01 januari 2015

Soza sala nû!

Îro roja pêşî ya saleke nuh e. Bi destpêkirina salek nuh ra gelek kes hin biryarên nuh digrin, ji xwe ra hin hedefan destnîşan dikin. Ji xwe ra dibêjin, di vê sala nuh da ezê filan tiştî bikim, herim filan derê, filan bajarî, filan felatî bibînim. Ya jî ezê filan tiştî nekim. Mesela ezê dev ji cixarê ya jî dev ji alkolê berdim.
Ya jî wek gelek ewrûpî dikin, ”ezê dest bi cimnastîkê bikim” , ”ezê xwe zeîf bikim” û hin sozên bi vî hawî didin xwe.
Mimkûn e ku hin adetên wiha êdî di nava kurdan da jî belav bûbin, êdî keç û xortên kurd jî sozên wiha didin xwe.
Numûneyên min li jor dan yên herî belav û tên zanîn. Min bi xwe heta nuha tu carî ji bo saleke nuh tu biryar negirtiye û nagrim jî. Ji bo dana biryarekê ez li bende saleke nuh namînim, kîn ga dilê min bixwaze wê çaxê biryara xwe digrim.
Lê ji bo îsal tiştek hat bîra min, min got ezê vê pirsê ji kurdan, ji xwendevanên xwe bikim, hela ka çend kesan biryarek wiha dane, ya jî çend kes amade ne biryareke wiha bigrin û sozeke wiha bidin xwe.
Tiştê ez dixwazim bipirsim ev e:
-Gelo ji nava xwendevanên min çend kesan biryar dane ku îsal bi kêmanî ewê 3 berhemên kurdî(roman, bîranîn, helbest, dîrok, lêkolîn û hwd.)bixwînin?
--Çend kesan biyara abonetiya kovereke kurdî dane?
-Çend kesên kurdiya wan zeîf soza başkirina kurdiya xwe dane xwe?
-Çend kesên kurdînezan soza fêrbûna kurdî dane xwe?
-Çend nivîskar û şairên kurd yên bi tirkî dinivîsin biryara devjêberdana tirkî û destpêkirina bi kurdî kirine?
-Çend nivîskar û entellekuelên kurd yên bi du zimanan, bi tirkî û kurdî dinivîsin soza devjêberdana tirkî dane xwe?
-Çend siyasetmedarên kurd soza ewê îsal bi hilbijêrên xwe ra bi tirkî nepeyivin dane xwe? Ya jî miheqeqewê bi kurdî jî bipeyivin?
Heger ji nava 4108 kesan  yek kesî  jî ji van sozên salê yên jor yek jî dabe xwe bi baweriya min pêşketineke pir mezin e. Ev jî tê maneya ku kurd êdî ji zimanê xwe hez dikin û bi rastî jî dixwazin pişta xwe bidin asîmîlasyona ji dil û li xwe û li zimanê xwe vegerin.
Lê heger yek kesî jî ji van sozên jor, yek jî nedabe xwe malkambaxî ye, delîl û îspata qebûlkriina asîmîlasyona ji dil e….





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE