29 januari 2015

Zafera kurdan li Kobanê Erdogan har kir

Li Kobanê biserketina kurdan û têkçûna çeteyên Tirkiyê bêguman bi Erdogan pir û pir zor hatiye, wek xencerek li dilê wî keve.

Loma jî xwe ji dilşahî, kêfxweşî û pîrozkirinên kurdan pir aciziya kiriye û bi qerf û tinaz û gotiye, ”kurd çijftetellî dilîzin…” !

Gotineke çiqasî ne xweş, çiqasî eyb! Lê tam bi wî dikeve, mistewaî nîşan dide.”Çîftetellî”, lîstikeke du kes bi hev ra dilîze, wek dansoza qalça xwe li ba dike.”

Erdogan derba xwe xawriye, ew çi bibêje jî hindik e. Heger çeteyên wî li Kobanê bi ser ketina wî yê li hewşa Qesra Spî ”çîftetellî” jî bilîsta û teqle jî bavêta.

Lê şervanên kurd ev kêfxweşî di dilê wî da qurçimandin, ew ji lîstina ”çîftetelliyê” mehrûm hîştin.

Bi milyaran dolar û bi tonan çekên wî bi avê da çûn. Loma jî feqîro ji qahra têkçûnê, xwe dike pêkenîn…
2015-01-28

 XXX
HDPê do li Diyarbekrê di kongra xwe da li gel rismê Şêx Seîd, Seyid Riza, rismê Mele Mistefa Barzanî jî bi darde kiriye.

Ev cara pêşî ye HDP û partiyeke nêzî PKKê rismê Mele Mistefa Barzanî li gel rismên serokên kurdan yên din bi darde dike.

Bi dîtina min heger ne taktîkeke demî be gaveke baş e û ez bi xwe pê kêfxweş bûm.

Lê pîvana samîmiyeta vê yekê siyaset e, praktîk e. Ez hêvî dikim ku di praktîkê da, di têkiliyên siyasî da jî emê ji HDPê û PKKê berdewamî û tezahurên vê gava pozîtîf bibînin.


2015-01-29

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE