09 februari 2015

Biaqilî û kêmaqilî


Gelek însan ji halê xwe, ji karê xwe, ji bedena xwe ya fizîkî û hin tiştên xwe yên ne razî ne. Lê hema hema herkes ji aqilê xwe razî ye, kes ji aqilê xwe gazinan nake, nabêje xwezî hinek aqilê din bi min ra hebûye, xwezî ez hinekî din biaqil bûma. Ya jî xwezî ez hewqasî jî ne kêmaqil bûma.
Ez dibêjim belkî merivê herî kêmaqil jî wiha nabêje, gazinan ji aqilê xwe nake. Lê xwedê kir ku herkes bi aqilê xwe qîma xwe tîne.
Ez dibêjim di nava tiştên me da, tiştê herî bêtir em jê razî ne, tiştê herî kêm em jê gazinan dikin aqil e. Dirhemek be jî, lîtirek be jî kes naxwaze kêm û zêde bike, kêfa herkesî ji aqilê wî ra tê, ji aqilê xwe hez dike û heta bi aqilê kesî jî nade...
Lê herkes ji aqilê xwe razî be jî, kes ji aqilê xwe gazinan neke jî, bêguman herkes bi qasî hev ne biaqil e. Nîsbî be jî aqil ji aqil zêdetir e.
Gelo pîvaneke biaqiliyê, kêmaqiliyê û ehmeqiyê heye û heger hebe çi ye?
Meriv çawa û bi çi dikane biaqilan û kêmaqilan ji hev bigerîne?
Çimkî bêxwediyê aqil ne caw e ku tu li mîtroyê xî û bibînî bê bi kê ra çiqas, çend mîtro û çend santîm heye...
Welhasil jihevgerandina biaqilan ji kêmaqilan ne karê aqil e. Lê li gel vê jî meriv dikane derbarê “aqil”, biaqilî û kêmaqiliyê da tiştekî bibêje; ew jî kar, xebat û berhem e. Pîvana, mîtroya biaqilî û kêmaqliyê xebat û berhemên meriv e, dibê meriv bala xwe bide wê.
Haaa, helbet cahil û cehalet jî heye, lê dibê meriv wiya tevî biaqiliyê û kêmaqiliyê neke, nêzî hev bin jî tam ne eynî tişt e. Li gorî kêmaqil, cahil tim cesûr e, kûpê aqil e, her roj bi heskan aqil li xelkê belav dike. Belav dike çimkî cahil e, qusûra wî tuneye...

XXX
Gava menfaet(berjewendî) û kursî tê meydanê hin însan bi lez û bez derbasî hereketê dibin. Kût, nexweşên giran jî tavilê sax dibin, dibin bistim û wek leşkeran dikevin nava liv û tevgerê. Û ji bo ku berî herkesî kursiya xwe saxlem bikin, xwe dixin pêşiya herkesî…
Yaho bi rastî jî menfaet keviran nerm dike, miriyan ji gorrê radike, îdeolojiyan pûcc dike…
Axxx, axxx, heger li ba kurdan têra xwe pere û kursî hebûya, kes bi tirkan ra nedima, li hemberî yekê tirkan, me yê dudu bida wan…

XXX


-Jiyan liberxwedan e, hezkirin bawerîpêanîn e. Ji bîr neke, însan gelek caran hakimê dinyayê û carnan jî êsîrî dilekî ye.
///Mewlana

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE