18 januari 2015

Weleh yekîtî û piştgiriya derve tunebe em nikanin bihostek erd jî rizgar bikin

Heger em dixwazin Şengal, Kerkûk û hemû herêmên derî sînorên Kurdistana Federe rizgar bibin û bi Kurdistanê ve werin girêdan û li başûr Kurdistaneke serbixwe çê bibe, dibê em kurdên herçar perçan bi hemû hêz û îmkanên xwe yên leşkerî û siyasî piştgiriyê bidin Kurdistana Federe, serok û birêvebirên wê. 

Ji ber ku îro di warê qanûnî, huqûqî, siyasî û leşkerî da ew nûnerên miletê kurd yên herî meşrû û qanûnî ne, bi rayên miletê kurd hatine hilbijartin.

 

Û ji ber vê meşrûîyeta xwe jî li hemberî terorîstên, ereb û Daîşê ji cîhanê piştgirî û alîkariyeke xurt digrin.

Bêyî piştgirî û alîkariya navnetewî rizgarkirina Şengalê, Kerkûkê û herêmên din ne mimkûn e.

Heger hevkariya bi kurdên başûr ra berdewam be PKK û PYD jî ewê ji vê yekê feydeyeke mezin bibînin û ji xwe dibînin jî.
Hevkariya bi kurdên başûr û Kurdistana Federe ra li kara me hemû kurda ye.


Hevkariya bi kurdên başûr ra ji bo hemû kurdan, ji bo PKK û PYD jî îmkanên siyasî, dîplpmatîk û leşkerî peyda kiriye.

 

Ev rastî pir vekirî ye. Îro rewş wiha ye. Dibê meriv van îmkanan neke qurbanê jn hesabên hizbî yên biçûk û bi zirar.

Loma jî dibê PKK, PYD û hemû hêzên din gelşan ji kurdên başûr ra dernexin û bi yekîtiyeke netewî derkevin hemberî cîhanê.

Bi çêkirina kanton mantonan aloziyê çênekin û vê atmosfera pozîtîf xera nekin. Weleh yekîtî û piştgiriya derve tunebe em nikanin bihostek erd jî rizgar bikin.


Ev, nayê wê maneyê gava kurdên başûr şaşiyekê bikin, ya jî hin gavên li gorî me şaş bavêjin hêzên din ewê dengê xwe nekin.

 

Helbet ewê dengê xwe bikin û raya xwe bibêjin.
Lê dibê ev yek bi riya diyalogê, bi dan û stendinê û bi hevkariyeke netewî, bi rê û metodên dostane were kirin.

Hêviya hemû kurdan ew e ku berpirsiyarên PKKê, PYDê, PDKê, YNK û hukûmeta Kurdistanê ewê hemû gelşên nabêna xwe bi riya diyalogê çareser bikin û rê nedin teşxeleyên bi zirar.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE