28 februari 2015

Heta kurd zora cinawirê tirk nebin li tu derê ji me ra rehetî tuneye

Li gorî serokê Daîreya îstîxbarata netewî ya Emerîka James Clapper, Tirkiye PKKê ji Daşîê tahlûketir dibîne û  ew bawer nake ku Tirkiye li dijî Daîşê ji nuha bêtir tiştekî bike.

Li ser pirsa ”hûn bawer dikin ku Tirkiye ji nuha pê da bêtir angajeyî şerê li dijî Daîşê bibe” Clapper, gotiye, ”na, ez bawer nakim…”Clapper, sebebê vê baweriya xwe bi siyaseta Tirkiyê ve girêdaye û gotiye, ”ji bo Tirkiye micadela bi Daîşê ra ne dora pêşî ye. 

Çimkî Tirkiye PKKê ji bo xwe tehdîdeke hîn mezintir dibîne, Kongreya gel tehdîdeke hîn mezintir dibîne. Hedefa Tirkiyê liberxwdan û tevgera kurd ya netewî ye. 
Jixwe di lêkolînên bîrûrayên giştî da jî xuya dibin ku Daîş wek tehdît nayê dîtin.”
Piştî van dîtinan Clapper gotiye, ”li Tirkiyê ji bo şervanên Daîşê rewş û derdoreke misaîd heye. 

Di qanûnan da û li ba însanan ji bo çûnûhatina şervanên Daîşê ya Sûriyê rewşeke pir misaîd û xweşbîneyek heye.
 
Ji sedî 60ê şervanên Daîşê ji bo çûn û hatina Sûriyê di ser Trkiyê ra rê dîtin.”
Clapper kêm gotiye zêde negotiye, tespîtên wî hemû jî rast in. Jixwe tiştê Clapper gotiye ne îdîa ye, Erdogan û Davutoglu bi xwe çend caran gotin PKK û PYD ji Daîşê tahlûketir in û xwstin Emerîka û koalîsyon jî vê dîtina wan qebûl bike û şerê li dijî Daşê didin, li dijî PKkê û PYDê jî bidin.

Yanî meriv dikane bibêje, hukûmeta AKPê li hemberî kurdan ne bi Daîşê ra tenê, bi hemû zebaniyên dinyayê ra, bi qatilên profesyonel ra, bi Mafîayê ra, bi nazîztan ra, welhasil bi her kesî û her hêzê ra dikane hevkariyê bike.

Jixwe sbebê piştgiriya bi Daîşê ra jî mesela kurd e, xwestin him li Kurdistana rojava kurdan bişkînin û him jî Kurdistana Federe ji ortê rakin.
Yanî hedefa Tirkiyê xistina Hewlêrê jî bû. Daîşê bi piştgirî û daxwza Erdogan û Davutoglu êrîşê Şengalê kir.

Dersa em kurd ji van bûyerên dawî derxin ev e: Heta li Tirkiyê kurd negihîjin azadiya xwe yanî  bi hawakî mesla kurd çareser nebe, li tu beşekî Kurdistanê ji kurdan ra rehetî tuneye.

Li Îraqê Kurdistana Federe jî ne di garantiyê da ye. Daîş bişkiyê, tasfiye bibe jî kurd rehet nakin. Îcar jî dikanin bi milîsên şîiyan êrîşî kurdan bikin, bi riya wan gelşeke nuh ji kurdan ra peydabikin.

Yanî heta ku mesela kurd li Tirkiyê çareser nebe li tu dereke cîhanê ji me kurdan ra rehetî tuneye.

Tirk, li Ewrûpayê jî rehetiyê nadin me. Ji bo ku kurd li Ewrûpayê nebin xwedî îmkan, xwedî dem û dezgeh çi xerabî ji wan tê dikin.

Loma jî ji bo ku kurd bikanibin li herçar perçên Kurdistanê rê li ber azadî û serxwebûna xwe vekin, berî hertiştî dibê pişta vî “cinawarê tirk” bişkînin, heta ev yek nebe li ser serê kurdan ewê tim şer û ceng be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE