28 januari 2015

Tirk jîr in

Nazli Ilacak xanimê gotiye di hilbijartinên 7ê hezîranê da ewê raya xwe bide HDPê. 

Li gorî Ilicakê heger ”HDP baraja ji sedî deh derabs bike û 60 parlamenteran derxe, ev yek ewê HDPê ji partiyeke kurd û ya herêmekê dûr bixe û wê bike partiya Tirkiyê. 

Ev rewş jî ewê xizmetê ji yekîtî û yekparetiya axa Tirkiyê ra bike.”

Yanî Nazli xanim dibêje, heger HDP di bin barajê da nemîne û têkev meclîsê, ev netîce ewê rê li ber perçebûbûna tirkiyê bigre, nehêle Kurdistanê çê bibe…

Ne Vazli Ilicak tenê, gelek tirkên jîr û biaqil, yên ku naxwazin kurd bibin xwedî dezgehên netewî, yên ku naxwazin kurd ji bin destê tirkan derkevin û li welatê xwe bibin xwedî desthilat jî wiha difikirin.

Û ji xwe loma hinek tirk xwe nêzî PKKê dikin, pesnê Ocalan didin. 

Hemû hesabê wan bira Kurdistan ç ê nebe, heger ew nekevin nava HDPê kurd ewê ji tirkan dûr kevin û ev yek jî ji bo yekîtiya Tirkiyê tahlûke ye.

Loma jî hin tirkên wek Nazli Ilicak biaqil dibêjin, ji bo silameta Tirkiyê ya başe ewe ku tirk di vê hilbijartinê da rayên xwe bidin HDPê û bi vê riyê HDPê ji kurdayetiyê dûr xin.

Pir ne dûr e ku Nazli Ilicakê ji HDPê bikin namzet jî. Çimkî bi çend çepên tirk rayên tirkan nayên girtin, ji bo girtina rayên tirkan dibê hin kesên wek Nazli Ilicakê bikin namzet.

Nuha li ser navê kurdan 5-6 tirk di meclîsê da ne, heger HDP di vê hilbijartinê da barajê derbas bike, wê demê ev hejmar ewê derkeve 30-40 kesî. Yanî HDP bi temamî ewê bibe partiyek tirk.

Û ç end kesên wek Adil Zozanî jî wek sûs û ji bo cahilnîşandana kurdan di nava HDPê da hebin û têkevin meclîsê jî ne xem e. 

Heta kesên wiha lazim in û hebûna wan pir baş e. Ji bo ku tirk bi me bikenin û herkes bibîne ku kurd çi reben in…

XXX

Şervanên kurd nehîştin Erdogan li qesra xwe "çîftetellî" bilîze û bîstekê qalça xwe li ba ke!

 

Li Kobanê biserketina kurdan û têkçûna çeteyên Tirkiyê bêguman bi Erdogan pir û pir zor hatiye, wek xencerek li dilê wî keve.


Loma jî xwe ji dilşahî, kêfxweşî û pîrozkirinên kurdan pir aciziya kiriye û bi qerf û tinaz û gotiye, ”kurd çijftetellî dilîzin…” !


Gotineke çiqasî ne xweş, çiqasî eyb! Lê tam bi wî dikeve, mistewaî nîşan dide. 


”Çîftetellî”, lîstikeke du kes bi hev ra dilîze, wek dansoza qalça xwe li ba dike.”


Erdogan derba xwe xawriye, ew çi bibêje jî hindik e. Heger çeteyên wî li Kobanê bi ser ketina wî yê li hewşa Qesra Spî ”çîftetellî” jî bilîsta û teqle jî bavêta.


Lê şervanên kurd ev kêfxweşî di dilê wî da qurçimandin, ew ji lîstina ”çîftetelliyê” mehrûm hîştin.


Bi milyaran dolar û bi tonan çekên wî bi avê da çûn. Loma jî feqîro ji qahra têkçûnê, xwe dike pêkenîn…

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE