07 februari 2015

Berhemeke pîoner

Îro li Stokckholmê li Kitêbxaneya Kurdî danasîna kitêba Mistefa Aydogan ”Kaxez -Kaxezên Lîstikan Pinîkêr”ê bû. Ev sê roj in dîsa pişt ketiye ber min. Carnan li min wer tê. Ji bo xatirê Mistefa, hûn bigrin hema hema ez bi çarpiyan çûm. Çimkî di rojên wiha da çavê meriv li dost û hevalên meriv digere.
Li gel berf, sar û serma Stockholmê, gelek nas, dost û hevalên Mistefa hatibûn semînerê û guhdarîkirina wî. Mistefa Aydogan, bi fîlmên slayt û pêşkêşkirinekepir xweş û mikemel kêtêba xwe û çîroka peydabûna kexezê û kexezên lîstikan bi guhdaran da nasîn.
Kitêba li ser dîroka îcada kaxezê û belavbûna wê û dû ra jî dîrok û çîroka kaxezên lîstikê bi kurmancî kitêba pêşî ye. Loma jî meriv dikane Mistefa Aydogan wek pîonerê vê qadê bi nav bike.
Ji bo xwendevanên kurd û kurmancî ”Kexez”, kitêbeke pir balkêş e. Mistefa Aydogan bi hûrgulî, wek dîroknas û arkeologekî berê xwe daye gelek çavkaniyên li ser dîroka îcada kexezê û belavbûna wê ya li cîhanê. Û dû ra jî dûr û dirêj li ser lîstika Pinîkêrê(nezerê, xoşkînê), hatina wê ya Kurdistanê û hemû waryantên vê lîstikê rawestiyaye û fikrên xwe gotiye.
Min nuha bala xwe da kitêbê û pêşgotina wê xwend. Xebateke mikemel e, bi qasî naveroka wê, çap û mîzanpaja wê bêqusûr e. Ez bawer dikim kesê bi lîstika Pinîkêrê nizanibe jî gava kitêbê bixwîne, ewê gelkî jê hez bike. Çimkî kitêb ji lîstika Pinîkêrê bêtir, li ser dîroka kaxezê, belavbûnê wê û tesîra kexezê li ser pêşketina însan û medenitê ye.
Ji ber vê xebata wî ya hêja, ji ber ku kitêbxaneya kurdî bi vê berhema xwe ya pîoner(pêşeng) dewlemend kir, ez Mistefa Aydogan ji dil û can pîroz dikim û jê ra serkeftinên hîn mezin dixwazim.
Lê ev nayê wê maneyê ji ber ku kitêba "Pinîkêrê" nivîsîye ezê zora wî nebim, yanî bera wî nedim. Na, jixwe ji nuha û pêve ezê bêtir zora wî bibm, çimkî zora yekî xwedîkitêb birin xweştir e. 



XXX
Zorbatî
Li welatekî însan ji hukûmetê bitirsin li wî welatî zorbatî, tirs û dîktatorî heye.
Lê li welatekî gava hukûmet ji însanan, ji hemwelatiyên xwe bitirse li wî welatî azadî heye.
Bira hukûmet li wir bimîne, li Tirkiyê însan ji şexsekî tenê, ji Erdogan dibizin, diqutifin, ji tirsê bi xwe da dimîzin. Û heta hinek ji tirsa Erdogan ji Tirkiyê direvin.
Li Tirkiyê ne hemwelatî tenê ji Erdogan ditirsin, hukûmet jî ji Erdogan dibize, parlamenter û wezîr jî ji tirsê navê Erdogan bi selewatan digrin devê xwe.
Wezîr, parlamenter, brokrat, hevalên wî, welhasil herkes bi hurmeteke ji şalûziyê jî wêdetir qala mezinayiya Erdogan dike, pesnê wî dide.
Li wletakî wiha azadî tuneye, zorbatî, tirs û zulm heye. Tirsê, zorbatiyê piraniya însanan durû kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE