27 januari 2015

Heta Kurdistan çênebe tirk dev ji neyartiya me bernadin

Bi qasî ku xuya ye heta Kurdistan çênebe tirk dev ji neyartiya me bernadin û weselam…
Û ne neyartiya kurdên bakur tenê, ew li dijî hemû kurdan e. Li kîjan perçê Kurdistanê dibe bila bibe, ji bo wan ferq nake, ew naxwazin li tu derê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibn xwedî statu û şiklekî dewletê. Wan hebûna xwe li ser bindestî û tunebûna me avakirine.
Li gorî Erdogan û Davutoglu jî ev yek wiha ye; dibê kurd werin tunekirin. Ji bo ku Kurdistan çênebe dibê kurd ji ortê rabin. Çimkî li gorî wan heta kurd hebin, bindest bin jî tim îhtîmala çêbûna Kurdistanê heye. Loma jî dibê kurd ji ruyê dinyayê rabin. Û viya jî dibê tirk bikin.
Beyana Erdoga ya îro, ”em qebûl nakin li Sûriyê jî wek Îraqê ”Sûriya bakur çê bibe”, yanî kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê ji bindestiyê azad bibin û bibin xwedî desthilat, careke din îspata wê ye ku dewleta tirk, hukûmeta AKPê hîn dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernadaye...
Min heta nuha gelek caran gotiye, heta em nebin xwedî dewlet, tirk me rehet nahêlin û dev ji diminatiya me bernadin. Dibê êdî kurd vê yekê bibînin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.

XXX
Zafera Kobanê li hemû şehîd û şervanên Kobanê pîroz be!
Kobanê bi fedekarî û liberxwedaneke bêemsal û bi saya yekîtiya kurdan rizgar bû. Çavê me hemû kurdan ronî be!
Serketina Kobanê di serî da li şervanên YPGê, YPJê û pêşmergeyên qehreman û li miletê kurd pîroz be!
Yekîtî hebe serketin û zafer li herderê minkûn e. Dibê em dev ji xetê bernedin...
Bi hêviya di demek nêz da em rizgarkirina Şengalê jî pîroz bikin.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, îro li Diyarbekrê têra xwe demagojî û ”edebiyata biratiya” derewan kiriye, silav şandiye ji Kobanê ra. Fena ku ew ne qatilê Kobanê be!
Û ya herî ecêb jî gotiye, ”Kobanê ji me ra emaneta dîrokê ye. Birayên me yên li wir ji me ra emanetê dîrokê ne. Emê li wan xwedî derkevin…”
Kolonyalîst virek in, durû û bêheya ne. Heger piçek şerm bi Davutoglu ra hebûya ewê silav neşanda ji Kobanê ra, ewê qala biratiya gelê Kobanê û kurdan nekira. Ji ber ku herkes dizane ku Koban bi emrê wî û bi destê çeteyên wî hat wêrankirin, bi hezaran kurd bi çekên wî hatin kuştin. Wî û hukûmeta wî ji çarhawêlê dinyayê bi hezaran terorîst û qatil top kirin û şandin ser Kobanê.
Davutoglu kurdan ne wek miletekî, wek malekî, wek tiştekî, wek gopalekî ji padîşahekî osmanî jê ra “emanet” maye dibîne.
Û li alî din kurdên zaza jî wek kurd nabîne, tim wan ji kurdan cihê bi nav dike. Di axaftina xwe da qala “egîdên kurd” û “egîdên zaza” kiriye. Ev jî nîşan dide ku “zaza” jî di nava planên hukûmetê yên pêşerojê da madeyeke…


2015-01-25

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE