31 oktober 2014

Civîna we deh rojan jî dom bike hûn mahkûmî wendakirinê ne

Civîna Heyeta Ewlekariya Millî(MGK) do cara pêşî di bin serokatiya Erdogan da top bû. Civînê tam 10 seet û 20 deqe ajotiye. Li gorî medya dinivîse ev civîna MGKê ya herî dirêj bûye.
Sebebê vê dirêjayiya civînê bi îhtîmaleke pir mezin mesela kurd e. Erdogan li hemberî kurdên Kurdistana bakur, başûr û rojava gelek dek û dolaban digerîne, planê li ser planê çê dike.
Dewleta tirk nuha bi hemû dezgehên xwe li hemberî kurdan di alerimê da ye. Dixwazin kurdan bifetisînin.
Sibe roja Kobanê ya nevnetewî ye. Li seranserê Ewrûpa, Kurdistanê û Tirkiyê ji bo piştgiriya Kobanê û li dijî Daîşê ewê meş û protesto werin li dar xistin. Dibê kurd bi dîqet bin û neyên provakasyonan.
Ji ber ku dewlet ewê bixwaze li hin deran bi destê ajan û provaktirên xwe provaksyonan bikin û kurdan bi hev bidin kuştin. Dibê kurd bi Huda-Parê neyên hemberî hev.
Ev hukûmet ji bo kurdan tiştên pir xerab difikire û dixebite tiştên pir xerab bike.
Ji ber ku li Sûriyê kurd nêzî azadiyê û li Îraqê jî nêzê serxwebûnê bûne. Ji bo ku rê li ber van serkeftinên kurdan werin girtin hukûmeta AKPê amadeye her xerabiyê, her provakasyonê bike.
Êrîşên Daîşê jî perccakî vê konsepta Erdogan û Davutoglu ye.

XXX
Parlamenterên AKPê yê Stenbolê Burhan Kuzu, ji ber ku HDPê ji bo piştgiriya Kobanê bangî gel kiriye ku sibe dakevin kolanan gotiye ”Ev tam kêmaqilî ye, ancax rêxistineke terorîst wiha dike.”
Xwedêgiravî Kuzu ”profesorê” huqûqê ye, lê li gorî vî profesorê derewa li Tirkiyê dîsa jî meş û protesto ji bo kurdan sûc e, terorîst karê wiha dikin.
Pir ne dûr e sibe hukûmet ji HDPê ra jî bibêje ”partiyeke terorîst” e…

XXX
Nuha, gava helbestên te dixwînim, nuha gava li rismê te, li wî kenê te yê nemir temaşe dikim, ferq dikim ku min çiqasî bêriya te, bêriya qelema te, bêrîya dengê te kiriye.
Xwezî te nuha serê xwe ji gorrê rakira
û du gotin jî li ser şêrgeleyên Kobanê bigota.
Arjen Arî, şairê nemir, emê tim û tim bi evîn û bêrîkirin te bibîr bînin.

XXX


Em kurd çiqasî azadîxwaz, pêşverû û demokrasîparêz bin, civateke vekirî û medenî bin, li hemberî fikir, bawerî û nasnameyên cuda xwedî tolerans bin ji me ra baş e. Ev yek li dinyayê, li Ewrûpayê îmajeke baş ji me ra peyda dike. Sempatiya dinya medenî li hemberî me zêde dike.
Êdî kes ji civat û dewltên girtî, bêtolerenas, totalîter hez nake. Azadîxwazî û demokrasîparêzî me dike mitefikê hêzên demokrat û dinya medenî.

30 oktober 2014

Dersa dibê em kurd ji trajediyên Şengalê û Kobanê bigrin


-Tirk, çi rast, çi çep, çi dîndar û çi jî wek milet mar in, dibê meriv tu carî baweriyê pê neyne.
-Ereb bêûjdan û hov in, ji însaniyetê merivên tahlûke ne.Tebîet, qerekter û kultura wan li dijî medeniyetê û demokrasiyê ye. Ereb, medeniyetê, demokrasiyê li hemberî hebûna xwe wek tehdîdekê dibînin. Dibê kurd xwe ji ereban, ji jiyana bi ereban ra dûr xin.
-Neyartiya hêzên kurdan bi hev ra malwêranî ye.
-Yekîtî, hevkarî, dostî û biratî li hemberî neyaran sîleha kurdan ya herî mezin e. Kilîta azadî û serxwebûna kurdan di yekîtiyê da ye.
-Kurdê neyartiya hêzên kurd bike, tim wan pîs û xerab nîşan bide, yekîtiyê nexwze merivê xerab e û dibê meriv rû nedê, biqewitîne û tu carî neke berpirsiyarê xwe.
-Êdî dem hatiye ku kurd bi rengekî bêtirs mafê çarenûsa xwe, mafê serxwebûna xwe biparêzin. Ji bo ku meriv bibe xwedî dewlet dibê meriv dewletê bixwaze…
-Dema ”sîlehan” derbas nebûye, heta ji kurdan tê dibê xwe çekdar bikin. Bêyî artêşke xurt, bêyî çek kurd hertim mahkûmî qetlâman e, ji tirk, ereb û farisan ra tim wek berxê qurbanê ne, kînga bixwazin ewê kêrê bidin hustuyê me…
XXX


Li gorî Rûdaw dinivîse û xeberên medya sosyal tirkan miameleyeke pir ne xweş bi pêşmeregeyên diçin Kobanê ra kirine. Bi taybetî jî bi pêşmergeyên ku bi balafirê çûbûn Rihayê.
Tirk ji pêşwazîkirina kurdan ya pêşmergeyan gelkî aciz bûne û ev aciya xwe jî pir vekirî nîşanî pêşmergeyan dane.
Helbet ev şêla tirkan ne surprîz e, li ruyê dinyayê herî bêtir ew ji kurdan nefret dikin. Nefretan tirkan ya ji kurdan bêsînor e. Loma jî pir normal e ku ew pêşmergeyan biêşînin. Heger bikanîbûna ewê hemû bişewitandina.
Dîsa li gorî xbereke di medyayê da belav bûye, Tirkiye dixwaze çekdaraên Artêşa Azad ya Sûriyê(AAS) jî bişîne Kobanê. Tirkan ji YPGê ra gotine heger hûn hêzên AASê qebûl nekin, em jî nahêlin pêşmerge derbas binin.
Bi îhtîmaleke mezin ev xeber rast e.
Min berê jî nivîsî, bi baweriya min di vê israra Tirkiyê da pîncîtiyek heye.
Heta nuha çima Tirkiyê hêzên AASê nedişand Kobanê?
Berpirsiyarê AASê wê rojê got kesên ew bişînin tuneye.
Lê Tirkiye israr dike.
Ma AAS girêdayî Tirkiyê ye?
Bira AAS bixwaze, çima Tirkiye vê daxwazê dike?
Kî dikane garantiyê bide ku yên li ser navên AASê herin ne çeteyên Daîşê ne?
Ji xwe heger nêtek xerab tunebe, planek tunebe Tirkiye tiştekî wiha naxwaze. Tirkiye ji bo alîkariyê tu hêzan naşîne Kobanê.
Miheqeq planeke wan heye, dixwazin bi riya çekdarên AASê problemekê ji kurdan ra peyda bikin.
Ji bo ku pîsî û xerabiya tirkan bînim zimên, dikim nakim gotinekê nabînim. Ew ji gotina pîs jî pîstir in.
Ew li dijî hebûna me û neyarên serê me ne.
Ev du meh in wan em kezebreşî kirin, hêvî dikim Erdoga, Davutoglu û Fîdan jî kezebreşî û kurmî bibin…

29 oktober 2014

Îro ez ji kêfê serxweş im…


Ji deriyê Xêbûr heta Surûcê, bi sedhezaran kurd daketine ser rê û dirban û bi zilxit, bi lîrandin û bi dilşadiyeke mezin pêşwaziyê li pêşmergeyên diherin hawara birayên xwe dikin.
 

Ji Silopiyê heta Surûcê hemû rê bi rengên kesk, sor û zer, bi alên rengîn xemilî ne. Kurd şervanên xwe, yekîtiya xwe, biratiya xwe pîroz dikin.
Her cara ku kurd li karê û tirk li zirarê derdikevin, her cara ku tirk wenda dikin û kurd bi ser dikevein, her cara ku hesabê tirkan yê mal û bajêr li hev dernakeve, xanima min dibêje, “erê weleh, Xwedê li heqiyê ye !”

Wa ye îcar jî Xwedê li heqiyê derket û îcar jî zaliman zirar kir, îcar jî hesabê wan pûç derket û kurd li karê derketin.

Erdogan û zilamên wî, bi şandina çeteyên Daîşê ser kurdan wisa bawer dikirin ku kurd ewê birevin û ewê tavilê Kobanê bigrin û dû ra jî efrîn û Cizîrê.

Bi vî hawî ewê destkeftiyên kurdên Sûriyê têk bibin, hersê kantonan jî ji ortê rakin.
Lê wisa nebû. Kurd nereviyan û Koban neket.

Di ser da Koban û Şengal him bû gorra çeteyan û him jî bû çîmentoya yekîtiya kurdan.
Vê êrîşa hovane miletê kurd li her çar perçên Kurdistanê rakir pêdarê û li hemberî vî neyarê dirinde û dewletên li pişt wan hêzên xwe kirin yek.

Nuha kurd li gorî du meh berê di her warî da gelkî xurttir in. Moralê wan gelkî bilindtir e.
Li gorî du meh berê, nuha dostên kurdan gelkî zêdetir in.

Yanî bi kinî bi van êrîşên neyarên me li zirarê û em li karê derketin.
Û bi piranî tim jî wiha dibe. Ew gorra me dikolin, lê ew tê werdibin.
Qey wek xanim tim dibêje, “Xwedê li heqiyê ye” lema wiha dibe…

Hêvî dikim ku Xwedê tim wiha li heqiyê be û planên zaliman bi ser ne

Li dinyayê dostên me zêde dibin

Ewrûpa û Emerîkiyê, elît û entellektuelên ewrûpiyan heta nuha tu carî sempatiyeke di vê derecê da li hemberî kurdan nîşan nedane. Ev cara pêşî ye ewrûpî kurdan nêzî xwe, nêzî nirx, norm û têgihîştin û hêjayiyên xwe dibînin.
Kurdan medenî û demokrat û neyarên me jî paşdamayî û hov dibînin.
Neyarên me bi îdeolojî û hovîtiyên xwe tirsê û xofê, em jî bi liberxwedan û toleransa xwe aramiyê baweriyê, xweşbîniyê didin mirovên ewrûpî.
Şerê Kobanê, liberxwedana keç û xortên kurd mil bi mil ev his di dilê ewrûpiyan da xurt kir.
Medya cîhanê bi sempatiyeke pir mezin qala liberxwedana şervanên kurd dike.
Ji bo pêşeroja miletekî hestên ewrûpiyan, hest û dîtinên mirovên civata herî pêşketî muhîm e.

XXX
Kurdê bi dîtina van rojan dilşa nebe, dilê bi dîtina konvoya pêşmergeyan di riya Kobanê da ji kêfa dîn û har nebe bira têkeve binê erdê çêtir e. Çûna pêşmergeyan ya Kobanê nîşan dide ku kurd yek milet e û Kurdistan jî yek welat e.
Milet, şert û dîrok kurdan mecbûrî yekîtiyê, mecbûrî çêkirina Kurdistanê dike.
Siyasetmedarê viya neparêze ewê biqede.

XXX


Ji Şerê Cîhanê yê Yekem û virda ye ev cara pêşî ye kurd bi rengekî eşkere, bi çek û cebilxaneyên xwe ve ji beşekî Kurdistanê diçin beşekî Kurdistanê din, ji bo ku alîkariya kurdên di şerda ne bikin.
Medya tirk xebera çûna pêşmergeyan ya Kobanê li gorî xwe didin, risman diweşînin.
Telewîzyonên tirk, malperên tirk çûna pêşmergeyan wek bûyereke mezin belav dikin.
Di dema derbasbûna pêşmergeyan da ji Silopiyê kurdekî dilşadiya xwe ji Rûdawê ra bi van gotitinên jêr aniye zimên:
” Şêrên Mistefa Barzanî tên hewara şêrên Abdullah Ocalan. Îro çar parçe Kurdistan bû yek, loma jî îro rojeke dîrokî ye !''
Lê malpera ANFê hîn jî çûna hêzên pêşmerge nekiriye xeber, hîn jî ne xwendevanên xwe yên kurdî û tirkî ji vê bûyera dîrokî agahdar nekiriye.
Aqilê meriv nagire, meriv nizane çi navî li vê sansorê ke!
Hêze diçe dijmin be jî wek medya meriv dibêje weleh vaye dijmin ji filan derê bi rê ket û diçe filan derê. Yanî xebera çûna wan dide.
Dibê hemû kurd hesabê vê bêdengiyê, vê sansora ser çûna hêzên pêşmerege malpera ANFê bipirsin?
Dema berpirsiyar û rêberên meriv çepên tirk bin ewê wiha be…

28 oktober 2014

Davutoglu: PKK jî wek Esed dijminê Tirkiyê ye


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di hevpeyvîna xwe ya bi BBC ra gotiye, ”Sê gurûpan em naxwazin li ser sînorên xwe bibînin: Rejîma Sûrî, Daîş û PKK. Vana hemû jî neyarên(dijminên) Tirkiyê ne. Ji bo Tirkiyê tahlûke û tehdîd in.”
Zikirkirina navê Daîşê formalîte ye, dinya alem dizane ku Daîş di bin emrê Tirkiyê da ye û bi rengekî bê nabên ji Tirkiyê alîkariya lojîstîk digre. Çeteyên Daîşê li Tirkiyê top dibin û di ser Tirkiyê ra derbasî Sûriyê dibin.
Yanî dijminbûna Daîşê dereweke bi boçik e. Daîş ne dijminê Tirkyê ye û tirkiye jî tu carî bi ç avê dijmin li Daîşê nanêre.
Loma jî li meydanê dimîne du dijmin: Rejîma Sûriyê û PKK. Dema PKK jî wek Esed dijmin be, dibê meriv KCKê, HDPê, BDPê û PYDê jî wek dijmin lê zede bike.
Çimkî gava PKK dijmin be, KCK, HDP, BDP û PYDe jî hayda hayda dijmin in.
Ji ber ku Davutoglu û Erdogan çend caran gotin ji bo wan tu ferq di nabêna PKKê û PYDê da tuneye.
Gotina dijmin pir muhîm e. Dibê PKK, kurd vê gotina Davutoglu sivik negrin.
Dijmin, meriv tu carî başî û ç êyiya wî naxwaze, jê nefret dike, dixwaze ji ortê rake, zirarê bidê.
Maneya xwe Davutoglu û hukûmeta wî, çawa ku dixwazin rejîma Esed wergerînin, Esed bixînin, her wisa dixwazin PKKê, KCKê, HDPê, BDPê û PYDê jî wek Esed ji ortê rakin.
Ji ber ku ew jî wek Esed dijmin in.
Yanî bi PKKê û PYDê ra lihevkirin, dostayî ne mimkûn e, ew dijminên Tirkiyê ne û Tirkye naxwaze wan li ser sînorên xwe, li welatê xwe bibîne.
Û di vî warî da jî Tirkiye tawîzê nade.
Bi baweriya min Davutoglu bêhemdî be jî, ji ber bêtecrûbetiya wî be jî siyaseta hukûmeta xwe ya li hemberî kurdan îfşa kiriye: PKK, HDP, BDP û PYD dijminên Tirkiyê ne û loma jî Tirkiye dixwaze wan ji ortê rake.
Îcar dema PKK, BDP,HDP û PYD dijmin bin, kîtleya wan, gelê bi wan ra jî dijminên Davutoglu û Tirkiyê ne.
Serokwezîrê ku PKKê, HDPê û PYDê terorîst û dijmin bibîne tu meselê çareser nake û tu mafî nade kurdan.
Dibê PKK êdî vê rastiyê bibîne û li gorî wê riyekê bide be

Çepên tirk PKKê û Ocalan ji şovenîzma xwe ra dikin maske


Çepên tirk û hin komunîstên kurd yên elewî di bin xêliya parastina Apo û PKKê da di her fersenê da neyartiya yekîtiya kurdan û miletê kurd dikin. Kurdan û seokên wan biçûk dibînin.
Heta nuha(bêyî Hasan Bîldiricî)min nedîtiye yek çepekî tirk bêyî ”Apo û PKKê” ji serokekî kurd yê din, ji partiyeke kurd ya din hez bike, ya jî bi başî qala wan bike.
Bêyî ”Ocalan û PKKê” hemû sero û siyasetmedarên kurd pîs in, paşverû ne, hemû partiyên kurdan hevalên neyarên xwe û piyonên emperyalîzmê ne.
Dostiya wan ya bi Ocalan û PKKê ra jî derew e, durûtî ye, ji bo ku wek tirk kanibin ji kurdan ra xeberan bidin, heqaretê li kurdan û serokên wan bikin Ocalan û PKKê diparêzin.
Yanî ji bo wan Ocalan û PKK maskeye neyartiya kurda ye

XXX
Dibê huqûqnasên kurd derbarê sûcên Erdogan, Davutoglu û Fîdan da dest bi topkirina belge û delîlan bikin.
Serokkomar Erdogan, serokwezîr Davutoglu û serokê MITê Hakan Fîdan li Sûriyê û Tirkiyê bi hev ra gelek sûcên mezin, sûcên li hemberî însaniyetê kirine û hîn jî dikin.
Daîş û hin hêzên din yên îslamî ji alî wan ve hatin organîzekirin û di bin însîyatîfa Tirkiyê da li Sûriyê ev şerê malwêran dest pê bû.
Îro li Kobanê jî Tirkiye şer dide domandin. Li ser daxwaza Tirkiyê he...

XXX
Daîş tumeneke artêşa Tirkiyê ye
Huukûmeta AKPê herçiqas soz dabe jî, lê ewê rê nede derbasbûna pêşmergeyan. Ji bo nehîştinê ewê hezarûyek derewan li hev bînin.
Ji xwe ev hefteyeke serî li kurdan digerînin û rê nadin çûna pêşmeryan.
Û ewê nehêlin jî. Gava rê bidin çûna pêşmergeyan dibê dev ji alîkariya Daîşê berdin. Bi dîtina min tiştekî wiha jî ne mimkûn e.
Ji ber ku Daîş ew bi xwe ne.
Daîş çeteyên dewleta tirk in.
Ma tirk ewê çawa bêhilin hêza wan ya ku li hemberî kurdan şer dike ji ortê were rakirin?
Dibê em xwe nexapînin.
Daîş tumeneke(10.000-15.000)artêşa Tirkiyê ye, ji alî generalên tirk ve tê îdarekirin û li hemberî kurdan hatiye çêkirin.
Ma ewê çawa bihêlin pêşmerge herin leşkerên wan bikujin?
Heta ji wan were, heta bikanibin ewê çûna pêşmergeyan bi derengî bixînin.
Dibê em dev ji vê safîtiyê û kêmaqiliyê berdin.
Erdogan dixwaze kurdan cara dawî biqedîne, pişta miletê kurd bişkîne, ne rojava û kantonan tenê, Kurdistana başûr jî ji ortê rake..



XXX
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî gotiye:
”Ya emê hemû bi hev ra bimrin ya jî azad bijîn!”
Lawê mêrê çê, lokê qemer, kelemê nav çavê neyaran gotineke xwes kiriye. Dibê hemû serokên kurdan biwêribin bibêjin, ”ya emê bi hev ra bibmrin ya jî bi hev ra azad bibin!”
Ev hedev, ev şîar, ev vîzyon dikane yekîtiya kurdan çêke û miletê kurd ji bondestiyê azad bike…

27 oktober 2014

Çepên tirk neyarên yekîtiya miletê kurd in

Bi baweriya min çep û komunîstên tirk yên di nava PKKê da bi piranî neyarên miletê kurd in. Qismekî wan jî ne çep mep in, merivên dewletê ne, ji bo ku provakatoriyê di nava medya PKKê da ne. 
Ji bo ku kurd yekîtiya xwe çênekin û Kurdistan çênebe di nava komel, dezgeh û medya PKKê da wezîfedar in.
Ez vê netîceyê ji kirin û gotinên wan yên li ser kurdan û ji neyartiya wan ya li hemberî yektîya kurdan derdixim.
Lê em ferz bikin ku ev ne rast e, em ferz bikin ku hemû çep û elewiyên komunîst û tirk bi rastî jî dostên miletê kurd û dilsozên Kurdistasnê ne.
Baş eev yek ewê çi feydeyê bide me, çi bi xwe ra bîne?
Gelo ev çend unsûrên çep dikanin çi feydeyê bigihînin têkoşîna me ya ji bo azadî û serxwebûnê?
Çimkî berî hertiştî ew çep û komunîs in, antî emperyalîst û antî Emerîkan in. Antî emperyalîzm, antî Emerîkanî sebebê hebûna wan e.
Ma tevgera kurd ya netewî bi siyaseteke antî emperyalîst, antî Emerîkan û antî Ewrûpa mimkûn e ku bi ser keve, yanî zora Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê bibe?
Ma tiştekî wiha mimkûn e?
Baweriya bi serketina siyaseteke wiha xeyal e, heftêûheft bavê me jî rabe di vê serdemê da bi îdeolojiyeke sosyalîst û bi hevalbendiya bi Demir Kuçukaydin û Dogan Durgun û kesên wekî wan ra û bi siyaseteke antî Emerîkan û antî emperyalîstiyê em çi bikin jî nikanin ji bindestiyê xelas bibin.
Ji bo ku em kanibin welatê xwe ji bin îşxalê derxin û gelê xwe azad bikin, dibê em piştgiriya Emerîkayê, Ewrûpayê û ya dewletên mezinbigrin.
Bêyî dostî û piştgiriya Emerîka û dewletên mezin heryekî me bergendî Rustemê Zal be jî têrê nake, me nabe azadiyê.
Çar dewlet, nêzî sê milyon hêzên çekdar û 200 milyon însanên li dijî azadî û serxwebûna me hene.
Dibê em hinekî biaqil bin û siyaseteke aqilane bidin ber xwe. Macaraperestiyê nekin.
Em mecbûr in bi Emerîka û Rojhilat ra li riyên hevkariyê û tifaqê bigerin. Bêyî alîkariya van dewletan, bi neyartiya van dewletan em nikanin zora neayrên xwe bibin.
Dibê em ne li dijî Rûsya û Çînê bin jî.
Esas bêyî herçar dewletên welatê me îşxal kirine heqê me tuneye em li dijî tu dewltê bin.
Em miletekî bindest in û muhtacî alîakriyê ne, kî alîkariya me bike mala wan ava be.
Tiştê ji bo me herî şaş û xetrer siyaseteke çep û hevalbendiya çend dewşirmeyên sosyalîst û komunîstên tirk e.
Dibê em kurd û PKK dev ji hevalbendiya van macareperest û sûtmûtên çep yên tirk berdin û ji xwe ra li qezenckirin û zêdekirina dosatan bigerin. Dostên kanibin feydeyekê bigihînin me.
Neyartiya Emerîka, Îsraîl û Ewrûpayê ya jî ya weletakî din ne karê me ye.

Medya PKKê hêlîna çepên tirk e

Medya PKK hêlîna çepên tirk û elewiyên komunîst yên ku ji kurdayetiyê fersah fersah dûr in.
Van kesên çep, maoîst, marksîst-lenînîst medya PKKê di her fersendê da wek wasite û platformeke li dijî kurdan, li dijî hevkarî û yekîtiya kurdan bi kar tînin.
Ji van kesan gelekên wan di bin maskeya çepîtiyê da ajantiya dewletê dikin.
Dil dixwest ku PKK êdî xwe ji van unsûrên çep, kemalîst û antî kurd xelas bike, lê belhazir hîn nekiriye.
Hemû kurdên welatparêz û miletperwer dibê li hemberî fîtne û neyartiya van unsûrên tirk û dijminên kurdan bêdeng nemînin.
Bi sedan, bi hezaran kurd, kurdên PKKyî û yên dilsozên PKKê dibê van kurmên bi zirar rezîl û riswa bikin. Fêsadî û neyartiya wan ya li hemberî kurdan, ya li hemberî yekîtiya kurdan tim deş îfre bike.
Li hemberî her nivîseke wan, dibê bi hezaran rexne were kirin û ji PKKê jî were xwestin dibê ew nava mala xwe ji van unsûrên bi zirar paqij bike.

XXX


Erdogan ji bo ku Kobanê ji destê kurdan derxe û bide Daîşê gelek dek û dolaban digerîne.
Nuha jî qala şandina 1300 çekdarên Artêşa Sûriya Azad(ASA/OSO) dike. Ji Emerîkayê ra dibêje were em ji dêlî pêşmergeyan çekdarên ASAyê bişînin Kobanê.
Û li aliyê din jî dibêje PYD jî wek PKKê terorîst e, ji bo me tu ferqeke wan tuneye. Û loma jî dibê Emerîka alîkariyê bi PYDê neke.
Û nuha jî dibêje bira 1300 çekdarên ASAyê herin Kobanê. Yanî derdê Erdogan ne alîkarî ye, xerabî ye.
Esas li ortê tu hêzeke ASAyê jî belhazir tuneye, çend hêzên biçûk hene ew jî hinek li Kobanê bi kurdan ra ne û yên din jî belav bûne, ya jî bi Daîşê ra ne.
Bi îhtîmaleke mezin tiştê Erdogan difikire, di bin navê ASAyê da şandina merivên Daîşê ne.
Erdogan dixwaze 1300 çete bi riya legal bişîne Kobanê û wek Hespa Turûvayê, Kobanê ji hundir da, bi xayintî îşxal bike.
Yanî ew 1300 kesên Erdogan pêşniyar dike çeteyên Daîşê ne, Erdogan dixwaze wan bişîne ser kurdan.
Ma li eniya wan dinivîse ew çi ne?
Dibê haya kurdan ji vê fêbaziya Erdogan hebe…

Tirk û ereb ne bes bûn, çeçenan jî xwe da ser


Zekî Ozmen dibêje, 
”Cîrana me ya çeçen nû ji Çeçenîstanê vegeriya. Dibêje: "Dema kurd li Ewropayê xwepêşandanan dikin, çeçen dibêjin ew li dijî me dimeşin." Li gor îfadeya wê, dijberiyeke kurdan bi awayekî ew jî nizane çawa û çima li wir(li Çeçenîstanê) afirî ye.”
Law qey heçuyê me kurdan carê qelişû ye! Tirk û ereb ne bes bûn, çeçenan jî xwe da ser.
Ez fêm nakim ew çi me dixwazin?
Me Çeçenîstan îşxal nekiriye. Me tu zulm û neheqî li çeçenan nekirye. Çima bi tirkan ra ew jî bela xwe di me didin, ew jî dijminatiya me dikin min fêm nekir!
Helbet ez dizanim tiliya tirkan û çeçenên Tirkiyê di vê neyartiyê daheye, lê dîsa jî dibê miletek hewqasî rehet û bêsebeb nebe neyarê miletekî din.
XXX

Wek hemû kurd û rêxistinên welatparêz PKKê, KCKê jî peymana Duhokê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kir û pesnê wê da.
Lê di rojnameya Ozgur Gundemê da nivîsên li dijî vê peymanê tên dîsa jî weşandin û gotinên gelek giran ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra tên gotin, Barzanî hîn jî wek dijminê PKKê û PYDê tê nîşandan.
Ji van nivîsan yek jî ev nivîsa Dogan Durgun e. Risim şaş derdikeve, ne yê Dogan Durgun e, yê  Dengir Mir Fırat e.
Dogan Durgun, bi gotineke herî sivik çepekî, tirkekî neyarê miletê kurd û yekîtiya kurda ye.
Mêrik guh nade PKKê û KCKê jî, PKK, KCK pesnê peymanê didin, dibêjin ji bo kurdan peymaneke dîrokî ye lê Durgun qet guh nadê, peyamê dike binê erdê.
Yekî hewqasî neyarê miletê kurd, çawa dikane di rojnmeya Ozgur Gundemê da heqaretên wiha li serokên kurdan bike, di nava kurdan da fêsadiyên wiha ji serê xwe mezintir bike, meriv matmayî dimîne.
Berpirsiyarên KCKê û PKKê çawa dihêlin di demeke wiha nazik da hin sûtalên wiha, hin çepên tirk yên xêrnexwazên kurdan  fêsadiyên wiha bikin, meriv fêm nake!
Dibê ne ez tenê, hemû PKKyî li hemberî weşandina nivîsên wiha îsyan bikin!

Risim şaş e, ne yê xwediyê nivîsê ye ! Risim yê Dengir Mir Fırat e.

26 oktober 2014

Qet xweş nekin tirk naçin Kobanê alîkariya kurdan

Malpera ANFê bi puntoyên mezin nivîsîye, ” MLKPyiyên li Kobanê şer dikin: werin şoreşê bibînin!”
MLKP, rêxistineke çep ya tirk e. Çend roj berê jî du xortên ji vê rêxistinê li Kobaê şehîd ketin.
Yekî nizanibe ewê bibêje weleh wa ye du tirk çûne li Kobanê bi kurdan ra li hemberî hovên îslamîst şer dikin.
Lê ev ne rast e, ew ne tirk in, kurdên elewî ne.
Bi texmîna min, him herdu xortên şehîd ketin û him jî ev herdu xortên din ne tirk in, kurd in, tu têkiliya wan bi tirkan ra tuneye. Ji ber ku kurd in, dilê wan bi gelê wan şewitîye û çûne hawara gelê xwe.
Tirk naçin, ne çepên wan û ne jî dîndarên wan naçin alîkariya kurdan.
Çep û rastên tirk di refên Daîşê da ne û li dijî kurdan şer dikin. Em beyanên partiya komunîst, ya karkir(Dogu Perînçek) û civînên dîndarên tirkan dibînin, hemû jî bi dil û can piştgiriyê didin Daîşê.
Bi hezaran çepên tirk hene, de bira herin piştgiriya kurdan.
Dibê em xwe nexapînin tirk naçin alîkariya kurdan. Yek du hebê çûne jî ne tirk in, kurdên dixwazin tirkan û Tirkiyê xelas bikin. Kurdên ne ji xwe ra, ji tirkan ra, li ser navê tirkan dixebitin.

XXX


Erdogan gotiye, ”Kobanê ne bajarê kurda ye, bajarê ereba ye…”
Bi vê gotinê diyar dibe ku Erdogan dixwaze kurd li Kobanê nemînin, Koban têkeve destê Daîşê.
Li gorî Erdogan ne Koban tenê, Surûc jî ne bajarê kurda ye, bajarê tirka ye.
Li gorî Erdogan Efrîn, Qamîşlo, Heseke, Serêkaniyê û Amûd jî ne bajarên kurdan in, hemû jî bajarên ereban in.
Ji xwe li gorî Erdogan li Tirkiyê, li Sûriyê, li Îraqê û Îranê yek bajarekî kurdan jî tuneye.
Dîsa li gorî Erdogan ne bajar tenê, Kurdistan jî tuneye, kurd jî tunene.
Ji ber ku dema bajarên kurdan tunebin, kurd jî tunene û dema kurd tunebin Kurdistan jî tuneye.
Erdogan bi rastî merivekî pir kirêt e, çamûr e, gava ez sûretê wî dibînim, dengê wî yê sexte dibihîzim madê min li hev dike…
Xwedê tehamulê bide kurdên her roj li Erdogan guhdarî dikin…
Û heta nuha hîn yek kurdî jî ji AKPê îstîfa nekiriye.
Qey însan carê bêxîret bibe eyarî wî jî pê ra fireh dibe, ji tu heqaretê nerehet nabe…

Bi agahiyên kurdan aqil didin kurdan


Nagahan Alçi xanima AKPyî, bi agahiyên kurdan dane wê, bi dilşadeyeke mezin gotiye netirsin kurd nabin yek, belovacî wê ji hev diqetin, ji hev digerin.
Di demên wiha bi teşxele da tirk dikevin panîkê, dixwazin rewşa kurdan ji hundur da bizanibin. Gelo kurd ewê yekîtiya xwe çê bikin ya na?
Aqilê kurdan hebe bersîva pirsên wiha nadin û nabin tercuman û înformatorên tirkan yên belaş.
Tirk pir meraq dikin bira kurdî fêr bibin, medya kurdî bişopînin, herin bigerin, wek rojnamevanên xelkê herin bigerin û dû ra analîzên xwe bikin.
Ne ku li buroyên gem, li pişt masê xwe pik bikin û dû ra jî telefonî kurdekî bikin û jê ra bibêjin, ”De hela ka bibêje di cepha kurdan da çi heye, çi tuneye? Rewşa Barzanî, PDKê û PKKê, PYD û YNKê çi ye? Tu dibêjî kurd ewê bikanibin yekîtiya xwe çêkin ya na?”
Û piştî topkirina van agahiyan, di telewîzyon û rojnameyan da wek pisporên kurdan aqil bifroşin kurdan û tirkan…

XXX


Min îslamîtên tirk baş taqîb nedikir. Ji îşxala Şengalê û Kobanê virda ye hindik be jî ez wan taqîb dikim, bala xwe didim beyan û dîtinên wan yên derbarê kurdan da.
Bawer bikin îslamîstên tirk ji faşîstên MHPê faşîstir, xerabtir û zalimtir in.
Yanî ji bo me kurdan di nabêna AKPê, MHPê, Partiya Kumunist, Partiya Karkir(Dogu Perînçek)Ozgur-Derê, Partiya Saadetê û partî û rêxistinên din da tu ferq tuneye, hemû jî dilxwaz û şervanên Daîşê ne.
Hemû jî gav û saetê dua dikin da ku Daîş bi ser keve û li Kobanê û Kurdistana rojava hemû kurdan qetil bike. Û bi vî rengî ewê jî wek dîndar, faşîst, sosyalîst û komunîstên tirk ji çend milyon kurdî xelas bibin.

25 oktober 2014

Xwedê me kurdan ji dostên wiha mahrûm bike!


Di nava tevgera legal, dezgeh û medya nêzî PKKê da mixabin gelek kesên çep, kemalîst û nîjadperestên tirk hene. Bêyî PKKê û Apo, ew ne ji kurdên din hez dikin û ne jî tu derdekî wan ê yekîtiya netewî heye. Derdê wan komunîzim û antî emparyalîzm e. Û ya din jî bêyî PKK hemû hêzên din pês in, meletperwerên paşdamayî ne.
Û ji xwe ew neyarên neteweperweriya kurd in.
Li gorî wan karê kurdan û PKKê yê esasî dibê li Îranê, Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê şoreşeke sosyalîst çêkin û yekîtiya gelan pêk bînin…
Ew carnan pesnê Apo didin, lê di esasê xwe da ew li dijî azadbûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ne.
Di nava medya û tevgera PKKê da wezîfeya wan ya esasî tim fêsadî û xerakirina tifaqa kurdan e. Tim êrîşî kurdên din, partiyên din û bi taybetî jî êrîşî PDKê û Barzanî dikin. Ji br ku li Kurdistana başûr hêza miletpewer ya herî mezin û li hemerî wan asteng PDK û Mesûd Barzanî ye.
Lomajî di her fersendê da êrîşî Mesûd Barzanî dikin, Barzanî li ber çavên PKKyiyan reş dikin.
Ew vê karê xwe yê bêyom di bin maskeya dostaniya PKKê û Apo da dikin. Kurdan tim li ber çavê hev reş dikin.
Mesela, Sirr Sureya Onderê xwedêgiravî gelkî dostê kurda ye, di vê dema ku hewcedariya kurdan bi tifaqê heye, ji bo banga Mesûd Barzanî û biryara parlamentoya Kurdistanê ya alîkariya bi Kobanê ra gotiye, ”Dixwazin bi vê teşebusê ser eyba xendekên Barzanî dan kolan bigrin.”
Ji dêlî ku kêfxweş bibe û bibêje, weleh biyareke pir baş e, di rojên wiha teng da dibê kurd bibezin alîkariya hev.
Lê Onder wek tirkekî li dijî tifaqa kurdan û li dijî miletperwerên kurd lekeyekê dixe ser vê alîkariya kurdên başûr û fêsadiyê dike, kurdên PKK li dijî kurdên başûr û Mesûd Barzanî pîj dike.
Helbet ev ne gotinên dostan e, yekî dost û paqij di rojeke wiha da van gotinan nabêje, vê alîkariya kurdên başûr li ber çavê kurdên bakur wiha reş nake. Û ev kes jî bi rayên kurdan bû parlamenterê kurdan.
Xwedê me kurdan ji dostên wiha mahrûm bike, amîn !
Mixabin kesên wiha di nava tevgera PKKê da hîn jî xwedî kursî gotin in…

XXX


Îro roja hevkariyê ye
Her kurdê miletperwer dibê îro neyartiya PDKê û Barzanî û ya PKKê û PYDê neke û kesên neyartiya van hêz û partiyan dikin jî xweş nebîne.
Ev yek nayê wê maneyê li ser van partiyan tu fikir, dîtin û rexneyên meriv tuneye.
Na ev tiştekî din e.
Îro em, PKK, PDK, KCK, YNK, PYD, PAK, Hak-Par yanî kurd wek milet di eniya şer da ne, di eniya şer da meriv nakeve gewriya hev, meriv bi hev nakeve, meriv bi neyarê xwe ra şer dike.
Guh nedin vitevita fesad û gelacên bêkêr. Neyar bi artêşa xwe ya hov ketiye welatê me, serê me jê dikin, tecawizî namûmsa me dikin.
Heger piçek xîret bi me ra hebe emê dev ji neyartiya hev berdin û bi hev ra li ber xwe bidin, şerê neyarê xwe xwe bikin.

Erdogan hîn jî li dû ketina Kobanê ye

Nuha jî tê gotin ewê 130 çekdarên Artêşa Sûrîya Azad(ASA)herin Kobanê. Û Tirkiye jî piştgiriya şandina vê hêzê dike.
Ez nizanim ev ji ku derket? Ev 40 roj in kurd li Kobanê şerekî man û nemanê dikin ASAyê rojekê negot ezê herim alîkariya Kobanê. Îro ev ”camêrî û xêrxwazî”(!) ji ku derket?
Ez bi xwe bi şik li vê meselê dinrim.
Gelo YPG çi difikire, derbarê çûna vê hêza ASA de YPG çi dibêje?
Ya helbet şêla Emerîka jî muhîm e, gelo Emerîka çi dibêje?
Ya muhîm ew e. Gelo YPG û aliyê kurd baweriya xwe bi vê hêzê tînin?
Ji ber ku pêşniyar ya Tirkiyê ye û Erdogan bi israr dixwaze ASA hêzeke xwe bişîne Kobanê.
Ez xwe bi şik û tirs lê pêşniyarê dinêrim. Çimkî pêşniyar ya Tirkiyê û hêza biçe ereb e. Loma jî sebebê em kurd bi şik û bi tirs li vê meselê binêrin pir in.
Ez dibêjim madem pêşniyar ya Tirkyê û Erdogan e, wê demê sedîsed pîlaneke Erdogan li hemberî kurdan heye.
Dikane wiha be, tiştê nikanîbû bi destê Daîşê bi dest xe, dixwaze îcar bi riya ASAyê biceribîne, îcar jî ASAyêbera bedena kurda bide.
Ez bi xwe ji tu tiştekî Tirkiyê bawer nakim, her rengê ”alîkarî” û tevlêbûna wan, ez wek nêteke xerab û kemînekê dibînim.
Tirk hingiv bidin min û destên xwe li Quranê xin bibêjin ev hingiv e, ezê dîsa bibêjim na jahr e û nexwim.
Yanî Erdogan û Davutoglu çi bibêjin ezji wan û ji dewleta wan bawer nakim.
Salih Muslim merivekî biaqil e, tirkan baş nas dike,hêvî dikim neyê lîstikê û nekeve kemîna tirkan.
Û ASA bi xwe jî ne dîwarekî saxlem e, piraniya serok kadirên wê nîjadperesên ereb in û neyarên kurdan e, heger fersend têkeve destê wan ji Erdogan bêbxtir û zalimtir in.
Tirkiyê, hukûmeta AKPê, Erdogan û Davutoglu dev ji siyaseta xwe ya tunekirina kurdan bernedane, ew hîn jî li dû xeyala xistina kantonên kurdan û têkbirina PYDê ne.
Siyasetmedarê, kurdê viya nebîne kor e, kêmaqil e.

24 oktober 2014

Tifaqa kurdan maskeya gelekan dadixe


Demir Kuçukaydin, kumunîstekî tirk e, demakê wî jî di medya PKKê da aqil dida kurdan.
Kuçukaydin jî wek her çep û nîjadperestê tirk, ew jî hewil dide bi wî aqilê xwe yê sivik zirarekê bide kurdan, fêsadiyekê bike. Belkî çend kurdên nezan bixapîne.
Ji bo ku kurd li hev nekin, yekîtiya xwe çênekin û nebin xwedî dewlet, ew jî vala nasekine.
Vî zirtebozî, di nivîsaxwe ya da wî da wek marekî bi kurdan vedaye, yekîtiya kurdan ya li Duhokê ji xwe ra kiriye hedef, ev tifaqa kurdan ya dîrokî ”wek têkçûna PKKê û firotina Kurdistana rojava ji emeperyalîzmê bi nav kiriye.”
Demir Kuçukaydin, li ser yekîtiya kurdan ya li Duhokê gotiye,
”Belê, Kobanê li Duhokê ket. Ne tenê Koban, rojava jî ket. Ev ketin, ev têkçûn, zafera milîyetçîtiya paşverû û qebe(îptîdaî) ye.”
Li gorî vî neyarê kurdan yê sonxwarî yê çep, PKKê bi vê yekîtiyê xwe him di warê rêxistinî û him jî di warê îdeolojîk da xwe qedand. Dibê PKKê guh neda Barzanî û dev ji şerê antî emperyalîzmê û antî-emerîkaniyê bernda.
Lê Kuçukaydin li gel vê neyartiya xwe, di ber ra jî hinek aqil daye PKKê, gotiye xwe ji Barzanî, ji Emerîka, yekîtiya netewî û daxwaza dewletê dûr xe, ev yek ewê te wek partî biqedîne.
Tirk dibêjin, karwan dihere û kûçik direye, helbet qîmeta vî zirtebozî li ba kurdan bi qasî dînekî kuçan jî tuneye.
Meriv hêvî dike ku kesên wiha êdî li ber deriyê PKKê jî nemînin û neyarên wiha li ser xwe xwedî neke.
Dibê PKK medya xwe ji nîjadperest û neyarên wiha paqij bike. Vana ne dost, neyarên qewmê me ne. Li ser sifra me, bi perên me, di medya me da neyartiya me dikin, bi me dikenin…

XXX
Ji her bersîveke wî jîrî û kurdperwerî difûre...
Min nuha di malpera ANFê da hevpeyvîna bi serokê PYDê Salih Muslim ra xwend.
Gelkî kêfa min ji bersîvên wî ra hat. Siyasetmedarekî bi kapasîte û xwedî dîtineke netewî. Ji her bersîveke wî jîrî û kurdperwerî difûre. Neyarê xwe yê herê xedar Tirk pir baş nas kiriye, haya wî ji fêsad û gelacên kurdan jî tê ra xwe heye. Muslim gotiye, guh nedin fesadên medyayê …
Xwezî li Kurdistana bakur jî serokekî HDPê yê wiha kurd, wiha netwÎ hebûya.
Salih Muslim gotiye, ”Rejîm tirk di şêla xwe da israr dike. Hîn jî alîkariya çeteyan dike. Hîn do ji Axçeqelê 70 kes tevî Daîşê bûn û çûn li Kobanê şer bikin. Dibê hêzên navnetewî zextê bidin ser Tirkiyê, ji ber vê şêla wê Tirkiyê şermezar bikin. Ji Tirkiyê di ser Til Ebyed ra her roj tevlêbûn heye. Dîsa malzemeyên leşkerî her roj digihînin wan. Bênabên teqwiye dikin. Loma jî êrîş dom dikin…”
Yanî meriv dikane bibêje Daîş artêşa Tirkiyê ya bi dizî ye. Li ser navê Tirkiyê û bi emrë Erdogan li hemberî kurdan şer dike.



XXX
Her cara ez navê şehîdên Kobanê û Şengalê dibînim dilê min dişewite, kîn û nefreta min ya li hemberî Erdogan û dewleta tirk digihîje asîmanan.
Heta nuha bi sedan keç û xortên kurd li Kobanê şehîd ketin. Rojê navên çend şehîdan eşkere dikin.
Qatilên van keç û xortên kurd yên dereca yekê Erdoga, Davutoglu û Hakan Fîdan in. Çeteyên Daîşê piyon û celadên Erdogan û ekïba wî ne. Dibê him dê û bavên şehîdan û him jï miletê kurd vê yekê baş bizanibe.

Rih dibe bihost dewleta tirk nabe dost !

Ez bawer dikim ne hewceye ez bibêjim dewleta herî bêtir ji yekîtiya kurdan ya Duhokê nerehet e Tirkiye ye.
Heger Tirkiyê bikanîbûya ewê nehîşta civîn çê bibe û kurd yekîtiya xwe îlan bikin.
Ji ber ku îcar Emerîka ne li pişta Tirkiyê bû, loma jî Tirkiyê nikanîbû zêde mudaxele bikira.
Heta nuha Emerîkayê tim guh daye ”hesasiyetên” Tirkiyê, tim bi ya Tirkiyê û hukûmeta AKPê kiriye.
Belkî ev cara pêşî ye Emerîka guh neda Tirkiyê, Obama ji Erdogan ra dibêje, ”de wê da biteqize, here li ciyê xwe bikeve!”
Erê Îraq, Sûriye û Îran jî dijminên me ne, naxwazin em bibin xwedî dewlet.
Lê baş bizanibin ku dijminê herî xedar û herî koremar Tirkiye ye, tirk in. Ew wek dewlet 24 saetan wer li pey me ne, wer li xerabiya me digerin.
Ewê rojekê derkeve, Daîşê li ser daxwaza Erdogan êrîşî Şenglê û Kobanê kir. MIT û generalên tirk Daîşê sewq û îdare dikin.
Erdogan dixwaze Daîş hemû kurdên Kobanê û başûr bikuje, dixwaze li Sûriyê kurdek nemîne. Yanî hewqasî netyarê miletê kurd e. Lê ne ew tenê, ji Dogu Perîçekê çep jî eynî tiştî dixwaze, bi kêmanî ji sedî nodûnehê tirkan eynî tiştî dixwazin. Û ji xwe eşkere dibêjin jî.
Berxwedana kurdan ya li Kobanê kîmya wan guhert, dinya wan mehü kir, xeyalên wan hilweşand.
Lê li alî din berxwedana Kobanê em kurd kirin yek, bû çîmentoya yekîtiya me.
Baweriya me ya bi serxwebûnê û dewleteke serbixwe xurt kir, dinyayê ji nuh ve miletekî mezlûm, ji alî çar dewletan ve perçebûyî, lê tê ra xwe qehreman û azadîxwaz keşif kir.
Êdî em li herêma xwe hêza herî xurt û herî cidî ne, miletê herî medern û pêbawer in.
Ne dûr e, roj ewê li me jî hilê…



XXX
Do di medya tirk da xebera ewê OSO(Artêşa Azad ya Sûriyê)here li here li Kobanê li dijî Daîşê şer bike belav bû.
Salih Muslim gotiye, binaka vê xeberê tuneye, xeber vireke tirka ye. OSO beyaneke wiha nedaye û ji xwe hin grûbên girêdayî OSO bi me ra li hemberî Daîşê di şer da ne.
Muslim gotiye, armanca wan serê milet tevlihev kin. Xebereke ji bin da derew e. Dewleta tirk xeberên wiha ji bo serê milet tevlihev bike belav dike.
Dewleta tirk, medya tirk, hukûmeta Tirkiyê wek kûreya derewan dixebitin. Gava mijar dibe tu derew û bêxlaqiya nekin tuneye.

Hin rewşenbîrên êzdî bi hest û nasnameya gelê xwe dilîzin


 Ji îşxala Şengalê û Kobanê virda ye, ev sê meh in miletê kurd di şerekî man û nemanê da ye. Ji Şengalê û Kobanê bi sedhezaran kurd koçberî Kurdistana bakur û başr bûne û di rewşeke pir dijwar da dijîn.
Bi gotineke herî sivik neyarên me ferman li kurdan rakirine, Kurdistan dikele. Sê çar dewlet û milet li me kom bûne, dixwazin me qir bikin.
Hin siyasetmedar û rewşenbîrên êzdî vê rewşa kurdan ya nazik ya şer îstîsmar dikin û kurdên êzdî li hemberî hukûmeta Kurdistanê, li hemberî hin partiyan û li hemberî kurdên misilman pîj dikin, wan wekî neyarên kurdên êzdî nîşan didin.
Ev tahrîk û pîjkirina kurdên êzdî li hemberî kurdên din karê neyarên me rehettir dike û dibe sebebê ku hin êzdiyên nezan û hin kesên hevalbendên neyarên me bibêjin em ne kurd in, êzdî ne kurd in.
Helbet kes nikane kesî bi zor bike kurd. Yê bixwaze dikene xwe bike ereb, ermenî ya jî tirk. Lê ev ne tu rê ye û felaketa gelê êzdî û kurd e. Li ser navê ”siyasetmedariyê” û ”rewşenbîriyê” şerm e meriv di rojên teng da xwe ji kurdayetiyê dûr bixe.
Dibê rîsipî û rewşenbîrên êzdî rê nedin vê lîstika neyarên me û xapandina gelê xwe.
Dibê ”siyasetmedar” û ”rewşenbîrên” êzdî bi hestên gelê xwe, bi nasnameya gelê xwe nelîzin.
Xerakirin rehet e, lê çêkirin zor e.
Kurdên misilman û êzdî di dîrokê da çi anîbin serê hev jî gelê êzdî tu carî negot em ne kurd in. Lê di van salên dawî da bi peydabûna hin siyasetmedar û rewşenbîran ra ji nişka ve nekurdbûna êzdiyan hate kişifkirin.
Hinek êzdiyan dikin ermenî, hinik dikin ereb. Li gorî Prof. Dr. Îlhan Kizilhan dinivîse, ”di van demê nêzîk de şandekî êzîdiyan bi mirovên dewleta Tirkiyê û Iraq re hevdîtin pêk anîn. Tirk û ereb dixwazin êzîdiyan ji nasnameye kurdbûnê dûr bikin û wan li dijî Hikumeta Kurdistanê derbixin. Di nav hinek eşîrên êzîdiyên Şingalê de jî helwestek wiha heye.”
Heger ev îdîa rast be bi rastî ji bo me kurdan şermeke mezin e. Di rojeke ku li Şengalê bi dehan kurd ji alî çeteyên ereb û tirk ve tên kuştin bazareke wiha karekî dûrî aqilan e.
Dibe ku beyana Mîr Tahsîn, ”êzdî ne kurd in” jî beşekî ji vê planê ya li hemberî miletê kurd be.
Dema meriv şikê têxe ser nasnameya gelê xwe bêguman neyar jî ewê dest bi karê xwe bike.
Lê dibê neyê jibîrkirin roja kurdên êzdî ji kurdayetiê dûr kevin erb û tirk wek gurên har ewê tavilê wan bixwin. Ya ewê bibin ereb, tirk û ermen ya jî ewê ji ortê werin rakirin.
Li gel hemû kul û kêmsasî û neheqiyên kurdên misilman dîsa jî kurd li kurdên êzdî xwedî derdikevin, wan ji êrîşên hovan diparêzin û di ber wan da xwîna xwe dirjînin, êzdiyan ji celadên ereb û misilman diparêzin.
Erebên pênc hezar êzdî qetil kirin û bi hezaran keç û jinên êzdî revandin û li bazaran firotin bêyî kuştinê tu mafî nadin êzdiyan.
Nasnameya miletekî ne lîstik e, pê nayê lîstin, li gorî neheqiyî û zulma lê tê kirin nayê guhertin.
Zulm û zora ferdên miletekî li hemberî hev, wan ji nasnameya wan dernaxe.
Ev hezar û çarsed sal in erebên sunnî û şîî zulmê li hev dikin û hevûdu dikujin, lê yek jî nabêje em ne ereb in.
Yanî ji ber ku hin kurdên misilman zulm li kurdên êzdî kirine êzdî ji kurdayetiyê dernakevin.
Heger hin kudan zulm li kurdên êzdî kiribe, bi milyonan jî alîkariya wan kiriye û dikin, wan li hemberî kurdên misilman diparêzin, ji bo wan xwe didin kuştin.
Yanî mesele ne reş û spî ye.
Hinek rewşenbîrên êzdî qetlîama Şengalê ji celadên ereb bêtir dikin hustuyê kurdan û hukûmeta Kurdistana Federe. Fena ku ne celadên Daîşê, kurdan Şengal îşxal kiribe.
Ev tahrîk pir tahlûke ye, ne henek e. Netîceyên wê ji bo miletê kurd dikane pir xerab e.
Û ya din jî ev him ne rast e him jî ne exlaqî ye. Hin şaşî û kêmasiyên kurdan û hukûmeta Kurdistanê hebin jî kurd ne îşxalkarên Şengalê û ne jî celadên kurdên êzdî ne.
Heta nuha bi sedan kurdên misilman ji bo rizgarkirina Şengalê şehîd ketine.
Kurd, hukûmeta Kurdistanê xapiya, dibê bêtir bi tedbîr bûna, dibê hewqas rehet Şengal terk nekirina. Ev rast e. Lê bû. Ne Emerîka bûya, Hewlêr jî diçû.
Yanî xemsariya kurdan ne ji bo Şengalê tenê, ji bo Hewlêrê jî eynî bû.
Em wek milet di bin êrîşeke pir mezin da ne, ne êzdî tenê. Di demeke wih da dibê em nehêlin neyar bi gelê me bilîze.
Tiştê li Şengalê û li Kobanê hatiye serê miletê kurd trajediyeke pir mezin e. Bi sedhezarran kurd ji Şengalê û Kobanê koçber bûne û li Kurdistana bakur û başûr di nava şertên pir xerab da dijîn.
Partiyên kurd, miletê kurd li gorî îmkanên xwe hewil didin bi van koçberên Şengalê û Kobanê ra bibin alîkar.
Hêzên kurd û bi giştî jî miletê kurd di van rojên giran da ne kurdên êzdî û ne jî yên kobanî bi tenê nehîştin. Lê helbet gelek kêmasî hene, gelek rexne li hukûmeta Kurdistanê û li partiyên kurd tên girtin.
Ji van gazin û rexneyan hinek di cîda û bi heq in û hinek jî ne di cî da û neheq in.
Lê kêmasî û şaşiyên kurdan û partiyan çi be jî dibê meriv kurdbûna xwe, nasnameya xwe minaqeşe neke, nehêle neyarê meriv li ser minaqeşûe bike.

23 oktober 2014

Her bijî egîdê miletê kurd!

Endamê polîtburoya YNKê û pêşmergeyê gelê kurd yê bi nav û deng, tirs û xofa dilê rejîma Seddam Mela Bextiyar gotiye, ew dikane bi hêzên pêşmerge re here Kobanê û li wir wek pêşmgergeyekî şer bike.
Ez bawer dikim Mela Baxtiyar di vê gotina xwe da cidî ye û dema pêwîst be ewê bi dilşadî here Kobanê û li dijî artêşa hovan şer bike.
Lê neçe jî, ev gotina wî têr dike. Ev gotina wî nîşan dide ku ew kurdekî çiqasî netewî ye, ew ferqiyetê naxe nabêna tu bajar û herêmeke Kurdistanê.
Ji bo wî herder axa Kurdistanê ye, muqedes e û ew amedeye ji bo rizgarkirina wê axa muqedes canê xwe feda bike…
Ji bo vê beyana Mela Baxtiyar ez pir kêfxweş bûm. Her bijî siyasetmeda

XXX


Serok Mesûd Barzanî, piştî lihevkirina partiyên kurdên rojava li Duhokê got. ”Ev gava destpêka serketina gelê rojava ye û bersîveke ji bo hemû dijminên me. Ji ber vê gava dîrokî ez hemû partiyên siyasî pîroz dikim.”
Heger PDK, PKK, YNK û Goran û hizbên îslamî di vê qonaxa dîrokî da bi mesûliyet hereket bikin û yekîtiya xwe xera nekin Kurdistan çêbûye.
Û bi taybetî jî dostî û yekîtiya PKkê û PDKê ewê qedere miletê kurd biguherîne.
Nuha ji şertên der hemû di lehê me da ne, hemû dinya li hemberî ereb û tirkên hov piştgriya me dikin, dixwazin piştgriya me bikikn.
Tiştê kêm yekîtiya me ye, heger em kurd jî yekîtiya xwe çêkin, Kurdistana Sûriyê wek ya Îraqê ewê rizgar bibe û herdu beşên Kurdistanê ewê bi hev ra Kurdistanê ava bikin. Hêdî hêdî ewê dor were beşên Kurdistanê yên din jî…
De ser xêrê be û Kurdistan li we pîroz be…

Pişta me jî û kesê me jî em xwe bi xwe ne

Min tim gotiye û nuha jî dibêjim, dibê em kêmasî û şaşiyên hev bibêjin, rexeneyên xwe bikin, lê belê dijminatiya hevûdu nekin.
Di roja teng da yê were alîkariya me, yê destê biratiyê dirêjî me bike dîsa kurd in, dîsa hukûmeta Kurdistanê ye. Dîwarê herî saxlem yê ku em kanibin hertim pişta xwe bispirinê dîsa ew der e. Ji bo hemûn kurdan, ji wê çeperê baştir û saxlemtir tu çepereke me ya din tuneyeeee!
Helbet ji bo wan jî em û kurdên din wisa ne.
Lê gelek kurdên saf û nezan û yên ”çep” û "komunîst" xwe aciz dikirin, digotin ne wiha ye, ji birêz Mesûd Barzanî ra gotinên bêdeb dikirin, ew bi hevalbendiya Tirkiyê û bi neyartiya PKKê îtham dikirin.
Lê dîrokê nîşanî me hemû kurdan da dijminatiya hev kirin şaşiya herî mezin e, em çiqasî ne li hev bin, wek hev nefikirin û di nabêna me da gelşên siyasî û îdeolojîk hebin jî lê di rojên giran da dîsa em yên hev in, dîsa ji her kesî bêtir em dost û birayên hev in.
Dibê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin.

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye, alîkariya ji Kobanê ra ya ji hewa wek Tirkiyê em li dij bûn, lê Emerîka guh neda me û bi serê xwe kir.
Ê viya her kes dizane, ji xwe heger hûn ne li dij bûna Emerîka mecbûrî riya zahmet nedibû. Ji ber ku Tirkiyê rê neda şandina alîkariyê loma jî Emerîka serî li vê riya bi rîsk da.
Êdî her kurdî fêm kiriye li vê dinayyê neyarê miletê kurd yê herî mezin û tahlûke tirk in, Tirkiye ye.
Hûn bibêjin nebêjin em bi viya dizanin, ji ber ku hûn neyar in...

XXX
Çavê me hemû kurdan ronî be, partiyên Kurdistana rojava li hev kirin. Ev peyman wek peymana Duhokê ewê derbasî dîrokê bibe. Di vê netîceyê da ked û rola serokê Kurdistanê Mesûd Barzanîpir mezin e. Ez wî û hemû kesên keda wan di vê hevkariyê da heye pîroz dikim.
Heger ev hevkarî û yekîtiya PDKê û PKKê û PYDê berdewam be ewê qedere kurdan biguherîne…



XXX
Dema kurd alîkariya hev nekin, ne qûl û ne jî Xwedê alîkariya wan dike. Miletê hêza xwe kir yek û yekîtiya xwe ava kir zû dereng bi ser dikeve. Bi hêviya em êdî vê rastiyê bibînin.

22 oktober 2014

Parlamentoya Kurdistanê biryareke dîrokî girt

Parlamentoya Kurdistana Federe di rûniştina xwe ya îro da biryareke dîrokî da. Parlamentoya Kurdistanê, li ser banga serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîna xwe ya îro da bi yek dengî biryar da ku Kurdistana Federe hêzek pîşmerge bişîne hawara kurdên Kobanê.
Ez biryarê pîroz dikim. Kurd sînoran radikin û dibin yek milet. Kurdistana serbixwe nêz e.

XXX
Gelî kurdan, dîrokê wezîfeyek daye me, ya em ya tirk. Ya emê li vê dinyayê nebin miletekî xwedî dewlet ya jî tirk.
Ji ber ku tirk dibêjin, hebûna me tunebûna kurda ye, hebûna kurdan tunebûna me ye.
Yanî li gorî tirkan, dinya tirk lê hebin nabe kurd lê hebin, dibê kurd tunebin.
Îcar heger em dixwazim wek milet li vê dinyayê bijîn dibê em ji bo tunekirina kurdan bixebitin.

XXX
Gava ez li Ahmet Davutoglu guhdarî dikim kenê min tê, li ber çavê min ew ji siyasetmedarekî bêtir dişibe komediyenekî tirk, satuop komikekî.
Heger fesekê bidin serî û cil û bergên wî jî hinekî biguherînin bi rastî jî ew komediyenekî bêqusûr e. Ez nizanim çima, lê hema gava ez Davutoglu dibînim ken min digre.
Ez tu carî nikanim bi çavê merivekî cidî li wî guhdarî bikim. Ew çi dibêje kenê min tê…

XXX


Tê gotin ku hêz û partiyên Kurdistana rojava li Duhokê li ser sê xalên mişterek li hev kirine û sibe ewê protokol were îmzekirin.
Li gorî Rûdaw dinivîse, sibe bi daxuyaniyekê ewê encama hevdîtinan ji bîrûraya gisstî ra were eşkerekirin.
Wek her kurdî ez jî hêvî dikim ku li hev kiribin û sibe mizgîniya xêrê bidin gelê xwe û dinyayê. Eksê wê ewê skandal be…
De ka em hëviya xwe wenda nekin û li bende xebera xêrê bin…

Davutoglu secereya pêşmergeyan ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye

Davutoglu secereya pêşmergeyên ewê herin Kobanê ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye!
Li gorî xeberên di medya sosyal da belav dibin, rast derew baş nizanim, lê tê gotin Tirkiyê lîsteya pêşmergeyên ewê herin Kobanê ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye.
Ez bawer dikim ne lîsteya navan tenê, miheqeq navê bavê wan, navê diya wan, navên kalik û pîrikên wan, risimên wan yanî kunye û secereya hemûyan jî xwestine.
Ji tirkan tê, ji ber nexweş in, neyarê miletê kurd in, hebûna xwe bi tunenekirina kurdan ve girê dane.
Neyartî û tirsa ji kurdan û çêbûna Kurdistanê tirk kirine paranoyak, şev û roj tirsa çêbûna Kurdistanê di dilê wan da ye. Piraniya wan ji vê tirsê ji însaniyetê dûr ketine, ji mêraniyê da ketine.
Heta Kurdistan çê nebe tirk nabin însan, ji vê psîkozê dernakevin, tirsa Kurdistanê ewê tim di dilê wan dabe.
Nîjadperest û faşîstên her miletî hene, lê yê tirkan heta bi sosyalîst û komunîstên wan jî bûne faşîst. Yên ne faşîst, hebikekî medenî û însan pir kêm in. Ji bo civatekê, miletekî ev felaket e.
Sosyalîstên wan, komunîstên wan, dîndar û demokratên wan ji bo ku kurdan dikujin û li dijî Kurdistanê ne, piştgiriya gurûheke wek ya hovên Daîşê dikin.
Ev felaketeke pir mezin e. Lê ji bo tirkan ne mesele ye, ya muhîm Daîşê rojê çend kurdan dikujin. Û hindik be jî hêviya qirkirinan kuran didin hukûmetê û tirkan.
Ji ber ku hukûmet ji bo alîkariya bi Kobanê ra korîdorekê venake, ji bo ku hukûemt li dijî kurdan û Kurdistanê, Bahçeliyê faşîs jî û Dogu Perînçekê sosyalîst û nizanim kîjan muftî û alimê dînî jî piştgiriyê dide Erdogan, mişterekiya hemûyan neyartiya hukûmetê ya kurda ye…
Loma jî çêbûna Kurdistanê bi qasî me kurdan, ewê feydeyê bigihîne tirkan jî, ewê wan ji vê paranoya kurdan xelas bike û bike însanên normal…

XXX
Dermanê nexweşiya min pir rehet bûye
Ev sê roj in ez dîsa bi bapêşê ketime(harsimî bûme). Di nava hewqas şer û teşxele da, di nava vê fermanê da min fedî dikir qala bapêşa xwe bikim.
Tiştekî pir xerîb e, hersal di vê mehê da û heta sere salê bi kêmanî ez du caran bi vê bapêşa pîs dikevim.
Îsal li pey hev hat, di destpêka vê mehêda ez du heftan perîşan bûm, dû ra derbas bû.
Lê piştî 3-4 rojan dîsa li min vegeriya.
Min îro li ciyê kar derdê xwe ji tuxtora me ra got. Tuxtor xanimê got, agirê te heye? Min got na. Got wê demê tu tiştekî tu bikî tuneye, zêde tiştê rohn, avê, çayê vexwe. Tu kanî VISKIYÊ jî vexwe. Ew jî baş e. Lê dibê ya baş be, bi kêmanî dibê Chivas Regal 12 Years be…
Min got tuxtor, ku min zanîbûya derman Viski ye, Chivas Regal 12 e, ev sê roj in min hewqas êş nedikişand. Dolab tije ye, minê hema şûşeyek bi ser xwe da kira û ji vê bapêşa pês xelas bikira.
Lê soz, ez ç er herim mal, ezê bi lez çend duble Chivas Regal bi ser xwe da kim. Hema bira derman ev be ezbenî…
Xanim keniya, got zêde pêşda neç e ji bo ku tu sibe kanibî werî kar…
Law bi Xwedê tuxtorên van swêdiyan jî biaqil in, riya rast û rehet bi ber meriv dixin. Ne derzî, ne derman, here were çend duble Chivas Regal…
Xêra Xwedê…

Dîsa eynî gotinên vala

Dîsa eynî çîrok, dîsa eynî gotinên vala. Ocalan îcar jî gotiye, ”Piştî 15ê cotmehê proses gihîştiye qonaxeke nuh”(!)
Ne nexweş bûma ezê têr bikeniyama. Ev du roj in ez bi bapêşê ketime, halê min tuneye, gewriya min zuha bûye, nikanim baş bikenim…!
Ezbenî ma ev çendik û çend car in ”proses digihîje qonaxeke nuh”?
Û ya muhîm jî ne Ocalan, hukûmet çi dibêje ?
Ma Ocalan dike mafê kurdan bide?
Ma Ocalan devlet e?
Her hefte diherin fikrên wî digrin.
Ji Davutoglu bipirsin, bira Davutoglu bibêje “proses gihîştiye kîjan qonaxê”?
Ji Erdogan bibiprsin.
Û van "qonaxên nuh" jî ji gel ra eşkere bikin.
Ev komedî êdî pir dirêj bû, ji komediîtiyê derket bû trajedî.
Dibê PKK vê komediyê biqedîne û li gorî îmkan û şertên xwe siyasetekê bimeşîne. Ew wek PKK bi dewlet û hukûmetê ra rûne. Ocalan ji ortê derxe, bes e...!
Yê di nava şer û bûyeran da ye PKK ye. Dîlekî di destê neyar da nikane rê nîşanî PKKê, HDPê û KCKê bide, stratejî û taktîkên wan tayin bike.
Kurdistan, tevgera kurd ya netewî li bende serok û rêberiyeke azad e...

XXX
Piştî mehekê kurdan bi balafira Emerîka hinek çek û derman gîhandin gel û şervanên Kobanê.
Kêfa hemû kurdan ji vê yekê ra hat, her kurdî got bijî yekîtiya kurdan.
Lê hin fesad û gelacên medyayê û yên medya sosyal tavilê ketin dewrê û dest bi fêsadiyê kirin.
Efendim çek ne hukûmeta herêma Kurdistanê, YNKê şandiye
Na ne YNKê, PDKê û hukûmeta Kurdistanê şandiye.
YNKê ev çek ji ku anîn?
Û nizanim çi û çi…
Birayê delal kê şandibe ferq nake, mala wan ava. Bi qasî ku xuya ye çek ji teref YNKê ve hatine şandin.
Îcar çima YNK ew tiştekî din e.
Belkî wiha hatiye hesabê kurdan, loma jî YNKê şandiye.
Di medyayê da hin kes dixwazin vê alîkariya bi Kobanê ra bikin sebebê şerekî nabêna YNK û PDKê.
Ev şaş e, dibê meriv wek kurd di demeke wiha da li ser navê rojnamegeriyê weşaneke kurdan bîne hemberî hev, dilê wan ji hev bihêle neke.
Ev babet weşan xizmetê ji yekîtiya kurdan ra nake, kurdan tîne hemberî hev. Loma jî ev ne rojnamevaniyeke bi mesûliyet e.

XXX


Parlamentoya Kurdistana Federe di rûniştina xwe ya îro da biryareke dîrokî da. Parlamentoya Kurdistanê, li ser banga serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîna xwe ya îro da bi yek dengî biryar da ku Kurdistana Federe hêzek pîşmerge bişîne hawara kurdên Kobanê.
Ez biryarê pîroz dikim. Kurd sînoran radikin û dibin yek milet. Kurdistana serbixwe nêz e.

PARVE BIKE