18 januari 2015

Nivîskarên me jî dişibin siyasetmedarên me


Heta salek du sal berê jî min ji we ra digot hemû nivîskarên kurd yên li Kurdistanê û Tirkiyê wek bira ne, hemû ji hev hez dikin, tu carî ji hev nadexisin, ji hev nabuxidin. Li hemberî hev xwedî tolerans in. 
Her kovara nuh derdiket, her nivîskarê min nivîsa wî, rexne, çîrok û romana wî didît ez ji kêfa difiriyam, min dixwest herim wan yek bi yek himêz bikim, pîroz bikim.
Min qet bawer nedikir ku nivîsakr û rexnegirên li Kurdistanê û Tirkiyê dijîn jî wek partî û siyasetmedarên kurd ji hev tijene, guleyan ji hev ra dihelînin, ji bo ku êrêşî hev bikin, dilê hev bihêlin li pelekî nexwendî digerin.
Gotineke ez tu maneyekê nadimê yekî din digre ser xwe û pê aciz dibe. Ji ber ku haya min ji tiştên pişt perdê, ji gelş û minaqeşeyên di nabêna wan da qewimîne tuneye.
Ez jî carnan saf saf xeyal dikim, dibêjim rojekê çend navên ez wan nas dikim bibînim, bînim ba hev, bi wan ra xebatên wan, zahmetiyên wan, rewşa edebiyata kudî minaqeşe bikim. Diyar e min ji xwe ra xewn dîtiye, di xewnê da hertişt mimkûn e, lê gava meriv bi xwe dihese mriv dibîne ku ew xewn bûye…
Ez hêdî hêdî dibînim ku tu ferqeke nivîskar, rexnegir û edîbên kurd ji partiyan û siyasetmedaran tuneye, ew jî ji hev tijene...
Ez nuha fêm dikim ku ez gelkî saf bûme, belkî jî peyveke min e baş di heqê yekî da, silaveke min bi yekî ra dilê yekî din ji min sar bike. Ji ber ku hin caran meriv ji hevalê kesê meriv jê hez nake jî hez nake…
Ji ber ku ez di tu kovarê da nanivîsim, ne di nava kadirê tu kovarê da me lema jî ez ji nêz ve zêde kesî nas nakim, tenê bi riya internetê, xiyabî çend kesan nas dikim, em carnan silavê li hev dikin.
Van rojên dawî hin sohbet û minaqeşeyên di nabêna hin nivîsakarên kurd da wek kurdekî li xerîbiyê dijî ez xemgîn kirim, xwezî ne wiha bûya…
Xwezî ew jî ne wek siyasetmedaran bûna, xwezî têkilî û hestên wan yên derbarên hev da gelkî xweşbîntir û xoşewîstir bûya…
Ez hêvî dikim bi van rêzan min dilê kesî ji xwe nehîşt, kes ji xwe nexeyidand…

2015-01-17

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE