08 januari 2015

Bêyî xwe dijmindîtina herkesî ne karê aqil e

Hin terorîstên cîhadçî piştî qetlîama Parîsê di faca xwe ya swêdî da kêfxweşiya xwe wiha anîne zimên:
-Ji Xwedayê xwe ra dua bikin ji bo ku êrîşên wiha zêde bibin û kesên tevî van êrîşan dibin jî wek birayên xwe qebûl bikin.
Wan ev berazên hanê şandin Cehnimê. Van berazan karîkatorên Hz. Muhamed çêkiribûn.
-Ji nuha û pêda ev berazên pîs berî ku henekên xwe bi Xwedê û Pêxemberî wî bikin ewê careke din bifikirin.
Xwe ji gudarîkirina xutbeya roja îniyê ra hazir bikin, îmam ewê du saetan li ser kuştina van dijminên Xwedê bipeyive…
Meriv çawa dikane hewqasî ji însaniyetê dûr bikeve, çawa dikane hewqasî zalim, bêûjdan û bêmerhemet be aqilê meriv nagire.
Li hemberî vê kîn û nefreta hêzên cîhatçî û îslamîst, Papa Franziskus ji bo qatilên Charlie Hebdo dua kiriye,  ji Xwedê rahm xwestiye û wiha gotiye:
"Em ji bo wan zaliman jî dua bikin, ji bo ku Xwedê rahmê têxe dilê wan!”
Papa, ne ji bo 12 kesên hatine qetilkirin tenê, ji bo qatilan jî dua dike, dixwaze Xwedê rahmê têxe dilê wan jî.
Gelo alim, şêx û meleyên musilman jî ji bo 12 kesên hatin qetilkirin eynî duayê dikin?
Ez bawer nakim, ji ber ku herî zêde dua wan ji bo "âlema îslamê" ye, bêyî misilmanan ne xêra kesî dixwazin û ne jî duayê ji bo kesî dikin.
Dibê ev ditin were guhertin, dibê meriv dîn û baweriyên din wek "kafir" û neyarê xwe nebîne. Herkes li ser dînê xwe, her kes li ser fikirê xwe.
Dibê meriv kesî mecbûrî bawerî û jiyaneke wek ya xwe neke, dîtineke wiha rast nebîne. Bi milyaran însan ne mecbûr in wek musilmanan bifikirin û hurmetê nîşanî Pêxemberê Îslamê bidin.
Heta ku musilman bawerî û dînê xwe tenê rast û bawerî û dînên din jî şaş û ”kafir” bibînin trajedî û qetlîamên wiha ewê dom bikin. Ji ber ku zarokên musilman bi vê kulturê mezin dibin, di dibistanan da li gorî vê baweriyê perwerde dibin…

XXX
Bala xwe bidinê tirk, ereb, faris û hemû welatên îslam, miletên musilman li hemberî qetlîama Parîsê bêdeng in. Li Stenbolê, Anqerê, Tahranê bi sedhezaran însan wek li Kolnê li dijî rasîstan meşiyan, ew jî daneketin kolanan û ev qetlîama terorîstên îslamî ya hovane protesto nekirin.
Li Ewrûpayê heger rojekê hezar rasîst bimeşin, roja din bi dehhezaran li hemberî wan dimeşin. Li welatên musilman ev reaksiyon tuneye.
Ev jî tê wê maneyê ew ne li dijî terorê ne, ne li dijî Daîşê ne, ne li dijî kuştina "kafiran" in...
Beyana Erdogan bi xwe ne beyaneke xurt ya li dijî terorê ye. Li hemberî qetlîameke hewqasî mezin meriv beyaneke hewqasî zeîf nade.Diyar dibe ew bi xwe li pişt van terorîstan e...



XXX
-Dîn, formeke serdema navîn ya bêhişiyê(bêmantiqiyê)ye, gava bi sîlehên modern ra were ba hev li hemberî azadiyên me dibe tehdîdeke pir mezin. Dibê dîn jî wek hemû dîtin û fikrên din bikanibe were rexnekirin, were hicîvkirin û bêyî tirs henek pê were kirin.
Salman Rushdie 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE