31 januari 2015

Tirkiye bi Daîşê şerê xwe yê li hemberî kurdan didomîne

Ji do da ye terorîstên Daîşê, çeteyên ereb û Erdogan li Kerkûkê dîsa êrîşî ser kurdan dikin. Li gora xeberên ji herêmê tên şer berdewam e.

Ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne, yanî êrîşên Daîşê û hin çeteyên din ewê dom bikin.

Dibê em kurd baş bizanibin ku ev êrîşên Daîşê bi destê Tirkiyê dibe, sedîsed bi bi emrê Erdogan ev zulm li me dibe. Erdogan ev qatil hemû topî ser hev kirin û li Şengalê û Kobanê şandin ser me, bi wan serên me dan jêkirin.
Erdogan li hundur rehet kiriye, li derî sînorên xwe bi hin qatilên biyanî û ereb, bi hin xayinên kurd li hemberî me şerê xwe didomîne, sere me dide jêkirin…

Erdogan dev ji me bernade û heta li ser hukim be jî çi xerabî ji destê wî were ewê bike.

Ev yek zelal e. Loma jî dibê em bizanibin hêza, kesê, dewleta li pişt Daîşê û vê trajediya me berî herkesî û ji herkesî bêtir Erdogan e. Em îro nikanin pê, lê dibê em bizanibin ku qatilê me ew e.

Û kurdên îro di partiya wî da parlamenter û wezîr in ew jî şirîkê vê qetla miletê kurd in, ew jî şirîkê vê zulmê ne.

Heta nuha yek parlamenterî, yek wezîrî li hemebrî hewqas zulma li gelê wan dibe, li hemberî hewqas heqaretên Erdogan, Davutoglu, Arinç û Çîçek îstîfa nekiriye. Bira îstîfa li wir bimîne dengê xwe nekiriye. Loma ew jî bi qasî Erdogan sûcdar in.

Ji do da ye ez ji tesîra wan awirên pêşmergeyê qehreman Hucam Surçî yê berî înfazê xelas nebûme. Tu gotin têr nake ji bo ku ez kîn û nefreta xwe ya li hemberî wan qatilan û wî xayinê kurd bînim zimên.

Ew dîmen, ew awirên Hucam Surçî yê şehîd dilê hemû kurdên bi xîret peritand û kîn û nefreta li hemberî qatilan û dewleta tirk hezar qatî zêde kir. Ji ber ku me nikanîbû Hucam ji destê wan qatilan rizgar bikira em mahcûb in…

Emê vê zulmê, vê bêbextiyê tu carî ji bîr nekin.

XXX


Serokê meclîsê Cemîl Çîçek li Parîsê gotiye, ”li herêmê rêxistina terorîst ne Daîşê tenê ye, berî Daîşê PKK heye Heger hûn dixwazin li dijî terorê micadelê bidin, dibê hûn li dijî PKKê jî bikin…”

Yanî Çîçek ji Ewrûpiyan ra dibêje, ”heger hûn li dijî PKKê û rêxistinên nêzî wî şer nekin, wan jî ji ortê ranekin, em jî Daîşê ji ortê ranakin. Heger hûn dixwazin Daîş bela xwe ji we veke, dibê hûn jî li dijî PKKê alîkariya me bikin…”

Min ji van gotinên Çîçek ev fêm kir.
Bi vê mesja Çîçek jî xuya dibe ku Tirkiye di pêşerojê da ewê Daîşê li hemberî Ewrûpayê wek qoz, wek çekeke tirsandinê bi kar bîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE