17 januari 2015

Dibê em vê piştgiriya cîhanê ji dest xwe bernedin

Piştî serdana xwe ya Kurdistana başûr wezîra parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen gotiye:
”Hêzên navnetewî dibê hîn zêdetir alîkariya kurdan bikin. Di serdana xwe ya dawî da min dît ku hêza kanibe zora Daîşê bibe tenê kurd in. Di micadala li hemberî Daîşê da kurd bi rastî jî serketî ne. Ewrûpa û dinya ji bo ku piştgiriya xwe nîşan bidin bi hev ra dibêjin em ”Charlie Hebdo” ne. Ev pir muhîm e. Di micadela bi Daîşê ra jî civata navnetewî dibê bibêje, ”em hemû kurd in, emhemû êzdî ne!”
Beyaneke pir muhîm e, ji bo me kurdan gotinên hîvîdar in.
Kurd mecbûr in zora Daîşê bibin, çimkî mesela man û nemanê ye. Heger kurd zora Daîşê nebin û Daîş zora wan bibe ev têkçûn mirina kurda ye. Mesela kurdên bakur, başûr û rojava diqede, êdî hew dikanin hebûna xwe bidomînin û doza azadî û rozgarbûnê bikin. Yanî şerê bi Daîşê ra ne henek menek e, şerê man û nemanê ye.
Çimkî Daîş artêşa Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê ya miştereke e. Bi taybetî Tirkiye û Îraq bi xurtî alîkariya Daîşê dikin, wê sewq û îdare dikin. Li gorî lêkolîna Prof. Dr. Umit Ozdag 12 hezar tirk di nava Daîşê da li hemberî kurdan şer dikin. Yanî Tirkiyê ne tenê di warê îstîxbaratî û lojîstîk da, bi însanên xwe jî alîkariya Daîşê dike, rasterast di nava şer da ye.
Belkî heta dereceyekê Îran jî çavê xwe ji şerê Daîşê li hemberî kurdan ra digre.
Loma jî şerê kurdan bi Daîşê ra şerê man û nemanê ye, ji bo kurd bijîn dibê zora Daîşê bibin.
Û ji bo ku kanibin zora Daîşê bibin jî alîkariyeke zurt ya derve, ya Emerîka û Ewrûpayê lazim e. Bêyî alîkariya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kurd bi îmkanên xwe tenê nikanin zora Daîşê bibin.
Loma jî ev gotinên Ursula von der Leyen xanimê ji bo me pir girîng in û ez wek kurdekî ji ber van gotinan spasî wê dikim û dibêjim mala te ava be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE