19 januari 2015

Dibê meriv bi rubrîkên fêsadiyê yên medya tirk nexape

Medya tirk ji bo ku PKKê û PDKê bera hev bide çi ji destan tê dike.

Piştî her beyaneke serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û PDKê li ser beyaneke PKKê, KCKê tavilê bi puntoyên mezin manşetan davêjin, ”Barzanî bersîveke pir sert da teşebusa kantonan”, ”ji Barzanî gotinên pir sert”, ”Barzanî pir sert peyivî”, Barzanî bersîveke pir sert da PKKê…

Û roja din jî dest mezinkirina bersîvên PKKê û KCKê dikin: ”KCKê bersîvek pir sert da Barzanî”, ”PKKê bersîveke pir sert da îdareya Barzanî”, ”Ji PKKê reaksiyonek pir sert !”
û ev yek li ser vê mînwalê wiha dom dike…

Lê gava meriv beyan û bersîvên herdu aliyan dixwîne, meriv dibîne ku yek jî qet ne ”sert” e.

Di mesela kantonên Şengalê da serok Barzanî û meclîsa Kurdistanê bi zimanekî maqûl xwstine PKK dev ji avakirina kantonan berde, xwe tevî karûbarên hukûmeta Kurdistanê neke, teşebuseke wiha şaş e.


Herwisa gava meriv bersîva PKKê û KCKê dixwîne, ew jî ne sert in, kantonan naparêzin, dibêjin em naxwazin Şengal ji Kurdistanê veqete. Yanî bi kêmanî li gorî beyanên çend roj berê bi paşda vekişînek heye.


Lê yên sernivîsê dixwîne dibêje belkî van ji Baranî ra gotinên pir giran kirine, jê ra rest xwendine.


Ji ber ku dixwazin kurdan bera hev bidin loma jî sernivîsên(rubrîkên)provakatîf davêjin, ji bo ko maksîmal balê bikşînin ser xwe.


Û hin kurdên me jî bêyî ku nivîsan bixwînin, bi sernivîsan tavilê tên xeleyanê û êrîşê dibin ser Barzanî û PDKê û yên din jî êrîşî PKKê û KCKê dikin. Yanî dost, dilxwaz û hevalên herdu aliyan jî pir rehet tên provakasyona tirkan.


Dibê meriv şiyar be û bi manşet û sernivîsên medya tirk nexape, bi wan rubrîkan ”pir sert” armanca wan fêsadî û gelacî ye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE