02 januari 2015

Bêdengiyeke bêtirs


Piştî 10 roj tahtîl îro min dest bi kar kir. Ji ber ku rojeke dawiya hefteyê ye hema hema kes li kar tuneye, tenê em çend kes hatine. Li her derê bêdngiye muhteşem heye, ne teperepa nigan û ne jî deng û qîjewîj heye. Ji pacê dengê reşêşkên baranê, vizînê bê û erebeyan tê. Li odê hertişt bêdeng e. Ez berê tu carî li vir bêdengiyeke wiha kompakt nejiyame. Qet nayê bîra min.
Vê bêdengiyê rojên min yên nezaretên Swêd û Almanya ya salên 1980î anîn bîra min. Wan rojan jî di hucreya min da bêdengiyeke wiha kompakt hebû. Di wê bêdengiyê mirinê da di dilê min da tirseke tevlihev û ez li pêşroja xwe, tiştên ewê bihatana serê min difikirîm. Ewê çi bihata serê min?
Ewê min teslîmî tirkiyê bikin ya na?
Gava min teslîmî Tirkiyê bikin ewê çiqas îşkence bi min bikin û ezê kanibim çiqasî li ber xwe bidim?
Ezê di îşkencê da bimrim ya na?
Heger ez nemrim û derketim mahkimê ezê parastineke çawa bikim?
Ewê çi were serê zarokên min?, û gelek pirsên wiha di bêdengiya hucreyên min yên Swêd û Almanya da di serê min da li bin guhên hev diketin.
Di bêdeniya îro da ez bêtirs im û di serê min da jî pirsên wek wan rojan tunene. Lê dîsa jî bêdengiya 32 sal berê yên mişt tirs û xof anî bîra min.
Çima anî bîra min ez nizanim. Meju hin tiştan ji bîr nake.

XXX


Huseyîn Gulerce yê demekê wek berdevkê Gulen dihat qebûlkirin, ji bo ku xwe baş têxe çavê Erdogan û ciyê xwe saxlem bike dest bi qebûlkirina sûc û gunehên xwe kiriye, gotiye:
”Dema ez nivîsên xwe yên berê dixwînim ruyê min sordibe. Ez xetayên xwe jî û gunehên xwe jî înkar nakim.”
Gulerce van îtîrafan ne ji ber ku bi rastî poşman bûye loma, ji ber ku ji ruhê xwe ditirse dike, ji bo ku hukûmet bela xwe ji wî veke van gotinan dibêje.
Ez bawer dikim hukûmetê hin nivîsên wî pê dane xwendin û jê xwestine ku ew vê beyanê bide, bibêje ew ji ber nivîsên xwe yên derbarê hukûmeta AKPê û Ergenekonê da nivîsîne şerm dike. Erdogan merivekî bi rik e, gû bi raqibê xwe dide xwarin û viya jî bi dizî nake, gerek eşkere, li ber bîrûraya giştî bike. Ya na ewê herin bi gewriya wî jî bigrin.
Ji ber ku Huseyîn Gulerce viya dizane ji Erdogan û hukûmetê ra şelafiya dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE