04 januari 2015

Ertugrul Kurkçu rast gotiye


Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, di polemîka xwe ya bi Alinak ra gotiye, ”Bira Alinak here meselên xwe yên bi tevgera kurd ya siyasî ra bi nûnerên siyaseta kurd ra çareser bike. HDP nuha ne nûnerê tevgera kurd ya siyasî ye…”
Bravo, mêrik tu mafekî kurdan li ser HDPê nabîne. Loma jî qebûl nake kurd bi çavê partiya kurdan li HDPê binêrin û jê hin daxwazan bikin.
Ê heger HDP ne partiya kurdan e(esas di rastiyê da wiha ye. Bi kêmanî ji yakurdan bêtir ya çend çepên tirk e)wê demê dibê kurd jî rayên xwe nedinê.
Lê heger em xwar rûnin û rast bipeyivin, bi dîtina min Kurkçu rast gotiye. Loma jî dibê em xwe neqeherînin.
Bi rastî jî HDP ne partiya kurdan e û tu berpirsiyarekî wê jî bi çavê partiyeke kurd li HDPê nanêre.
Heta bi dîtina min HDP ne partiyeke tirkan û kurdan e jî, partiyeke çend çepên tirk e, yên ku bêhêz û bêkes in. Heger kurd şirîk bûna jî dibê Kurkçu wiha negota, nikanîbûya wiha bigota.
Yanî Kurkçu kurdan wek şirîkê HDPê jî qebûl nake.
Kurdan bi rengekî bêdil, li ser daxwaza Ocalan rayên xwe dan HDPê.
Esas BDPê jî tu carî xwe wek partiyek kurd û ya kurdan nedît, wê jî tim digot ew partiyeke kurd û tirkan û ya hemû Tirkiyê ye.

XXX
Guleke xweş, şeveke xweş, dostekî xweş her kes dixwaze. Ya muhîm gulê bi striyê wê, şevê bi nepeniya wê, dost jî bi hemû derdên wî ve hezkirin e.
///Şems î Tebrîzî

XXX
Hela vê serê sibehê ka ez bi gotineke xweş, gotineke ku dilê dildaran bi cizîne, bi hesreta yarê dest bi nivîsa rojê ya pêşî bikim.
-Bira tu bî, dixwazî bi yar bî, dixwazî bi birîn bî; lutfe te jî li ser serê min , qehra te jî.



XXX
Hin kes ne gul in, ne strî ne, wek nebatekî bêkêr û mirî ne.

XXX
Hin gotin hene meriv nakujin,
lê heta mirinê birîndar dihêlin.
Birîna wan ne qermox digrin
û ne jî rehet dibin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE