21 januari 2015

Rih dibe bihost neyar nabe dost

Serok û siyasetmedarên ku îro xurt in û xwedî hêz in hîn baş fêm nekirine ku dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan. Ya jî rî(rih) dibe bihost dijmin nabe dost!

Dijminê ku perçakî Kurdistanê îşxal kiribe û beşekî miletê kurd kiribe bindest, nabe dostê miletê kurd û Kurdistanê yê beşekî din.
Roja ku serok û siyasetmedarên me ev rastî fêm kirin û tu carî nebûn dostên neyarên xwe, tu carî ji neyarên xwe bawer nekirin, tu carî pişta xwe nesipartin neyarên xwe, wê demê ewê biser kevin...
Bi dîtina min hîn tu serok û tu partî li gorî van prensîpan hereket nake….

XXX
Lihevkirina hêz û partiyên kurd ji şerê li hemberî dijmin zortir e. Roja ku lihevkirina kurdan, tifaqa nabêna wan ji şerê li hemberî dijmin rehettir bû kurd ewê biser kevin û welatê xwe rizgar bikin.

XXX
Dewletên kolonyalîst dema bi hêzên kurd ra dikevin nava têkiliyan nabin dostên kurdan, şûrê wan nakşînin, dev ji stratejiyên xwe yên mişterek bernadin û ya herî muhîm jî ji bo kurdan tu carî nabin dijminên hev.
Belovacî wê, ji bo ku li hemeberî kurdan xwediyê siysteke mişterek bin û zirarê nedin hev, hevûdu ji van têkiliyên bi kurdan ra agahdar dikin.
Dibê kurd jî wiha bikin, têkiliyên kurdan yên bi van dewletan ra dibê tu carî kurdan neyne heberî hev, zirarê ned kurdên beşekî din û tifaqa wan ya netewî…

XXX

Ronakbîrî, haydariya ji dîroka xwe, ji tiştên baş û xerab yên dîroka xwe ye. Yê ku haya wî ji dîroka wî, ji serketin û têkçûna gelê xwe hebe xwedî şiûrekî netewî ye û ronakbîr e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE