îsraîl bidin?
Ma Koban û Surûc bajarên Îsraîl in?
Ma kurd ji ber leşkerên Îsraîl direvin?
Ma li Kobanê û Şengalê leşkerên Îsraîl me dikujin?
Ma Îsraîl axa welatê me mayin û têl kiriye û li ser sînoran me gulan baran dike?
Şerm e, dibê kurd dev ji neyartiya Îsraîl û vê çîroka beradayî berdin. Îsraîl xêra me nexwaze jî ne neyarê me ye, tu tiştekî me û Îsraîl naçe ber hev, rojekê dikane bi kêrî me jî were.
Dibê em li ser navê ereban dev ji dijminatiya Îsraîl berdin, bixebitin Îsraîl bikin ”dostê” xwe…
Em û welatê xwe di bin îşxala tirkan, ereban û farisan da ne, em çi bela xwe di Îsraîl didin?
Ev ne tu aqil e…

Heger Tirkiye bixwaze dikane di rojekê da êrîşên Daîşê bide sekinandin

Heger Erdogan û Davutoglu serketinên kurdên Kurdistana rojava qebûl bikirana, ne li dijî statuayeke wan ya siyasî bûna, PYD, YPG û PKK weke nûnerên kurdan qebûl bikrana û bi israr nexwestana wan ji ortê rakin nuha li Kobanê ev şer tunebû. Nuha Şengal ne di bin îşxalê da bû.
Sebebê ku îro li Sûriyê û li Îraqê hin hêzên îslamî êrîşî kurdan dikin, dixwwazin hêza wan ya leşkerî bişkînin siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd e. Tirkiyê ev hêz li hemberî kurdan organîze kirin û bera bedena kurdan dan. Yanî Tirkiye li pişt Daîşê ye û heta ku ew li pişt be şar ranaweste.
Lê bi dîtina min li Kurdistana başûr siyaseta Erdogan çawa têk çû, li Kurdistana rojava jî ewê eynî tişt bibe. Li vir jî serketin ewê ya gelê kurd be.
Lê helbet kurd ewê gelek zirarê bibînin, gelek zayatê bidin. Bes dawiya dawî zafer ewê ya miletê kurd be. Çimkî kurdan carê biryara xwe daye, teslîm nabin û dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin.
Dibê gelê me yê li Kurdistanarojava jî weke kurdên başûr bi kêmanî êdî federasyonê bixwazin. Ji bo daxwazeke wiha kurdên sûrî ji kesî ne kêmtir in. Roj roja vê daxwazê ye.

Kêmasiya me ya herî mezin bêtifaqî û dubendiya nabêna PKKê û PDKê ye. Heger ev herdu hêz li hev bikin kurd ewê gelkî nêzî azadiyê dibin. Şêla dinyayê jî ewê li hemberî PKkê were guhertin.
Lê di nava PKKê û bi taybetî jî di nava medya wê da yên li gorî menfaetên netewî tevnagerin, bi neyartiya mala Barzanî mezin bûne û gav û saetê jî vê neyartiyê dikin pir in. Ebi rengekî bênabên dilê kurdan ji hev ras dikin, kurdên başûr li ber çavên kurdên din reş dikin. Heger ev du gelş ji ortê rabin ez bawer dikim tu hêz nikane rê li ber serxwebûna kurdan bigre.
Bi hêviya serokên herdu aliyan guh nedin fêsadan û di zûtirîn wextê d atifaqa xwe çêkin, hevkarî û yekîtiya xwe xurt bikin.

27 september 2014

Xwepêşandana li dijî Daîşê û ji bo piştgiriya Kobanê ez xeyalşikestî kirim.


Xwepêşandana li dij terora terorîstên Daîşê û ji bo piştgiriya Kobanê ez xeyalşikestî kirim. Ez dibêjim herî zêde em 100 kes ya hebûn ya tunebûn.
Min hêvî dikir ku di rojeke wiha da ewê bi hezaran kurd werin û terora Daîş li hemberî miletê kurd dide meşandin mahkûm bikin. Lê mixabin zêde kes nehatibû. Hema em kurdên ne bi PKKê ra bi kêrî tiştekî nayên û weselam.
Ji peyvê ra kes di ser me ra tuneye, lê gava tê kar kes li meydanê xuya nake. Heger meşeke li dijî PKKê bûya ez bawer dikim ewê pirtir însan bihata.
Ez zanim gelek dost û heval ewê ji vê peyva min gelkî aciz bibin lê xem nake. Fikrê meriv di heqê Kantonan û bûyerên Kobanê da çi dibe jî dibê meriv êrîşên neya mahkûm bike, li hember bêdeng nebîne.
Bi dehhezaran însan ev du hefte ne malên xwe terikandine, bi şev û roj li ser sînor nobetê digrin, hin însan di xwe ra nabînin du sê saetên xwe bidin meşeke li dijî êrîşên Daîşê.
Ez spasî hemû nas, dost û hevalên hatibûn xwepêşandanê dikim.
Serketin ya Kobanê ye, ya gelê me ye. Tirkiye û çeteyên wê çi bikin jî ewê nikanibin Kobanê û gelê Kurdistana rojava teslîm bigrin…

XXX
Ji bo piştgiriya Kobanê û protestokirina terora qatilên Daîşê Federasyona Komeleyên Kurdistanê îro li Stockholmê meşekê çê dike. Ez, xanim û Rojen li ser rê ne, dikin herin meşê. Dilême li Kobanê ye, dibê em Kobanê bi tenê nehêlin...

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di seyaheteke xwe ya derve ya dema serokwezîrtiyê da gotibû:
”Li fezayê jî Kurdistanekê çê bikin ezê li dij derkevim…”
Erdoganê ku qebûl nake kurd li fezayê, li asîmanan jî Kurdistanê çê bikin, helbet nahêle li erdê jî Kurdistan çê bibe.
A ji bo ku Kurdistan li ber pozê Erdogan çê nebe qatilên Daîşê dajo ser kurdan.
Erdogan herçiqas got ewê her babet piştgiriyê bidin koalîsyona li dijî Daîşê, lê vir e, di praktîkê da ewê dîsa alîkariya xwe bidomînin. Ewê dîsa çeteyan perwerde û tedawî bikin. Ewê dîsa tank û topan ji ceteyên xwe ra bişînin.
Erdogan û Davutoglu ewê vê piştgirya xwe ya bi Daîşê ra bidomînin ji bo ku li ruyê erdê Kurdistan çênebe.
Lê hin kurd hîn jî vê siayseta Erdogan û Davutoglu fêm nakin, ya jï naxwazin fêm bikin.

XXX
Dijayetiya di nabêna Salih Muslim û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî da çi bin, çiqasî mezin bin jî dibê birêz Mesûd Barzanî tavilê guh bide vê hawara SalihMuslim û ya kurdên Kobanê û bi lez çi ji destan tê dibê bike. Dibê ji hêzên koalîsyonê tavilê mudaxeleya asîmanî bixwaze.
Hemû hêz, hemû kurd dibê herin gazî û hawara Kobanê. Dibê em Kobanê di nava qatilan da bi tenê nehêlin
Nabe 40 milyon kurd li Kobaê li qetlîamekê temaşe bikin....


Kurd û tecrûbe


Her ketin û rabûnek, her serketin û têkçûnek, her serpêhatiyek ji bo meriv dibe tecrûbeyek.
Loma jî ji însanê kamil, zana û jîr ra dibêjin ”pir ketiye û rabûye”, pir tişt dîtiye.
Kesê di jiyanê da bikeve û rabe, îş were serî, rojên xweş û tahl bibîne pir hindik dibe xwedî tecrûbe. Tecrûbe zanîn e. Zanîn şertê serketinê yê esasî ye.
Ji hoste sirê serkeftina wî pirsîne. Hoste bi du gotinan bersîva wan daye, gotiye:
-Biryarên rast.
Gotine, ”çawa dibe tu dikanî hertim biryarên rast bigrî?”
Hoste bi gotinekê bersîva wan daye, gotiye:
-Tecrûbe.
Gotine ”sirê bêxwedi vê tecrûbeyê çi ye?”
Hoste keserek kûr kişandiye û gotiye:
-Biryarên çewt.
Di seranserê dîroka xwe da kurd jî pir ketine û rabûne, gelek rojên dijwar û tahl dîtine. Gelek êrîş, rojên giran, rojên reş û qetlîam û ferman dîtine. Koçber bûne, ji welatê xwe bi dûr ketine, hatine ber sînorên wendabûnê.
Lê neqediyane, tu carî bêhêvî û teslîm nebûne. Tu carî dev ji liberxwedan û micadela xwe bernedane. Tim bi mêranî, bi egîdî, bi înad û bi baweriyeke mezin, li hemberî hêz û dewletên hezar qatî ji xwe xurttir serî hildane, şer kirine.
Îro jî heman tiştî dikin. Bi hêzeke biçûk, bi îmkanên pir hindik û biçûk, li Şengalê, li Kobanê, li seranserê Kurdistanê destanan dinivîsin. Li hemberî gelek hêz û dewletên ji xwe gelkî xurttir şerekî bêhempa didin, bi egîdiyek nedîtî welatê xwe ji zalim û celadan diparêzin.
Bi van ketin û rabûnan, bi van liberxwedan û şaran dibin xwedî tecrûbe, xwedîhafizeyeke netewî. Ev tecrûbe, ev hafiza netewî wan roj bi roj nêzî yekîtiyê, nêzî azadiyê dike.
Meriv bi carê da nabe hoste, jê ra wext û tecrûbe lazim e. Meriv berê dibe şagirt, dû ra xelfe û dû ra jî dibe hoste.
Kurd êdî xwedî tecrûbe ne, dost û neyarên xwe li gorî berê baştir ji hev digerînin, siyasetê baştir fêr dibin. Loma jî ev rojên tahl jî ewê derbas bibin, azadî nêzîk e, lê ji bo tifaq lazim e. Dibê em dest bidin hev. Wekî din tu riyeke azadiyê tuneye…

25 september 2014

Li gorî îslamîstên tirk û ereb kuştina kurdan li gorî îslamê helal e

Fatîh Altayli, di nivîsa xwe ya îro da dibêje ew bi kadirekî AKPê yê berê, yekî pir muhîm, yekî ku wextekê gelkî nêzî Erdogan bû ra peyivîye. Nuha ne bi Erdogan ra ye, lê belê di nava ”alema Îslamê” da hîn jî merivekî xwedî gotin û giranbuhaye.
Vî alimê di nava dinya îslam da gelkî muteber ji Altayli ra gotiye:
Piştgiriya Emerîka ”ewê AKPê biwestîne, zorê bidê.”
Û dûra jî gotiye, camîa me dikane kirinên Daîşê rast nebîne. Daîşê testîq neke.
Dikane bifikire ku Daîş tiştên şaş dike. Dikane ji Daîşê hez neke. Lê belê bi dinya Rojhilat ra, yanî bi însanên em ji wa ra dibêjin dinya Xiristîyan ra destpêkirina şerekî li dijî Daîşê di nava AKPê da ewê xweş neyê dîtin.”
Altayli gotiye, ”madem jê hez nakin, kirinên wê rast nabînin, çima pê nerehet dibn?”
Alimê di nava cîhana îslamî da xwedî giranî û muteber gotiye:
”Hûn kesên layiq nikanin viya fêm bikin. Şerekî li hemberî Daîşê kes nikane ji alî Îslamê ve îzah bike. Kes nikane fitwa biheqbûna şerekî wiha bigre. Kes nikane ji bo qirkirina musilmanan hevkariya bi Rojava ra rast bibîne, îzah bike.”
Hûn dibînin alimên îslamî yên tirk çiqasî bêbav, bêûjdan, zalim, telaqreş û neyarên miletê kurd in. Yên ereb jî eynî ne, ew jî eynî tiştî dibêjin û ji xwe heta nuha li hemberî Daîşê qet tiştek jî negotine, kirinên wê mahkûm nekirine. Li dijî êrîş û qetilkirina kurdan derneketine.
Dema Daîş kurdan dikuje, musilmanbûn û nemusilmanbûna kurdan ji bo cîhana îslamî qet ne muhîm e, qetilkirina kurdan li gorî Îslamî helal dibînin. Kes ji Daîşê ra nabêje hûn nikanin kurdên musilman bikujin, mal û milkên wan talan bikin.
Lê gava hinek ji bo ku kurdan ji qetlîamên mezin xelas bikin bi Daîşê ra şer bikin nabe, li gorî dînê Îslamê sûc e, guneh e.
Ev çawa dîn e ku kuştina xelkê helal û ya xwe heram dibîne?
Li gorî alimên Îslamî yên tirk û ereb qetla kurdan helal e, ereb û tirk dikanin kurdan bikujin, lê li hemberî qatilên Daîşê piştgiriya kurdan li gorîÎslamê nabe, heram e.
Çepên tirk çiqasî bêbav û bêûjdan û nîjadperest in, îslamîstên wan jî bi qasî wan faşîst, bêexlaq û neyarên miletêl kurd in.
Hinek bi teoriyên çepîtiyê û hinek jî bi fetwayên îslamê bindestiya kurdan, qetla kurdan li xwe helal dibînin.

24 september 2014

Heger em naxwazin tim bi qurbanên dewletan bin dibê em jî bibin xwedî dewlet

Ji Mucahîd Bîlîcî xoce çend şîretên zêrîn. Kesên dewleteke kurd naxwazin, li dijî dewleteke kurd in dibê vê nivîsa Bîlîcî xoce baş bixwînin. 
Heger em naxwazin em tim bibin qurban, dibê em kurd jî xwedî dewlet bin, wek ecem, tirk û ereban.

"Ji Helepçê heta bi Roboskîyê û îro jî Kobanê, bersîva pirsa ji bo çi kurd hewqasî rehet tên kuştin û koçberkirin bêdewletbûna kurda ye. Dewleta tu ne xwediyê wê bî, tu dibî mexdûr û meqtûlê wê. Kurd ne xwediyên wan dewletên ku ew bindestê wan in.
Heger tu ne xwediyê dewleta tu bindestê wê yî, di wê dewletê da tu êsîr î.(…)
Miheqeq dibê kurd xwedî dewlet bin. Ev dewlet dibe ku dewleteke mewcûd ya jî dewleteke mistaqbel be, di nabênê da tu ferq nîne. Ya muhîm ew e ku tu bibî xwediyê dewleta tu mahkûmê wê yî. Meşrûîyeta tu dewleteke meriv(însên) êsîr bigre tuneye.
Nekeve bin siya tu dewleteke ne ya te ye.
Ji bo ku tu nebî qurbanê dewletê, dibê tu bi xwediyê wê bî. Wexta birayên kurdan yên dîn şivan in, dibê kurd pez nemînin. Di warê dewletbûnê da dibê kurd birayên xwe yên tirk numûne bigrin.
Dibê ji kibir û rehetiya kesên xwedîdewlet derz were girtin. "
///Mucahît Bîlîcî

XXX

Dost jî dijmin jî di rojên giran da xuya dibin. Me kurdan di êrîşên Şengalê û Kobanê da dît ku dostên me, dilşewatên me hema hema tune ne.
Em kurd çiqasî ne li hev bin jî di rojên teng da dîsa em dibezin gazî û hawara hev. Ji xwe miletbûn ev e, meriv bi hev ra digrî, bi hev ra dikene û bi hev ra dilşa dibe. Û di rojên teng û giran da jî meriv berî he kesî dihere hawara hev.
Loma jî dibê em kurd bizanibin ku em çiqasî ne li hev bin jî di rojên giran da em ji her kesî bêtir xwediyên hev û pişta hev in.
Dibê em van trajedî û serpêhatiyên xwe zû ji bîr nekin, dibê di hafaza me ya netewî da cî bigrin.

Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf Erdogan çerx dike


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, li Emerîkayê ji nişkave çerx kir û got ew operasyonên li dijî Daîşê baş dibînin û ewê alîkariya pêwîst, çi leşkerî û çi jî lojîstîk be bidin Emerîka û cepheya li dijî Daîşê.
Halbûkî eynî Erdoganî heta nuha bira piştgiriya operasyonên li dijî Daîşê li wir bimîne, belavoka li dijî Daîşê jî îmze nekir û ji Emerîka ra got ew destûrê nadin Emerîka û hêzeke din erd û saha hawayî ya Tirkiyê li hemberî Daîşê bikar bîne.
Lê do jî li Emîka wek delemê(vizikê) vizek da xwe û got li hemberî Daîşê ewê her babet alîkariyê bi Emerîka ra bikin.
Li ser vê çerxkirina Erdogan hin kes matmayî man, henekên xwe bi teqleya Erdogan dikin, dibêjin qet fedî jî nake, çi merivekî bêprensîp e, tiştê do li dij bû îro bi heraret diparêze.
Bi dîtina min Erdogan qet ne bêpirensîp e û ew dizane ew çi dike. Ji bo wî çerxkirin, refguhertin, derew qet ne muhîm e, ya muhîm kurd li Sûriyê bi ser nekevin, nebin xwedî maf û desthilat.
Erdogan, li gorî dijayetiya kurdan hereket dike. Ji bo ku kurd li Sûriyê ji êrîşa Emerîka feydeyê nebînin dikane rojê têkeve deh boyaxan, sed carî çerx bike. Ji bo wî ev yek qet ne muhîm e, ya muhîm dibê kurd li Kurdistana rojava wek li başûr nebin xwedî statuyeke siyasî.
Ji bo ku kurdên Sûriyê, PYD têk biçin piştgirî dan Daîşê, ew şandin ser kurdan. Û gelkî li ber xwe da ji bo ku Emerîka li Daîşê nede, ji bo li hemberî Daîşê cepheyek çênebe.
Lêgava dît ku Tirkiye li dij be jî, Tirkiye piştgiriyê neke jî Emerîka ewê li Daîşê xe û ji xwe lêxist jî. Vê yekê Erdogan xist panîkê, tirsiya ku Emerîka û Rojava piştgiriyê bidin PYDê û kurdan, bi PKKê ra têkevin têkiliyê.
Ji bo ku rê ber vê îhtîmalê bigrin, elelecele sed dereceyî çerx kir û got emê alîkariya Emerîka bikin.
Li gorî Erdogan dema Tirkiye ne di nava cepheya li hemberî Daîşê da be nikanin tu teserî li cepheyê bikin, nikanin rê li ber alîkariya bi kurdan ra bigrin, nikanin ji pêşketinan baş agahdar bin. Belkî Emerîka û hin welatên din çekên giran jî bide kurdan. Erdogan dixwaze rê li ber vê îhtîmalê bigre.
Lê gava ew jî di nav cepheyê da bin, ewê bikanibin rê li ber alîkariya bi PYD û PKKê ra bigrin, ewê bibin xwedî gotin.
Ya din jî Erdogan di azaftina xwe da gotiye, dibê bi Daîşê ra rêxistinên terorîst yên wek PYDê û PKKê jî ji ortê rabin.
Li gorîErdogan dibê plan berfirehtir be, Îraqê jî bigre nava xwe û şer ne li dijî Daşîşê tenê, li dijî grûbên din jî were kirin. Rêxistinên ku Erdogan bi nav kirine û yên ku îma kirine hemû jî kurd in.
Yanî Erdogan belasebeb wiha çerx nake, derdê wî kurd in, ji bo kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin, nebin xwedî mefekî herî biçûk jî ew amadeye bibe hevalê her kesî, her tiştî bike. Tenê bira kurd rizgar nebin. Erdogan ji bo vê yekê piştgirî da Daîşê û dîsa ji bo vê yekê jî nuha çerx dike, dixwaze têkeve cepheya li dijî Daîşê.
Hebûna Tirkiyê di nava cepheya li dijî Daîşê da li xêra me, li zirara me ye, di nava cepheyê da ewê bikanibin bêtir zirarê bidin me.

23 september 2014

Gave tiştekî meriv bibêje tunebe dibê meriv devê xwe bigre

 Ferginame Ferginame, ev îdîa te(*) ya ez aqil didim xelkê û xwe pir biaqil û mezin dibînim pirr xweş e. Lê ne îthama te ya cara pêşî ye.
Tu çawa û ji kîjan gotinên min gihîştî vê netîceyê ez fêm nakim.
Dijmin li Kobanê êrîşî me dike, me dikuje, bi sedhezaran mirovên me perîşan bûne. Yên dikin ereb in û yên li pişt wan jî tirk in. Û ev li ber
Ez dibêjim dinya îslam, welatên cîranên me neyarên me ne, heger fersendê bibînin, heger hinek me neparêzin ewê me ji ortê rakin.
Ji bo ku em kanibin di nava van neyarên hov û gurên har da bijîn, ku hemû jî li pey tunekirina me ne, dibê em ji xwe ra wek Îsraîl hin hevalbendên xurt bibînin.
Dibê em dev ji fikrê biratiya musilmanan, ereb, tirk û farisan berdin û berê xwe bidin xerbê, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, welatên ewrûpî bikin mutefîkên xwe. Dev ji neyartiya Emerîka, Xerbê û Îsraîl berdin. Kurdistan ne di bin îşxala Emerîka, Îsraîl û Xerbê da ye.
Em ji ber Emerîka, Îsraîl û Ewrûpayê narevin. Em ji ber ereb û tirkan û farisan direvin, yên me dikujin ew in.
Helbet heger em bikanibin Emerîka û Ewrûpayê bikin mutefîk. Çimkî xelk jî belaş nabe mitefikê meriv, dibê kara wan jî di vê mitefikiyê da hebe.
Rast, şaş ev fikrê min e. Nuha çi têkiliya van dîtinên min bi xwebiaqildîtin û mezindîtinê heye?
Tu viya ji ku derdixî?
Ev çend car in tu wiha dibêjî. Diyar e dîtinên min bi te te ra problemekê çê dike.
Birayê delal, li ser Daîşê, PKKê, PYDê, kurdan, Tirkiyê, Emerîka, Sûriye her roj bi hezaran însan, nivîskar, siyasetmedar dîtinên xwe dibêjin. Her kes tiştekî dibêje.
Hinek dibêjin heger kurd, PKK wiha bike ewê jê ra baş be û wiha bike ewê ne baş be…
Heger nivîs, diyarkirina dîtinekê, fikrekê wek tu dibêjî firotina aqil û xwemezindîtinê be, wê demê dibê kes tiştekî nenivîse.
Ma heger di nivîsê de meriv nebêje ev baş e, ev xerab e, ev rast e, ev şaş e merivê çi bibêje?
Hela ka ji min ra bibêje ji bo ku ez aqil nedim xelkê û xwe mezin nebînim dibê ez di nivîsa xwe da çi bibêjim?
Tiştê min ji te fêm kiriye tu dixwazî tevî minaqeşeyan bibî, ev tiştekî pozîtîf e. Lê belê gelek caran fikreke te, dîneteke te tuneye. Loma jî tu mecbûr dimînî yê hember îtham bikî, efendim tu xwe pir ”biaqil û mezin dibînî”, tu aqil didî xelkê…
Ev îthameke vala ye.
(*)Ev aqil dayîn mantiqeke shash e. Tu kes ji tu kesî baqiltir nîne. Ev ji psikolojiya xwemezindîtinê tê.

Ereb û tirk me dikujin hin kurdên me xwe li Emerîka û Îsraîl radikşînin

Emerîka dest bi bombebarana hedefên Daîşê kir. Xeberekê xêrê û gaveke pir baş e. Ez pir kêfxweş bûm.
Dinya îslamî, cîranên kurdan mafê jiyanê nadin kurdan, hemû jî dixwazin kurdan ji kok da ji ortê rakin. Ne Daîş tenê, rast jî, çep jî hemû dewlet û hêzên herêmê neyarên miletê kurd in, dixwazin kurdan îmha bikin.
Çara kurdan hevkariya bi Emerîka û xerbê ra ye. Dibê PKK vê rastiyê bibîne siyaseta xwe ya antî Emerîka, antî xerb biguherîne û nava xwe ji çepên tirk paqij bike.
Devê çepên kurd yên ”antî emperyalîst û antî Emerîkanî” bigre. Ew jî hevalên çepên tirk in.
Ne alîkariya Emerîka û Ewrûpa be îşê me pir xerab e. Ji ber ku kurd nêzî dewletbûnê bûne loma jî ewê me bifetisînin. Hêza me tenê têra parastina me nake, ji me ra wek Îsraîl pişt û mitefiqên stratejîk lazim e. Ya na em nikanin li herêmê hebûna xwe berdewam bikin…

Adem Cînar, ev dîtinên te teoriyên komployê yên çepên tirk û îslamîstên xêrnexwzên miletê kurd e. Ji bo ku hedefên şas bidin ber kurdan, ji bo ku berê kurdan ji dijminên wan yên esasî, ereb, tirk û farisan biguherînin.
Ez nabêjim Emerîka û Rojava melayket in, bê qeyd û şert xêrxwaz û dostên miletê kurd in. Ez dîroka gelê xwe bi qasî te dizanim.
Helbet kes xêra bavê xwe nayê alîkariya me nake. Helbet Emerîka balafirên xwe, leşkerên xwe ji Emerîka belaş nayne ji bo xatirê çavê me nake şer.
Ne Emerîka tenê, kes viya nake.
Lê cîranên me, birayên me yên misilman, li gel ku me tu zirar nedaye wan, me êrîşî wan nekiriye jî êrîşî me dikin, me dikujin. Serê me jêdikin.
Ka bibêje bêyî Emerîka emê bang kê kin, bira kî were hawara ram e?
Em çeken ji kê bixwazin?
Ma em ne muhtacî alîkariyê ne?
Ma kurd, berpirsiayrên PYDê û PKKê, PDKê her roj nabêjin haho, werin alîakriya me bikin?
Ez dibêjim yê îro kane alîkariya me bike tenê Emerîka ye, heger Emerîka neke dewleteke din nake, newêre bike.
Kes nikane Daîşê , ereban, tirkan û farisan ji bo ku me bikujin bixapîne, bikar bîne.
Ji bo ku ew ji dil û can dixwazin me bikujin, koka me biqelînin, welatê me ji bistînin loma êrîşÎ me dikin, loma bi tank û topan dajon ser me.
Îdîa Emerîka li pisst êrîssên Daîşê ye vireke beradayî ya çep û îslamîstên tirk ye, dixwzin em qatilên xwe nas nekin.
Dixwazin em di nava lepên wan da tim bêpişt bimînin. Ji bo ku tim kanibin li me siwar bin û me bikujin.
Ma emê çima nuha bela xwe di Emerîka û ”emperyalîzmê” bidin?
Kara me di vê da çi ye, emê çi bi dest xin?
Ma welatê me di bin îşxala Emerîka da ye?
Ma li Surûcê lessker û pûlisên Emerîka û îsralîl gelê me dide ber copan, wan gulebaran dike?
Ma yên li Surûcê, li ser sînor li siyasetmedarên me heqaretê dikin, dibêjin vira dewleta min e, ji vir herin lesskerê Emerîka ye?
Adem Cînar, neyarê xwe nas bike, berê xwe bide wî, wî li ber ccavê gelê xwe ress bike, ne yê ku belkî bibe pisstevanê te, belkî nehêle tu werî kusstin…
Ne xêra Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bûya, heger van zaliman bizanîbûna kesê dengê xwe neke, nuha ji zûda Kurdistana başûr ji navê rakiribûn. Nuha wan jî wek PKKê li serê çiyan şer dikir.
Îdîa Emerîka bi xwe du rojnamevanên xwe da Daîşê ji bo ku were herêmê, dîtineke ji xeyrî cidîyetiyê jî wêdatir e. Ji ber ku Emerîka berê li herêmê ye û ne muhtacî sebeb û behaneyeke wiha ye.
Weleh ez bawer dikim Emerîka mewziyên Daîşê bombebaran kiriye û li Şengalê jî kir.
Lê hin fanatîkên ”antîa Emerîkan” ku hîn dijminên xwe yên esasî baş nas nakin ji vê yekê bawer nakin.
Heta ku kesên wiha di nava tevgera PKKê da xwedî hukim û desthilat bin emê tim zirarê bikin.

XXX

Adem Cinar: Daiş, el qaîde ya duyemîn e!!!
Emrîka, bo li der û dor li xwe bide bawerkirin du rojnameger ê xwe kir qurban! Ji heştê welet an mirovan kîjan sazî dide komkirin?
Berzanî bi serê xwe dest bi firotin a petrol ê kir!
Berzanî bê şêwr behsa serxwebûn ê kir!
Û ji kapîtalizm ê re alternatïfek li rojava ava bû!
Û gellek ji tiştên din emrîka bi "cin"a ket ku, bi Daiş ê kurd a û wekê din dixwaze bike mîna xwe!!!
Hûn dek dolab û fennê emrîka nabînin hê jî û û nabînin tevgera azadî yê biçûk dixin û şaş didin nirxandin.
Heqet hûn bawer dikin ku, emrîka mewzî yê Daişê bombe dike????

22 september 2014

Belkî "rehîne" jî li Tirkiyê bûn


Ji gotin û bersîvên Erdogan diyar dibe ku wan qatilên ku li Nîgdeyî 3 pûlis û leşker kuştin berdane. Lê ji bo ku vê yekê veşêrin dibêjin bi hev guhertine, ”takas” kirine.
Êdî eşkere bû ku mesela rehîneyan lîstik e, ji bona pêkanîna hin planan hatiye amadekirin. Loma jî guhertina bi hev jî perçeyekî vê lîstikê ye, ji bo ku qatilên Daîşê yên pûlis û leşker kuştin berdin. Çimkî bêyî sebebekî wiha nikanîbûn berdana. Ji Daîşê ra gotin personalên me birevînin û dû ra emê wan û merivên we bi hev biguherînin.
Lê ne tenê qatilên Daîşê berdane, bi vê bahaneyê gelek çek û çebilxane jî miheqeq dana Daîşê. Di bin navê ”takasê” da.
Lê dibe ku ”rehîne” jî ne li Mûsilê, li Tirkiyê bûn. Ji ber ku kes nizane çawa û bi kîjan riyê anîn ber sînor. Ji xwe dikin nakin nikanin xweişk cî bidin derewên xwe.
Ji bo ku qatilan di bin navê "takasê" da berdin di 17ê nîsanê da qanûn jî derxistine. Yanî pştî bûyera Nîgdeyê bi mehekê. Bûyera Nîgdeyê di
20ê adarê da bû û guhertina di qanûna MITê da jî di 17ê nîsanê da kirine. Bi vê guhertina di qanûna MITê da bingeheke qanûnî jî ji berdana qatilan ra çêkirine.
Mêrikan eynî wek çeteyan, mafyayê dixibitin.

XXX

"Hela bi zavayê biçûk negrin" !
Ufuk Urasê di sala 2007a da ji Stenbolê bi rayên kurdan ket meclîsê di twitteke xwe da xwe li Daîşê rakişandiye û gotiye.
”Destûrê bidin em herin Kobanê, emê bi zimanê Daîş jê fêm dike bi Daîşê ra bipeyivn…”
Berde binê te erde !
Uras, bi vê twitta xwe di medya sosyal ya tirk da bûye pêkenîn û jê ra gotine:
”Hela bi zavayê biçûk negrin!”
A me kurdan bi rayên xwe kesên wiha kirin nûnerên xwe.
Lê nizanim kê bi efendî girtiye, rica min ji wan bira berdin, ji xwe ne Ufuk Uras be weleh kes nikane Daîşê bisekinîne(!)

21 september 2014

Êrîşên neyaran şiûrê netewî bi kurdan ra xurt dike

Liberxwedana kurdan ya li Şengalê û Kobanê, piştgirî û hevkariya bi gelê Şengal û Kobanê ra, herikîna bi sedhezaran kurdî berbî Kobanê ve, li her çar perçeyên Kurdistanê piştgiriya kurdan û ya herî muhîm jî îrade û biryardariya parastina axa xwe, welatê xwe şêleke, sekneke dîrokî û pir muhîm e, nîşana pêşketin û tekamulkirina hest û şiûrekî netwî ye.
Ev pir û pir muhîm e, bêyî şiûrekî wiha miletek nabe milet. Gava hest û şiûrekî netewî xwe nede pişta yekîtiya axê û zimên milet nabe milet. Kurd êdî ketine vê riyê û dimeşin, şiûrê netewî roj bi roj li ba kurdan xurt dibe.
Kurd êdî xwe wek miletekî dibînin û li kîjan qoziya welatê wan neheqî û zulm li qismekî wan bibe, wek ku li wan bi xwe bûbe qebûl dikin, wisa his dikin û tavilê dibezin gazî û hawara hevûdin.
Ev jî xurtî û tekamulkirina şiûrê netewî nîşan dide. Ji ber ku kurd in û Kurdistanê dixwazin diçin gazî û hawara hev û xwe di ber hev da didin kuştin. Ji ber ku wiha ye êdî sînor, têl û mayinên neyaran jî pere nakin, kurd wan nas nakin.

XXX
Derket ortê ku DAIŞê malpera xwe bi tirkî li Tirkiyê çêkiriye û weşana xwe jî li Tirkiyê dike.
Di vê malpera xwe ya bi zimanê tirkî da DAIŞ eşkere propaganda xwe dike. Tevî ku Daîş li seranserê cîhanê wek rêxistineke terorîst tê dîtin jî, lê hikûmeta Tirkiyê dîsa rê dide Daîşê di malpera xwe da propagandeya çalakî û terora xwe bike.
Bi dîtina min dibê ev xeber tu kurdî matmayî nehêle. Çimkî Daîş, rêxistineke hukûmeta AKPê ye, ji bo ku li hemberî kurdan şer bike ji alî Erdogan û Davutoglu ve hatiye diristkirin û ji alî artêş û MITa Tirkyê ve tê îdarekirin.
Esas pir ne dûrî aqiliya ku sibe serokê Daîşê yê esasî generalekî tirk yê teqawitbûyî derkeve.
Û ji xwe yên şerê li hemberî kurdan îdare dikin sedîsed zabitên Tirkiyê ne.
Yanî bi kurtî ev şer, şerê Tirkiyê kurda ye, lê di bin maskeya Daîşî da têmeşandin. Lê gava maske rabe ewê Erdogan û Davutoglu û binî derkevin.
Ji bo ev plana Erdogan jî pûç bibe, dibê hemû hêzên kurd, bi çûk mezin hêzên xwe di her warî da bikin û bi hev ra welatê xwe biprêzin. 

XXX


Davutoglu dibêje ew "tayekî porê tirkekî bi dinyayê, bi hemû alemê nade !"

Serokwezîrê Tirkiyê yê teze Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya li ser berdana ”rehîneyan”da gotiye, ”kesên Komara Tirkiyê îdare dikin” yanî ew, ” tayekî porê hemwelatiyên xwe jî bi dinyayê, bi alemê naguherînin. Ji bo ku zirar negihîje tayekî porê wan, em hemû meqaman terk dikin, em ji hemû mewqiyan feraxet dikin. Em ji canê xwe jî fedekariyê dikin ji bo ku mûyekî hemwelatiyên Komara Tirkiyê neêşe…”
Nuha hûn bi qedrê Xwedê dikin, vana gotinên ku serokwezîrek bike?
Rutbeya wî jî di ser da PROFESOR e?
Serokwezîrek, profesorek çawa dikane gotinên hewqasî vala, hewqasî berradayî û bi qasî wê jî ji serî heta dawî nîjadperest û faşîstane bike?
Ataturk, nîjadperest û faşîstên tirk li gorî Davutoglu dîsa hinekî mitewazî ne, qenekê ew dibêjin ”tirkek bergendî hemû dinyayê ye!”
Lê Davutoglu ne tirkekî jî, diyar e tirkekî pir zêde dibîne,dibêje ew ”tayek porê” tirkekî, mûyekî hemwelatiyê xwe bi dinyayê, hemû alemê naguherîne, ji dinyayê û hemû alemê bi qîmettir dibîne…
Nuha gava qalîteya, çapa mistewa û feraseta SEROKWEZîR û PROFESORê miletekî, welatekî ev be, ji bo însaniyetê ewê ji wî miletî, ji wê dewletê çi sadir bibe?
Welehî we bilehî bêyî xerabiyê tu g… jî sadir nabe…

20 september 2014

Piştî van gotinan dibê KCK êdî bi derewên Tirkiyê nexape

KCK, li ser êrîşa Daîşê ser Kobanê û siyaseta Tirkiyê ya durû beyanek nivîskî ya pir muhîm û xweş daye. KCK di beyana xwe da dibêje, çeteyên Daîşê mervên Tirkiyê ne û li ser navê Tirkiyê êrîşî Kobanê û kurdan dikin. ”Dewleta tirk ji bo ku şoreşa Kurdistana rojva û micadela gelê kurd ya ji bo azadî û demokrasiyê zeîf bixe Daîşê bikar tîne. Daîş li ser navê dewleta tirk li hemberî kurdan şerekî wekaletê dimeşîne.”
KCK, di beyana xwe da di heqê siyaseta hukûmeta AKPê da gelek tespîtên rast yên din jî dike.
Û dû ra jî dibêje, ”dibê sînor rabin, Riha û Koban bibin yek.!”
Ev jî daxwazeke nuh û pir muhîm e. Ji xwe ev sînor sed sal berê derî îradeya miletê kurd bi darê zorê hatin danîn û kurdan tu carî ev sînorên naylon nasnekirin.
Di praktîkê da sînorên nabêna perçên Kurdistanê yên bakur, rojava û başûr ne sedîsed be jî lê bi piranî rabûne û yekîtiya Kurrdistana mezin dest pê kiriye.
Bi rastî jî dibê êdî PKK, PYD, PDK, YNK û hemû partî û hêzên kurd di her warî da hêzên xwebikin yek û doza Kurdistaneke yekbûyî bikin. Gelê kurd ji van sînor û mayinan xelas bikin.
Êdî roja rakirina sînoran û yektîya miletê kurdhatiye. Ji bo vê tenê siyaseteke netewî ya li gorî vê realîta îro lazim e.

Di ANFê da kurmanciya beyanê jî heye, lê ji ber ku kurmanciya wê baş nayê fêmkirin min neweşand. 

XXX

Saneryoya rehîneyên tirk yên seferata Mûsilê qediya, li gorî lîstikê dawî xweş temam bû, hemû rehîne hatin berdan.
Lê Erdogan ji vê lîstika xwe ra gotiye, "operasyon" yanî fena ku wan bi xwe xelas kiribe. Lê rebeno nikane baş cî bide derewa xwe...
Ji xwe hemû fîlmên tirk yên polîsiye dawî wiha xweş diqede, pûlisê tirk tim bi ser dikeve. Îcar jî wer bû.
Helbet berdana rehîneyan tiştekî baş e. Lê dinya jî bibêje ev saneryoyek Erdogan û Davutoglu bû. Xwestin bi destê Daîşê hukûmeta Kurstanê bixînin, lê negihîştin miradê xwe.
Nuha jî dixwazin li Sûriyê dek û dolabeke nuh bigerînin.
Lê êdî kum ketiye û serê gurrî derketiye ortê, baş fêm bû ku ev hukûmet hîn û hîn li pey têkbirina Kurdistana başûr û tunekirina miletê kurd e, hevdîtinên bi Ocalan ra lîstik e, xapandin e.
Qatilên DAÎŞê çeteyên Davutoglu ne û li ser navê Tirkiyê û bi piştgiriya Tirkiyê şerê kurdan dikin…

Ji serokê Kurdistanê beyaneke dîrokî

Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî îro beyaneka pir muhîm û hewce da. Vê beyana wî dilê hemû kurdan şa kir.
Serokê Kurdistanê beyana xwe ya nivîskî da êrişên terorîstên DAIŞê yên ser Kobanê bi dijwarî rexne dike û dibêje terorîstên Daîşê êrişî şeref, ax û kerameta miletê kurd dikin û loma jî dibê meriv li her derê li wan bide û vê rêxistina terorîst miheqeq têk bibe.

Teksta beyana serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li jêrê ye:

”Bi navê Xwedê yê bexşende û mîhreban

Êrişên dirindane yên DAIŞ-ê bo ser xuşk û brayên me li Kobanê beşek ji wê nefret û dijminahiya terorîstan e ko li hemberî gelê Kurdistanê pêktînin. Wehşîkarî û êrişên DAIŞ-ê li ser Kobanê û rojavayê Kurdistanê êrişek e li ser hemî gelê Kurdistanê û ji xwe re şeref û keramet û man û nemana miletê me kiriye hedef.

Ez daxwazê ji hemî aliyên kurdistanî dikim ko hemî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re bergiriyê li keramet, ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkek e li ser milên me hemiyan û li pêşiya hemî erkên dî ye.

Daxwazê ji civaka nêvdewletî jî dikim ko di zûtirîn demê de hemî rê û metodên lazim ji bo parastina xelkê Kobanê û rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan bi kar bînin. Ji ber terorîstên DAIŞ-ê her li kû bin destê xwe ji karesat û tawanan dûr nakin û lewra her li kû bin divêt mirov li wan bide û wan têkbibe. ”

2014-09-19

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê

Davutoglu naxwaze navê kurdan jî bigre devê xwe

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, hewqasî neyarê miletê kurd e ji bo kurdên Kobanê yên derbasî vî aliyê xetê bûne nabêje kurd, dibêje ”birayên me yên sûriyeyî…”
Bala xwe bidinê mêrik ji kurdan ra nabêj ekurd, dibêje ”sûriyeyî.”
Yanî naxwaze navê kurdan bigre devê xwe, gotina kurd pê zor tê, pê nexweş tê. Naxwaze trajediya miletê kurd, navê kurd di çapemeniya tirk û cîhanê da belav bibe. Loma ji kurdan ra dibêje ”sûriyeyî”!

XXX
Derket ortê ku Tirkiye ji bo îşxala Kurdistana rojava(Sûriyê)wek gurê har tahma devê xwe xweş dike, nêt kiriye ku di vê teşxela êrîşa Daîşê da li Kurdistana rojava ”herêmeke tampon” çêbike.
Ev nêta tirkiyê ji destpêka şerê Sûriyê da heye. Lê nuha bicîanîna vê xewna xwe bêtir mimkûn dibîne. Dixwaze êrîşên Daîşê bike bahane û beşekî din yê Kurdistanê îşxal bike. Jim bo ku li wir li hemberï kurdan rehettir şer bike.
Murat Karayilan derbarê vê nêt û plana Tirkiyê da gotiye,
”Herêma Tampon îşxala Kurdistanê ye. Heger artêşa tirk di bin navê herêma tampon da rabe Kurdistana rojva îşxal bike, ev jî tê maneya li hemberî hemû kurdan destpêkirina şerekî nuh e. Wê demê tiştekî bi navê pêvajoya çareseriyê namîne…”
Weleh bimîne nemîne nêta wan ev e, heger Erdoga û Davutoglu tirsê nebîbînin, heger bizanibin ewê ji wan ra ”biteserife” mimkûn be ewê bikin…

XXX

Dibê Koban nebe Şengala duyem…

Ev du heftene gelê me yê Kobanê di bin êrîşeke pir mezin da ye. Çeteyên Tirkiyê, qatilên Daîşê bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin, dixwazin Kobanê jî wek Şengalê îşxal bikin.
Şervanên YPGê, gelê kurd li hemberî qatilên Daîşê bi qehremanî li ber xwe didin. Dixwazin Kobanê jî wek Şengalê îşxal bikin.
Şengal ji bo kurdan çiqasî muhîm e Koban jî hewqasî muhîm e. Hukûmeta Kurdistanê, pêşmerge, kurd çawa li Şengalê xwedî derketin, dibê bi eynî rengî li Kobanê jî xwedî derkevin, gelê Kobanê tenê nehêlin, li hemberî êrîşa çeteyên Erdogan û Davutoglu bêdeng nemînin.
Îro roj roja xîret û tifaqê ye, roja biratiyê ye. Loma jî dibê hemû hêz, her kurdê bi xîret û welatparêz here gazî û hawara Kobanê û li dijî êrîşa van çeteyên Tirkiyê tiştekî bike.
Di rojeke wiha giran da dibê em dijayetiyên xwe yên siyasî, rêxistinî û îdeolojîk bidin aliyekî û li hemberî êrîşên neyar alîkariya hev bikin, sekneke netewî nîşan bidin. Ev, wacibê her kurdî ye.
Kî dikane çi bike dibê bike, dibê Koban jî nebe Şengala duyem…

18 september 2014

Heger gelê Kobanê tirkmen bûya ma Tirkiyê ewê li hemberî êrîşa DAÎŞê wiha bêdeng bima?

Heger gelê Kobanê ne kurd, tirkmen bûya ma Tirkiye li hemberî vê êrîşa Daîşê ewê dîsa wiha bêdeng bima, dîsa wiha, wek li kuştina kurdan temaşe dike, li kuştina tirkmenan jî temaşe bikira?

Ez bawer nakim bêdeng bima.
Kurdino, dost û hevalbendên Erdogan û Davutoglu, ma hûn çi dibêjin?

Êdî her kes dibîne û dizane ku Tirkiye li hemberî kurdan alîkariya DAÎSê dike. Lê Erdogan û Davutoglu tim dibêjin na, derew e, wan tu carî alîkariya DAÎSê nekirine û nakin.

Lê îspata alîkariya wan pir rehet e.

Ev çend roj in Daîş êrîşê Kobanê dike. Ji do da ye tê gotin ku bi hêzeke pir mezin û sîlehên giran dora Kobanê girtiye û dike wek Şengalê qetlîameke mezin bike.

Ev çend roj in ev êrîşa Daîşê li ber çavên leşker û qereqolên Tirkiyê dibe. Hadê em bibêjin Tirkiye alîkariyê nadê.

Baş e heger gelê Kobanê ne kurd, tirkmen bûna û Daîşê ev êrîş bibira ser wan, Tirkiye ewê dîsa wiha bêdeng bima, dîsa wiha lê temaşe bikira?

Ez bawer nakim, ji ber ku li ku dera dinyayê dibe bira bibe, gava hinek neheqiyekê li tirkekî, li tirkmenekî dike, Tirkiye tavilê xwe muhamiyê wî dibîne û lidjî êrîşan derdikeve. Li Kerkûkê kurdek sîleyekê li tirkmenekî xe, Erdogan û Davutoglu tavilê xwe li kurdan radikşînin û qala mudaxeleyê dikin.

Lê li ber çavên Erdogan û Davutoglu Daîş kurdan bi girseyî qetil dike, mal û milkên wan talan dike, ew dîsa jî nabêjin “kirt”, dîsa jî li dijî êrîşên Daîşê dernakevin û naçin hawa ra kurdan.

Dema ez wiha dibêjim ne ku ez li bende me Tirkiye alîkariya kurdan bike, ne ku hêviyeke min ya wiha ji Erdogn û Davutoglu heye.

Na, tenê dixwazim hemû kurd, parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd bibînin ku ev hukûmet çiqasî neyarê kurda ye. Dixwaze Daîş hemû Kurdistana Sûriyê dagir bike û hemû kurdan bikuje. Heta ji bo viya jî alîkariya Daîşê dike.

XXX
Pûlisên dewletê li Amedê li gelê naxwazin dibistana kurdî were girtin ji do da ye teroreke mezin dimeşîne. Hetanî nuha zêdeyî 50 kesî girtine bin çavan.

Dibê hemû kurd, hemû hêz, hemû partî û şexsiyetên kurd piştgiriyê bidin vê tevgerê. Li hemberî terora pûlisan bêdeng nemînin. Dibö hemû kurd bi hev ra, bi xurtî dibistanên kurdä bixwazin û vê îrîşa dewletê mahkûm bikin.

2014-09-18
XXX
Li gorî hin xeberên medya sosyal, qatilên Daîşê bi hêzeke pir mezin êrîşî Kobanê dikin. Şervan û gerîlayên kurd gazî û hawarê li kurdên bakur dikin û dibêjin li alî xwe rê li ber derbasbûna çeteyan bigrin û piştgiriyê bidin me. Dewleta tirk qet guh nade rexneyên cîhanê, alîkariya xweya ya Daîşê didomîne. Ev jî nîşan dide ku hukûmet di siyaseta xwe da çiqasî durû û neyarê kurda ye.

2014-09-17

17 september 2014

Hatîp Dîcle jiyaneke li peravên derya Bodrumê xeyal dike

Hatîp Dîcle vukuatek din derxist, dîsa got DEVE!
Dîcle di hevpeyvîna xwe ya di rojnamya Vatanê da henekeke  Mûsa Anter, ”Em Bodrumê û Marmarîsê ji we ra nahêlin û naçin çiyan”  bi rengekî cidî dubare kiriye û bi vê numûneyê hezkirina xwe ya Tirkiyê aniye zimên
Bi vê numûneyê Dîcle careke din dibêje, ew Kurdistaneke serbixwe naxwaze û li dij e ku kurd ji Tirkiyê veqetin. Û ji xwe tiştekî wiha ne li kara kurda ye jî.
Ev ne cara pêşî ye Dîcle dijîyatiya xwe ya li hemberî Kurdistanke serbixwe tîne zimên. Berî nuha bi çendakî jî gotibû ”Me fikra Kurdistana serbixwe ji zûda ye avêtiye sepeta tozê…”
Bi dîtina min kes nikane kesî bi zor bike kurd û evîndar û şervanê Kurdistana serbixwe.
Dîcle çi difikire wiya dibêje, ya dilê xwe dibêje.  Evîna dewleteke kurd û Kurdistaneke serbixwe dilê wî da pêl nade, heyecanekê nadê. Ew jiyaneke ne li Kurdistaneke azad, li Tirkiyê, li peravên derya Bodrumê xeyal dike.
Jiyaneke di nava tirkan da, bi tirkî, bi muzîk û sohbetên tirkî xeyal dike, ji wê kêfê û zewqê digre.Dibê meriv fêm bike, qebûl bike.
Dîcle erê ewladê dê û bavekî kurd e, lê bi fikrên xwe, bi hest û xeyalên xwe tirkekî xalis muxlis e. Tu carî wek siyasetmedarekî miletê kurd Kurdistanek mezin, jiyaneke li kêleka Gola Urmiyê, li Silêmanî û Mahabadê xeyal nake. Ew wek siyasetmedarekî bi eslê xwe kurd û lê fikir û hestên xwe tirk dixwaze li Tirkiyê bijî.
Erê ew bi nîjada xwe kurd e, dibêje ez kurd im, lê bi hest û hedefên xwe, bi daxwazên xwe yên siyasî, bi xeyalên xwe siyasetmedarekî tirk e.
Û helbet Dîcle tenê ne wiha ye, gelek kurd û siyasetmedar wek Dîcle wiha difikirin.
Loma jî ya rast ew bû ku Dîcle û kesên wek wî difikirin ne siyasetmedarên kurdan, yên tirkan bûna. Lê mixabin ne wiha ye…
Bi dîtina min rexnekirina Dîcle êdî maneya xwe wenda kiriye, Dîcle ev e. Belkî jî ji bo wî Bodrum bergendî hemû bajarên Kurdistanê ye, ew welatekî bêyî Bodrum nikane bifikire.
Ew dixwaze li welatekî bijî dibê Bodrum bajarê wî be. Dibê havînan tahtîla xwe li peravên derya Bodrumê di havîngeha xwe da derbas bike. Camêr wiha difikire, ev xeyala wî ye. Em çi bikin?
Kurdên ne bi van dîtinên Dîcle ra ne, kurdên li dijî van fikrên wî ne dibê rayên xwe nedinê, wî nekin serok, nûner û siyasetmedarê xwe.
Dewletek 15 salan meriv di zindanê da birizîne, parlamenteriya meriv bi zorbatî ji meriv bistîne di normalê da dibê meriv ji wê dewletê, ji wî welatî û ji wî miletî hez neke; bi kêmanî jiyaneke li wî welatî xeyal neke. Bixwze ji vê dewleta zalim heyfa xwe û bi hezaran şehîdan bigre. Ne ku însanan bikuje, lê bi kêmanî di warê fikrî û îdeolojîk da hewqasî ne bêşiûr û ne xwediyê hafizeyeke hewqasî zeîf be.
Vê dewletê ji bo ku welatê me ji me bistîne bi milyonan mahcir li welatê me, li herêmên stratejîk bicî kirine. Û bi milyonan kurdî jî qismek bi zorê û qismek jî bi riya birçîhîştinê mecbûrî koçberiya Tirkiyê û xizmetkariya tirkan kirine.
Ji dêlî ku ev siyaseta dewleta tirk ya nîjadperest Dîcle biqeherîne, hêrs bike, dibêje bi milyonan kurd li Tikrkiyê dijîn, efendim ”veqetandin ne li kara kurda ye, em nikanin mubadeleyeke wek 1920a ya rûman bikin. Ya din em viya jî naxwzin.”
Nuha yek were bi zor têkeve gundê meriv û têda bicî bibe. Û dû ra jî gundî û merivên meriv jî hinekan bi zor û hinekan jî bi riya birçîhîştinê ji gund derxe, ma merivê bibêje de vaye em tevlihev bûne, ne rast em gundê xwe ji wan bistînin.
Çimkî ji wan gelek di gunda bicî bûne û ji me jî gelek çûne gundên wan, loma jî êdî em nikanin bibêjin viya gundê me ye. Ya rast û baş ew e ku bira gund ji wan ra be. Dibê em dev ji girtina gundê xwe berdin.
Dîcle ji kurdan ra eynen wisa dibêje, dibêje hin kurd çûne Tikriyê û hin tirk jî hatine Kurdistanê, em tevlihev bûne, loma jî nabe em doza Kurdistaneke serbixwe bikin.
Lê ewê Tirkiya wan hebe û Kurdistana me tunebe.
Netîce,  bi dîtina min gotinên zêde êdî ne hewce ye, Dîcle çi ye, ne çi ye êdî her kes baş dizane. Kesê ne bi van fikrên Dîcle ra ne dibê  nedin dû wî û wî nekin berpisiyarê xwe.

Di dawiyê da ez dixwazim ji vê numûneyê jî ji devê Dîcle bidim, ji bo ku hûn bibînin bê Dîcle rastiyê û nîjadperestiya tirkan çawa înakr dike, çawa vedişêre…

 Huseyîn Yayman jê pirsî ye, ”Tu 25 salan di zindanê da ma. Ma tu xeydeke te heye?
Dîcle dibêje:
”Tu xeydeke min ji gelê tirk tuneye. Em civta tirk û dewletê ji hev digerînin. Civata tirk heta dereceyekê di bin tesîra îdeolojiya resmî da mabe jî lê kurdan wek gelekî dîndaşê xwe, birayê xwe dibîne.”
Ma ev îda Dîcle rast e, ma bi rastî tirk kurdan wek birayên xwe dibînin? Ma heta nuha bi sedan kurd lînc nekirine?

16 september 2014

Bersîva murîdekî siyasî


Ahsen Can, min kes reş nekiriye û bêhîvîtî belav nekiriye. Min êrîşa dewleta tirk ya ser dibistanên kurdî rexne kiriye û gotiye heta em bindest bin, nebin xwedî welat û dewlet halê me ewê tim ev be, dijminê tim bikanibe mohrê li deriyên dibistanên me xe. Heger em naxwzin wiha bibe, dibê em jî bibin xwedî welat û dewlet.
Û gava meriv got dewleta kurd xerab e, çavkaniya hemû xerabiyan e wê demê jî dibê meriv ji kirinên neyar yên wiha gazinan neke û nebêje çima hûn wiha dikin.
Ma hevalên te nabêjin dewlet xerab e, dayikan hemû xerabiyan e, loma jî em dewletê naxwazin.
Min jî gotiye ev dîtin ne rast e. Nuha di ku dera vê dîtina min da ”reşekirin” û ”belavkirina bêhîvîtiyê” heye?
Di vir da rexneya min li dewletê û li kesên ku dibêjin dewlet xerab e, em dewletê naxwazin.
Rexnekirina êrîşa dewleta tirk û kesên ku li dijî dewleteke kurd in çima ewê reşkirin û belavkirina bêhêvîtiye be?
Ez ne li dijî tu hêzê, tu partiyê me. Ez ne murîd û zilamê tu kesî û tu hêzê me. Qelema min azad e, ne di xizmeta kesî da ye. Bi hawakî medenî, bêtirs fikrê xwe dibêjim. Tiştê rast dibînim teqîdîr dikim, pesnê wê didim û tiştê şaş dibînim jî li gorî xwe rexne dikim.
Ev rexneyên min dikanin carnan şaş, carnan rast bin û heta carnan jî neheq bin. Ev tiştekî din e. Lê belê ev nayê wê maneyê ez dijminatiya hinekan û dostiya hinekan dikim.
Ez ne li dijî her tiştê, her fikrê, her xebata her kesî me. Tenê tiştê şaş dibînim ne pê ra me û hewce bibînim fikrê xwe dibêjim.
Ev jî mafê min e, ez kurd im û li ser qeder û pêşeroja welatê xwe, li ser xebata partiyên siyasî fikrê xwe dibêjim.
Min heta nuha PKK û Ocalan jî, Burkay û Hak Par jî, PDK û Mesûd Barzanî jî, YNK û Talaban jî û tevgera Goran jî rexne kiriye. Lê gava min rast dîtiya min piştgiriya xebata wan jî kiriye.
Min heta nuha bi dehan meqale li ser xebatên Kurdî-Derê û TZP Kurdî nivîsî ye û gelkî pesnê xebatên wan daye.
Bi serketina gerîla û pêşmerge ez tim kêfxweş bûme û bi zaîyata wan jî ez xemgîn bûme.
Di bloga min da bi sedan nivîsên bi vî rengî hene. Kî çiqasî bêûjdan û nankor be jî nikane vê şêla min belovacî nîşan bide ya jî înkar bike.
Ez viya ne ji bo ku têkevim çavê hinekan, li gorî baweriya xwe dikim, li ûjdanê xwe guhdarî dikim.
Mesle piştî îşxala Şengalê min PDK, hukûmeta Kurdistanê û reva pêşmerege rexne kir, min got dibê kesên berpirsiyar miheqeq werin cezakirin.
Min baweriya kurdên başûr bi Erdogan û Davutoglu û alîkarîxwestina wan ji Tirkiyê rexne kir.
Yanî qelema min wek ya hinekan ne kirêkirî û ne jî di xizmeta kesî da ye, ne ji bo parastina kesî ye. Rast, çewt, ez fikrê xwe dibêjim. Hin diecibînin û hinên wek te jî wek neyartiyê, wek ”reşekirinê” û ”belavkirina bêhêvîtiyê” dibîne..
Hertim hedefa min, neyarê min dijminê  min bûye, dijminê welatê min îşxal kiriye. Min tim li dijî vî dijminî û hevalbendên wan û kesên ku dixwazin vî  neyarî bi kurdan şîrîn bikin nivîsîye. Di vê micadelê da min bi qasî serê derziyê, bi qasî mûyekî jî tawîz nedaye.
Di nava tevgera PKKê da gelek kes hene dîroka kurdan û micadela miletê kurd ya li hemberî hêzên îşxalkar tenê ji xwe û bi PKkê didin destpêkirin.
Diyar e tu jî yekî ji wan î. Li gorî te jî gava meriv ne apocî be, di çalakiyên PKKê da cî negre, nebêje ”bijî serok”, meriv çi xebatê bike jî vala ye, sifir e.
Esas tu hertim wiha nakî, gelekê caran te pesnê rexneyên min yên bi vî rengî daye. Lê îcar tu eksê wê dikî. Belkî jî ji te ra îcar wiha lazim e.
Li gorî dîtina te û kesên wek te bêyî we, bêyî PKKê kesî ji bo kurd û Kurdistanê ne xebat kiriye û ne jî micadele daye. Hertiştî bi PKKê destpêkir û bi wê didome. Ji xwe te wiha gotiye.
Fena ku kesî berî PKKê ne partî çêkiribe û ne jî micadele dabe, kurd bi PKKê û bi Ocalan bi kurdîyatiya xwe hesiyane.
Partiyên din, hêzên din, kesên din ne tu tişt in, ji bo gel û welatê xwe tu tişt nekirine û nakin, herkes li mala xwe, li ber telewîzyonê rûniştiye û dendika çerez dike û Ahsen Can û hevalên wî tenê dixebitin…
Xebat min û kes û hêzên derî tevgera PKKê ji înkara te pir mezintir e. Dîrok û bi înkarê pûç nabe.
Ev înakr him ne rast e û him jî belovacîkirina dîrokê ye.
Berî PKKê jî kurdan ji bo azadiya xwe xebat kirine, partî çêkirine, bedelên mezin dane, hatine kuştin, ketine zinadanan û îro jî li gorî hêz û îmkanên xwe dikin.
Ji xwe Ocalan û gelek hevalên wî jî bi xêra vê xebata kurdan ya salan bi kurdayetiya xwe hesiyan û partî ava kirin.
Helbet hinekan li gorî hêza xwe bêtir bedel dane, fedekariyên pir mezin kirine. Ev rast e, lê ev nayê wê maneyê ku tenê tu û hevalên te ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin û kesên din jî tiştekî nakin.
Ahsen Can, ev 44 sal in ez ne li ber golika me, gavaniyê nakim. Li gorî zanîn, îmkan û hêza xwe min jî ji bo gelê xwe xebat kiriye û micadele daye û îro jî ji te û hevalên te kêmtir nakim.
Lê çavên te tenê xebata te û hevalê te dibîne. Çavên te ji xebata hevalên te ra çar  in û ji ya xelkê ra jî girtî ne, heta kor xuya ye. Çimkî kêm be jî, biçûk be jî tu nabînî. Înkar exlaqekî xerab e.
Di vê xebata xwe ya salên dirêj da min bi sedan xortên kurd anîn nava refên tevgera kurd ya netewî. Gelekên wan di riya azadiya gelê xwe da şehîd ketin. Gelek şehîdên tevgera we bi xwe jî bi saya xebata min bi kurdayetiya xwe hesiyan û bûn têkoşerên azadiyê û canên xwe feda kirin.
Ev nêzî 50 salî ye ez wek neferekî di nava tevgera kurd ya netewî da micadelê didim. Bûme berpirsiyarê partiyan, komelayan, rêxistinên kulturî. Min kitêb nivîsîne, rojname û kovar derdixtine, bûme berpirsiyarê wan.
Min di kovar, rojnameyên cuda cuda da û di medya sosyal da heta nuha bi hezaran nivîs nivîsîne, bi sedan rûpel ji zimnaên din tercumeyî kurmancî kiriye. Yanî li gorî hêza xwe ji kultur û edebiyata gelê xwe ra xizmet kiriye.
Ev 34 sal in ez bi rengekî bênabên bi kurdî dinivîsim û ji bo ku kurdî bi pêş keve, di nava kurdan da belav bibe micadeleyeke bêwestan didim. Heta nuha min alîkariya bi sedan kesî kiriye, bi sedan kesên wek te fêrî kurdî kiriye, kurdî li ber dilê wan şîrîn kiriye.
Ez ji bo kurd û Kurdistanê ketime hefsan, mahkûm bûme û 30 slî jî li xerîbiyê surgûn mame.
Lê ji bo te ev ne xebat e, ne xizmet e, ne micadele ye. Li gorî te xebat û xizmet ancax û ancax di nava tevgera PKKê da mimkûn e.
Hemû murîd wiha difikirin, tenê pesnê şêxê xwe didin. Çimkî çavê wan tenê kerametê şêxê xwe dibîne.



15 september 2014

Dogu Perinçekê 23 sal berê


Nudem Ateşê, di malpera ANFê da li ser dijîyatiya Dogu Perînçekê rojê dikeve boyaxaekê nivîseke balkêş nivîsî ye. Perînçek, di 15ê îlona 1991ê da wek serokê ”Partiya Sosyalîst di kovara 2000e Dogru da ji bo çareseriya mesela kurd pêşniyareke 15 madeyî weşandiye. Di wê pêşniyara Perînçek da ji resmîbûna zimanê kurdî bigre heta bi Kurdistana serbixwe û veqetandina ji Tirkiyê, gelek tiştên ku îro sedîsed li dije wek mafê kurdan dîtiye û parastiye.
Lê bêguman ev ne pêşniyareke samîmî, taktîkeke ji bo xapandina PKKê bû. Perînçek dixwest têkeve meclîsê.
Perinçek ji bo ku bi alîkariya Ocalan têkeve meclîsê û ew jî wek wan tirkên ku bi piştgiriya PKKê bûn parlamenter, bibe parlamenter di sala 1991ê, di kovara 2000e Dogru da Kurdistana serbixwe û veqetandina kurdan qebûl dikir.
Digot dema kurd bixwazin dikanin ji Tirkiyê veqetin û dewleta xwe ya serbixwe îlan bikin. Bi Tirkiyê ra mayin ya jî veqetandin di destê kurdan da ye, di vî warî da xwediyê biryarê kurd in. Du dewlet, du meclîs, du qanûnên esasî, du al, marşên (sirûdên) netewî, du zimanên resmî û perwerdeya ji dibistana destpêkê heta zanîngahê camêr hemû dida kurdan, hemû qebûl dikir.
Yanî bi kurtî digot federeasyona ya jî dewleteke serbixwe mafê kurda ye û dibê miletê kurd bi referandûmekê biryara xwe bide.
Perînçekê nîjadperest û neyarê miletê kurd çima wê demê li hemberî kurdan hewqasî comerd hereket kiriye, Kurdistan û dewleta serbixwe daye kurdan?
Ez ji w era bibêjim.
Ji bo ku piştgiriya Ocalan û PKKê bigre û bi alîkariya wan ew û çend hevalên xwe têkevin meclîsî. Yanî ji bo ku karê xwe bi PKKê biqedîne, her tişt daye kurdan, hemû mafên wan yên netewî bêminaqeşe qebûl kiriye.
Û ji bo ku di nabêna PKKê Perînçek(Partiya Sosyalist)da tifaqeke hilbijartinan çê bibe wê demê di nabêna Ocalan û Perînçek da gelek çûyin û hatin jî çêbû û di warê tifaqekê da hin gav jî hatin avêtin. Lê dû ra ev tifaq çê nebû û Perîçek bi rayên kurdan neket meclîsê. Tifaq çima û ji bo çi çë nebû nizanim.
A lema Perînçek wê demê hewqasî comerd hereket dikir û Kurdistan dida kurdan.
Lê îro eynî Perînçek li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî ye, dibê kurdî ne zimanekî ku meriv zarokan pê perwerde bike.
Heta nuha gelek tirkî wek Perînçek dema karê wan ketiye PKKê xwe pir dostê PKKê û kurdan nîşan dane, peşnê Ocalan dane. Lê gava karê xwe qedandine ya wek Perînçek û Yalçin pir vekirî neyartiya kurdan kiriye, ya jî çûne li mala xwe rûniştine bi meaşê xwe ji xwe ra kêfa mîran ajotine, kurd û PKK ji bîr kirine.
Lê kurd hîn jï biaqil nabin…

XXX
Humanaîst Rojkan gotiye, ”Hemû misilman ne terorîst in, lê belê li Rojhilata Naverast hemû terorîst misilman in.”
Weleh ne tenê misilman in, bûne wahş û cinawir jî. Kesê însanan wek pez şerjê bikin û bi seriyên jêkirî li ber kamereyan poz bidin û sûretên vê nemirovatiya xwe jî wek mêraniyekê li cîhanê belav bikin ji cinawiran jî xerabtir in, dibê kesên wiha nejîn, koka wan were qelandin.
Di eynî wextê da kesên wiha rûreşiya dînê xwe û qewmê xwe ne jî…

XXX
Min, xanimê û Rojen nuha çû rayên xwe da Kurdo Baksî(Miljopartiet)namzetê Partiya Jîngehê ya Keskan Ev cara pêşî ye ji bo xatirê kurdekî ez raya xwe didim Partiya Jîngehê ya Keskan. Esas ji zûda ye ez raya xwe ne li gorî partiyê, li gorî namzetê kurd didim. Dema namzetê kurd tunebûye ya jî yekî ne li gorî dilê min bûye min raya xwe daye partiya çep ya jî sosyaldemokratan.
Lê îsal wa ye wiha bû. Bes dîsa jî me rayên xwe da bloka sor û çep. Em çi bikin cilo kete milo...:))

2014-09-14

14 september 2014

Dogu Perînçek: Zimanê PKKê bi tirkî ye, çawa dikane perwerdeya bi kurdî bixwe?



Dogu Perînçekê komunîst li dijî daxwaza kurdan ya perwerdeya bi zimanê kurdî derketiye û bi tinaz gotiye, ”Di kampan da zimanê PKKyê bi xwe tirkî ye, kesên di rêxistinên xwe da bi kurdî napeyivin li Tirkiyê perwerdeya bi kurdî dixwazin…”
Ev gotinên Perînçek ne PKKê tenê, dibê hemû kurdên Kurdistana bakur fedîkar bike, aqilekî bide wan û wan ji tirkî dûr bixe.
Wek Yalçin Kuçuk, Perînçek jî demakê dostê Ocalan bûn. Lê dû ra derket ku herdu jî ji ajanên dewletê yên bi qadro jî xerabtir in, herdu jî neyarên miletê kurd in.
Lê PKKê dîsa ji vê dîrokê ders negirt, nuha bi sedan Perînçek û Kuçuk di nava medya PKKê û HDPê da ne. Gelekên wan berpirsiyar, birêvebirên HDPê û medya PKKê ne, di medya PKKê da her roj stratejiya kurdan û PKKê tayin dikin. Di telewîzyon û rojnameyên PKKê da karê Perînçek û Kuçuk didomînin.
Yanî siyasetmedarên kurd ji dîroka xwe derzê nagrin, heger derz bigartana dibê nuha medya PKKê ne di destê tirkan da bûya, dibê kurdên başûr hewqasî baweriya xwe bi Erdogan û Davutoglu neanîyana.
Lê nuha, piştî êrîşa Daîşê fêm dikin ku Erdogan û Davutoglu bi qasî ku neyarên PKKê ne hewqasî jî neyarên wan in.
Baweriya bi dijminê xwe di dîrokê da tim û tim zirarên mezin daye kurdan. Loma jî rahmetiyê Qadî Mihemed li ber dara sêpiyê di wesiyetnameya xwe da got, ”tu carî baweriya xwe bi neyarên xwe neynin…”
Lê siyasetmedarên kurd hîn jî tînin. Piştî serokwezîrtiya Davutoglu gelek kurd pê dilşa bûn û gotin serokwezîrtiya Davutoglu ji bo kurdan pir baş bû. Çimkî Davutoglu ew kes e ku ji Mesûd Barzanî ra got, ”Kak Mesûd!”
Yanî tecrûbe û zanatiya siyasetmedarên me ya siyasî mixabin hewqas e

Komela PerKurd Kî ne gelo ew ên niha ajan in û di medyaya PKKê de û di siyaseta PKKê de berpirs in û serê kaniyan girtine? kekê Xamo, ka ji kerema xwe re mînakanên berçav bide, bila lingê van îdîayên cenabê te axê bigirin, li hewa nemînin. Dema îdîayek wiha grîng bê kirin, divê di destê mirov de mînak û argumantên berçav hebin, an na dibe gotegot û binefiskên li ser şeîran û tu qîmeta xwe nîne, ji bilî bêrûmetkirina xwediyê îdîayê...


Zinarê Xamo : Komela Perkurd, berî hertiştî nivîsa min baş bixwîne û fêm bike, zû nekeve psîkolojiya parastinê.

Carê min ji kesî ra negotiye ”ajan”, min ji bo Perînçek û Kuçuk gotiye, Yalçin Kuçuk, Perînçek jî demakê dostê Ocalan bûn. Lê dû ra derket ku herdu jî ji ajanên dewletê yên bi qadro jî xerabtir in, herdu jî neyarên miletê kurd in.”

Yanî min ji Perînçek û Kuçuk ra jî negotiye ”ajan”, min gotiye ew neyarê miletê kurd in, ew ji ajanan jî xerabtir in. Yanî merivên pîs in, mirovên xerab in. Û di nava medya PKKê da jî gelek tirkên wekî wan hene. Ev dîtina min e.
Ya din belgeya ajanan nabe. Demakê Kuçuk û Perînçek jî dost bûn, pesnê Ocalan û PKKê didan. Lê dû ra derket ku ne dost in, bi xayintî xwe nêzî Ocalan kirine.

Bi dîtina min gelek tirkên îro di rojnameyên PKKê da dinivîsin, di telewîzyonan da şîreta li kurdan dikin jî kesên wek Perînçek û Kuçuk in.

Rojekê ev rastî jî ewê derkeve. Ji xwe nivîs û dîtinên wan yên li hemberî hêzên kurd, yekîtiyamiletê kurd ev neyartiya wan ya li hemberî kurdan diyar e. Lê PKK û hevalên wê ji berku pesnê Ocalan didin vê neyartiya van çepên tirk nabîne, wan wek dost hesab dikin.

Lê dîsa jî ev dîtin û qenaetên min dikane nekeve serê Komela Perkurdê û min rexne bike. Bes dibê hûn di rexneya xwe da bêedebiyê nekin, gotinên bêedeb nebêjin, bi zimanekî siyasî dîtinênmin rexne bikin. Çimkî min peyveke ne xweş ji kesî ra negotiye, min li ser çepên tirk tenê fikrên xwe gotiye…

Ji bo vê gazina ji Tirkiyê tenê ez dikanim bibêjim ROJBAŞ!

Sekreterê PDKê Fazil Mîranî gotiye, ”Karê bi destê Daîşê tê kirin bi dilê gelek aliyan e.”
Û li ser dijîyatiya Tirkiyê ya alîkariya çekan ya bi kurdan ra jî gotiye, ”Tirkiye dibîje ew naxwaze çek ji başûrê Kurdistanê ra were şandin ji ber ku ew ditirse çek têkevin destê PKKê. Ev hinceteke ku çek nekevin destê kurdan. Welatên çek dane kurdan yekî jî daxwzeke wiha nekiriye…”

Ji bo vê gazina ji Tirkiyê tenê ez dikanim bibêjim ROJBAŞ!
Heger heta nuha we nizanîbûye Tirkiye ne dostê we ye wê demê hûn gelkî saf in.
Pêşiyan berê gotiye, ”Rih dibe bihost, neyar nabe dost!” û ”Neyarên bavan nabin dostên lawan!”
Ma Tirkiye ewê çawa û ji bo çi xêra we bixwza ezbenî?
Ma hûn bavê wan in?

Belkî hûn êdî bi çavê neyar li berpirsiyarên hukûmeta AKPê û dewleta tirk nanêrin, lê ew hîn jî bi çavê neyarekî dibê ji ortê were rakirin li we û li hemû kurdan dinêrin.
Hûn naxwazin vê siyaseta Tirkiyê fêm bikin.

Lê ev neyartiya Tirkiyê ya li hemberî kurdan nabe sebeb ku bi we ra tîcaretê nekin, ji serokê Kurdistanê ra nebêjin ”Kek Mesûd…”

Neyartiya dewltan hertim ne eşkere ye. Tirk dibêjin ji bo ku meriv ji ser pêrê derbas bibe dibê meriv ji ”hirçê ra bibêje xalo!”

Yanî ji bo ku di rojeke teng da li we xin, ek mar bi we vedin carna bi we re dikenin û gava pêwîst be dibêjin ”kekê Mesûd!”

Ev siyaset e, meriv ji neyarê xwe ra dibêje ”ez neyarê” te me. Gave p
Lê wisa diyar e ku hûn bi ken û silava Erdogan û Davutoglu xapiyan e, we Tirkiye êdî ji xwe ra wek dewleteke dost dîtiye. Û loma jî di roja teng da we ji Tirkiyê ji bo şerê li hemberî Daîşê alîkarî xwest. Heger we bizanîbûya tirk ne dostê we ye we jê alîkarî nedixwest.

Heger we heta nuha fêm nekiriye hêza esasî ya li pişt Daîşê Tirkiye ye ev ji ber nezaniya we ye. Ne tenê Tirkiye, dikane heta derekê tiliya Îranê û Îraqê jî di êrîşa Daîşê da hebe. Îro tunebe jî sibe dikane hebe…

Dibê hûn tim hesabê van tiliyan bikin û bi eşkerebûna wan jî tu carî matmayî nemînin…
Hêviya alîkariyê ji neyarê xwe nekin…

13 september 2014

Gava meriv ji dîroka xwe derzê negre netîce wiha dibe

Li ser navê Hak-Parê heyeteke ji 3 kesan(Bayram Bozyel, Newzad Teker, Reşîd Delî)ji bo ku derheqê qetlîama Şengalê da û êrîşên Daîşê da ji berpirsiyaran agahiyê bigre 5 rojan çûye Kurdistana başûr û raporek li ser bûyera Şengalê amade kiriye. Heyetê  gelek kes dîtine û bi gelek kesan ra peyivîye. Û dîtin û çavdêriyên xwe bi raporekê gîhandiye bîrûraya gişîtî.
Heyet di rapora xwe da fibêje, berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê gotine wan texmîn nedikir ku DAÎŞ ewê êrîşî Kurdistanê bike, wan êrîşeke wiha nedipa.
Çima texmîn nedikirin, çawa dikanîbûn bawer bikin ku Daîş ewê êrîşî kurdan neke, garantiya wê çi bû ne diyar e.
Li gorî rapora heya Hak-Parê, berî êrîşê bi çend rojan serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn bi gelek serokeşîrên sûnî ra civînek çêkiriye û serokeşîran gotine DAÎŞ êrîşî kurdan nake. Lê dû ra van eşîran bi Daîşê ra êrîşî kurdan kirine.
Û loma jî kurdan tedbîra xwe negirtine û xafil hatina girtin.
Û ya din jî di destê pêşmergeyan da çekên giran tunebûne û di destê Daîşê da çekên girn hebûne û wan berî êrîşî xofeke giran xistibû dilê însanan.
Tiştên berpirsiyaran wek sebebê reva pêşmergeyan nîşan dane ne sebebên cidî ne. Li gel van argumantan jî dikanîbûn gel di nava lepên qatilan da nehîştina û nereviyana.
Ez dibêjim ev plan yanî xapandina kurdan jî sedîsed ya Erdogan û Davutoglu bû, wan him ji kurdan ra gotin DAÎŞ îşê xwe ji we nayne û him jî çend serokeşîrên ereb şandin ba kurdan û xapandin. Ji bo ku kurd xwe ji şer ra amade nekin û xafil werin girtin.
Yanî bi kurtî Tirkiye li pişt îşxala Şengalê ye. Ez ji roja roj da ye di vê baweriyê da me û min çend caran jî got Erdogan û Davutoglu li pişt DAÎŞê ne. Ji xwe nuha di vî warî da gelek belge û delîl hene.
Tirkiyê xwest bi destê DAÎŞê Kurdistanê bide îşxalkirin û hukûmeta Kurdistanê bixîne. Yanî tiştê wan nikanîbû bikira xwestin bi Daîşê bidana kirin.
Lê mixabin kurdên başûr pir saf in, ji dîroka xwe baş tecrûbe û derz negirtine û loma jî heta nuha bi ”dostaniya” (!) Erdogan û Davutoglu xapiyan.
Lê nuh dîtin ku di roja herî teng da Erdogan û Davutoglu ji wan ra got, ” i m sorry !”, em nikanin alîkariya we bikin, çimkî merivên me di destê DAÎŞê da ne.
Lê bi dîtina min revandina 49 personalên seferata Mûsilê jî çîrok e, senaryoyeke Erdogan Davutoglu ye.
Berî her tiştî dibê kurdan baweriya xwe bi soz û garantiya tirk û ereban neanîna, dibê hertimdi tekikê û di haziriya xwe da bûna. Hertim li bendî êrîşeke wiha bûna. Ne pir dûr, hîn do bû Îranê  Emerîkayê li hemberî Seddam garantiyên wiha dabûn MeleMistefa Barzanî, lê dû ra rojke hat û alîkariya xwe ji nişkave qut kirin û kurd bi tenê hîştin û bûn sebebê têkçûna tevgera kurdê başûr.
Li alî din, heger kurdan heta nuha di warê leşkerî da tedbîrên xwe negirtine û hîn nebûna xwediyê çekên giran û cebilxaneyek mezin ev jî kêmasiyeke pir û pir mezin e.
Bira nebêjin kesî çek nedifirot me, pere hebe çek pir in, meriv dikane ji neyarê xwe jî çekan bikire. Û li ba wan jî pere pir bû, gelekên wan bûne milyarder.
Yanî bahaneya çekên me yên giran tuneye, ne sebeb û mazeret e, bi eksê wê qusûr e, kêmasiyeke wan.
Dibê hukûmetê ev tahlûke bidîta û li gorî wê tedbîrên xwe yên leşkerî û ewlekariyê bigirta. Û bi tu carî jî bi tirk û ereb û farisan baweriya xwe neaniya.
Serokê herêma Kurdistanê û hin berpisiyarên kurd yên din di dema îşxala Mûsilê û revandina personalên sefarata Tirkiyê da digotin wan îstîxbarata êîrîşa DAÎŞÊ girtibû û hukûmeta merkezî jî ji vê yekê agahdar kiribû. Lê Malikî tedbîra xwe negirtibû.
Baş e we ev îstîxbarat çima ji bo xwe negirt?
Çima we li hemberî vê êrîşê tedbîrên xwe negirtin?
Yanî di vir da him di warê leşkerî û him jî di warê îstîxbaratî da kêmasiyên hukûmetê pir mezin e.
Madem çekên we têr nedikir û we dizanîbû ku hûn nikanin bi DAÎŞÊ ra şer bikin, wê demê dibê we bajar û herêm berî êrîşî vala bikira, berî êrîşê milet ji herêmê dûr bixista û nehîşta qatilên DAÎŞÊ vê zulmê û qetlîamê bikin.
Bi kurtî di vê trajediya kurdên êzdî da him sûcê berpirsiyarên herêma Şengalê yên leşkerî û him jî yên hukûmetê heye.
Sûc û kêmasiya herî mezin baweriya bi neyar e, terkkirina Şengalê û tenêhîştina gel di nava lepên qatilên Daîşê bû.


Ji bo guhertina civatê wext û xebat lazim e


Kekê Tosin, mesela îslamê û hin tiştên di Quranê da hene ne li gorî civat û dinya îro ye, ne mimkûn e ku werin qebûlkirin rast e. Loma jî min di nivîsa xwe ya berê da got dibê dînê îslamê jî  miheqeq were reformkirin. Di vir da di nabêna me da tu dubendî tuneye.
-Bi dijayetiyê kurd dev ji dînên xwe bernadin, ji bo guhertina civatê xebat û wext lazim e.
Şêx Xeznewî alimekî mezin e, ew îslamê baş dizane, loma jî tiştê gotiye miheqeq rast e. Lê ew tiştên di Quranê da hene ne ji bo kesên ne misilman tenê, ji bo kurdên misilman jî dikin û kirine.
Û ne tenê hêzên îslamî, yên ne îslamî jî li hemberî kurdên misilman eynî hovîtî kirine û dikin. Û tu wek ivîskarekî kurd van tiştan pir baş dizanî.
Ma Seddamê ne ”îslamîst”, ”laîk” û heta  ”sosyalîst” û hevalê kominîstan di nabêna salên 1987-1988a da bi navê ”enfalê” nexwest qira kurdên misilman bîne?
Tiştê do Seddam anî serê kurdên misilman îro Daîş û hinekên din di bin nav û aleke dînî da bînin serê kurdan. Lê hedef yek e, çênebûna Kurdistanê û bindestmayina kurda ye.
Ma ”enfal” çi ye?
”Enfal”, nave sûreyeke Quranê ye, tê maneya xenîmet û malên di şer da ji neyar tê girtin. Enfal talan e, mal û milk û canê di şer da bi zor ji neyar tê stendin e.
Yanî Beesiyan navê qirkirina kurdan ” kirinenfal”.  Tiştê îro li Şengalê anîn serê kurdên êzdî, anîn serê kurdên milsilman jî. Û him jî gelekê caran.
Yanî ji bo wan pîvaz çi sor , çi spî, kurd çi êzdî çi misilman, çi kurmanc, çi soran û çi zaza qet ferq nake. Her kurdê dibêje ez kurd im û doza Kurdistanê dike hedef û neyarên wan e.
Loma jî dibê meriv êrîşa DAÎŞê tenê bi îslamê û misilmanbûna wan û bi êzdîtya kurdên Şengalê ve girê nede. Ereb, tirk û farisên ne îslamîst, liberal û democrat jî eynî tişt anîne sere me û hîn jî tînin.
Kekê Tosin, ev sê sal in hêzên îslamîst El Qaîde, El- Nusra, DAÎŞ û yên din bi alîkariya Tirkiyê li Kurdistana rojava eynî tişt anîne sere kurdên misilman jî, dest avêtin namûsa wan jî, heta meleyekî ereb fetwa da, got mal û jinên kurdan li mucahîdan helal e. Yanî li gorî dînê îslamê fetwa tecawiza jinên kurd dan. Ne mimkûn e te ev nebihîstibe.
Yanî ev ne cara pêşî ye neyarên me vê zulmê li me dikin, berê jî kirine û nuha jî dikin û tu ferqê nabêna kurdên misilman û êzdî, elewî, çep û rast.
Îro li kuçe kolanên Tirkiyê û Kurdistana bakur bi sedhezaran kurdên misilman yên ji Kurdistana raojava parsê dikin, bi sedan keç û jinên kurd ketine riyên xerab. Ewji ber Daîşê reviyane, mal û milkên wan hatiye talankirin. Merivên me yên ji Serêkaniyê hatibûn Wêranşarê ji min bi xwe ra gotin, ”heger xortên kurdan nehatana hawara me tecawizî me hemûyan dikirin…”
Ne mimkûn e wek ronakbîrekî kurd haya te ji van tiştan tunebe, tu nizanibe Daîşê û yên din çi anîne serê kurdên misilman.
Ez bawer nakim qatilên DAÎŞê di dema îşxalê da kurdên misilman û êzdî, jinên misilman û êzdî ji hev qetandibin, dest nedabin kurdên misilman û yên êzdî kuştibin, dest avêtibin namûsa wan tenê.
Kî tiştekî wiha bibêje jî dibêje jî dibê ronakbîrekî wek te, ku hemû jiyana xwe daye kurdayetiyê tiştekî wiha nebêje, kurdên misilman nexe bin tohmeteke wiha giran, neke hevalê neyar.
Ji bo ku Şengal ji destê neyar were rizgarkirin bi hezaran keç û xortên kur, pêşmerge û gerîla şer dikin, canê xwe didin.
Li seranserê Kurdistanê bi sedhezaran kurdên misilman diçin gazî û hawara birayên xwe yên êzdî.
Di rojnaman da heye, di googlê da lê binêre tu yê bibîne, berî nuha bi salekê jinên kurdan gotine çeteyan li Sûriyê dest avêtine namûsa wan.
Ma di dema enfalê da van misilmanan nêzî 200 hezar barzanî nekuştin, bi sedan jinên kurdên misilman nerevandin û nefrotin şêxên ereban?
Ji wan keç û jinên enfalê 18 heb firotibûn Misrê, çeteyên sektora seksê. Kî bûn, navê wan çi bû, ji ku bûn medyayê hemû nivîsî. Ez li jêr lînkên van xeberan diweşînim.
Yanî ne rast e meriv bibêje DAÎŞê tenê dest avêtiye jinên êzdî. DAÎŞê jî û yên din jî gelek caran dest avêtine namûsa kurdên misilman û jinên wan jî wek koleyan firotine.
Ya din ez hovîtiya DAÎŞê bi şexsan ve girê nadim, belavocî wê, ez bi îdeolojiya nasyonalîst ya ereban, bi Beesê ve girê didim û dibêjim, dîndar ne dîndar hemûyan jî eynî zulm li me kirine. Di şeran da qet ferq nexistina nabêna kurdên misilman û nemisilman. Dema hewce dîtine alimên kurdan yên herî mezin jî bi darda kirine.
Lê ji ber ku di Quranê ”enfal” û gelek nayên qebûlkirin hene her misilman eynî tiştî nake. Her misilman Quranê û her tiştê di Quranê da heye napêrêze.
Gotina te ”gelek kudên misilman yên Şengalê piştgirtîya Daîş kirin.” helbet îdîayeke pir cidî ye. Bi dîtina min ji bo îdîayên wiha dibê meriv pir bi temkîn be. Lê heger bi rastî hin kurdên misilman xiyaneteke wiha kiribin helbet bênamûsî ye. Bes dibê meriv ji bîr neke kesên wiha bêxîret di nava her civatê, her miletî û her dînî da hene. Û kesên wiha bi kurdên misilman ra jî eynî îxanet kirine. Bi tu nizanî bi ji nava PKKê bi sedan îtîrafçî û xayin derketin û ne tenê alîkariya dijmin kiriin, bi dijmin ra dost û havlên xwe jî kuştin.
Yanî ezdibêjim îxanetên wiha ji dîn wêdetir, meseleyek şexsî û şexsîyetê ye. Hin însan ji ber hin sebeban, di hin şertan da pir pîs û rezîl dibin.
Lê li alî din jî bi milyona kurdên misilman, bawermend alîkariya birayên xwe dikin. Û ew di piraniyê da ne. Erê ji mera hîn pir lazim e, hîn gelek kêmasiyên kurdên misilman hene, lê li gel vê jî pêşketinek baş heye. Dibê em aliyê baş jî bibînin û tenê qala çend numûneyên xerab nekin.
Û ya din jî dijminatî, reşkirin û pîskirina îslamê û misilman jî barê kurdên êzdî ivik nake, jiyana wan rehet nake. Bi dîtinamin ewê dostên wan kêm û dijminên wan kêm bike. Ez ji vêditirsim. Ez dixwazim kurdên êzdî ji Şengalê dernekevin, ji Kurdistanê dûrnekevin, li Ewrûpayê belav nebin. Gel feqîre, zulm dîtiye, gelek kes dixwazin piştî vê qetlîamê venegerin Şengalê, tiştekî wiha felaket e, dibê meriv nehêle êzdî ji erd û ava xwe dûr kevin. Heger derkevin Ewrûpa cenabê te jî baş dizane piştî çend cîlan ewê biqedin. Ji bo ku êzdî neqedin, li Kurdistanê bibînin, dibê meriv kurdên misilman li ber çavên reş neke, wan netirsîne, teşwîqî reva welatên xerîb neke.
Erê hinekî dirêj bû, lê hêvî  dikim feydeyekê wê bigihîje xurtkirina biratî û huba kurdên êzdî û misilman.



Tosinê Reşîd
 Çawan Şêx Xeznewî eşkere got, çi van cîhadîya ki,r di Quranê de heye û ev kirin raste-rast bi ola îslamê ve tên grêdan. Ewên dibêjin kurdên misilman jî, wek êzdîya ji Şengalê revîn, bira ji bîra nekin, wekî gelek kudên misilman, yên Şengalê, piştgirtîya Daîş kirin. Dibe ku hinek zordarî li kurdên misilman jî kiribin, lê dîsan jî mêr û zarokên misilmanan bi kom ne kuştin. Bi namûsa jin û keçên misilmanan re nelîstin, jin û keçên wan dernexistin bazarnê kola.
Hûn dixwezin vê hovîtîyê bi kesan ve girê bidin, lê ji herçar perçên çihanê bi navê îslamê diçin nav rêzên Daîş. Ma ev yek tiştekî ji we re nabêje.

Aso Zagrosi: Saddam Mahkemesi, Enfal ve Kürdler
http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=681

Devletsizliğin Gölgesinde Enfal Katliamı Ve Kürt Kadınları / Ömer AYBAR
http://www.enternasyonalforum.net/kadin-sorunu/2812-enfal-katliami-ve-kurt-kadinlari.html

Rojava'da kadınlara 'saatlik nikah'la tecavüz(Li rojava muamela firotinê bi jinan tê kirin)
Müslim:"Camilerden, 'Kürt Kadınlara Tecavüz Helaldir' Çağrıları Yapılıyor!"(Li mizgeftan banga tevawiza jinên kurd helal e tê kirin)



12 september 2014

Dîlgirtina personalên sefaretxana Tirkiyê ya Mûsilê senryoyeke Erdogan û Davutoglu ye

Ez dibêjim pir mimkûn e ku revandina 49 personalên sefareta Tirkiyê ya Mûsilê lîstikeke hukûmeta AKPê be. Ji bo ku Tirkye di tifaqeke li dijî DAÎŞê da cî negre û alîkariyê bi welat û hêzên li hemberî DAÎŞê ra neke. Tim bahaneya kesên di destê DAÎŞê da bide pêş û bibêje weleh em nikanin di tifaq û cepheyeke li dijî DAÎŞê da cî bigrin, çimkî 49 kesên me di dest wan da ne. Em naxwazin jiyana mirovên xwe têxin tahlûkê.

Û ji xwe ji Emerîka û kurdan ra eynî wiha jî dibêjin, ”em naxwazin jiyana 49 hemwelatiyên xwe têxin tahlûkê…”

Ji ber ku Tirkiye li pişt DAÎŞê ye, plana Erdogan û Davutoglu ew bû ku bi destê DAÎŞê Kurdistana başûr bide îşxalkirin. Yanî tiştê Tirkiyê nikanîbû bi xwe bikira xwest bi destê DAÎŞê bida kirin. Heger ne Emerîka bûya DAÎŞ diçû heta Hewlêrê.

Li alî din heger bala we dikşîne, medya tirk jî qed qala bûyerê nake, fena ku hewqas însan ev 3 meh in ne di destê DAÎŞê da bin. Heger tiştek, pîlanek di bin vî îşî da tunebûya medyayê her roj qala bûyerê bikira, zor bida hukûmetê, bigota ka hûn çi dikin?

DAÎŞ ji Tirkiyê çi dixwaze?

Lê bêdengiyeke pir mezin heye, heta ji malbatan jî tu deng dernakeve.
Hukûmet nabêje DAÎŞ ji me çi dixwaze?

Heta ji wan tê meselê tevranakin û bi dizî digrin.
Bi dîtina min di vî îşî da anormaliyek heye. Ji xwe şiklê revandina wan jî pir bi şaîbe ye.

Berî îşxala Mûsilê bi kêma nî bi rojekê her kesî dizanîbû ku Mûsil li ber ketinê ye.

Hemû dewletan sefaretên xwe vala kiribûn û ji Mûsilê derketibûn.

Tenê Tirkiyê sefareta xwe vala nekir, heta jin û zarik jî texliye nekirin.
Û di dema îşxalê da jî li gel bi dehan parêzvanên wan yên çekdar, qet xwe neparastin û bi emrê Davutoglu çete bi rehetî bera hundur dan.

Loma jî pir ne dûr î aqilan e ku ev revandin sanaryoyeke hukûmetê û Davutoglu be…

XXX
Heta Kurdistan çênebe tirk nikanin bibin xwedî siyaseteke bi îstîkrar. Ji ber ku micadele û liberxwedana kurdan balansa siyaseta wan xera kiriye

FLASH !
-Pentagonê biryar da, firokeyên xwe yên şer li Hewlêrê bicîh bike !
Ser xêrê be, elameta xêrê ye...


XXX
Kurdên êzdî ewê bimînin li vî erdî
hemû neyar ewê bimrin bi wî derdî