03 januari 2015

PDK jî xerab hedimî


Piştî perçebûna Hak-Parê wa ye hevalên PDKê(Platforma Demakratên Kurd)jî bi hev ketin û li dijî hev dest bi daxuyanî û beyanan kirin.
Ev cepha PDKê pir tevlihev e, kî li dijî kê ye, kî ji kê veqetiya ye, çend partî û çend kom in ez bi xwe nizanim û ji hev jî nagerînim û ji xwe zêde taqîb jî nakim. Her xebera ez li ser wan dixwînim ez bêtir pê bêhîvî dibim.
Li Kurdistanê avakirna partiyeke bixebite û bibe hêzeke madî zor e, jê ra kadir û îmkanên madî lazim in. Peydakirina van îmkanan ne hêsa ye. Ev hemû rast in.
Lê dema meriv nikanibe karekî bike, ji heq dernekeve dibê meriv xwe tevê neke.
Bihevketin û perçebûnên van partiyan û beyanên wan yên li dijî hev zirarê dide tevgera kurd ya netewî, însanan ji xebatê û ji micadelê sar dikin û dûr dixin. Însan carê, du caran bi ser nekeve û bi şer û pevçûn ji hevalên xwe dûr bikve careke din jî xwe nêzî xebatê nake. Loma jî hevalên PDK û yên ji derdora KUKê di vî warî da îmtihaneke baş nedan û gelek însan ji micadelê sar kirin.
Meriv nikanibe bi hev ra bixbete ne şert e hevûdu pîs bike û dilê hev bihêle.
Her ku ez beyanên van hevalan yên li dijî hev dibînim dilê min ji siyasetê digere, ez hinekî din jî ji siyaseta ditirsim…

XXX


Tarîfke Borges ya edebiyatê ya pir xweş heye. Li gorî dibêjin camêr gotiye:
”Edebiyat çi ye? Edebiyat xewna rojê ye.!
Çiqasî kin, basît û rast gotiye. ”xewna rojê”, yanî jiyana rasîtî ya em her roj dijîn. Edebiyat jî xewn û taswîrên vê rastiyê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE