25 januari 2015

Kurd carê xerab ketine

Kurd carê xerab ketine
Kurd rast davêjin nabe,
çep davêjin nabe,
çimkî carê xerab ketine.
Dikin nakin nikanin rabin,
ji bindestiyê rizgar bin.
Hinek carê biserketine,
ji hinekan ra carê li hev hatiye,
bûne xwedî dewlet û îmkan,
bûne xwedî hêz û artêş û ferman.
Ne yek in,
ne dudu ne,
ne sisê û ne jî çar in,
pir in, pir in,
hemû jî pîs in,
ji hev xerabtir in.
Dînê wan,
îmana wan,
Xwedayê wan pere ye,
ji bo pera xerabiya nekin tuneye.
Çi misilman, çi xiristiyan,
çi dîndar, çi ataîst,
çi rast, çi çep,
çi demokrat, çi faşîst,
çi kapîtalîst, çi komunîst
ferqa wan tune,
hemû jî pûlperest,
ji bo pera dibin hertişt.
Ji bo pera dibin durû,
telaqreş, zalim û bêbext…
Kurd çi bikin,
carê xerab ketine,
carê bûne bindest,
dikin nakin, nikanin rabin ser xwe,
bibin xwedî dewlet û xwedî text…
-Li dera ku tirsa Xwedê, tirsa birçîbûnê, tirsa şermê û ya herî dawî jî tirsa ûjdan lê tunebe însan heye, lê belê însaniyet lê tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE